|
CIH JI KURDAN RE NÎNE HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Kurd
ji welatê xwe ji gelek sedeman koçber dibin, bi welatên biyanî dikevin.
Dibêjin belkî li welatên biyanî gezek nan, qurtek aramî û bêhneke
azad bikaribin bikiþînin. Lê sazûmanên desthilat vê yekê jî li wana
zêde dibînin û bi her cureyên astengiyan jiyanê li wana diherimînin. Welat
tê zanîn. Ji aliyekî ve þer, ji aliyekî ve zordariyên polîs û leþkeran,
ji aliyekî ve bi sedan gundên hatine kavilkirin, ji aliyekî ve xakek
sererd û binerdên wê hatine talankirin, ji aliyekî ve bêkarî, birçîbûn,
perîþanî… welatê zêrîn di destê dagirkeriyê de bûye warê alozî
û pevçûnan… Kesên
li vî welatî tev li têkoþîna azadî û rizgariyê bûne û bi vê sedemê
di çavê dagirkeriyê re rabûne, bi êrîþ, girtin, lêdan û kuþtinan
re rû bi rû dimînin. Tê zanîn di salên piþtî 1990î de, di dema
serhildanên gel pêl bi pêl li tevahiya welêt belav bûn de
bi sedan pêþengên gel bi destê hêzên girêdayî dewletê yên
tarî hatin qirkirin. Memet Agar ê niha dixwaze bi navê partiya
‘Demokrat’ bikeve meclîsê û bibe þiyandar, digot, ‘Ji bo em pêþî
li ber serkeftina têkoþîna kurd bigrin, me hezar operasyonên taybet
lidar xistin!’ Hezar operasyon tê wateya bi hezaran girtin, kuþtin û avêtina
binê zîndanê… Di ser re nêzî pazdeh salan dem dibore, hê jî dewletê
hesabê van kiryarên xwe û mexdûrên vê demê nedaye. Bi ser de her roj
li hundir û der ve bi pey wana dikeve. Di van mehên dawî de hema hema
kesek nema ku ji DTPê negirtin an di derbarê wan de lêpirsîn û doz
venekirin. Li der ve jî di her hevdîtina xwe ya dîplomatîk de yan dibêjin,
‘wana biavêjin derveyî sînorên xwe, yan jî wana bidin dest me,’ û
bi vê armancê hebûn û xaka Tirkiyê pêþkêþî þîrketên biyanî
dikin, bi wana re hevpeymanan destxet dikin. Di
operasyonên Agar qalê dikir de, yên hatin kuþtin ji xwe kuþtin, yên avêtin
zîndanan, bi salan di hucreyan de rizandin, hinek ji ber barîna guleyan
rasthatinî birîndar filitîn û hinek jî wekî ji ber devê þûr
bifilitin berê xwe dan derveyî sînoran. Ji
yên berê xwe dan derveyî sînoran yek jê jî Kamîl Solak bû. Kamîl
di sala 1975an de li Sêwrek a Ruhayê jidayik dibe. Ji wir ji ber sedemên
aborî bi malbatî koçî Serêkaniyê ya Ruhayê dikin. Li wê derê wekî
her welatparêzekî alîkariya têkoþîna rizgariya kurd dike û bi vê
sedemê ji aliyê hêzên ewlekarî yên dewletê ve di sala 1992an de tê
girtin û qasî sê sal û nîvan di zîndanê de radikeve. Piþtî tê
berdan, di DEHAPê de seroktiya þaxê ciwanan dimeþîne. Di vê navberê
de di sala 2000î de ji sedema nûnertiya wî ya kovara “Ozgur Halk”ê
di derbarê wî de doz tê destpêkirin. Ji girtineke careke din û razana
di zindanê de ditirse û radihêje malbata xwe, xwe li sînoran dide. Behra
spî qut dike û tê li Qibrisê bi cih dibe. Ji sala 2003an ve li Qibrisê
kar dike. Lê niha nema dikare li wê derê jî bimîne. Dewleta
Qibrisê niha zagoneke nû dixwaze li ser penaberan bimeþîne. Biyaniyên
li wê derê dixwaze nîve nîv kêm bike. Kamîl û yên wekî wî li
Qibrisê gelek in. Niha ketine taya bi ku ve biçin. Ger vegerin Tirkiyê, wê
di cih de ji aliyê hêzên ewlekarî yên dewletê ve werin girtin û
bikevin ber lêpirsîn û hundirê zîndanan. Ger berê xwe bidin welatekî
din û dest bi koçeke nû bikin, wê kîjan welat himbêza xwe ji wana re
veke? Bi
kinahî li ser ti xakê ji kurdan re huzûr û rehetî nîne. Kurd heta xaka
xwe rizgar nekin û tê de bi dilekî rehet nerûnên, xaka xwe neçînin û
di nava gelê xwe de, li ser çiya û deþtên xwe bê girtin û kuþtin nejîn,
diyar e li ser xaka ti welatan ji kurdan re aramî nîne. Lê
ev yek jî îroj ketiye astengiyê; tevî hemû hewildanên aliyê kurd, tevî
agirbest û helwesta aþtiyane, aliyê tirk rojekê tenê jî navber neda
operasyonên leþkerî û bi ser de rêberê gelê kurd jehrî kir û niha jî
dixwaze pêþî li serkeftina gelê kurd a di hilbijartinan de bigre. Ji
xwe welatê me ji serî heta binî di nava êþ, jan û nesaxiyan de hatiye
hiþtin. Roj derbas nabe ku nûçeyek di derbarê gundekî yan bajarekî de
dernakeve; yan nesaxî tev li ava wana bûye, yan pirsgirêkên tenduristî
ji nesaxiyên vegirtî rû dane, yan zarok jehrî bûne, yan rêk hatine
girtin, yan ji feqîrî berê xwe dane metrepolan û tirempêl di bin wana
de gêr bûye, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane, malên wan wêran bûne… Ev
xêzanî trajediya gelê kurd e. Li ser xaka xwe penaber e, li welatên
biyanî penaber e, di cîhanê de penaber e. Jê re ne li welatê wî, ne li
welatekî din cih û war nîne. Bi vê sedemê divê kurdek li ku derê be,
tevahiya hêza xwe biherikîne têkoþîna rizgariya gelê kurd ku rojek
berya rojekê azadiya welêt bi dest bixe û vegera mezin a ser xaka xwe pêk
bîne. Roja dagirkerî ji welêt were derxistin, wê rojê, wê hemû êþ,
jan û koçberiyên kurdan bi dawî bibin. Wekî din rehetî ji kurdan re nîne!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org