CÎHAN BÛYE ZINDAN
 
 
Hesen Huseyîn Denîz

 

 
Dibêjin rojekê yekî mêrkuj di zindanê de sizaya wî diqede û wî azad berdidin. Lê yê mêrkuj nivînên xwe dernaxîne derve û ji qerdiyan re dibêje;
 
- Bira bila nivînên min bimînin, dema ez ketim zindanê bênamûsek li derve mabû, ezê herim wî jî bikujim û dîsa werim sizaya xwe rakevim, hewce nake nivînên xwe bi xwe re bibim û bînim.’
 
Qerdiyan dipejirîne û mêrkuj derdikeve derve. Rojek, du roj derbas dibin, qerdiyan dibîne ku wa ye mêrkuj bi ber deriyê zindanê ve tê! Wî pêþwazî dike. Mêrkuj dibêje;
 
- Bira ez hatime nivînên xwe bibim.
 
Qerdiyan matmayî dipirse û dibêje:
 
- Ka te gotibû, li derve bênamûsek maye, ezê biçim bikujim û werim li zindanê razêm?
 
Wê demê yê mêrkuj kesereke kûr vedide û wiha bersiva qerdiyan dide, dibêje:
 
- Bira dema ez ketim zindanê bi rastî jî bênamûsek li derve mabû û min digot ez wî bikujim wê ev welat safî bibe. Lê ez derketim derve û min dît ku niha bênamûsî bûye karekî ku rûmetê dibîne û ji bênamûsan, rê û rêwanî nemaye. Ezê kê bikujim û kê nekujim? A baþ ka nivînkên min bide min, ez biçim malka xwe ku hîn ti bênamûsan bela xwe di min nedane!’
 
Bi herikîna demê re pîvan û nirxên civakê jî guhertinan jiyan dikin. Civak ger ruyê wê bi ber pêþveçûnê be, pîvan û nirxên wê jî pêþve diçin; lê na ku bi ber paþverûtiyê be, wê demê di warê nirx û pîvanan de jî guhertinên neyênî û paþketin tên jiyankirin. Civakên paþketinê jiyan dikin, heta xwe ji vê rewþê rizgar nekin her pîvanên exlaqî, moralî û rûmetî tên binpêkirin û guhertin. Di civakeke asayî de xwefirotina jinan tiþtekî þerm, guneh û bêexlaqî ye. Lê di civakeke ji pîvanên xwe dûr ketiye de ev tiþt dibin rûmetek û mirov li ser vê yekê, dewlemendiyê bi dest dixin.
 
Civaka Tirkiyê îroj mixabin rewþeke wiha jiyan dike. Mirov dîroka Tirkiyê dikare wekî Berya 12ê Îlonê û Piþtî 12ê Îlonê bigire dest. Nivþê niha gihiþtiye, zêde ji xerabkariyên 12ê Îlonê agahdar nîne û lêpirsîneke hûr û kûr jî li ser nake. Yên ev dem jiyan kirine jî zêde serê xwe pê naêþînin. Tenê di salvegera wê de nivîsareke þermezarî dinivîsînin û derbas dibin diçin.
 
Lê di rastiyê de sazûmana 12ê Îlonê û pêkanînên wê yên heta roja me bandûra xwe û hukmê xwe dimeþînin civakeke li gorî xwe da afirandin. Li Tirkiyê pîvanên mirovtî û civakî yên berya 12ê Îlonê di asteke maqûl de bûn, niha ji rêkê derketine û bi ku ve diçin ne diyar e.
 
Di warê exlaqî de, hebûna kerxaneyan jî ji aliyê gelek mirovan ve ecêb dihatin dîtin; lê niha kerxane tije ser kolanan bûne!
 
Li gelek sûkan, dikandaran - dema diçûn nimêja nîvro - deriyê dikanên xwe wiha li piþtê dihiþtin û diçûn, dema vedigeriyan çawa hiþtibana, wiha didîtin. Lê niha keç û jin newêrin çenteyê xwe di milê xwe de sist bigirin ku çelpêr neçelpînin û nerevin. Her roj bi sedan bûyerên çelpandinê tên ser televizyonan. Ev ne tiþtekî xêrê ye!
 
