|
CAREKE
DIN MIJARA OPERASYONÊ
Hesen Huseyîn Denîz
Ji
rojeva Tirkiyê hîn mijara operasyona li ser Baþûrê Kurdistanê
derneketiye. Hilbijartinên pêþdem çêbûn û zelaliya di warê siyasetê
de derket holê. Tevî hewildanên serokartêþê Tirk Buyukanit, pêla
nijadperest bi ser neket û berûvajî, hêzên dijberî artêþê xurt bûn.
Serkeftina AKPê ji vî alî ve tê wateya nepejirandina polîtîka û
daxwazên artêþa tirk. Fermandarên artêþa tirk bi destdirêjiya pêvajoya
hilbijartinan dixwestin partiya nijadperest a MHP û partiya xiyanet li çepgiriyê
kiriye CHP bi serkevin. Lê gel ev yek nepejirand û dîsa di kesayeta Tayip
Erdogan de dengên xwe da AKPê. Ji
aliyê gelê Tirkiyê ve dengdayîna AKPê tê wateya berdewamiya aramiyê.
Gel dizane ku CHP û MHP werin ser darê, wê Tirkiyê bi ber nediyariyekê,
bi ber þer û pevçûneke navxweyî û bi ber lehiyeke nijadperestiyê ve
bibin. CHP di bin seroktiya Denîz Baykal de ji xeta çepgirî vegeriyaye
ser xeta rastgiriya tûj û ji bo vê êdî ji partiyeke nijadperest a
tirkan ti ferqiya xwe nemaye. Bê
guman AKP wekî partiyeke sazûmanê, di demeke kin de pirsgirêkên bingehîn
ên Tirkiyê çareser nake; lê herî kêm pirsgirêkên hene kûrtir û
aloztir jî nake. Gel, ji þer û pevçûnan û ji pirsgirêkên aborî û bêkarmayînê
westiyaye. Gel aramiyê, dewlemendiyê, aþtî û tenduristiyê dixwaze. Li
gorî vê jî partiya herî nêz a bikaribe bibe bersiv AKPê dibîne û ji
bo vê dengê xwe da AKPê. AKP
ger bi hiþmendî tevbigere wê vê hilbijareya gel bibîne û li gorî wê,
çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê hilgire rojeva xwe ku di
serê vana de jî pirsgirêka kurd tê. Ger AKP di çareserkirina pirsgirêka
kurd de xwe xwedî weyn bibîne, wê bikaribe di dîroka Tirkiyê de bibe
xwediyê cihekî taybet û þiyandariyeke domdar. Na ku AKP xwe di çareserkirina
pirsgirêka kurd de dûr bigre, bi siyaseta înkarî û tinekariyê nêz
bibe, nagihêje salek-du salan wê Tirkiyê careke din ber bi hilbijartinên
pêþdem ve biçe. Ji
bo vê divê pirsgirêka dagirkirina Kurdistanê bi tevahî ji rojeva xwe
derxîne û ji hebûna gelê kurd re rêzdar be. Bi hêza xwe ya leþkerî
dagirkirina li Bakurê Kurdistanê pêk aniye, divê ji holê rake. Li deverên
Þirnex, Colemêrg, Sêrt ku wekî herêma ewlehiyê bi nav kiriye,
dagirkirina pêk aniye divê bi dawî bike. Leþkerên komî vê herêmê
kiriye û wekî hêzeke geflêxwarina Baþûrê Kurdistanê li ser sînor
digre, divê paþ de bikiþîne. Astengkirina li pêþiya hukûmeta herêmê
di gelek mijaran de û taybetî di mijara Kerkûkê de derdixe, divê ji holê
rake û bi vê hukûmetê re bikeve nava diyalogeke hevpejirandinî. Fermandar
û rayedarên tirk, hukûmeta were damezirandin û di meha Tebaxê de leþkerên
rutbeyên wan werin bilindkirin û erkên nû hilgirin ser xwe tev, divê
hebûna kurd a li Baþûr, a li meclîsa Tirkiyê, a li parçeyên din ên
Kurdistanê bikaribin bipejirînin û daqurtînin. Ew polîtîkaya ku ‘li
ser kîjan ruyê xaka cîhanê pêþketineke kurdî hebe li dij derkeve û pêþî
lê bigre’ êdî îflas kiriye û divê dev jê berde. Siyaseta înkar û
îmhayê li ber pêþketina Tirkiyê tenê astengiyan derdixe û wê paþ de
dikiþîne. Di
vî bingehî de pêwîst e mijara operasyona li ser Baþûrê Kurdistanê bi
tevahî ji holê were rakirin û ji rojevê were derxistin. Tirkiye divê bi
cînarên xwe re ne li ser dagirkirina Kurdistanê, li ser pejirandin û
azadkirina Kurdistanê bide û bistîne. Na
ku Tirkiye di siyaseta xwe ya heta îroj didomîne de, di vê pêvajoya nû
de jî bi heter (israr) tevbigere, wê di gelek aliyan de têk biçe. Artêþa
Tirk ger bixwaze bikeve Baþûr, wê sedî sed têk biçe. Ji xwe ji niha ve
li hemberî gerîlayên azadiyê têkçûnekê dijî. Ger vê têkçûna dijî
bixwaze li Baþûr kûrtir bike, fermo dikare derbasî milê din ê sînor
bibe. Ketin
û neketina Baþûr ji îroj û pê de wê bibe pîvaneke nêzîkbûna çareserkirina
pirsgirêka kurd. Ger hukûmeta nû were damezirandin biryara ketina Baþûr
