|
Bizmar bi bizmêr tê hilkiþîn!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Gotineke
bav û kalan e, dibêje bizmar bi bizmêr tê hilkiþîn. Yanî her pirsgirêkek
bi rêbaza ligorî xwe tê çareserkirin. Serokwezîrê tirk jî di derbarê
zimanê kurdî de hinek axaftin ji devê xwe berdan. Li gorî wî pirsgirêka
zimanê kurdî tine ye. Zimanê kurdî wekî heyîneyeke dîrokî dikare di
akademiyan de li ser were lêkolîn an jî di qursan de hinek kes dikarin fêr
bibin. Ev ne zimanê netewekê, ne zimanê gelekî ye; zimanekî mirî ye û
pêwîstî bi jinûvejiyîna wê tine ye. Me
kurdan hasasiyeta xwe ya li hemberî rûmetên xwe yên neteweyî winda
kiriye. Ger ev gotinên li ser kurdan û zimanê kurdî li welatekî din li
ser gelê wana û zimanê wana hatiba kirin, niha hikûmet hatiba hilweþandin,
kolan tev di nava êgir de mabana, grev, boykot, serhildan ne li qîmê ban
a. Lê yê me; tenê çend nivîskar û siyasetmedar tînin ser zimên û
derbas dibe. Ev yek ji windakirina hesasiyeta nirxên netewî, civakî, çandî,
wêjeyî tê. Li
gorî min, bi nave kurdan trajediyek e. Sîh
sal derbas bûn, di ser têkoþîna me re. Ger hîn jî serokwezîrê tirk
zimanê me napejirîne, dive em li xwe vegerin û binêrin; bêjin ev mêrik
vê wêrekiyê ji ku digre? Li
welêt, li derveyî welêt dema kurd zimanê xwe yê danûsitendinê yê
sereke bikin tirkî, elbet wê serokwezîrê tirk jî, bêje kurdî tine ye,
kurd dikarin di qursan de xwe fêr bikin û hwd. hakaretan bike. Li
hemberî vê ger bi kurdan re hesasiyeta nirxên netewî hebaya, wê
bigotana; ``Ey serokwezîrê tirk, heta ku hûn hebûn û rûmeta zimanê me
nepejirînin û di zagonên xwe de fermî nekin, di dibistanan de
perwerdehiyê pê nedin, em jî yek peyv tenê jî zimanê we bikar naynin.
Emê kurd êdî ji îroj û pê de bi tirkî neaxivin, bi tirkî nenivîsînin,
bi tirkî nexwînin. Heta hûn zimanê me azad bernedin, em jî zimanê we
li xwe qedexe dikin!`` Ka
çend kurdan wiha got, çend kurdan wiha helwest danî, çend kurd wiha
hizirîn? Serokwezîrê
tirk li vê bêxemiya me kurdan dinêre û ji
bo wê bê hed û hidûd diaxive; çi tê ber devê wî dibêje. Dive
em kurd êdî ji xwe re hinek hesasiyetên ku dijmin jî nikaribe dev biavêjeyê
bigrin û lê xwedî derkevin. Di serkê van hesasiyetan de jî nirxên
netewî û yên dîrokî tên. Serokatî, þehîd, têkoþîn û xerca vana
tevan ziman û nasnameya kurdî dive hesasiyetên me bin ku kesek newêribe
li ser axaftinên devdirêjiyê bike. Dijmin dema bixwaze qala vana bike
dive bi tirs û xova bertekiya kurdan bilerize. Erdogan kî ye ku di derbarê
zimanê kurdî de dikare wiha bê hidûd biaxive? Polîs an memûrekî
tirkan kî ye ku bi salan dest biavêje keçên kurdan? Bi sedan zarokên
kurd biavêjin paþ derabeyan? Vê
wêrekiyê ji bêhelwestiya me distînin. Dibêjin; ``Çawa be di bin asîmîlasyona
sed salan de me kurd ji her nirxa wan dûr xistine. Me
ew bê hesasiyet kirine. Me ew kor, kerr, lal, bê hiþ û bê mejî hiþtine.
Em çi li wana bikin jî kes dengê xwe dernaxîne. Ger çend dengên kêmqarînî
derkevin jî ne xem e. Çawa be kes qiyametê ji bo vê ranake. Bi vê sedemê
em çi bikin wê ji me re kar bimîne. Em dikarin zimanê wana qedexe bikin,
biçûk bixin, bi rûmeta wana bilîzin, dest biavêjin keçên wana, welatê
wana di bin avê de bihêlin, dîroka wana ji hole rakin, nirxên wana ji
xwe re bidizin û her tiþtî bi ser wana de bînin…`` Belê
tirk di derbarê kurdan de wiha difikirin. Hêza xwe jî ji kêmhelwestî
yan bêhelwestîmayina me distînin. Kîjan rayedar an fermandarê tirk dibe
bila bibe, dema di derbarê nirxeke netewî ya kurdan de axift, ku bi
sedhezaran kurd dakevin qadan û hemû heyîneyên dewletê di nava êgir de
bihêlin, careke din ew rayedar, ew fermandar dema zimandirêjiyê bike, wê
sed carî bifikire û peyva xwe wiha bi pîvan ji devê xwe veriþe. Ger hiþtina
di nava agir de ji me nayê, wê demê em divê bi xwe karibin; em çalakiyê
li ser xwe bikin. Ger em bi dijmin nikaribin jî divê em bi xwe karibin. De
werin, li hemberî vê bêxemî û bêrêziya serokwezîrê tirk, em zimanê
tirkî li xwe qedexe bikin. Em ji îroj û pê de ne di jiyanê de, ne di
kar û xebatê de zimanê tirkî bikar neynin. Em bê ziman, bê axaftin, bê
peyivîn bimînin jî em bi tirkî neaxivin. Em bi zimanê pisîk û miþkan
biaxivin jî em bi tirkî neaxivin. Bila tirk zanibin ku ew zimanê me azad
bernedin, emê jî zimanê wana bikar neynin. Ger
bi rastî gotinên Erdogan li zora me kurdan çûye, emê vê biryarê
bigrin û bimeþînin. Wekî din wê hîn gelek zimandirêjî û destdirêjiya
li ser nirxên me yên netewî werin kirin û emê nikaribin tiþtekî
bidest bixin. Erdogan bi gotinên xwe helwestekê datîne holê, em jî divê
bi vê biryara xwe helwesta xwe þanî bidin. Bizmar bi bizmêr tê hilkiþîn;
helwest bi helwestdanînê tê pûçkirin. Bêhelwestmayîn jî tê zanîn
ku awayekî pejirandinê ye. Ew jî dibe trajediya kurdan. Divê êdî em
xwe ji rewþa trajîk derxînin. Di demeke serkeftin nêz bûye de, em li
hemberî êrîþan divê zêdetir xwedî helwest bin. Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org