Berê di tacirî û bazirganiyê de pîvanek û exlaqek hebû; digotin, ‘xwarina malê heram guneh e’. Kesî zû bi zû destdirêjiya malê kesî nedikir. Herkesî di pîvanên maqûl de danûstendina xwe dimeþand. Niha ji çeteyan rê û rêwanî nîne. Wey li wî be ku yê sê, çar kesan li derûdora xwe kom bike û bi rêkên xerab xwe dewlemend bike. Ji gel bidize, ji civakê bidize, ji þîrketan bidize… Kî diziya herî mezin bike, ew dibe xwediyê baca herî mezin û kî baca herî mezin bide ew mirovê herî welatperwer û bi rûmet e! Pîvan ev e!
 
Berê ger di taxekê de yekî bê kar û birçî hebaya, cînar lê xwedî derdiketin û herî kêm sêniyek ji þîva xwe jê re dibirin, nedihiþtin ji birçiyan re bimre. Niha mirov li kolanan ji niyazan dimrin, hayê kesî jê çênabe. Bi sedan kes êrîþî ser nanekî dikin. Ji bo kîloyek xwarin bistînin pêlî zikê hev dikin!
 
Berê ku mirovekê/î qesda jiyana xwe dikir, her kes pê diêþiya û li pirsyara sedemên wê dikirin. Niha roj derbas nabe ku keçeke ciwan xwe dardanake, yan kesekî bêkarmayî dawî li jiyana xwe nayne. Gelek caran ev bûyer êdî di quncikên rojnameyan de jî cih nagrin. Civak ji xwe napirse bê sedema vê çi ye û wê kengî dor were wana?
 
Bi rastî civakeke ber bi têkçûneke mezin ve diçe li Tirkiyê hatiye afirandin. Ji tevahiya nirxên xwe yên dîrokî û mirovî dûr hatiye xistin. Ya herî xerab ew e ku ne di ferqiya vê de ye û kesên di ferqiyê de jî, ne di wî hêzê de ne, bikaribin xwe bilivînin û ji vê rewþê rizgar bikin. Civak bê pêþeng e. Kesên bi navê pêþengtiyê serî dikiþînin, di nava xiyaneteke mezin de, tenê li ser berjewendiya xwe dihizirin. Çepgirî û sosyalîzma ku ramana rizgarî û azadiya gelan hildigre nava xwe îroj di nava lepên pêþengên wekî Baykal de dinalin. Ger çepgirî û sosyalîzma gelê Tirk li hêviya wî mabe, êdî hûn rewþa civaka Tirkiyê bînin ber çavan. Xwezî li Hîtler û Turkêþ, li ber Denîz Bayqal. Ew Denîz Bayqalê ku dayik û bavê wî navê Denîz Gezmîþ lê kirine gelo niha çiqasî poþmaniyê jiyan dikin? Kesayeta Bayqal jî berhemeke sazûmana 12ê Îlonê ye! 12ê Îlonê bi afirandina kesayeteke wiha xerab, bê guman niha xwe serkeftî dibîne; ji ber ku ti sazûmanên din nikarin kesayetên wiha bê pîvan û bê rûmet biafirînin.
 
Tevahiya xerabkirinên di civakê de afirandine mirov dikare di vê kesayetê de bibîne. Gelo wê bi ku ve biçe, dawiya wî bibe çi? Ger civaka Tirkiyê bi ku ve biçe û dawiya wê bibe çi, wê ew jî bi wir ve here û yek aqûbetê parve bike. Kurd dibêjin ku ‘aqûbet li serê te!’ belê aqûbeta wan herduyan yek e.
 
