|
ÇÎROKA ZEBEÞO
Hesen Huseyin Deniz -Ji wêjeya vegotina
peyvikî ya kurdan çîrokeke klasîkî ya evîndarî- Di vê dinyê de ti
jin qasî jina kurd di bin zilmê de û mazlûm e nîne! Ez vê pirtûkê di
kesayeta dayika xwe ya ji tevan zêdetir, bi zulma zilamtiyê re rû bi rû
ma û ji tevan mazlûmtir bû; diyariyê giyana tevahiya jin û dayikên
kurdan dikim. Di þevên zivistanê
yên sar û seqem de xwe bê xew dihiþt û ji bo em bi dilxweþî xew bikin
ev çîrok û gelek çîrokên din ji me re vedigot. Gora wê û ya hemû
dayikên kurdan buhiþteke bê zilamtiyê be! Di rojeke dîrokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe þa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro ya keça Padîþahê wî welatî bû, yek jê jî Zê yê kurê gavanê wî welatî bû. Ro keçeke bejin zirav a weke tayeke rihanê bû ku dema derdiket ser þaneþîna qesra bavê xwe, hesreta xort û ciwanan bû ku bikaribin bêhnekê li ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê û keziyên ku xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên ruyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û herdem þile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha ji hev dûr diketin ku ji ber xwe ve awirên wê tûj dikirin û vê yekê jî xweþikbûneke cudatir dida ser ruyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên ruyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk û girover re wiha dibû yek ku wekî bi pênûsê mirov li gorî dilê xwe xêz bike, ji aliyê Yezdan ve hatibû resimandin. Ji xwe dema hûçkên xeftanê xwe diavêt ser milê xwe û zendên wê heta enîþka wê derdiket holê, tenê wê yê wekî þîrê miyan spî û bêgirûz, wiha tenik bû ku ji rehên laþê wê, heta xwîna tê de digeriya û heta hestiyên wê dikirin ku diyar bibin. Her roj xeftaneke bi rengekî li xwe dikir, lê bi mezinbûna pêsêrên wê û ziravbûna newqa wê kîjan xeftan li xwe bikraya dîsa her weke tayeke rihanê bû ku li hêviya bayê berbangê xwe bihejîne, wiha zirav, wiha tenik û wiha nazdar û dawetkar radiwestiya. Ro, nû diket hijdeh saliya temenê xwe û êdî ji welatên derdorê yên dûrî du gol û du çeman zarokên wezîr, paþe, key û qralan bi barên diyariyan li ser piþta hêþtir û hêstiran dihatin xwestina wê. Navê wê û xweþikbûna wê ji welatê Aceman heta welatê Samiyan û heta welatên li kêleka sê behran belav bibû. Roj nedima ku karwanek nedihat serdanê û Ro ji bavê wê nedixwestin. Qesr û qonaxa bavê wê her roj malovanî ji mêvanan re dikir û ji goþtê mirîþkan heta yê pez û xezalan, ji sêniyên birinc û savarê heta selikên fêkî û sewze, ji þerbikên þerbeta hinaran heta kaseyên ava sûsê, ji nanê tenûrê heta nanê sêlê tenê þîrê þêr ji ser sifreyan kêm dima. Bavê Ro Padîþahekî wiha dilbirehm, wiha bêhnfireh û wiha mirovhez bû ku kî bihata ji bo xwestina keça wî bi yek dilgermî û dilnizmiyê ew pêþwazî dikirin û ti caran bersiva neyênî nedida wana û dilê wana ji xwe nedihiþt. Bi dilekî rehet û lêvkenî ji wana re digot: - “Hûn ser seran û ser çavan hatine. We bi hatina xwe rûmet da me û em serbilind kirin. Bi dostanî û merivtiya we emê gelekî kêfxweþ û dilþa bibin. Hûn dizanin ku li ser xaka welatê me herkes azad û wekhev dijî û kes nikare li ser vîna kesekî/ê bandûra xwe bike. Ji bo wê wa ye keça min û wa ye hûn. Keremkin pê re biaxivin ku ew bêje, ‘Erê’, ez ji doh ve razî me ku merivtiyê bi we re deynim û dostaniya we bidest bixim.” Wê demê Padîþah ferman dida wezîrê xwe û bang li keça xwe dikir. Bêhneke din Ro bi hemû xeml û xweþikbûna xwe diket hundir û silav li mêvanan dikir, derbasî kêleka bavê xwe dibû û destê xwe datanî ser destê wî, li cem radiwestiya. Bavê wê daxwaza mêvanan jê re digot û mêvan tev dilê wan dikir ku raweste, wiha bi baldarî li hêviya bersivdayîna wê radiwestiyan. Ro bêhnekê di ber xwe de diponijî û piþt re bi lêvkeniyeke ku baqeke gul li ser ruyê wê veke û menqelek tije bizotên sor berde dilê mêvanan, dest bi bersivdayîna xwe dikir. Bi vebûna devê wê re rêzediranên wê yên wekî berfê spî û lihevhatî, di nava sorahiya lêvên wê re diterisîn û her peyva ji nava vê buhiþtê derdiket wekî ji kitêbê bin bi baldarî û bi coþ dihatin guhdarîkirin. Ro wekî bi vê sêhra peyvên xwe dizanîbû, peyvên xwe yek bi yek û bi hilbijare derdixist derve û zêde dirêj nedikir, digot: - “Bavo, mêvan hatine, ser serê min û ser çavên min hatine. Dikarin bi rojan û bi mehan li qesr û qonaxa me bibin mêvan û bixwin û vexwin û li xêr û xweþiya xwe binêrin. Lê bila min biborînin ku niha ez biryara þûkirinê ji kesekî re nikarim bidim. Ez heta mîrê dilê xwe bi xwe nebînim, ez bersiva erênî nadim ti xwezgîniyan!” Bi vî awahî kî dihat xwestina Ro destvala vedigeriya. Ro jî her roja derbas dibû ji ya din xweþiktir û spehîtir dibû û nav û dengê xweþikbûna wê jî bi rêka karwan û rêwingiyan zêdetir belavî cih û derên dûrtir dibû… *** Li vî welatê di navbera du gol û du çeman de gavanekî wan hebû ku feqîr û rebenekî di halê xwe de bû. Sibehê radibû garan ji nava bajêr tev kom dikir, dida pêþya xwe û ew dibir nava mêrg û çîmenan diçêrand. Heta êvarî li her çar aliyê derdora bajêr digeriya û bi êvarî re berê garanê dida nava bajêr. Dawarên di garanê de wiha fêr bibûn ku her sibeh dema deriyê axoyan vedibûn bi xwe derdiketin û berê xwe didan ser rêka ji bajêr dertê, êvaran jî dema digihiþtin nava bajêr, her yekî bi xwe rêka axoyê xwe digirt û ji gavên re qet zahmetî dernedixistin. Lê gavan jî qiymetê wana dizanîbû; ew yek bi yek dinasîn û simê yekî kul bibe bi saetan pê dadiket û heta rehet nekiriba dev jê bernedida. Þêniyên wî welatî tev ji gavanê xwe razî û dilxweþ bûn. Ji dawarên qesra Padîþah bigir heta yên herî feqîrê gund tev ga û çêlekên xwe,ker û hêstirên xwe, bi dilekî rehet dispartin wî û baweriya xwe pê dianîn. Ji ber ku gavan feqîr bû her yekî ji aliyê xwe ve alîkarî didayê; yê cil jê dihat cil dida, yê xwarin jê dihat xwarin dida û bi vî awahî ew jî bi xwe re didan jiyandin. Lêbelê dilê gel tev qasî ku jê razî bû, ewqasî jî pê diþewitî! Jina gavên Sarê jî jineke di ciwaniya xwe de bi xweþikbûna xwe, bi nav û deng bû ku digotin gelek xortan ji bo ku Sarê pêþniyariya þûkirina bi wana re nepejirandiye, hilkiþiyane ser Zinarê Sor ê xwediyê kevandeyeke qasî deh werîsan û ji wê derê laþê xwe avêtine xwarê, parçe parçe bûne. Sarê her ku mirina yekî ji wana bihîstiye, bi xwe çûye ser Zinarê Sor, li wê derê rondik barandine û vegeriyaye malê. Dawî rojekê dîsa ku ji ser Zinarê Sor vedigere, bi rê de li garana gund rast tê. Dibîne ku xortekî bejin navîn û spehî li ber garanê ye. Xort di ber re derbas dibe, lê awirên xwe nade ser wê û qet hayê xwe jê nayne. Di wê bêhnê de dilê Sarê dikeve wî gavanî û li dora garanê dizîvire, tê cem gavên, jê re dibêje: - “Ev cara yekem e ku di vî welatî de xortek min dibîne û li min temaþe nake. Yan tu nemêr î, yan dilê te tarî bûye, yan jî hewaleke te heye! Divê tu ji min re bêjî ka çima te li min nenêrî?” Feqîrê gavan çi bêje? Bala xwe dide Sarê; keçeke teze ya ciwan e ku keziyên wê yên ji qetranê reþtir daketine ser ruyê wê yê ji berfê spîtir ku þerm dike ji xwe lê binêre. Çavên wê yên girsî zeytûnî wiha awirên tûj vedidan ku dema pê re rû bi rû dihat, dev û lêvên wî li hev herbilîn û nema dizanîbû çi bêje. Lê dawî bi kotekî be jî wêra xwe kom kiribû û gotibû: - “Xwiþka delal ez mirovekî feqîr û reben im. Tu dibînî ku gavanekî belengaz im. Tu keçeke bedewî halxweþ î. Her roj ji bo te xort xwe dikin gorî. Tu li ku û ez li ku? Ez li te temaþe bikim wê çi bikeve destê min? Tenê wê dilê min bisoje û vala vala xwe biwestîne û biêþîne. Ji bo vê min li te nenêrî ku ji nêz ve bejn û bala te nebînim û dil bernedim te ku ez jî wekî wan xortan xwe di van lat û zinaran de neavêjim xwarê. Lê niha bi hatina xwe te rêka mirinê li ber min jî vekir.” Bi vê gotinê rondik tije çavên Sarê dibin û destê xwe datîne ser destê Gavên û jê re dibêje: - “Rabe garana xwe vegerîne malê û ji dê û bavê xwe re bêje, bila îþev werin mala me û min ji te re bixwazin. Ez li vê derê bi vî ezmanî û bi vî Zinarî soz didim û sond dixwim ku ez bimrim ji axê re me, bimînim ji te re me.” Bi vî awahî þûkirina Sarê û Gavanê wî welatî pêk tê. Salek, du sal, sê sal… deh sal derbas dibin lê Yezdan ti zarokan nade wana. Di welêt de ocaxek namîne ku xwe navêjin bextê wê, bijîjkek namîne ku serî lê nadin, pîrejinek namîne ku pê naþêwirin, lê ti fêde ji ti derê nabînin. Dawî bi qedera xwe razî dibin û li hêviya rehma Yezdan dimînin ku rojekê li wana were rehmê û zarokekî bide wana ku ew jî di nava hemwelatiyên xwe de serbilind bin û bê zuriyet ji vê dinyê neçin… *** Di ketina sala yazdehan de Sarê bi xwe hisiya ku ducanî bûye… Destpêkê bawer nekir û got qey nexweþiyeke, yan ka tiþtekî din e. Lê dema zikê wê kêmekî mezin bû û lebitîn di laþê xwe de bihîst ji kêfan re kir ku bifire û veþare (sira) xwe ji mêrê xwe re vekir. Feqîrê gavan ji kêfan re nema dizanîbû çi bike! Bi vê kêfê derket derve û gihiþt kê mizgînî da wan ku jina wî ducanî bûye. Di wî welatî de jî kê ev agahî bihîst ji gavên zêdetir pê kêfxweþ bû û bi sedan jin û keç hatin serdana Sarê û ew pîroz kirin. Dawî neh meh û deh roj temam bûn. Sarê bi xwe hisiya ku êdî wê bizê! Lê ber destê sibehê bû û tevahiya hemwelatiyan di xewa þêrîn de bûn. Ji bo vê ne dilê Sarê, ne jî yê Gavên negirt ku biçin cînarên xwe ji xewa þêrîn rakin û bînin alîkarîdayînê. Sarê di halê xwe de za; lê jê re ti zarok çênebûn. Li cihê zarokekî zebeþek anîbû dinyê. Zebeþek ku ne deng jê dihat, ne his û ne kerrî… Sarê di wî halî de dil þikestî bû û bi halê xwe giriya. Dilê xwe bi xwe þewitand û destê xwe bi ber Yezdan ve vekir û qêriya ku çi ji wana dixwaze. Lê gavan her di ber xwe de diponijî û dawî çû gel jina xwe, destê xwe danî ser serê wê û bi destê din Zebeþ girt û got: - “Hurme, ger Yezdan li þûna kurekî Zebeþek dabe me, helbet hikmetek di vî îþî de heye. Ka nede girî. Rondikên xwe nebarîne û dilê min nesojîne. Em zebeþ bixin bin kulînê, bila bimîne ka bê Yezdan çi dike, em bibînin. Ma wekî din em dikarin çi bikin?” Sarê ji neçarî ev pêþniyara zilamê xwe pejirand û Zebeþ avêtin bin kulînê. Dema bû sibeh cînarên hatin serdanê tev bihîstin ku jina gavên zaye û zebeþek aniye dinyê! Yên ev yek bihîstin li kerametên Yezdan þaþ man û tev xemgîn bûn û bi dilekî kul vegeriyan mala xwe. Rojek, du roj… deh roj di navberê re derbas bûn. Her roj bi çav pê dihisiyan ku zebeþê wana di halê xwe de mezin dibe. Di roja çelî de zebeþ êdî têra