|
Dibêjin;
`reng hene li ser ruyê dinyê`;
Hinek
kesk in wekî giya
Hinek
sor in wekî xwînê
Hinek
zer in wekî tava rojê
Roj
tiþtekî çawaye gelo?
Dibêjin,
`tam heye di xwarinê de`;
Þorahî
heye wekî ava behrê,
Tirþahî
heye wekî simaqa li ser darê
Þêrînahî
heye wekî lêvên yarê
Yar
tiþteke çawa ye gelo?
Dibêjin,
`werz hene di salekê de, ne yek him jî çar`!
Berf
dibare li serê çiyan, spî dike erd!
Baran
lehiyan radike, pêl bi pêl hil dide çeman
Zad
di seride, di havîn û payizan de
Bihar
bi xwe dihisîne xwezaya vedijîne
His tiþtekî
çawa ye gelo?
Dibêjin,
`awaz hene, ji devê kew û bilbilan`
Stran
hene, ji devê yar û evîndaran
Lorîk
hene, ji nava lêvên dayikan
Dayik,
tiþtekî çawa ye gelo?
Gelo
kî wê ji min re vebêje; çima?...
Ji
min girtin çavên min?
kerr
û lal kirin hisên min?
binerd
kirin dayika min
Di
rojeke navenga Adarê de?
Kê?
Çima?
|