|
CEJNA 8ê ADARê BI BAYÊ SERKEFTINÊ TÊ PÊÞWAZÎKIRIN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Gerîlayên
têkoþerên azadiyê bi serkeftina di dawiya Sibatê de, mohra xwe li meha
Adarê dan. Adara îsal bi tevahî wê bibe Adara kurdan. Kurd bi coþ û arîþeniyeke
mezin wê dakevin kolanan û ji xwe ji niha ve her roj li kolanan diqêrin.
Bi rengên netewî li her çar parçeyê Kurdistanê bangên azadî, aþtî,
wekhevî tên bilindkirin. Gelê kurd biharbûna azadiya xwe dijî. Gelê
kurd vejîna biharê dijî… Tevî
hemû zordarî, zilm û biserdeçûnan gerîlayên kurd, careke din, ji
tevahiya cîhanê re þanî dan ku têk naçin û berûvajî vîna wan a
serkeftinê zindî ye. Aliyê tirk di rastiyê de ji bo vê Adarê bike
Adareke reþ, Adareke mirinê bi ser gerîlan de, bi hemû derfetên xwe meþiya.
Niyeta artêþ û dewleta tirk ew bû ku destpêkê Adarê li gerîlan tarî
bike û pê re tevahiya biharê bike reþahiya gelê kurd. Ji kurdan re di vê
biharê de mirin û qirkirinê bibarîne. Hesap û kîtabên Komara Tirkiyê
yên li ser bihara kurdan wiha xerab bûn. Bi deh hezaran leþker, tank,
top, firoke, kopter, bi desteka Amerîka, Îsrail, Ewropa û hêzên herêmî
bikeve xaka di dest gerîlan de; hîn li wana nebûye bihar, cîhanê li
wana tarî bike û bi wê hêzê vegere ser gel, kerr li korên wana rawestîne!
Plan
û hesabên Komara Tirkiyê û Amerîka yê di derbarê kurdan de wiha bûn.
Wê ev Adar, ev bihar, ev sal li kurdan bikrana dojeh, bi ser wan de mirin
bibarandana, bi ser wan de tinekirin birijandana! Derveyî vê ji bo kurdan
ti plan û hesabên wan tine bûn. Li
bajaran gelê kurd, li çiyan gerîlayên kurd berxwedaneke mezin li hemberî
êrîþ û dagirkeriya tirk þanî dan. Gel her roj li kolanan bû û hîn jî
li kolanan e. Gerîla kozik û
çeperên xwe baþ parast û hîn jî diparêze. Operasyona tirk a tinekirinê,
bi têkçûneke ji ya ber deriyê Viyana xeraptir bidawî bû. Niha li
Tirkiyê hikûmet û artêþ bi hev ketiye. Her yek yekî din tawanbar dike.
Tev dixwazin Amerîka tawanbar bikin. Lêbelê Amerîka ew ji têkçûneke
domdar rizgar kirin. Ger çendrojeke din li warê gerîlan bimana, dibe ku
ev mayîn bûba dawiya þiyandariya Erdogan û hebûna artêþa tirk. Amerîka
ev yek dît û bi lez ew paþ de vekiþandin. Got: `Kuro zû hêzên xwe ji
Baþûr vekiþînin, we xwe jî hetikand û hetka me jî bir!` Di
hesabê Amerîka û Tirkiyê de serkeftin hebû; binketin qet ne li bala wan
bû. Lê vîna gel û gerîla derseke dîrokî da wana. Ew li hatina wan poþman
kir. Heta demekê wê bi ser xwe de neyên. Dema bi ser xwe hatin jî, wê
careke din bixwazin xwe biceribînin. Ger vê carê jî biþkên, êdî wê
ev þikestina wan domdar be. Gerîla
û gel Adar kirin Adara xwe. Wê tevahiya vê biharê bi germahiya Adarê re
bibe bihareke kurdan. Kurd di vê biharê de, bi coþeke mezin wê xwe rêxistin
bikin, xwepêþandanan berfireh bikin, bêhna azadiyê zêdetir bikiþînin
kûrahiya hinava xwe. Gel
û gerîla diyar kirin ku bi mirin û mayinê bi rêbertiya xwe re ne. Gerîlayên
li ber xwe dan, bi hêza ji rêbertiyê, þehîdên azadiyê û gel girtin,
li ber xwe dan. Gelê dadikeve kolanan jî dîsa bi hêza ji rêbertiyê, ji
þehîdan û ji gerîlan digre dadikeve û diqêre. Ew derdorên dibêjin, `Çima
îla rêber Apo?` bila li ser vê berxwedana gel û gerîlan rawestin û xwe
bigihînin bersiva vê pirsê. Rêber Apo ji kurdan re hêzek e, germahiya
Adarê ye, vîna berxwedanê ye, coþ û arîþeniya biharê ye. Rêber Apo
ji bo kurdan ji kesbûnê derketiye; ew bûye îlhamek, bûye hiþek, bûye
bîr û baweriyek. Ji bo wê bidestxistina vê îlamê, vî hiþî, vê bîrûbaweriyê
tevahiya gelê kurd jî xwedî-îlham, bi hiþ û xwedî bîrûbawerî dike.
Rêber Apo di dîroka kurdan de jin kirin xwedî îlham, hiþ û bîrûbawerî.
Ji bo vê di hemû çalakî û xwepêþandanan de jin serî dikiþînin. Ev
Adar, ev bihar ji herkesî zêdetir a jinên kurd e! Îsal jinên kurd ji
her salê zêdetir azad û çalak in. 8ê Adarê li Jinên kurd û li jinên
kedkar ên cîhanê pîroz be! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org