Berê ji nava gel þoreþger derdiketin û mal bi mal digeriyan, bi mirovan re diaxiftin, digotin; ‘Emê civakê biguherînin!’ Niha þoreþger bi xwe hatine guhertin û bi sazûmanê re bûne yek. Sazûmanê ew kiþandine nava xwe û di nava diranên xwe de hêrandine. Kanî ew pêla þoreþgerî ya kolanên Stenbolê ji seriyekî bajêr heta seriyê din dadigirt? Ger tu li dîmena wan girseyan binêrî, pirahiya þoreþgerên tê de diqêriyan niha di nivîskariya rojnameyeke rastgir de, di pêþkêþkariya bernameyeke televizyoneke bêpîvan de, di rêvebirî û paredariya þîrketeke sermayedarî de yan jî di ser karê îhaleyeke li Baþûrê Kurdistanê de dikarî bibînî. Ger pêþengên gel hatibin vê astê êdî tu rewþa civakê bi xwe bîne ber çavên xwe!
 
Li Tirkiyê guhertinek û serûbinbûneke bingehîn pêwîst e. Ne bi kirina reforman, ne bi derxistina biryarnameyan, ne bi hevsengiya biryarên ji bo Yekîtiya Ewropa Tirkiyê nikare xwe ji qirêj, gemar û xerabkariya 12ê Îlonê rizgar bike. Nexwasim bîrûbawerî û çanda 12ê Îlonê hîn jî li Tirkiyê serdest e. Pêkanêrên 12ê Îlonê hîn hesabê xwe nedane gel û dîrokê! Ji sedema kiryarên wan ên xwînxwarî malbatên belav bûne, yên koçber bûne, yên bê dê, bê bav û bê zaro mane hîn li hêviya pêkhatina dadmendiyê ne!
Serokê artêþê yê îroj hîn jî hesabê xwînxwariya li ser gel daye meþandin nedaye û kesekî jê bipirse jî li holê diyar nake. Bombeyên bi fermana wî hatin teqandin, xwîna encama vê hat rijandin hîn li erdê ye û li hêviya dadmendiyeke nayê zanîn ji ku derê were ye. Civak, di bin tirsa girtin, kuþtin, lêdan û îþkenceyê de dinale!
 
Gelo wê rewþa vê civakê bibe çi?
 
Tenê dadmendiyeke mezin dikare guhertinê di vê civakê de çêbike û wekî keþtiya Nebî Nuh ku ew ji ber tofanê rizgar kir, ji tofana 12ê Îlonê rizgar bike. Ev dadmendî jî tenê dikare bi guhertin û veguhertineke bîrûbaweriyê(zihniyet) pêk were!
 
Ger ev civak di bîrûbaweriya xwe ya heta îroj li ser dimeþe de guhertin û veguhertineke bingehîn û xurt pêk neyne, wê nikaribe ji tofanê xwe rizgar bike û hilweþandina jiyan dike, bi awayê exlaqî, çandî û mirovî, wê giþtiya civakê ber bi têkçûnekê ve bibe.
 
Ger xwe komî ser hev neke ti hêz nikare vê civakê ji vê têkçûnê rizgar bike. Lê hîn her tiþt bi dawî nebûye û rêka rizgariyê bi tevahî nehatiye xitimandin. Tiþta were kirin ew e ku civak û rayedarên wê kumê xwe deynin ber xwe û bi dilsozî li ser qedera xwe bihizirin. Baweriya xwe bi guhertin û veguhertinê bînin. Li ser vî bingehî dev ji bîr û baweriya xwe ya afirandêrî, ya desthilatdarî, ya nijadperestî, ya faþîstî, leþkertî û rantxurî berdin; li þûna wê bîrûbaweriya zanyarî, wekhevî, azadî, mirovî, gelêrî û demokratîk bipejirînin.
 
Di wê bêhnê de wê rewþa civaka Tirkiyê were guhertin, ken were ruyê zarokan, jin xwe nekujin û nefroþin, rantxur û çete binpê bibin, çelpêr ji kiryara xwe biþermin û aramî li tevahiya welêt, azadî li ser tevahiya civakê serdest bibe! Wê demê ev cîhana ku civaka Tirkiyê li xwe kiriye zindan, wê bibe baxçeyê gelan û rengareng li gel hev bibiþkivin…
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org