xwe mezin bibû. Nîvê þevê ku Gavan û Sarê di xewa xwe ya þêrîn de bûn, bi carekê re Zebeþ li halê xwe qeliþî û xortekî ziravî dirêj ku ji rewþ û xemla wî hundir wekî rojê ronî bû, derket holê… *** Zebeþo ji binê kulînê derket û li ser kulavê li erdê rûniþt. Destê xwe dirêj kir û hingilîska di destê xwe de firkand û rawestiya. Bi firkandina hingilîskê wekî mijekê tije hundir bû û mij komîserhev bû, ji nava mijê efrîtekî cinan derket û li ber Zebeþo rawestiya û got: - Mîrê min, keremke; ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim? Zebeþo bersiv da û got: - Ne xera bike û ne jî ava bike. Ez birçî me. Ka ji min re sifreyeke xwarinê amade bike û desteke cilên pak bîne ku ez li xwe bikim. Dayik û bavê min ku hiþyar bibin, bila min di vî halê tazî de nebînin. Di demeke qasî ku mirov çavê xwe bigre û veke de, Zebeþo dît ku sifreyek li ber amade ye, ji þîrê þêr heta nîviþk û hingivê hilandî her cureyê xwarinê li ser amade ye. Efrît fîstaneke ku tayên wê û nexþên wê ji zîv û zêr hatibû dirûtin jî di destê xwe de anîbû û danî ber. Piþtî ku Zebeþo bi serê xwe jê re got ku dikare biçe, efrît dîsa bû pêleke mijê û ji ber çavan winda bû. Zebeþo fîstanê xwe li xwe kir û li ser sifrê rûniþt. Ji her xwarinê tamand û têr xwar. Piþtî xwarinê deng li dê û bavê xwe kir ku hiþyar bibin. Gavan û jina xwe li ser denglêkirinê ji xewê hiþyar bûn û çavê xwe vekirin. Bi vekirina çavên xwe jî mat man û dilê xwe bi xwe þewitandin ku mirine û çûne wê dinyê. Gavan û jina xwe wekî xweziya wan di qirika wan debimîne, wiha req mabûn. Sifreyek li erdê bû ku xwarinên di temenê xwe de qet navê wan jî nebihîstibûn, li ser rêzkirî bûn. Xortekî wiha çeleng û lihevhatî li ser sifrê rûniþtibû ku mirov ji rewþa wî þerm dikir ji xwe re lê binêre û ji lênêrîna wî qet têr nedibû. Gelo ev kî bû û ji ku hatibû? Zebeþo dema dît ku dayik û bavê wî mat mane, di nava lêvên xwe yên tenikî lihevhatî re beþiþî û got: - Qet mat nemînin û xwe netirsînin; ez kurê we me, Zebeþo me. Ku hûn bawer nakin, li binê kulînê binêrin, hûnê têbigihêjin rastiyê. Berê xwe da kulînê û ji rewþ û spehîbûna ruyê wî, kulîn tev di nava ronahiyê de ma. Dê û bavê wî zebeþê qeliþtî û bûye di felqe dîtin û baweriya wana pê hat ku Yezdan dawî kurek daye wana. Her du bi kelegiriya kêfxweþiyê xwe avêtin stuyê kurê xwe û ew maç kirin û bêhna wî kiþandin hinava kezeba xwe. Bi salan e, bi hesreta kurekî bûn û dawî Yezdan kurekî wiha dabû wana ku li ser ruyê vê dinyê kur ji wî spehîtir, ji wî çalaktir, ji wî bedewtir ji dayik nebibûn. Zebeþo, ew dawetî ser sifrê kirin û gavan û jina xwe ji kêfa kurê xwe re li ser sifrê rûniþtin û ji xwarinên ku qet navê wan jî nebihîstine têr xwarin. Berya bibe sibeh, Zebeþo ji dê û bavê xwe re got: - Êdî divê ez vegerim cihê xwe. Heta ez negihêjim miradê dilê xwe divê însan min nebînin. Bavê wî û dayika wî bi dilsojî gotin: - Kurê min, delalê min, tu bes bêje ku miradê dilê te kî ye, em cilika binê xwe jî bifiroþin, emê biçin ji te re bixwazin û bînin malê. Wê demê Zebeþo berê xwe da bavê xwe û got: - Miradê dilê min keça Padîþahê vî welatî ye! Ger di vê dinyê de þabûneke min bi miradê min hebe, ji wê bêtir hemû qîz û jinên vî welatî xwiþk û dayikên min bin. Hebe nebe ez Royê dixwazim û derveyî Royê ti miradê min nîne. Bavo, tu îroj dema bû sibeh rabe û biçe qesra Padîþah û keça wî Ro ji min re bixwaze. Gavan, di dilê xwe de got; ‘Na, na! Ez hîn di xew de me û xewnan dibînim. Ez hiþyar nebûme! Yan ez mirime û çûme wê dinyê û bi ferîþteyan re diaxivim, yan jî ez di xewê de me û xewneke ecêb dibînim. Ma ez dîn bûme ku biçim bi vî halê xwe yê gavantiyê keça Padîþah bixwazim?’ Dayika wî û bavê wî li ber geriyan ku dev ji vê miradê berde û di vî welatî de wekî din kîjan keçê dixwaze bi soz û peyman wê biçin jê re bixwazin. Lê Zebeþo bi biryar bû û bi vebirî axift û got: - Bavo, ez ji te re dibêjim, biçe ji min re keça Padîþah bixwaze, tu qala keçên din dikî! Dema bû sibeh rabe ser xwe û biçe qesrê, derkeve huzûra Padîþah û keça wî bixwaze û Padîþah ji bo qelenê keça xwe çi bixwaze jî nebêje na! Gavan û jina xwe kirin û nekirin nikarîbûn kurê xwe qanî bikin. Zebeþo gotina xwe got û ket bin kulîne. Her du qalikên zebeþan li xwe pêçan û di nava wan de nediyar bû. Gavan û jina xwe li hev rûniþtin û ponijîn bê ka dikarin çi bikin. Dawî jina wî got: - Heyra ev deh sal in em li hêviya zarokekî bûn ku Yezdan kurekî bide me, em jî di nava gel de ji rûreþiyê xelas bibin. Dawî Yezdan bergerên me pejirandin û kurek da me. Bi roka ku her sibeh dertê û her êvar diçe ava hikmetek di vî zarokî de heye. Ma te nedît bê çi sifre raxistibû û çi fîstan li xwe kiribû? Ka rabe biçe qesr û qonaxa Padîþah, dibe ku xêrek di vî karî de hebe! Gavan bi hiþ û aqilê jina xwe keniya û got: - Hurme, sitiya delal, ma tu jî dîn bûyî, ma te jî hiþ û aqilê xwe xwariyî? Ezê çawa rabim û biçim qesr û qonaxa Padîþah? Hîn ez negihiþtime ber derî wê leþker û zêrevanên wî bi çepilên min bigrin û min biavêjin derve, nahêlin ez siya Padîþah jî bibînim. Jina wî dîsa li ber geriya û got: - Ger tu neçî, wê kurê me bixeyide û dibe ku careke din ji hundirê zebeþê xwe dernekeve. Serê deh salan Yezdan li me hatiye rehmê û kurek daye me, ma emê çawa dilê wî bihêlin? Ka tu biçe û carekê xwe biceribîne. Qey te nakujin ku tu wiha xwe ditirsînî?! Rebenê gavan ji neçarî pejirand û bi berbangê re derket derve. Garan ji nava bajêr kom kir û berê wê da mêrg û çîmenên li derveyî sûr û bedenên bajêr û vegeriya, berê xwe da qesr û qonaxa Padîþah. Qesrû qonaxa Padîþah lê dima, li serê girekî ku bi dest hatibû bilindkirin ava kiribûn. Di nîvê bajêr de û di ser tevahiya mal û qesran re bû. Ji bo mirov bigihiþta deriyê qesrê yê ji sifir û tûncê çêkirî, pêwîst bû çel pêlikî bi jorê biketa. Piþtî hilkiþandina çel pêlikan mirov digihiþt meydaneke fireh ku ev meydan weke rêyeke fireh li derdora qesrê dizîvirî. Dema mirov meydan derbas dikir, dihat ber derî û li ber derî herdem leþker û zêrevanên Padîþah nobet digirtin. Gavan di pêlikan re bi kabên lerizî û laþê ricifokî hilkiþiya û di ber xwe de digot: ‘Ez kî, dîtina Padîþah kî û xwestina keça Padîþah kî? Haydê em bêjin dilê nobedaran bi min þewitî û ez derbasî hundir kirim, wê Padîþah çawa min bipejirîne huzûra xwe, haydê em bêjin dilê wî jî bi min þewitî û ez derketim huzûra wî, wê zimanê min çawa bigere ku ez keça wî bixwazim. Ma wê kenê xwe bi min neke? Haydê em bêjin dayîna keça xwe pejirand, wê demê ezê qelenê keça Padîþah ji ku bînim? Na, na! Qedera min temam bûye û berê min ketiye ser mirinê!’ Gavan bi van hestan car caran lingên wî ew paþ de dibirin û bi hêza gotinên jina xwe dîsa bi pêþ de dimeþiya. Dawî gihiþt meydana li ber deriyê qesrê. Dema ji nêz ve çav li nobedaran ket û rim û mertalên di destê wana de dît, kabên wî yekcarê sist bûn û li wê derê qûn da erdê. Bû nîvroj, bû esir hîn ji cihê xwe nerabibû û nediwêrî biçe ber derî ku destûra derbasbûna hundirê qesrê bixwaze. Nobedarên li ber derî jî ew ferq kiribûn û di nava xwe de gengeþe kiribûn ku ka ev kesê feqîr û reben gelo ji ber çi hatiye û li pêþberî derî rûniþtiye? Di rastiyê de her roj ji nava bajêr kesên feqîr, jinebî, kalên bêkes, kor û kulekên bajêr û sêwî dihatin ber derî û ji nobedaran dixwestin ku Padîþah li wana were rehmê û hinek qût bide wana. Padîþahê wî welatî ji ber ku yekî dilbirehm bû, ferman dabû nobedarên xwe ku kî were ber deriyê wî wana vala venegerînin û ji kawarên qût çi pêdiviya wana hebe, bidin wana. Ji ber vê yekê nobedarên ji sibehê ve çavên wana li ser gavanê rûniþtî, di nava xwe de gengeþe kirin û gotin ku sedî sed ev mirov hatiye qût bixwaze, lê ka bê þerm dike, ka dilê wî rê nade, ka ji ber çi ye, nayê, naxwaze. Ji bo vê di nava xwe de biryar dan ku hinek qût amade bikin û bidinê. Dawî nobedaran ji kawarên Padîþah qûtê malekê anîn û bang li gavên kirin ku were bibe. Gavan dema nobedaran bang lê kirin, ji tirsan re kir ku dilê wî were ber devê wî û ji xwe re got; ‘Aha, niha wê min bigrin û biavêjin binê zîndanê!’ Dema nobedaran qût þanî wî dan û gotin ku dikare bibe malê ji kulfetê xwe re, dilê wî hinekî rehet bû û dengê xwe nekir. Rahiþt tûrê qût û berê xwe da derveyî bajêr. Garan da ber xwe û hat malê. Dema bû êvar, Zebeþê di bin kulînê de dîsa qeliþî û xortê malê ji navê derket, rewþ û xemla wî hundir qasî nîvê rojê ronahî kir. Zebeþo hat gel dê û bavê xwe û ji bavê xwe pirs kir ku îroj çi kiriye. Dema bihîst ku bavê wî derbasî qesrê nebûye û bi tûreke qût vegeriyaye, bi ser bavê xwe de hilbû û got: - Bavo, ma qey tu hewceyî qûtê Padîþah î? Ez ji te re dibêjim biçe keça Padîþah bixwaze, tu diçî ji destê nobedaran tûrê qût digrî. Va ye ez ji te re dibêjim; tê sibe rabî, biçî qesrê, derkevî dîwana Padîþah û tê keça wî ji min re bixwazî! Zebeþo gotina xwe bi dawî kir û bi lez vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de winda bû. Jina gavên bi ser de rabû û got: - Min ji te re negot tê kurê me bixeyidînî? Wa ye çû û dîsa ket nava qalikên xwe. Ji sibehê ve hesreta min bû ku ez wî bibînim û destê xwe di ser serê wî re bibim. Lê te nehiþt. Tu çûba huzûra Padîþah û te jê re gotiba, ma wê te bixwara, ma wê te bikuþta? Yan wê bigota erê, yan wê bigota na û tê bihatayî! Gavan keserek veda û got: - Hurme, sitiya delal; qe ne tu wiha nebêje. Ma we hiþ û aqilê xwe xwariyî? Li ku derê hatiye dîtin ku gavanek çûye keça Padîþahekî xwestiye? Qey hûn dixwazin serê min jê veke û bi ber deriyê qesrê veke? Lê jina gavên ji ser a xwe daneket û ji mêrê xwe xwest ku sibehê cardin biçe qesra Padîþah. Gavan bi rastî mirovekî reben û belengaz bû; him ji Padîþah ditirsiya û him jî nedixwest aramiya mala wî û ya di navbera wî û jina wî de xera bibe. Heta sibehê bi dilekî kul bi vî milî û wî milî de xwe qulipand û li ser paþiya xwe ya ku wê di zindanê de yan jî di gorê de bi dawî bibe ramana xwe westand. Dema dîkê sibehê bang da ji nava nivînan derket û careke din garana xwe berda ser mêrgê û hilkiþiya meydana pêþberî deriyê qesra Padîþah. Lê dema gîhiþt meydanê dîsa kabên wî sist bûn û li pêþberî derî qûn da erdê û rûniþt. Nobedaran dîsa bala xwe dan ser û di navbera xwe de gengeþe kirin ku çi hewala vî zilamî heye. Dawî ji nava xwe yek derxistin ku jê bipirse ka çi dixwaze. Nobedarek hat gel gavan û jê pirs kir bê çi derdê wî heye, ev du roj in tê li ber vî derî rûdinê. Gavan bi dengekî lerizî got: - Ez hatime ku derkevim dîwana Padîþah û keça wî ji kurê xwe re bixwazim. Dema wiha got, yê nobedar pê keniya û ji kenan re kir ku zikûpiþt li erdê dirêj bibe. Li ser kenê wî yê qebe hevalên wî yên nobedar hatin û pirs kirin ku çi diqewime? Nobedar xwesteka gavan ji wana re got û tev bi hev re pê keniyan. Dawî yekî ji wana bi ser gavan de rabû û got: - Li halê xwe binêre û ji xwe þerm bike! Ger ji Yezdan netirsiyabama, niha minê serê te ji laþê te vekiriba û bi serê rima xwe ve daliqandiba! Piþt re nobedar lingê xwe bilid kir û heta jê hat, pehînek li sînga gavên da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir. Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestû û parsuyên wî tev hûr hûr bûn. Bêhnekê li binê pêlikan wiha bê hiþ ma. Dawî bi kotekî bi ser hiþê xwe hat û rabû ser xwe. Bi rewþeke pir xerab, bi zorê xwe gihand malê û avêt nava nivînan û ji jina xwe re got ku halê wî nîne garanê bîne, divê ew biçe bîne. Jina gavên derket derve û çû garan anî bajêr. Êvarî dema tarî ket erdê, zebeþê di binê kulînê de careke din qeliþî û kurê wana derket derve, dîsa hundir wekî nîvro ronahî bû. Zebeþo ji bavê xwe pirsî ku keça Padîþah xwestiye yan na? Bavê wî bi nalîneke ji kûrahiya dilê xwe bersiv da û got: - Çi xwestina keça Padîþah û çi hal? Nehiþtin ez xwe nêzî deriyê qesrê bikim. Nobedar bi min keniyan, tevzên xwe bi min kirin û yekî ji wana pehîna xwe li ser sînga min da û min di çel pêlikên hildikþin meydana ber deriyê qesrê re gindirand xwarê. Yek hestiyê min ê bi hev ve saxlem nema. Her derê laþê min pelixî. Dev ji vê evînê berde, ma di vî welatî de qey keç qeliyane ku tu keça Padîþah dixwazî? Derveyî wê tu tiliya xwe bi ber kîjan keçê vekî soz û peyman li min be ku ez bînim bixim paþila te, bes careke din min rêneke ber deriyê Padîþah! Lê Zebeþo bi biryar bû û ji ser a xwe daneket xwarê. Careke din xwe bi bavê xwe de aciz kir û got: - Bavo, ez ji te re dibêjim biçe keça Padîþah bixwaze, tu diçî lêdanê dixwî û tê. Heyf mixabin ku tu bavê min î! Ez ji te re dibêjim biçe, derkeve huzûra Padîþah û keça wî Ro ji min re bixwaze! Zebeþo gotina xwe got þûn re careke den vegeriya bin kulînê û ket nava qalikên xwe û nediyar bû. Gavan û jina xwe dîsa ketin qirika hev û jina gavan got: - Pepûko, newêreko; ji xwe dema min li ser rêka Zinarê Sor te li ber garanê dît min jî got qey tu mêr î û zilamekî çeleng î! Ma min zanîbaya tu ev nemêr î, min dil berdida te û digot were min ji bavê min bixwaze? Qey tu nizanî evîndarî û dilketin çi ye? Kurik dibêje dilê min ketiye Royê, tu dibêjî, ‘tiliya xwe bi ber yeke din veke!’ Sibehê tê rabî û derkevî dîwana Padîþah û tê keça wî ji kurê min re bixwazî! Ger tu nexwazî, êvarî neyê malê û careke din nekeve nava nivînên min û sînga xwe bi sînga min germ neke! Gavan her çiqasî li ber xwe da, dît ku bêfêde ye. Sarê qet guh jî lê nekir. Lihêfek avêt ser mêrê xwe yê hestiyên wî tev dijenin û cara yekem çû ser nivîneke din xew kir. Cara yekem gavan di nava nivînên xwe de bi tena serê xwe ma. Bi dilekî tije kul û keder û bi laþekî pelixî û hestî û parsuyên þikestî heta sibehê naliya û qet dilopek tenê jî xew -ji dermanan re be jî, neket çavên wî. Di dilê xwe de digot; ‘Vê carê ku ez biçim, sedî sed wê min bikujin!’ Dema bû sibeh û dîkên berbangê awaza xwe bilind kirin, Sarê deng li mêrê xwe kir, gezek nan da ber û piþtî xwarinê ew di derî re derxist û berê wî da qesr û qonaxa Padîþah. Ew bi xwe jî derket nava bajêr û garan da ber xwe, berê garanê da derve, bir ser mêrg û çîmeneke têr þînahî û vegeriya malê. Gavan bi nale nala jana laþê xwe û bi waswasa dilê xwe ket ser rêka qesra Padîþah. Bi kotekî her çel pêlik derbas kirin û bi bêhneke çikiyayî li ser berê ku her roj qûn datanî ser rûniþt û awirên xwe dirêjî deriyê qesrê û ser nobedaran kir. Nobedarên ew dîtin di cih de keniyan û hatin gel, tevzên xwe pê kirin û gotin: - Va ye xwezgîniyê sitiya Ro hatiye. Ka jê re rê vekin, wê Padîþah were huzûra wî û keça xwe bideyê! Bêhnekê tevzê xwe pê kirin þûn re ew nobedarê cara din dîsa pehînek li sînga wî da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir. Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestiyên ku cara din saxlem filitîbûn jî vê carê tev þikiyan û bê hiþ û bê ruh li wê erdê dirêj bû. Kesên di wir re derbas bûn û ew naskirin, lê hatin rehmê û ew ji erdê rakirin. Ketin bin milê wî û ew bi kotekî gihandin malê. Ji cînaran bang li yekî cebar kirin ku bê hestiyên wî yên þikestî bicebirîne. Êvarî dema cînar çûn malên xwe û reþahî ket erdê careke din zebeþê di bin kulînê de qeliþî û kurê malê derket derve. Careke din ji rewþa wî hundir ronahî bû û dayika wî kêfxweþ bû, lê bavê wî di dilê xwe de got; ‘Wê dîsa berê min bide qesra Padîþah û vê carê sedî sed ezê biçim goristanê!’ Bi rastî jî wiha bû. Zebeþo dema bihîst ku bavê wî dîsa keça Padîþah nexwestiye hêrs bû û got: - Pêwîst e tu sibehê rabî û dîsa berê xwe bidî qesrê û ji min re keça Padîþah bixwazî. Gotina xwe qedand û dîsa vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de ji ber çavan winda bû. Careke din Sarê bi ser gavan de rabû û ew bi tirsonekî, newêrekî û bêkêrî tawanbar kir û dîsa nivînên wî ji yên xwe cuda kir. Gavan wê þevê jî heta sibehê bi jana laþê xwe bi nale nala ji êþa hestiyên þikestî dertê, bi vî milî û wî milî de qulipî û yek dilop tenê jî xew neket çavên wî. Dema dîkê berbangê dengê xwe bilind kir jî Sarê ew ji nava nivînan kiþand, gezeke nan da ber û ew di derî re derxist, berê wî da qesra Padîþah. Gavanê reben ji neçarî careke din berê xwe da qesra Padîþah. Heta her çel pêlik hilkiþiya, ji xwe hal tê de nema û bi kotekî li wê derê qûn da erdê. Nobedarên ew dîtin, dîsa hatin gel û tevzên xwe pê kirin û jê pirs kirin ku vê carê ji bo çi hatiye? Gavan careke din diyar kir ku hatiye derkeve dîwana Padîþah û keça wî ji kurê xwe re bixwaze! Nobedar tev pê keniyan û li halê wî nêrîn ku vê carê jî wî di pêlikan re gêrî xwarê bikin sedî sed wê bimre û qetla wî bikeve situyê wana! Yekî ji wana got: - Wê ev zilam di destê me de bimre û ger Padîþah pê bihise wê serê me jê veke! Ya baþ em agahiyê bidin wezîr û bila ew jî ji Padîþah re bêje ku hal û ehwalê vî zilamî wiha ye. Êdî ew çi dike, ew dizane. Ger em wiha nekin wê ev zilam di destê me de bimre, êdî em nikarin ji ber gunehê wî xwe xelas bikin! Li ser vê yekê agahî gihandin wezîr û jê re ta bi derziyê vekirin; ji roja yekem ve çi bi serê zilam kirine tev gotin. Ji ber ku Padîþah mirovekî dil bi rehm bû û dixwest li welatê wî dilê kesekî jê nemîne, ferman dabû wezîrê xwe ku ji ser xaka welatê wî kî çi derdê wî hebe û bixwaze bigihêne Padîþah, divê sedî sed agahiya wî jê were çêkirin û ji bo vê jî wezîrê xwe erkdar kiribû. Li ser vê yekê wezîr ferman da nobedaran ku gavên bînin huzûra wî. Gavan derbasî hundirê qesrê bû û çavên wî ji hev veciniqî man. Cara yekem bû hundirê qesra Padîþah didît. Ji baxçeyên gul û kulîlkan ên teyrên tawus di navê de digerin, ji birkên tije avên spehî ku qaz û werdek tê de avjenî dikin, ji qesefên teyr û tilûrên bi her awazî distirên bigir heta avahiyên bi kevirên þehkirî hatine lêkirin û bi xizmetkarên xemilandî her tiþt û her kes jê re xerîb hat. Wezîr li ser pêlikên qesrê ku tev ji mermerên spî hatibûn lêkirin ew pêþwazî kir û bi hev re derbasî salona qesrê bûn. Li wê derê ew li ser kulav û xaliyên neqiþandî da rûniþtin û heta ku cariyeyên weke karên xezalan tasên dewê cemidî anîn û vexwarin qet dengê xwe nekir. Piþtî ku dew vexwarin, Wezîr pirs kir ku sedema hatina wî û xwesteka dîtina Padîþahê welêt çi ye? Gavan ji xwe hîn di nava wê tirsê de bû ku wê wezîr niha bang li çend celadên xwe bike û wî bibin selexanê û serê wî ji laþê wî vekin. Ji bo wê çi bi serê wî hat û kurê wî çi jê xwest tev ji wezîr re ta bi derziyê vekir û vegot. Wezîr piþtî ku guhdarî li gavên kir serê xwe hejand her du aliyan û destûr xwest derket derve. Gavan di dilê xwe de got, ‘Êdî malik li min xera bû; wa ye diçe bang li leþkerên xwe bike û min bide destê celadan!’ Neptî wezîr vegeriya û jê re got: - Rabe, bide pey min, tê derkevî dîwana Padîþah! Gavan bi rastî bawer nedikir ku wî bibin dîwana Padîþah. Di alûleyên(korîdor) dirêj û fireh re derbas bûn. Ode û salonên mezin ên deriyên wan ji darên gozan hatine çêkirin borandin û gihiþtin ber deriyekî mezinî bilind ku wekî zêr diterisand û li her du aliyên wê nobedarên rim û mertal di dest de radiwestiyan. Bi destûrdayîna nobedaran, di derî re derbas bûn û ketin saloneke ku heta vê gavê salonên wiha dirêj û fireh nedîtibû. Erda salonê tev bi xaliyan raxistî bû û li her derê findên mezin pêxistî bûn. Li kêleka rê destpêkê li xizmetkar, cariye û qerfokan rast hatin. Ew derbas kirin þûn re bi zanyar, mamoste û bijîjkan re rû bi rû hatin; pey wan re li çend rîspiyan qelibîn û çavê wî bi carekê re li Padîþahê di nava xeftanê neqiþandî de, li ser textê xwe rûniþtiye ket! Ewqasî þaþ mabû ku nema dizanîbû çi bêje û jibîr kiribû bê bi çi sedemê hatiye vê derê. Bi rawestina wezîr re hat bîra wî ku divê ew jî raweste. Wezîr silav da Padîþah, gavan da nasîn û xwe da kêlekê. Gavan û Padîþah man li pêþberî hevûdu. Padîþah bi dengekî bilindî fermankar deng li gavên kir ku xwe bide nasîn û daxwaza xwe bîne ser ziman. Gavan careke din dest bi vegotina serpêhatiya xwe û xwesteka kurê xwe kir û got: - Ger ez destvala vegerim malê wê kurê min dîsa min rêbike vê derê û bixwaze qîza te bixwazim. Li ser vê gotinê di serî de wezîr û hemû rîspî, zanyar, mamoste, bijîjk, tev di ber xwe de beþiþîn. Lê qet xêzkên ruyê Padîþah neliviyan û tevza xwe bi gavên nekir. Hinekî di ber xwe de ponijî û piþt re vegeriya ser wezîrê xwe û ferman dayê ku bang li keça wî Royê bikin. Wezîr derket derve û Padîþah zîvirî ser Gavên û got: - Tu gavanê bajarê min î; bi salan e tu diçî ber dawarên vî welatî û di sar û seqemê de, di havîn û zivistanê de tu dawaran bi xwedî dikî û ji gur û neyaran diparêzî. Ji bo vê qiymeta te li gel min heye û ezê vê qiymeta te bigrim, xwesteka te neþikînim. Çawa ku mêvanek ji welatekî dûr tê û dibe xwezgînî û keça min dixwaze, ezê te jî wekî yekî ji wana bigrim dest û çawa nêzî wana dibim, ezê wiha nêzî te jî bibim. Bila keça min were hundir û ezê jê bipirsim ku ew bi vîna xwe bipejirîne bi kurê te re þû bike, soz û peyman ji te re ku keça min bibe bûka mala te. Gavan bi vê gotinê ewqasî kêfxweþ bû ku xwe avêt destê Padîþah û