bide û artêþa tirk tixûb derbas bike; wê di navbera aliyê kurd û aliyê
tirk de þerê heye bigihêje qonaxeke þerê navxweyî û herêmî ku ne
tirk dikarin sukra xwe bi hêsanî jê rizgar bikin, ne jî kurd. Lê divê
were zanîn ku di vî þerî de tiþtekî aliyê kurd winda bike wê tinebe,
bes gelek tiþtên aliyê tirk winda bike wê hebin. Ketina Baþûr a artêþa
tirk, bi têkçûna xwe re wê ketina hukûmetê, hilweþîna otorîteya artêþê
û îflaskirina aboriya wê bi xwe re bîne. Ger artêþa tirk bikeve Baþûr,
derxistina artêþa Tirk a ji Baþûr, wê bibe destpêka damezirandina
dewleta Kurdistanê û yekîtiya mezin a di navbera parçeyên Kurdistanê
de. Artêþa tirk a li Baþûr têk biçe, wê wekî berê nikaribe li Bakur
jî hebûna xwe bidomîne û dibe ku bi pêleke kurdînî û lêdana xurt a
têkoþerên azadiyê re, di Enqereyê re derkeve! Artêþa
Tirk wê di Baþûr de ti caran bi ser nekeve. Dîsa artêþa tirk a bikeve
Baþûr, careke din wê bi xwesteka xwe nikaribe derkeve. Yanê wekî di salên
berê de tevgera ‘bikeve û derkeve’ wê nikaribe bimeþîne. Di salên
borî de, li dijî komên gerîlan operasyonên þopandin û tinekirinê li
dar dixist. Vê carê rewþ vê yekê diborîne. Gefa li ser Tirkiyê ne tenê
komên gerîlan in. Gefa herî mezin bicihbûna gerîlan a li çiyayên Baþûrê
Kurdistanê, hevgirtina partiyên Baþûr û Bakur ên Kurdistanê û
damezirandina dewleteke gumanî ya Kurd e. Ev her sê mijar dike ku Tirkiyê
ya hebûna kurd bipejirîne û bi kurdan re li ser maseya aþtiyê rûnê,
yan jî di þerekî encama wê nediyar de xwe biceribîne. Êdî
aliyê tirk wê bi hukûmeta nû vê biryarê bide. Di serî de Amerîka, hêzên
Baþûrî û artêþa tirk bi xwe dizanin ku li hemberî gerîlan di çiyayên
Kurdistanê de serkeftina dawî nikarin bi dest xwe bixin. Dibe ku ji bo
demekê darbe li gerîla bidin, gerîlan lawaz bixin, lê nikarin bi tevahî
tine bikin û her dem derfet heye ku gerîla di demeke nû de vegere ser hêza
xwe û xwe nûtir û bihêztir bike. Ger ev hêz tev xwe bikin yek û bi ser
gerîlan de werin û ji bo demekê gerîla di çiyayekî de (mînak di Qendîlê
de) tengav bikin û jê derxînin jî, ji ber ku wê nikaribin vî çiyayî
gav bi gav di dest xwe de bigrin, di demeke kin de wê gerîla tê de dîsa
xwe bi cih bike. Û ji aliyekî ve pirsgirêk ne hebûn û tinebûna gerîlan
a li Qendîl e. Gerîla ji Qendîl bigir, heta çiyayên Botan, Zagros, Mêrdîn,
Dêrsim, Amed, Çewlîk, Sason, Amanos, Toros û her devera Kurdistanê
heye. Tinekirina gerîlayên li van deran tevan ne bi mefer e (ne mumkun e).
Wekî din gerîla ne ji kesên li serê çiyê dimînin pêk tê. Gerîlan
niha ji Mêrdîn het Stenbolê, ji Colemêrg heta Izmîrê, ji Wan heta Mêrsînê,
ji Amed heta Enqerê di nava dilê Tirkan de li kolanan diqêrin û banga
azadî, demokrasî û rizgariyê bilind dikin. Wê
demê operasyona derveyî sînoran ji niha ve mirov dikare wekî liv û
tevgereke têkçûyî bibîne. Ji xwe kî çi dibêje bila bêje; xwestina
artêþa tirk a lidarxistina operasyoneke li ser Qendîlê, ne tenê bi
armanca darbeyekê li PKKê bixe ye; ji vê zêdetir ji bo dagirkirina Baþûr
û têkbirina deskeftiyên li vê derê ye. Vê yekê partiyên li Baþûr
desthilat in jî baþ dizanin û ji bo vê rê nadin ku artêþa tirk bimeþe
ser Qendîlê. Baþ dizanin ku artêþa tirk bi destûra wan sînor derbas
bike, careke din bi bergera wan jî be paþ de venakiþe. Wê demê divê
artêþa tirk bi þer derxînin. Wê çima ji aloziyeke wiha re bi destê
xwe rê vekin? Ji
bo vê hukûmeta nû were damezirandin, zû bi zû wê dagirkirina Baþûr
ango operasyona derveyî sînor hilnegre rojeva xwe. Di vê mijarê de li
hemberî MHP û artêþê, divê li ber xwe bide. Ev jî bi nasîn û
pejirandina pirsgirêka kurd û rojevîkirina rêkên çareseriyê dibe. Wekî
din bi bilêvkirina, “Yek dewlet, yek netew, yek al, yek ziman” wê
nikare bi serkeve û ji binkeftinê jî nikaribe xwe rizgar bike! Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org