BUYUKANIT KOORDÎNATORÊ ÞERÊ TAYBET Û YÊ DAGIRKERIYÊ YE

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Jîtem (Rêxistiniya Saloxdariya Jenderme li Tirkiyê) îroj ji aliyê serokartêþê tirk Yaþar Buyukanit ve tê rêvebirin û meþandin. Di bûyerên Þemzînanê de tevî ev rastî eþkere derket holê jî, bihêzbûna çatetiya li Tirkiyê, rê neda ku hesap jê were pirsîn û berûvajî ji bo bikaribe were parastin ew kirin serokartêþ. Hukûmeta AKP ya xwe zêde bi hêz dibîne jî nikarîbû vê rastiyê biguhere û destê nikarîbû bitewanda êdî ramûsand.

Bi destê dewleta tirk þerê li dijî kurdan tê meþandin wekî ‘þerê taybet’ tê nasîn. Wateya þerê taybet ew e ku derveyî þerê nîzamî, hemû rêk û rêbazên qirêj di hundirê xwe de didebirîne. Di hundirê þerê taybet de, rêk û rêbazên derveyî zagonî, derveyî mirovî, derveyî rêzikên þer hene. Li Tirkiyê kuþtina kesên bêguneh, kuþtinên kiryarên wan nediyar, revandina mirovan, her roj zayîna rêxistiniyên çetetî,  qaçaxçitiya mirovan û ya narkotîkê, bilindbûna asta fuhûþê, xurtkirina bêkarî û xizanIyê weþandina agahî û salox û nûçeyên derew û gelek xerabiyên wekî vana tev encamên þerê taybet in.

Yaþar Buyukanit gef li kurdan dixwe û dixwaze encamên þerê taybet bîne bîra wana. Dibêje ku ‘Ezê êþekê bi kurdan bidim jiyandin ku di jiyana xwe de nejiyabin!’

Di rastiyê de, di bin zordariya desthilatdariya hezarê salan de ti êþ nemaye ku kurdan nejiyane. Lê ev peyva Buyukanit yekser geflêxwarina li ser jiyana rêbertiya gelê kurd tîne bîra mirov. Di roja me de ji bo kurdan êþa herî mezin, zirardayîna jiyana rêbertiyê ye. Yaþar Buyukanit vê yekê baþ dizane. Lê Yaþar Buyukanit divê vê yekê jî baþ zanibe; ger ew êþa herî mezin bi kurdan bide jiyandin, gelo wê kurd li hemberî vê bê bersiv bimînin, an wê ew jî êþa ji êþan mezintir bi Yaþar Buyukanit û nijada wî bidin jiyandin? Ger kurd ji vê gefa Yaþar Buyukanit re serî deynin, daqurtînin û li hemberî vê gefê cîhanê li ser serê nijada wî hilneweþînin heyf e ji kurdan re.

Ger kurd ji îroj û pê ve Kurdistanê li nijada Yaþar Buyukanit nekin dojeh, heyf e ji kurdan re. Ger kurd þerê taybet ê li hemberî azadî û destkeftiyên wan tê meþandin, bi ser tirkitiyê de venegerînin û bi hemû rêk û rêbazan xwe, mafên xwe û rêbertiyên xwe neparêzin, heyf e ji wan re. Ev pênc hefte ne rêber Apo ji cîhanê qut kirine; ger kurd qiyametê bi vê sedemê ranekin, heyf e ji wan re. Li her aliyê Tirkiyê û cîhanê nijadperestên tirkan êrîþî ser kurd û sazî û destkeftiyên kurdan dikin, ger kurd li hemberî vê Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê li nijadperestên tirkan neherimînin, heyf e ji wan re. Ger kurd li ser vê gefê yekîtiya netewî ya her çar parçeyan saz nekin û li dijî dagirkeriyê ala azadiyê bilindtir nekin, heyf e ji wan re!

Bilindbûna pêla nijadperestiya tirk, zêdebûna operasyonan, berfirehbûna kiryarên þerê taybet di dema hatina ser darê ya Yaþar Buyukanit de gihiþt asta xwe ya herî jorîn. Yaþar Buyukanit bi mejiyekî xwînxwarî bi ser kurdan de tê. Li Bakur têna wî naþike, dixwaze bi dagirkirina Baþûr biþikîne. Di rastiyê de ne tenê koordînatoriya þerê taybet, koordînatoriya dagirkeriyên Kurdistanê jî dike. Hukûmetên Îran, Iraq û Sûriyê jî diajo ser kurdan û dixe bin bandûr û fermana xwe.

Kurd divê bi parastina rewa û berxwedana li ber xwe tenê bi sînor nemînin. Divê parastina rewa bilind û aktîf bikin. Divê bi sed hezaran dakevin kolanan ne bi sedan û hezaran, bi sedhezaran û bi milyonan. Wiha dema daketin kolanan divê kabên Yaþar Buyukanit ji hêz û qelebalixa wan bireilin. Ger kurd wiha nekin, heyf e ji wan re.

Mirovek ku ji te re dibêje, ‘Ezê êþa herî mezin bi te bidim jiyandin’ û ger tu li hemberî vê gefê bê helwest dimînî, wê demê di dîrokê te çi bi serê te were te heq kiriye. Na ku te heq nekiribe, wê demê rabe ser xwe û bêje, ‘Þûna tu êþa herî mezin bi min bidî jiyandin, ezê te rêbikim nav agirê dojehê û tu bicehime, biçe êþa herî mezin bi xwe bijî!’

Ev zêdeyî sîh çel salî ne ku kurd zanistiya netewî, mirovî, demokrasî, azadî, berxwedan, têkoþîn û hesappirsînê di nava agirê têkoþîna azadî û rizgariya Kurdistanê de distînin, êdî roj hatiye ku ev, fêkiyên xwe bide der. Divê kurd êdî di têkoþîna xwe de hilpekîneke pêngavîn derxînin holê. Kurdên her çar parçeyî bi yek dil, yek mejî, yek awazê li hemberî êrîþkarî, bêmafî û zordariya dagirkeriyê rabin ser pê. Wekî lehiyeke piþtî barana dijwar, bi carekê re biherikin û çi hat ber, heta Enqerê bidin ber xwe û ji qirêja nijadperestiya tirk û xerabiyên þerê taybet û xwînxwariya artêþa tirk pak bikin. Ger kurd vê vînê þanî nedin, heyf e ji kurdan re. Bila dakevin kolanan, bila meclîsa tirkan dagir bikin, bila avahiyên wan bi ser wan de hilweþînin, bila biqêrin; bêjin ‘ey tirkino; ya ji me kurdan re jiyaneke bi rûmet, jiyaneke azad; yan jiyan ji we re jî wê bibe dojeh!

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org