xwest ramûsîne. Lê Padîþah rê nedayê û ji xwe di wê bêhnê de wezîr û keça Padîþah Ro jî ketin hundirê salonê. Dema Ro di deriyê salonê de diyar bû, herkesê li hundir bêhna xwe girtin û awirên xwe zîvirandin ser wê ku ji xwe re li xeml û rewþa wê binêrin û bigihêjin tama dîtina xweþikbûna wê. Gavan cara yekem bû xweþikbûneke wiha li ser bejn û bala mirovekê didît. Ro ewqasî xweþik bû ku Gavan li hember xweþikbûna wê da þermê û ji ber hatina gel Padîþah û xwestina wê ya ji kurê xwe re, di dilê xwe de bi xwe de xeyidî! Lê dilekî wî jî di guhê wî de pispisand ku di rastiyê de ji spehîbûn û çelengiya kurê wî re, tenê keçeke wiha dikare bibe yar û evîn. Ro di seranseriya salonê re derbas bû û hat li kêleka bavê xwe li ser xaliya neqiþandî rûniþt. Destê xwe danî ser destê bavê xwe û awirên xwe dirêjî rewþ û bala gavên kir. Gavan di bin awirên wê yên tûj û biriqandî de hindik ma ku erdê biqeliþîne û xwe tê de winda bike. Lê axaftina Padîþah ew ji vê þermê xelas kir û Padîþah ji keça xwe re got ku gavan hatiye wê ji kurê xwe re dixwaze, ka bê bi dilê wê ye, yan na! Ro keçeke jîr û xwende bû. Her roj zanyarek ji zanyarên herî xurt ên welêt dihat ba û di warê felsefe, zanistî, bîrkarî, wênegerî, mûzîk û hwd. de ew fêr dikir. Ji bo wê Ro yekser bersiva gavan neda û bêhnekê di ber xwe de ponijî, piþt re devê xwe dirêjî guhê bavê xwe kir û di guhê wî de kir pistepist. Bi vê pistepistê re xêzkên ruyê Padîþah sist bûn û lêvkeniyek li ser ruyê wî diyar bû. Ew lêvkenî li ser ruyê Ro jî diyar bibû û wekî baqeke gul li ser ruyê wê vebin wiha lê xweþ hatibû. Dawî Padîþah zîvirî ser Gavên û got: Ezê biryara keça xwe ji te re bêjim. Keça min þûkirina bi kurê te re bi þertekî dipejirîne. Ger tu vî þertî heta sibehê dîkê berbangê bang bide pêk bînî, tu dikarî werî keça min biguhêzî. Na ku tu pêk neynî ezê te bidim destê celadan û wê serê te ji laþê te vekin. Tu vî þertî dipejirînî yan na? Gavan dizanîbû ku çi þert were pêþya wî ew hêza wî tinebû bi cih bîne! Mînak ku Padîþah gotiba, ‘tê hezar zêrî qelen bidî’, gavanê reben xwe derxistiba sûkê û firotiba, belkî du zêr jî nekiribaya. Wê çawa bikarîba þertên Padîþah û keça wî pêk bianiya? Lê carekê tîr ji kevên firiyabû û êdî nema dikarîbû ji gotina xwe vegere. Ji xwe heta dîwana Padîþah hatibû û ku li vê derê ji gotina xwe vegeriyaba jî, wê serî hatiba jêvekirin, þertên wî bipejirandiba jî wê serî hatiba jêkirin. Di dilê xwe de got, ‘Qe ne ez bipejirînim ku heta sibehê temenê xwe dirêj bikim. Ger ez nepejirînim, wê vê gavê min bide destê celadan û ez careke din ruyê malê nabînim’. Dawî diyar kir ku ew þertê Padîþah dipejirîne. Li ser vê yekê Padîþah bang li nivîsvanên (katibên) xwe kir ku tiþta dibêje yek bi yek binivîsînin. Nivîsvan hatin û rûpelên xwe yên ji çermên xezalan li erdê raxistin û pênûsa xwe girtin dest xwe. Padîþah þertê xwe li pey hev rêz kir û got: - Tu vê qesra min dibînî! Niha wê wezîr bi destê te bigire û te li tevahiya odeyan bigerîne. Her tiþtê di vê qesrê de tev li xizmetkar û cariyeyan, tev li gul û kulîlkan, tev li xalî û kulavan, tev li find û feneran, ji xemla deriyan bigre heta ya dîwaran, ji neqþên li ser sitûnan bigir heta yên bin zikê banan, çi li ber çavê te bikeve ji bîr neke û di hiþê xwe de bigre. Ji ber ku divê heta sibehê dîkê berbangê bang bide tu li hemberî qesra min qesreke wekî vê mezin, fireh û raxistî ava bikî. Divê ji qesra tu ava bikî rêyeke ji xaliyan raxistî dirêjî qesra min bibe û li her du aliyên rêkê xizmetkar û cariye ji ber qesra te heta qesra min rêz bibin. Dema te ev pêk anîn bi berbangê re çel hêstirên têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr amade bike û bi xwezginiyan re berê xwe bide qesra min. Dema ku ez bi bangdana dîkê sibê re derketim ser þanîþeya qesrê û min qesra te dît û çavê min li hatina karwanê hêstiran û xwezginiyan ket, ezê jî fermanê bidim cariyeyan ku keça min Ro ji kurê te re bixemilînin û derxînin ser rê. Lê dema bû sibeh û ez van tiþtan nebînim, zanibe ku wê celad werin ber deriyê te, serê te ji laþê te vekin û li derxaneya bajêr bi dar dakin ku ji herkesî re bibe îbret! Rebenê gavan çi bêje û çi bike? Serê xwe daqûlî ber xwe kir û bi rewþeke qidûmþikestî da pey wezîr ku li salon û odeyan bigere. Lê di rastiyê de çavên wî tiþtek nedidît û di ber xwe de digot: ‘ Te xwar, kero? De bixwe! Çi ji te re lazim e, tu werî keça Padîþah bixwazî? De ka, heta sibehê tu xwe hilavêjî jî, ne qesreke wekî vê tu nikarî kevirekî wê yî þehkirî çêbikî. Ya baþ vegere malka xwe, rahêje tevr û bêra xwe û ji xwe re gora xwe bikole ku laþê te yê serjêkirî li erdê nemîne!’ Piþtî geryana qesrê, Gavanê reben bi dil û qidûmekî þikestî, bi hêviyeke qediyayî û bi kabên sist hat malê û rasterast xwe avêt nava nivînan. Jina wî hat gel û pirs kir bê îroj çi kiriye? Gavan bi kotekî bersiv da, þertê Padîþah û keça wî dane ber vegot û wiha got: - Êdî hûn gihiþtin miradê xwe, we mirina min bi destê min anî. Sibehê bi berbangê re wê celadên Padîþah werin û serê min ji laþê min vekin. Jina gavên bi vê agahiyê pir xemgîn bû, lê xwe weke mêrê xwe bêhêvî nekir. Di dilê xwe de got, ‘Ka bila bibe êvar û zebeþkê min ji qalikê xwe derkeve, bê Yezdan çi rêkê dide ber me wê diyar bibe!’ û piþt re derket derve û berê xwe da mêrgê ku dawaran vegerîne bajêr. Dema bû êvar, Sarê garan anî û li nava bajêr belav kir þûn re hat malê. Bi ketina tarîtiya ser êvarê re jî çavên wê li bin kulînê, li hêviya qeliþîna zebeþ û derketina kurê xwe ma. Neptî wekî hêvî dikir, zebeþ qeliþî û kurê wê bi hemû rewþ û xemla xwe derket derve û hundir dîsa wekî nîvê rojê ronahî bû. Zebeþo ji bavê xwe pirs kir ku îroj çi kiriye? Gavan çawa çûye qesrê, çawa dilê nobedaran pê þewitiye, çawa ew birine huzûra wezîr, çawa wezîr lê guhdarî kiriye, çawa agahî daye Padîþah, çawa derketiye dîwana Padîþah, çawa Padîþah guh daye ser daxwaza wî û çawa bang li keça xwe kiriye, keça wî çawa hatiye hundir û çiqasî xweþik e û piþt re keçikê çawa di guhê bavê xwe de kiriye pistepist û pê re çawa þert daniye ber wî û ew û wezîr çawa li qesr û qonaxê geriyane tev ta bi derziyê vekir û ji kurê xwe re lib bi lib vegot. Piþtî vegotina wî bi dawî bû vegeriya ser kurê xwe û got: - Ev deh sal bûn min ji yezdan zarokek dixwest. Yezdan dawî bergera min pejirand û kurek da min, lê li hemberî vê diyar e giyana min dixwaze. Heqê xwe li min helal bikin, ji ber ku ez ti caran nikarim vî þertê Padîþah û keça wî bi cih bînim û wê sibehê celadên wî werin û serê min ji laþê min vekin, bibin li derxaneya bajêr bi dar dakin. Zebeþo bi baldariyeke mezin guh dabû ser vegotina bavê xwe û heta dawî qet dengê xwe dernexistibû. Dayika wî þîveke ji sawara bi rûn a pîvaza xwêkirî li ber danîbû û bi çavên berger li hêviyê bû ku bixwe. Piþtî bidawîbûna vegotina bavê wî, Zebeþo, ji cihê xwe liviya û dest bi axaftinê kir û got: - Yadê, yabo; hûn qet mereq nekin; min jî digot qey ka bê Padîþah wê tiþtekî li ser ruyê vê dinyê tinebe bixwaze! Malê dinyê ne tiþtek e! Ka em xwarina xwe bixwin û hûn ji xwe re bi dilekî rehet razên. Heta sibehê sed dinya xera dibe û sed dinya ava dibe. Hezar derî tên girtin û hezar deriyên din vedibin. Di vê dinyê de tiþtek nîne ku neyê pêkanîn. Hêviya xwe ti caran qut nekin. Di her rewþa tengezar de jî dîsa hêvî divê herdem hebe! Vê carê kurê malê neçû bin kulînê û xwe di nava qalikên xwe de veneþart. Bi dê û bavê xwe re xwarin xwar û bi wana re sihbet û gengeþe kir. Sarê ji vê rewþê ewqasî dilþad bû ku dikir bask pê ve þîn werin û bifire ber perê ezmanan. Lê rebenê gavan hîn di fikara bûyîna sibehê û hatina celadan de bû. Di vê dilwaswasiyê de, serê xwe danî ser balgîfê û di xew re çû. Bêhneke din Sarê jî çavên xwe li xewê girtin û kurê wan bi tena serê xwe ma… *** Derdora nîvê þevê kurê malê gustîlka xwe derxist û firkand. Mijeke gewr tije hundirê malê bû û neptî efrîtekî cinan li pêþberî Zebeþo rawestiya ku lêveke wî li erdê, lêveke wî li ezmanan bû. Destê xwe li ber xwe gihandin hev û got: - Ferman bike mîrê min, ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim? Kurê malê got: - Ne dinyê xera bike ne jî ava bike; bes guh bide gotina min. Niha tê rabî û biçî li tevahiya qesr û qonaxa Padîþah bigerî û çi tê de ye, çi ne tê de ye tevî bibînî; ji hespên di axoyan de heta teyrên tawis ên di nava baxçeyan de; ji neqþên li ser sitûnan heta fîstanên cariyeyan; çi li wê derê hebe baþ binase û piþt re li qesrê binêre ka çend ode, çend salon û çend nêrdewan lê hene. Heta nebûye sibeh dixwazim tu qesreke wekî qesra Padîþah û qonaxên wekî yên wî tê de li hemberî qesr û qonaxa wî ava bikî. Divê ev qesr û qonax mû ji ya Padîþah bernede. Ji qesra tu çêbikî heta qesra Padîþah divê tu rêyekê çêbikî û bi xaliyan raxînî. Li her du aliyên rêkê cariye û xulam ji vir heta wir rêz bibin û çel hêstirên têrên wan aliyek zêr aliyek zîv bi rê bixî û ji dayik û bavê min re jî cilên pak û neqiþandî bînî ku sibehê biçin keça Padîþah biguhezînin. Ji xwe hacet nîne ez qala xwarin û vexwarinê bikim ku tu amade bikî; wan tiþtan jî êdî tu bi xwe bifikire. Qesra min a ku tu çêbikî divê aliyê wê yê li þaneþîna Padîþah dinêre wiha bibiriqîne ku ji xeml û rewþa wê Padîþah nikaribe lê binêre. Efrîtê cinan fermana mîrê xwe pejirand û jê re got: - Tu rehet rakeve, bila qet xema te nebe! Hîn nebûye sibeh, ezê tevahiya daxwazên te li gorî dilê te û zêdetir jî pêk bînim. Efrît axaftina xwe qedand û çawa hatibû dîsa wiha di nava mijekê de ji ber çavan winda bû û çû, Zebeþo jî vegeriya nava qalikên xwe. Bi berbanga sibehê re, dema roj li navsera çiyayê raserê bajêr bilind bû û tîrêjên xwe da ser welatê di navbera du gol û du çeman de, leþker û zêrevanên Padîþah ên di nobeta sibehê de dîtin ku qesreke ji qesra Padîþah spehîtir û dewlemendtir li pêþberî qesra Padîþah diterisîne! Destpêkê gotin qey xewnerojkan dibînin û bi lez çavê xwe firkandin. Lê qesr bi hemû xeml û rewþa xwe li pêþberî wana diterisand. Qesreke wiha bû ku mû ji ya Padîþah bernedabû; lê ji ber ku tava sibehê tîrêjên xwe rasterast dida ser bedenên qesrê, kemerên wê yên bi zêr û zîvan hatibûn neqiþandin diterisîn û ti çavan nikarîbûn rasterast lê binêrin. Leþker û zêrevanên Padîþah, dema ji dîtina xwe bawer bûn, bi lez beziyan hundir û agahî gihandin wezîr ku were li vê ecêba dinyê binêre. Wezîr derket ser þaneþîna qonaxa xwe û bi tiþta dibîne nexwest bawer bike. Diyar e gavan soza dabû bi cih anîbû; êdî Padîþah pêwîst bû li ser soz û peymana xwe rawestiyaba! Heta wezîr çû dîwana Padîþah, ji mêj ve Padîþah ji xewê rabibû û ber bi þaneþînê ve dimeþiya. Di wê bêhnê de keça Padîþah Ro jî derketibû þaneþînê ku tîrêjên roka berbangê himbêz bike. Ji xwe re kiribû adet ku her sibeh derkeve ser þaneþînê û bêhnekê tîrêjên rojê himbêz bike û hewaya pak a ji navsera çiyan dadikeve, bikiþîne kûrahiya kezeba xwe. Lê, wê berbanga sibehê, kî derket ser þaneþînê, di cih de mat ma û dev û lêvên wî/wê bi hev ve qufilî. Rewþ û xemla bajarê wana bi carekê re hatibû guhertin. Qesr û qonaxeke ji ya Padîþah nûtir, spehîtir û rewnaqtir(mûhteþemtir) ku mû ji ya Padîþah bernedaye li hemberî ya wî bilind dibû. Rêyeke ku xaliyên nexþandî li ser hatine raxistin ji vê qesrê heta wê qesrê dirêj dibû. Li her du aliyên rêkê cariye û xizmetkar rêz dibûn û kêlekên rêkê bi gul û kulîlkan xemilandî bûn. Ro, bi dîtina vê qesr û qonaxa nû dev li zimanê xwe kir û ji xwe re got; ‘Te çi malik li xwe xera kir ku ev þert avêt ber gavên? De bixwe! Tu keça Padîþahê welatê di navbera du gol û du çeman de ku ji her çar aliyê cîhanê xwezginiyên te dihatin, ji kurê Padîþahan heta kurê wezîran, ji kurê mîr û emîran heta kurê key û qralan tev li ber lingê te digeriyan û tu bi yekî ji wana jî qayil nedibûyî! Niha dawî tu ma ji zebeþekî re. Wey xwelî li serê te be, wey xwelî li bextê te yê reþ be!’ Padîþah jî bi wezîrê xwe re diaxift û digot: - Ka du qasidan rêbike vê qesrê û binêre bê kê ev qesir lêkiriye; qesra kê ye? Çi kes e? Fêr bibe û agahiyekê ji min re bîne. Ne mumkun e ku gavanê welatekî di þevekê de qesreke wiha lêbike! Hikmetek di vî îþî de heye! Ka zû fêr bibe û bersivekê ji min re bîne… Lê hîn wezîr bi rê neketiye, leþker û zêrevanên Padîþah salox anîn ku karwaneke xwezgînî bi çel bar zîv û zêr ên li ser dawaran barkirî, wekî xwezgînî tên qesrê! Di wê bêhnê de, bi berbanga sibehê re gavan û jina wî jî ji xewa þêrîn rabibûn û bi carekê re mat mabûn. Gavan dema dît ku li ser doþekeke qasî bejnekê bilind raketiye û di nava çarþef û lihêfên hevrîþêm de ye; li odeyeke fireh û tije zîv û zêr e û cariye û xizmetkar sênî û misîn di dest wan de li ber rawestiya ne, rûniþt û dest bi girî kir, dilê xwe bi xwe þewitand û got: - Wey, wey!... Ez mirime û çûme buhiþtê xebera min ji min nîne! Diyar e di dinyê de xêrê min ji gunehên min zêdetir bûn ku Yezdan ez pejirandim buhiþta xwe. Ji xwe re li van ferîþteyan binêre, tev jî çiqasî ciwan û spehî ne?! Gavan li kêleka xwe nêrî ku jina wî jî li kêleka wî ye! Nema dizanîbû li ber bikeve, yan kêfa xwe bîne? Bi dilekî bi kul got: - Hurme, sitiya delal ma te kengî jiyana xwe ji dest da û hatî buhiþtê? Qey celadên Padîþah serê te jî jê vekirin ku tu hatiyî gel min? Sarê jî li rewþa hundir, cariyeyên rawestiyayî û çarþefên hevrîþim nêrîbû û mat mabû; lê ji aliyekî ve jî hizirîbû ku ev tev hikmeta Zebeþkê wê ne û di dilê xwe de digot; ‘hebe, nebe ev rewþ û xeml Zebeþkê min çêkiriye û ezê dawî rabim biçim qesra Padîþah û bibim xwezginiyê keça wî!’ Dema mêrê wê qala mirinê kir, zîvirî ser û bi tundî got: - Mirina çi, buhiþta çi rebeno! Rabe ser xwe û em berê xwe bidin qesra Padîþah ku keça wî ji kurê xwe re bixwazin. Ma tu nabînî Zebeþkê min þertê Padîþah tev bi cih anîne! Ka zû rabe û xwe amade bike ku em bi rê kevin! Gavan hîn jî bawer nedikir û ji aliyekî ve qurîncek didan laþê xwe ku bi êþê dihise yan na. Dawî her du bi hev re rabûn û derketin þanîþeyê, dîtin ku wa ye qesra Padîþah li hemberî ya wan e û li jêrê, li ser rêkê karwanê ji çel hêstiran pêk hatiye, têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr li ser birêketinê ye. Cariye û xizmetkaran di misînên zêr de ji wana re av anîn û sabûna kizwanan dan dest wana ku dest û ruyê xwe biþon. Bi destmalkên hevrîþimîn dest û ruyê xwe ziwa kirin û ji bo Sarê heft cariye, ji bo gavên heft xizmetkar, kiras û fîstanên neqiþandî di dest wana de ketin hundir. Cilên wan ên kevin ji wana kirin û yên nû li wana kirin. Pey re ew derbasî odeya xwarinê kirin. Li ser sifrê ji rûnê nîviþk heta hingivê di nanikê xwe de, ji þîrê þêr heta goþtê çûkan her tiþt amade bû. Nema dizanîbûn ji kîjanê çi bixwin! Hîn dor nehatibû tamkirina gelek xwarinan, têr xwarin. Ji ser xwarinê rabûn û derbasî salonê bûn. Li wê derê cariyek û xizmetkarek hat û misk û amber bi ser wana de dakir û ketin pêþiya wana ew di deriyê qesrê re derxistin û birin pêþiya karwanê xwezginiyan. Di wê bêhnê de bajar tev ji xewa xwe hiþyar bibû û kî derdiket derve çavên wî li biriqîna qesreke nû bilind bûye diket û di cihê xwe de mat dima. Hinekan digotin qey dinya zîviriye û qesra Padîþah cih guhertiye. Lê dema li aliyê din dinêrîn û didîtin ku qesra Padîþah li cihê xwe ye, bi hebûna du qesrên wekî hev mat diman û nedizanîn çi helwestê þanî bidin. Di cihê xwe de radiwestiyan û ji xwe re li rewþ û xemla qesra nû temaþe dikirin. Neptî tîrêjên rojê bi tevahî li ser bajêr serdest bû û karwanê xwezginiyan bi rê ket. Gavan û jina xwe di serkê karwan de cih digirtin û her yek çel cariye û xizmetkar li pey wana dihatin. Di destê her xizmetkarekî de benê hêstirekê hebû ku di têra wê de aliyek tije zîv, aliyek tije zêr hebû. Di destê her cariyekê de jî selikek tije diyarî ji bo Padîþah û malbata wî, ji bo wezîr û malbata wî hebû. Çel cariyên din jî çel sêniyên zêr danîbûn ser serê xwe û di her çel sêniyan de cihêz (rehel) a Royê hebû ku ji cawên hevrîþim heta morîkên kehrîbar, ji gerdaniyên zêr heta xilxal û xizmeyên zîv, ji fîstan û kirasên neqiþandî heta çarî û þerpeyên rengîn, ji pêlavên cûr bi cûr heta kil û kildankên ji Çîn û Maçîn hatine tev li ser sêniyan bibûn lod. Dawî karwan gihiþt ber deriyê qesra Padîþah. Lê Padîþah dîsa jî dilê wî ne rehet bû û bawer nedikir ku gavan þertê wî tev pêk anîbin. Karwan li ber derî da rawestandin û wezîrê xwe û du zanyarên baweriya wî bi wana dihat rêkir qesra gavên ku binêrin ka birastî ye yan xeyalî ye. Heta wezîr û her du zanyar çûn û hatin karwan wiha li meydana li ber qesra Padîþah rawestiya û tevahiya gelheya bajêr li vê ecêba kesî di dinyê de nedîtiye temaþe kir. Neptî wezîr û her du zanyar vegeriyan û ji Padîþah re gotin ku gavan þertê danîne ber ne kêm lê zêde bi cih aniye û li hemberî vê pêwîst e Padîþah jî li ser soz û peymana xwe bimîne. Ro dema ev salox bihîst her du çavên wê, wekî du lehiyan rondik barandin û bê dilê xwe xatir ji dê û bavê xwe xwest û daket nava xwezginiyan. Çû destê Sarê û Gavan. Çarîka bûkaniyê bi ser ruyê xwe de berda û li hespa ji bo wê anîbûn siwar bû û berê xwe da qesr û qonaxa Gavên! Bi rê de him digiriya û him di dilê xwe de digot: ‘Pepûkê, hingî te kesek nedieciband dawî tu ma ji zebeþekî re!’ Piþtî nîvro karwanê xwezginiyan ên Ro guheztin gihiþtin qesrê. Derveyî cariye û xizmetkaran yên cînar û yên ji bajêr hatine û kesên mereqdar tev belav bûn û herkes vegeriya mala xwe, çû ser kar û barê xwe. Wê rojê garana bajêr jî di nava bajêr de mabû û her yek bi cihekî ve terqiya bû. Bajarî êdî têgihiþtin ku ji îro û pê de ji wana re gavanekî nû pêwîst dike û li ser vê yekê, ji xwe re li gavanekî nû geriyan… *** Ro, dema hat qesra xwe ya nû, derbasî odeya xwe bû û xwe li ser nivînên bi çarþefên hevrîþim raxistî avêt erdê û giriyê xwe domand. Heta ku rondik hew ji çavên wê herikîn giriya. Piþt re çû ber kulînê û zebeþê pê re þû kiriye derxist danî ber xwe û dest pê kir pê re axift û got: - Hey bextê min î reþ, hey qedera min a bêbext, hey xweliya li serê min, hey li min qijik û pepûkê, min çi kir ku bi devê xwe min mala xwe xera kir? Ji kurê qral û keyan, ji kurê wezîr û Padîþahan ez mam ji zebeþekî kall re!’ Ro hîn axaftina xwe wiha didomand, tarîka êvarî ket ser odê; cariye hatin hundir ku find û çirayan pêxin, lê dema dîtin rewþa Ro ne baþ e, jê tirsiyan û paþpaþkî derketin derve. Ode bêtir tarî bû û bi carekê re Ro dît ku zebeþê wê dest bi qeliþînê kir. Çavên Ro li nava serê wê bel vebûn û bi awirên matmayî li qelêþîna zebeþ nêrî. Zebeþ li halê xwe bû du felqe û xortekî ciwanî bejinziravî çeleng ji navê derket ku bi derketina wî re, ji rewþ û xemla wî ode wekî nîvê rojê be, tije ronahî bû. Ro li bejn û bala wî nêrî ku ji kerema Yezdan re qey bi pênûsê li ber rûniþtiye û li gorî dilê Ro ew resimandiye! Lêvên lihevhatî yên zirav, çavên girs ên di rengê hingivîn de, ruyê wî yê ji ruyê qîzekê tezetir, porê wî yê wekî keziyên porê qîzikan nerme û gingilokî, stûyê wî yê dirêj û çenga wî ya giroverî hilû. Eniya wî ya vekirî û fireh, pozê wî yê biçûkî zirav, awirên wî yên himbêzkar û nerme… Tev li gorî dilê Royê bûn û Ro dema çav li vî xortê bedew ê ji nava Zebeþ Za ket, ne bi dilekî, bi heft dilan dil ket vî xortî. Ji xort re got ku ji sedema dida girî bila lê bibore!’ Di dilê xwe de digot qey bi zebeþekî bê ruh û bê can re þû kiriye, lê nizanîbû bi vî xortê bedew û spehî re jiyana xwe kiriye yek. Xort himbêz kir û got: - Li min biborîne! Cara yekem e ez xortekî wekî te spehî û bedew dibînim. Ka ji min re bêje tu ins î, tu cins î; tu çi mirovî ku te di þevekê de þertê bavê min daye ber bavê te pêk aniyî û bûyî xwezginiyê min? Ka ji min re bêje, te li ku nav û dengê min û xweþikbûna min bihîstibû ku te çav berda min û heta min neguhest nerawestiyayî? Xortê ji nava Zebeþ zaye jî ew himbêz kir û bedenên xwe kirin yek û got: - Her tiþtek dema wê heye; dema roja wê were tê her tiþtî fêr bibî. Niha ne dema van pirsan û bersivdayîna van e. Niha em ji hev re hezkirina xwe diyar bikin û þeva xwe bi xêr û kêfxweþî, bi coþ û neþe biborînin. Dema bibe sibeh wê daweta me lidar bikeve û tevahiya hemwelatiyan wê werin di dawetê de bireqisin, govend û dîlanê bigrin. Wê demê tê li ser banê qesrê li gel heval û cariyeyên xwe temaþe bikî û ezê jî dakevim nava xort û mêrxasan govendê bigrim û bireqisim. Wê her kesê min bibîne mat bimîne û ji hev bipirse ku ev xortê bedew û spehî kî ye? Zanibe ku tu tenê dizanî ez hevalê te yê jiyanê me. Wê gelek hevalên te yên keç werin gel te û tevzên xwe bi te bikin ku tu çima bi yekî wekî min re þû nekiriyî û çûyî, bi zebeþekî re þû kiriyî? Tu çiqasî bidî þermê, çiqasî werî acizkirin û tengavkirin jî pêwîst e tu vê veþareya min (sir) dernexînî derve û ji ti kesî re nebêjî, ‘Ev xort mêrê min e!’ Ger tu li min mukir werî, ezê bibim çûkekî heft rengî û bifirim biçim ku tu heft salan û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin li min bigerî tu min nabînî! Ro, soz û peyman da ku veþareya wî eþkere nake û got: - Ma ez dîn bûme ku ev qismetê ji ber xwe ve hatiye ji min re, ez bi destê xwe bidim firandin? Ti caran û ti caran ez li te mukir nayêm û te ji xwe dûr nakim û xwe ji te dûr nagrim! Ma di vê dinyê de gelo yekî din ji te çelengtir û spehîtir heye ku ez te ji xwe dûr bixim? Ez ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketime te û ti caran veþareya te eþkere nakim. Wê þevê heta berbagnga sibehê her du ciwan, her du dildar û her du evîndar ji xwe re gengeþe, henek û sihbet kirin. Þeva xwe bi kêfxweþî, dilþadî, coþ û ken borandin. Dema dîkê berbangê bang da, Zebeþo careke din vegeriya nava qalikên xwe û Ro nû dest bi xewê kir. Heta ku rok bejnekê bilind bû û tevahiya dawetiyan hatin li hewþa qesrê kom bûn û dengê def û zirneyan, bilûr û tenbûran di ezmanan re derket jî, Ro hîn di xewê de bû… Dawî bi banglêkirina cariyeyan ji xew rabû û bi çel tas þîrê miyan laþê xwe ji serî heta jêrî þûþt, piþt re ket hundirê tasa ava bi misk û amber tê de û xwe pak kir. Dawî cariyeyan cilên wê yên diyariya malbava wê ya nû anîn û lê kirin. Cil tev bi tayên zêr hatibûn dirûtin û bi neqþên zîv û zêr hatibûn xemilandin û ji hevrîþimê Çîn û Maçînê hatibûn qusandin. Ro ya ewqasî xweþik û bedew di nava cilên zîv û zêrînî de sed taq xweþiktir û spehîtir bibû. Dawî derbasî ser sifreya xwarinê bû û ji xwarina bi çel cûreyan hatiye amadekirin, taþtê xwar. Piþt re bi cariyeyên xwe re derket ser banê qesrê ku temaþeyê daweta xwe bike. Li bexçeyê qesr û qonaxa kurê gavên ji her aliyê welêt mêvan hatibûn. Wekî din ji welatên cînar jî bi sedan mirov hatibûn ku ji xwe re li xweþikbûna keça Padîþah û kurê gavên binêrin. Lê yên ji welatên xerîb hatibûn dema dibihîstin ku ev keçika ewqasî bedew bi zebeþekî re þû kiriye, xweziya wan di qirika wan de dima û di cih de sar dibûn, nema dizanîbûn çi bikin û çi bêjin. Li hewþê ji tenbûrvanan heta bilûrvanan, ji dengbêjan heta sitranbêjan, ji qirdikan heta qeþmeran herkes kom bibû û her yekî hunera xwe dadixist holê. Dahol ji milekî ve bi zirneyê re, saz ji milekî ve bi kemançeyê re, tef ji milekî ve bi erbanê re lê dida û her civatek li ber yekê direqisîn, govend û dîlan digirtin û kêf û þahî dikirin. Xizmetkar û cariyeyan bi misînên zîv û zêrîn þerbeta ava hinaran û ava sûsê belav dikirin. Tasên dewê cemidî ji destan nediketin. Li aliyê din her cureyên fêkî li ser sifreyan rêzkirî bûn û kî dilê wî/wê çi bixwesta diçû bi xwe radihiþtiyê û dixwar. Ji hinarên qaþûl reþî libþêrîn bigir heta hinarên miz û tirþ; ji sêvên xelatî bigir heta alesor û hirmî û qarçiyan; ji hejîrên reþ bigir heta yên zere û girs; ji tiriyê teyfî bigir heta yê mezrone; ji xox û miþmiþan bigir heta goz û biîvan; çi fêkiyên welatê di navbera du çem û du golan de hebûn tev li wê derê kiribûn lod û herkesî heta di dev û bêvila wî/wê re biavêje jê têr dixwar û cardin vedigeriyan reqs û dîlana xwe. Ji bo kesên dilê wan bixwaze lodên sewze jî hatibûn lêkirin; ji zebeþ heta petîxan, ji þerengo heta tirozî û qitiyan her tiþt amade bû. Li aliyê din çel distên mezin li kêleka hev rêz kiribûn û goþtê çel dawarî tê de dikelandin. Di çel distê din de savar û di çel distên din de jî tirþik (metfûnî) dihat kelandin û bêhneke xweþ bi ser dawetiyan diket! Li aliyekî din ê baxçeyê qesra kurê gavên xort û ciwanên mêrxas û çeleng tîr û rim diavêtin armancê û li hespên keêl swar dibûn bi cirît dileyistin. Li aliyê dîlan û govendê jî jin û zilam, zarok û kal û keç û xort tev di destên hev de dîlaneke mezin û geþ girtibûn û her yek çi hunera wî/wê hebû datanî holê. Tam di dema ku dawet têra xwe geþ bibû de, xortekî bedewî spehî yê kesekî nizanîbû ji ku derê hat, ket dawetê û dest bi reqsê kir. Bi hatina wî re rewþ û xemla wî bi carekê re ronahiya xwe bi ser a rokê xist û awirên herkesî kiþandin ser xwe. Reqs û dîlaneke wiha leyist ku herkesî reqs û dîlana xwe berda û temaþeyî bejn û bala wî û hunera wî ya reqs û dîlanê kirin. Yê li defê dide, yê li zirneyê dide, yê li tef û erbaneyê dide, yê li tenbûr û ribabê dide tev dest ji karê xwe berdan û hatin li pêþiya vî xortî rawestiyan û destpê kirin, ji bo wî hunera xwe raxistin ku bikaribin bigihêjin dewlemendiya hunera wî… Di wê bêhnê de heval û cariyeyên Ro yên li ser qesrê li kêleka wê rûniþtî, dema çav li vî xortê ji nediyariyê hatiye ketin, her yek ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketin vî xortê bedew û spehî û her yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û gotin: - Pepûkê, qijikê, tu keça Padîþahê vî welatî bû; ji te re xortekî wekî vî spehî û çeleng pêwîst bû! Te ji xwe re ev xortê bedew nekir, tu çû bi zebeþekî re þû kir! Ma mirov wekî te dike? Qey te hiþê xwe xwaribû? - Lê binêre çiqasî xortekî çeleng e!? Li wan çavan binêre, li wan milên fireh binêre, li wê bejna zirav û tenik binêre, li wê bejn û balê binêre! Ma mirov diçe bi zebeþekî kall re þû dike? Te ji xwe re ev xort bixwesta ku heta heyî tu pê þa bibayî û serbilind û dilþadbayî! Li te pepûkê, ma qey te hiþê xwe bi nan û penêr xwaribû ku te çû kurê gavanekî kir? Te çima ev xort nekir? Ne yek, ne du, ne deh… yer yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û jê re gotin ku çi qijik û pepûk e ku çima bi vî xortê spehî û bedew re þû nekiriye û çûye bi zebeþekî kurê gavanê welêt re þû kiriye. Ewqasî gotinên xwe dubare û sêbare kirin ku hiþê wê xwarin, mejî di serê wê de nehiþtin û ew ji hal de xistin, kelegirî kirin. Dawî Ro ya bêbext hew dikarîbû li ber xwe bide û qêriya got; - Hûn bimrin jî, biteqin jî ew xortê hûn qalê dikin, ew mêrê min e, Zebeþo ew bi xwe ye! Dema wiha got; ji nivþkê ve dawet tev rawestiya û bêdengiyeke ji ya berya qiyametê bêdengtir ket ser hewþa qesra kurê Gavên û di wê bêhnê de ew xortê spehî yê ji nediyariyê hatibû, bi carekê re bû çûkekî heft rengî û fir da xwe bi hewa ket û firiya çû! Keça Padîþah ji ser banê qesrê rabû ser xwe û qêriya, got: - Çû, çû; çûkê min firiya çû; zû wî bigrin… Lê kesekê/î wate neda van gotinan û herkes awirên wan li jorê daliqandî man, li firîna çûk nêrîn û ti wate nedan bûyerên diqewimin. Dîsa di wê bêhnê de ewrên reþ û tarî ji navsera çiyan xwe berdan û hatin girtin ser tevahiya welatê di navbera du çem û du golan de. Dinya wiha tarî bû ku dawetiyan tilî bixista çavên hevûdu kesî kesek nedidît. Dawetî tev belav bûn û her kes bi çavkorî rêka mala xwe girtin. Di wê bêhnê de keç û jinên cer û þerbikên xwe biribûn ser kaniyê avê dagrin, dîtin ku li cihê ava spehî aveke sor û xwînî diherike û cer û þerbikên wan vala vegeriyan malên xwe. Dîsa di wê bêhnê de bêrîvanên li ber bêriyê ji mîh û bizinan þîr didotin dîtin bi carekê re ji guhanên pez ne þîrê spî, xwîn tê dotin û dev ji dotinê berdan û berê xwe dan nava bajêr ku bên malên xwe. Zû, ne dereng salox gihiþt Padîþah û jê re gotin, li welatê wî tofanek rabûye û ji kaniyan ava sor diherike, ji pez xwîn tê dotin û ewrên reþ û tarî girtine ser her alî ku çav çavan nabîne! Padîþah civata þêwirmendên xwe li dar xist û yek bi yek raya wan girt ku dikarin çi bikin. Þêwirmendên wî kesên rîspî û zanyar bûn; têdigihiþtin ku li welatê wana tiþtên ne asayî bi rê ve diçin û ji bo vê ji Padîþah re gotin ger çi hatibe serê wana û welatê wana keça wî Ro pê dizane! Li ser vê yekê Padîþah bi wezîr û þêwirmendên xwe re derket derve û berê xwe dan qesr û qonaxa keça xwe. Di wê bêhnê de Ro bi cariyeya xwe ya herî zêde bawerî pê dianî re çûbû gel serhesinkarê bajêr û ferman dabûyê ku heta sibehê jê re heft çarovê hesin û heft gopalê hesin çêbike û bîne bide wê. Serhesinkar, þagirt û hesinkarên dinasîn tev kom kirin û dest bi çêkirina heft çarox û hevt gopalên hesinî kir. Ro dema vegeriya qesrê dît ku va ye bavê wê, wezîr û heyeta þêwirmendan tev li hêviya wê rawestiyane. Ro dema çav li bavê xwe ket, xwe avêt himbêza wî û têr giriya. Piþtî ku rondik hew ji çavên wê bariyan, li kêleka bavê xwe rûniþt û jê re ta bi derziyê vekir. Roja ku wê guheztin û anîn qesrê çawa da girî û ji binê kulînê çawa zebeþê pê re þû kiriye derxistiye û çawa dest bi gazindan kiriye, zebeþ çawa ji nivþkê ve qeliþiye, xortekî heta wê rojê xortên wekî wî spehî û bedew nedîtiye çawa ji nava zebeþ derketiye û çawa pê re axiftiye, veþarteya xwe çawa jê re vegotiye û çawa gotiye ger lê mukir were wê bibe çûkekî heft rengî û ger heft sal û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin lê bigere nabîne û sibê çawa daketiye dawetê û govend girtiye, dema ew di govendê de hevalên wê yên keç bi pitepit û gazindan çawa mejiyê serê wê xwarine û hiþê wê ji serê wê birine û ew jî mukir hatiye û gotiye, ‘Ev xortê hûn qalê dikin mêrê min Zebeþo ye!’ û di wê bêhnê de Zebeþo bûye çûkekî heft rengî û firiyaye çûye û bi wê bêhnê re jî ewrên reþ û tarî girtine ser welêt û ji kaniyan ava sor, ji guhanên pez jî xwîn herikiye û li ser vê yekê çûye gel serhesinkar û ferman daye heta sibehê jê re heft gopal û heft çaroxên hesin çêbike, ji bo bi berbangê re, bi rê bikeve û li çûkê xwe yê heftrengî bigere!... Bi vî awahî Padîþah, wezîr, heyete þêwirmendan û keça padîþah Ro þêwra xwe kirin yek û Ro xatir ji wana xwest ku bi berbangê re bi rê bikeve û li hevalê xwe yê jiyanê bigere! Dema bû sibeh serhesinkar heft gopal û heft çaroxên ji hesinê pola çêkirine anîn û dan keça padîþah. Ro çaroxeke hesinî xist lingê xwe, gopalekî hesinî hilgirt destê xwe û yên din tev xistin tûrê xwe, kîseke zêr girt cem xwe û xatir ji malbata xwe xwest û berê xwe da ser rêka derdikeve derveyî bajêr. Bi derketina wê re padîþah ferman da wezîr ku li tevahiya welatê di navbera du gol û du çeman de belav bike; heta keça wî bi zilamê xwe re venegere ser vê xakê, ew li tevahiya welêt þînê beyan dike. Heta wê rojê wê ne kes þû bike, ne dawetan li dar bixe, ne dilê xwe bi tiþtekî þa bike û ne jî þahî û kêfxweþiyekê li dar bixe. Û roja keça wî û zilamê wê vegrin, kî vê saloxê destpêkê bigihêne padîþah wê tevahiya zêrên di xezîneya xwe de li ber wana raxîne û qasî dilê wana bixwaze wê bikaribin jê ji xwe re bibin! Wezîr di nava bîst û çar saetan de ev agahî gihand tevahiya þêniyên li welatê di navbera du gol û du çeman de cih digre û di demeke kin de ev salox ji welatê Ariyan heta welatê Samiyan, ji welatê di navbera sê behran de heta welatê hevrîþim û kehrîbaran belav bû… *** Ro ji welatê bavû kalên xwe, ji xaka dê û dapîrên xwe veqetiya û ket ser rêka xerîbiyê. Çem û robar qut kirin; bi lotkeyan di ser ava gola mezin re derbas bû; di navser û neqebên çiyayên bilind û asê re, di geliyên kûr û newalên fireh re meþiya. Zozan derbas kirin daket beriyan, di qelaç û kiryan re berê xwe da çol û cebelan. Ji bejahiyê hilkiþiya nava daristanan; ji bax û bistanan daket nava gul û gulistanan. Roj bû di ser sitiriyan re meþiya. Roj bû di nava av û leyiyan de rêve çû. Roj bû li ser berf û li ber seqemê raza. Roj bû bi ba û bahozan re pevçinî. Roj qulipîn, hefte derbas bûn, meh zîvirîn, demsal boriyan û di dawiya sala yekem de gopalê wê yê di destê wê de qeliþt û hew dikarîbû ji xwe re bike destek. Di wê bêhnê de nêrî ku sola di lingê wê de jî tev mihiyaye û binê wê kun kunî bûye. Li ser latekê rûniþt û pêlava xwe (sola xwe) ji lingê xwe kir; ji tûrikê xwe soleke nû derxist û xist lingê xwe. Gopalê qeliþtî danî kêlekê û gopalekî nû hilgirt destê xwe û careke din ket ser rêkê ku li hevalê xwe yê jiyanê, li çûkê xwe yê heft rengî bigere, Li ber tavên germ ruyê wê kizirî, li ber sermayên dijwar tenê wê çilmisî. Porê wê ji neþûþtinê bû gijikî; nenûkên wê tev þikestin û lêvên we tev terikîn. Bi þev stêrk ji xwe re dikirin rêber, bi roj li roka wekî navê xwe bi xêr û bêr dinêrî û dimeþiya. Ji çalên bê werîs û bê dewl, ji hewdên têr zîro û kurm av vexwar û bi pelçîmên dar û deviyan, bi giyayê zozan û beriyan zikê xwe têr kir. Roj bû li mala gavanekî, roj bû li konê þivanekî bû mêvan. Di kêleka gundan re derbas bû; di ser bajaran re qulipî; li qesr û qonaxan rast hat; lê ti caran baweriya xwe neþikand ku nikare çûkê xwe bibîne. Çi bi serê wê hat, kir tawana xwe û her di dilê xwe de got, ‘Yezdan qismetekî bedew dabû min, lê min qiymetê wî nezanî û ji dest xwe berda; çi were serê min heqê min e!’ Li welatê xeribiyê saleke din û yeke din û yeke din derbas kir. Di xelaseka her salê de coteke pêlav û gopaleke hesinî mihand û yên nû bikar anî. Li gelek mirovên camêr û li gelek dayikên dilperitî û li gelek keç û jinên kezepsojî rast hat. Gihiþt ku derê serpêhatiya xwe û sedema gera xwe ji wana re vegot û pirsyara çûkê xwe yê heftrengî kir. Her kes û civata li serpêhatiya wê guhdarî dikir dilxemgîn û dilbiêþ dibûn; rondik ji çavên wan, keser ji hinava wan dibariyan û dilê xwe bi vê keça spehî û delal diþewitandin. Hinekan ew dawetî xwarinê dikirin, hinekan dixwest li gel wana bimîne û bibe keça wan a malê, hinekan dixwest wê ji xwe re bikin evîn û yar, hinekan dixwestin rê û rêbaran nîþanî wê bidin, hinekan dixwest wê ji doza wê dilsar û bêhêvî bikin û vegerînin. Lê ti kesî qala dîtina çûkê wê yê heftrengî nedikir. Herkesî digot: - Dayika min, xwiþka min; di vî welatê bê ser û bê ber de, ma mumkun e ku tu bikaribî çûkekî bibînî? Li nava van dar û deviyan, li ser van lat û zinaran bi hezaran çûk hene ku ne bi heft rengan bi hefsed rengan xemilandîne. Emê niha rabin ji bo te derkevin nêçîrê û bi dehan çûk bigrin û bînin li ber te deynin; bes tu xwe xemgîn neke û li ser xaka me bimîne!’ Lê Ro bi biryar bû û ti hêz û ti kesî nikarîbû ew ji ser biryara wê daxista xwarê. Piþtî guhdarkirina li herkesî, careke din radibû ser xwe, pêlava xwe ya hesinî dixist lingê xwe, gopalê xwe yê hesinî hildigirt destê xwe, pêxwariniya jê re amade kirine diavêt ser milê xwe û diket ser rêka ji gund dûr dikeve û berê xwe dide nava lat û zinarên çûk û teba li ser dijîn ku di nava wan de çûkê xwe yê ji destê xwe firandiye bibîne!.. Di dawiya sala heftan de êdî ne pêlavek ne jî gopalek pê re mabû ku bixe lingê xwe û bigre destê xwe. Ji roja xatir ji malbata xwe xwestibû û bi rêka xeribiyê ketibû heft sal derbas bibûn û heft roj jî bi ser ketibûn. Êdî dayika wê jî ew bidîta nas nedikir. Cilûbergên li ser tev qetiya bûn û di lingê wê de pêlav, di destê wê de gopal nemabûn. Piþta wê qilûz û awirên wê kêm bibûn. Porê wê tev þikestiyayî û weþiya bû. Derman ne di kabên wê de, ne jî di laþê wê de mabû… Kelkela havînê bû û roj îroj ji her demê zêdetir xwe nêzî erdê kiribû û bi hemû dijwariya xwe tîrêjên xwe berdidan ser mejiyê wê û hiþê wê yê maye jî ji serê wê dibir; xwêya di laþê wê de tev dida der û dev û lêv lê dikirin wekî çola bi hesreta avê. Li beriyeke wiha dimeþiya ku ne serê wê diyar bû û ne jî binê wê. Berî tev ji ber û kevirên tûjî reþ hatibû xemilandin û sitiriyên hiþk di nava ber û keviran de hatibûn çandin. Ro ji dûr ve dît ku wa ye þivanek li nava ber û keviran bi sitiryiyan pezê xwe diçêrîne; li ser tehtekê rûniþtiye û ji pezê xwe re li bilûrê dide. Ji bilûra wî dengekî bi þewat û bi jan hildibû ku dilê Ro peritand û wekî bi sêhrê be ew bi ber xwe ve kiþand. Dema nêzîkatî li þivên kir, þivan bi hatina wê hisiya û bilûra xwe betal kir, xêrhatinî li vê sitiya bedew a westiyayî kir. Cihê rûnê nîþanî wê da û ji tûrê xwe taseke sifir derxist, çû nava pez ku jê re çend miz þîr bidoþe. Piþtî sitiya xerîb û perîþanbûyî têr vexwar, þivan nû jê pirs kir bê kî ye û çi karê wê li vê çol û cebela bê serî û bê binî heye? Ro çawa ku li her derê, digihiþt kê serpêhatiya xwe digot û pirsyara çûkê xwe yê heftrengî dikir, di dilê xwe de got, ‘Ev kes þivan e, her roj li çol û cebelan e; ka ez serpêhatiya xwe ji wî re jî bêjim, belkî li rastî çûkê min hatibe û deriyekî xêrê li ber min veke!’ Bi vê ramanê Ro dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir. Her wê vegot û þivan guhdar kir. Ji roja gavan hatiye û ew ji bavê wê xwestiye û þert avêtine ber gavên û heta pêkhatina þertê wê û guheztina wê ya mala gavên; dîtina xortê bedew ê ji nava qalikê zebeþ derketiye, gotin û veþareya xortê çeleng jê re gotiye; daketina wî ya nava dawetê û girtina dîlan û govendê; li hember zextên keçên hevalên xwe mukirhatina xwe ya bê hemdê xwe û pê re ji firîna çûkê wê yê heftrengî; heta heft sal û heft rojên di xeribiyê de bi pey çûkê xwe borandiye, tev ji þivên re ta bi derziyê vekir û dawî ji wî jî pirs kir bê ka çûkê wê dîtiye yan nedîtiye? Þivan dilê xwe bi vê sitiya ciwanî bedew a di hemû zor û zahmetiyan re derbas bûye þewitand û bîra xwe vekola ku bikaribe alîkariyê bideyê. Bêhnekê ponijî þûn re got: - Sitiya delal, nizanim çûkê te ye yan na; ev demek e her êvar çûkekî wekî tu qalê dikî, berya tarî bikeve erdê tê û dikeve bin kevirekî reþ ê li wê derê! Min jî mereq kiriye ku ez zanibim ev çûkê xweþik bê ji ber çi hêlîna xwe di binê vî kevirî de çêkiriye. Tu dizanî ku ti çûk hêlîna xwe di binê keviran de çênakin. Min çûk ji nêz ve nedîtiye, lê dema dikeve bin kevir li ber tava êvarî periyên wî tev rengorengo diterisin û dibe ku çûkê tu lê digerî ew çûk be! Ro ji kêfan re xwe avêt situyê þivên û ew himbêz kir. Ne carekê bi sedanê caran jê spazî kir û kîsê di paþila xwe de derxist çi zêrên tê de mabin tev rijand dawa þivên û li ber geriya ku wî kevirê reþ þanî wê bide. Þivan zêrên Ro ji dawa xwe kom kirin û dîsa xist kîsikê wê û got: - Sitiya delal, ma qey mirovahî miriye ku ez cihê çûkekî li hemberî kîseke zêr þanî te bidim? Ez mirovekî þivan im; ji sibehê heta êvarî li xwezayê pezê xwe diçêrînim û êvariyan jî sitêrkan ji xwe re dikim lihêf û serê xwe datînim ser berekî reþ, ji yezdan re berger dikim ku rêwingiyekî bi ser min de rêbike, bikaribim taseke þîr deynim ber, li gotinên wî/wê guhdarî bikim û ji xwe re du – sê peyvan jê fêr bibim. Te îroj bi hatina xwe ez dilþad û bextewar kirim. Tu dayik û xwiþka min û mêvanê min a ezîz î. Niha emê xwe li pey vê latê veþêrin û awirên xwe berdin ser vî kevirê reþ ê ez û tu li ser rûniþtine. Bêhneke din berya sî bikeve ser beriyê wê çûkê em qalê dikin were û bikeve binê vî berî. Tu jî bi çavên xwe lê binêre. Ger çûkê te be, tê binasî û wê demê dilê te çawa dixwaze tu dikarî wiha bikî. Ro careke din bi gotina þivan û camêrî û mêrxasiya wî kêfxweþ bû û her du derbasî paþ lata bilind bûn û bi dizî çavdêriya kevirê reþ kirin. Neptî zû ne dereng, hîn siya çiyan nû daketiye ser kêleka beriyê, dîtin ku ji nediyariyê çûkek hat û li ser kevirê reþ danî û wekî li derdora xwe temaþe bike du sê fitlonek dan xwe û piþt re daket erdê, di bin ber de ji ber çavan nediyar bû û çû. Ro dikir ku dilê wê were ber devê wê û qîr bide bang li çûkê xwe bike! Lê ji ber ku carekê bi zimanê xwe nekarîbû, ji bo wê bibû westandin û hesreta heft sal û heft rojan. Piþtî çûk di binê kevirê reþ de nediyar bû, Þivan û Ro ji pey latê derketin û þivan got: - Ji rewþa te û kêfxweþiya te diyar e te çûkê xwe dît! De ka rabe alîkarî bide min ku em berê pez bizîvirînin û bidin malê. Îþev li mala me bibe mêvan û em þêwra xwe deynin ku sibe qeraseyekî bi xwe re bînin, kevirê reþ bilind bikin û hêlîna çûkê te bibînin. Ro ev pêþniyar pejirand û alîkarî da þivên ku pez komî serhev bikin û berê wê bidin malê. Heta gihiþtin malê tarî ket erdê û pez xistin govê, derbasî ser banê xanî bûn. Jina þivên ew bi dilekî germ pêþwazî kir û ji wana re sifreya xwarinê danî. Piþtî xwarinê Ro daxist xwarê û jê re av germ kir, li ber rûniþt bi heft qalip sabûn serê wê þuþt û qirêja laþê wê paqij kir. Piþt re bi heft þehên hestînî porê wê þeh kir heta hate xwarê. Ji kulînê kirasekî xwe yê ji bûkaniyê maye derxist û lê kir. Piþt re gavekê vekiþiya paþ de û li ber ronahiya çirayê ji xwe re li vê bejn û bala lihevhatî ya spehî nêrî û dilê xwe bi vê mêvana delal þewitand ku çawa heft sal û heft rojan bi pey çûkekî ketiye û li van çol û cebelan perîþan bûye! Ro di van heft sal û heft rojên ji malbava xwe veqetiyaye û bi xerîbiyê ketiye de, cara yekem bû bi dilekî rehet, xeweke têr kir. Dema dîkê berbangê bang da, tev bi hev re rabûn û ji þîr û nîviþk taþtê xwarin û bi þivên re berê pez da cihê kevirê reþ ê çûkê heftrengî ketibû binê. Heta pez gihiþt ber kevirê reþ, Rok bejnekê bilind bibû û germahiya xwe dabû ser beriyê. Þivan pezê xwe berda çêreyê û ji tûrê xwe qerase derxist û hat ber kevirê reþ rawestiya. Qerase xist bin kevir û ew û Ro bi hev re hêza xwe dan ser û kevirê reþ bilind kirin. Dema kevir bilind kirin dîtin ku ne hêlîna çûkekî, devê þikeftekê di binê kevir de ye. Ro keçeke jîr û hiþmend bû; têgihiþt ku çûkê wê li vê derê ne tenê ye û hikmetek di vê þikeftê de heye. Ji bo wê spaziya xwe ji þivên re kir û got: - Birayê delal, ez vê qenciya te ti caran jibîr nakim. Ezê niha dakevim hundirê þikeftê û heta êvarî sî bikeve ser beriyê, li hêviya hatina çûk bimînim; lê ji bo nizanibe kes ketiye hundir û li hêviyêye, tu bi pey min re kevir dîsa deyne cihê wê û wekî berê bike. Ro piþtî gotina xwe qedand, daket hundirê þikeftê û þivan pey re kevir dîsa gêrî ser devê þikeftê kir û anî sêra berê. Ro di hundirê þikeftê de bi çavkorî meþiya û ji xwe re qorziyek dît, xwe tê de veþart û li hêviya êvarî ma. Dema bi xwe hisiya ku Rok ber bi êvarî ve diçe, di qorziya xwe de awirên xwe dirêjî devê þikeftê kir û bi gurme gurma dilê xwe, li hêviya hatina çûkê xwe ma. Neptî zû ne dereng, reþahiyek, di bin kevirê li ser devê þikeftê re firiya hundir û bi ketina wî ya hundirê þikeftê re, þikeft weke bibe nîvê rojê wiha ronahî bû. Çûk hat û li nîvê þikeftê rawestiya; du sê fitlonekan li derdora xwe fitilî û piþt re baskê xwe ji hev vekirin û xwe daweþand; bi carekê re bû xortekî spehî û bedew ku roja yekem çawa ji nava qalikên zebeþ derketibû û Ro bi heft dilan dil ketibûyê, dîsa bi wê bedewî û spehîbûnê derketibû holê. Ro careke din bi dîtina wî ne bi dilekî bi heft dilan dil ketyê û ji qorziya xwe lê veþartiye derket û xwe avêt hembêza hevalê xwe yê jiyanê yê ku hîn bi hev þa nebûne û heft sal û heft roj in bi hesreta dîtina wî bi çol û cebelan ketiye, li welatên xerîbiyê heft çarox û heft gopalên hesin mihandiye… Xortê bedew dema Ro dît veciniqî û bi ser de qêriya ku bi çi hiþ û aqilî hatiye ketiye vê þikeftê û got: - Min ji te re negot bi pey min nekeve û ger tu heft çarox û heft gopalên hesinî bimihînî jî tu min nabînî? Ka bêje tu çawa hatiyî vir û kê ev der þanî te daye. Ma tu nizanî vê derê þikefta Dapîra Mîrê Cinan e!? Bêhneke din wê Dapîra Mîrê Cinan were û çawa bikeve hundir wê bêhna te bike û hû bike te, te bê giyan bike û daqurtîne! Te serê xwe jî xist belayê, serê min jî xist belayê. Tu li min mukir nehatibayî, evqase tiþt ne bi serê min dihat, ne jî bi serê te dihat. Ji ber ku tu li min mukir hatî, Dapîra Mîrê Cinan ez anîme vê derê û ez siza kirime ku heta heye jê re xizmetê bikim. Niha ku were hundir wê bêhna te bike û hû bike ser te, bi hilma devê xwe wê giyana te bistîne û te ji xwe re bike þîv! Ro wiha hizirî ku hevalê wê yê jiyanê ji bo çavê wê bitirsîne û wê rêbike malê wiha dibêje. Lê piþtî geryana heft sal û heft rojan ku gihiþtibû hevalê xwe çawa dikarîbû dev jê berdaya û destvala bi ser hemwelatiyên xwe de vegeriyaya?! Destên xwe avêt derdora situyê hevalê xwe û got: - Êdî li ser ruyê vê dinyê ji min re bêyî te jiyan nîne! Vê yekê zanibe ku ji vê gavê û pê de ez bimrim bi te re me, ez bimînim bi te re me! Ne Dapîra Mîrê Cinan, eþîra mîrê cinan tev werin û hû bikin ser laþê min û min qet qet bikin daqurtînin, ez dîsa terka te nakim û dev ji te bernadim. Ger mirineke min hebe, bila ne bêyî te, li gel te be! Bi vê gotinê agir ket dilê xortê spehî û rondik herikîn ber mijankên wî. Bi destê hevala xwe ya hîn ti xêr ji hev nedîtine girt û got: Hevala min, jîn û evîna dilê min; ka guh bide ser gotinên min ku ev roja xêrê li min û li te nebe roja me ya dawî! Bêhneke din wê Dapîra Mîrê Cinan were hundir û ji heybeta wê, wê bibe kurpe kurpa dilê te û tê bidî ber qîran! Lê qe ne vê carê bi ya min bike û bi zimanê xwe karibe. Niha ezê heft den û heft devikên wan bînim û te di hundirê wan de veþêrim. Dema Dapîra Mîrê Cinan were hundir divê tu qet dengê xwe nekî û hilma xwe jî nestînî û bernedî! Wê dapîr çawa bikeve hundir bi ser min de hil bibe û bêje; ‘Bêhna mirovan tê min! Ka ew mirov li ku ye; bîne ez hû bikimê ku bê giyan bikim û daqurtînim bixwim!’ Wê gavê ezê sond bixwim û bêjim ku li hundir ti mirov nînin û ji ber xwe ve bêhn dike. Lê wê ew ji min bawer neke û bang li te bike ku tu derkevî derve. Destpêkê wê nav di xwe de bide û bixwaze te bitirsîne ku tu derkevî derve; lê tu tu bî, ti caran bi tirsdayînên wê dernekevî derve; ger tu derkevî, di cih de wê hû bike ser te û te bê giyan bike û daqurtîne! Piþtî ku bi navdayîna xwe tu derneketî, wê soz û peymanan bide te û bixwaze te wiha bixapîne derxîne derve; lê tu tu bî, ti caran bi sozdayînên wê nexapî û dernekevî derve; ger tu derkevî wê ev bibe dawiya te û herwiha dawiya min! Dema dît ku dîsa tu derneketî derve, wê demê wê bêje, ‘Derkeve ey çêlîka mirovan, bextê min ji te re, were li ber min raweste û daxwaza xwe bêje ku ez te azad bikim!’ Wê gavê êdî tu dikarî ji kawaran derkevî lê tu tu bî ti caran ji pêþ ve tu xwe nêzî Dapîra Mîrê Cinan nekî; her çiqasî bext bide te jî dîsa heta tu þîrê wê nemijî baweriya xwe pê neynî û dernekevî pêþberî wê. Dema tu ji kawarê derket bi dizî ji paþ ve xwe nêzî wê bike û rahêje guhanê wê bixe devê xwe û di nava diranên xwe de biþidîne. Wê ew xwe bi vî alî û wî alî de bihejîne, wê xwe hilavêje û deyne ku guhanê xwe ji nava dev û diranên te veqetîne; lê tu tu bî, ti caran guhanê wê bernede heta ku ji te re bêje; ‘Temam çêlîka mirovan min bext da te, êdî tu dikarî werî hizûra min û daxwaza xwe ji min re bêjî!’ Dema Dapîra Mîrê Cinan wiha got, ‘Min bext da te’ êdî divê tu zanibî ku ti zirara wê nagihêje te û tu dikarî guhanê wê berdî, werî hizûra wê û daxwaza azadberdana min û xwe bikî! Ro, yek bi yek peyvên hevalê wê gotin guhdar kir û ket hundirê heft denên hevalê wê anîn û heft qapax bi ser xwe de girtin ku Dapîra Mîrê Cinan zû bi zû bêhna wê neke. Bêhneke din, wekî erd û ezman tev biheje þikeft ji cihê xwe lerizî û gurminiya dengê lingê Dapîra Mîrê Cinan li ber derî hat. Ji gurmînî û hurminiya jê dihat kezeba Ro hat ber devê wê û hindik mabû ji tirsan re dilê wê rawestiyaba. Lê, hevalê xwe û gotinên wî anîn bîra xwe û wêr da xwe, di cihê xwe de rûniþt û li hêviya ketina dapîrê ya hundir ma. Neptî kevirê ber devê þikeftê hat hilgavtin û Dapîra Mîrê Cinan ket hundir. Çawa gava xwe avêt hundirê þikeftê bi ser xortê li hundir de qêriya û got: - Himm… Bêhna mirovan tê pozê min kurê min; ka zû ji min re bêje ev mirov kî ye û li ku ye? Ka bîne ku ez hû bikim ser û bê giyan bikim û daqurtînim, zikê xwe têr bikim û li ser têr xew bikim!’ Xort hat li pêþberî dayika xwe rawestiya û dest bi sondxwarinan kir û got: - Bi hêz û sêhra dapîr û bapîrên xwe sond dixwim ku lingê ti mirovan li vî hundirî li ser erdê nîne û ti mirov di vî hundirî de nînin! Lê Dapîra Mîrê Cinan, ji sonda kurê xwe bawer nekir û li derdora xwe çû û hat û nav di xwe de da û got: - Hey mirovê/a mirov; tu kî bî û li ku bî zû derkeve û were hizûra min, xwe biavêje ber lingê min ku ez te bibexþînim. Ez dapîra mîrê cinan im ku gaveke min li erdê, gaveke min li ezmanan e; ez Dapîra Mîrê Cinan im ku di þevekê de dikarim qesr û qonaxan ava bikim û hilweþînim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ku dikarim avên kaniyan biçikînim û ji guhanên pezan xwînê biherikînim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ku dikarim erd û ezmanan tije ewrên reþ bikim û cîhanê li mirovan tarî bikim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ku mirovê bi ya min neke, xwe di heft denan de jî veþêre, dikarim derxim û hû bikim ser, wê/wî di cih de bêruh bikim û bi gepekê daqurtînim ji xwe re bikim þîv û li ser têr xew bikim. De ka tu kî yî û li ku yî, ji min re bêje û derkeve derve ku hîn min tu bi destê xwe dernexistiye û hû nekiriye ser ruyê te! Ro di hundirê heft denan de wiha dilerizî û diranên wê wiha li hev diþerqiyan ku dengê lerizîn û þerqiniyê den di cihê xwe de dilerizandin. Heta hêz tê de hebû bi diranên xwe, lêvên xwe gez kirin û her du destên xwe li ser devê xwe gihand hev ku liv û deng jê çênebe û Dapîra Mîrê Cinan çiqasî nav di xwe de da, wê yek devik jî ji devikên denan bilind nekir û derneket derve. Dema Dapîra Mîrê Cinan dît ku kesek dernakeve derve; vê carê dîsa xwe hilavêt û her du guhanên xwe yên bi erdê re dikiþkiþîn avêtin ser milên xwe û qûn da erdê û dest bi sozdayînan kir û got: - Tu kî bî û li ku derê xwe vaþartibî zanibe ku ez Dapîra Mîrê Cinan im; ez xwediyê rehm û xêran im. Ez Dapîra Mîrê Cinan im; xwedî hêza herikîna kanî û çeman im. Ez ew im ku dikarim evîndaran bigihînim hevûdu û dilên bi hesret þa bikim. Ez ew im ku dikarim rêkên dûr nêzîk, çolên bej têr av, dilên bi kul têr derman bikim. Ez ew im ku mirova/ê bikeve mala min destvala venagerînim û çi miradê wê/wî hebe di cih de pêk tînim. Tu kî bî, li ku bî derkeve û were pêþberî min û lêborîna xwe ji min bixwaze ku ez te azad bikim û bi rêka te de rêbikim! Ger tu bi xwe dernekevî, tu xwe di hundirê heft denan de jî veþêrî, ezê te derxînim û hû bikim ser te ku tu di cih de bê giyan bimînî û te bikim gepek û daqurtînim ku ji xwe re bikim þîv û li ser têr xew bikim! Ro careke din di hundirê denan de lerizî û veciniqî; her du destên xwe bi ser devê xwe de dewisand û li cihê xwe rawestiya û guh neda sozdayînên Dapîra Mîrê Cinan! Dapîra Mîrê Cinan dema dît ku dîsa kesek derneket derve, vê carê pala xwe da erdê û piþta xwe da deriyê þikeftê û got: Tu kî bî, li ku bî; li gorî ku tu ne ji çavtirsandinên min tirsiya, ne jî bawerî bi sozdayînên min anî û derneketî derve, diyar e tu keseke/î bi hiþ û dil î! De ka derkeve derve, ez Dapîra Mîrê Cinan im; bextê min ji te re ku tu derkevî derve, ez tiþtekî bi te nekim û çi daxwaza te hebe bi cih bînim. Lê Ro hemû gotinên hevalê xwe anî bîra xwe û dîsa dengê xwe nekir; bes bi dizî û bi hêdî yek bi yek devikên denan bilind kirin û derket derve. Ji paþ ve xwe nêzî Dapîra Mîrê Cinan kir û guhaneke wê ya di ser milê xwe re avêtibû nava piþta xwe, girt û xist devê xwe û pê re heta hêza wê hebû bi diranên xwe givaþt û dest bi mêtinê kir! Dapîra Mîrê Cinan bi girtin û gezkirina guhanê wê bi carekê re veciniqî û ji cihê xwe rabû xwe hilavêt jorê û xwe li erdê xist. Xwe bi vî alî û vî alî de avêt û xwest ku ji vê mirova li ser piþta wê ya guhanê wê xistiye devê xwe xelas bike. Lê çi kir û nekir mirovê guhanê wê berneda! Dawî Dapîra Mîrê Cinan rawestiya û got; ‘Tu kî bî û ji ku hatibî ka dakeve xwarê, bextê min ji te re; were hizûra min û daxwaza xwe ji min re bêje.’ Wê demê Ro guhanê Dapîra Mîrê Cinan berda û daket xwarê! Dapîrê Ro û kurê xwe danîn pêþberî xwe û ji wana re got: - Min dizanîbû ku wê rojekê ev qeda were serê min û kurê min dil bikeve mirovekê û ji min veqete! Ji bo wê dema te li ser banê qesrê veþareya kurê min eþkere kir, min ew kir çûkek û anî cem xwe ku xizmeta min bike û te jibîr bike. Lê tu nesekinî û bi heft çarox û heft gopalên hesinî bi pey evîna xwe ketî û heta te nedît, tu ne li ber sar û seqemê, ne jî li ber germahiya çol û cebelan nerawestiyayî. Ev jî diyar dike ku evîna we ji dil e û tiþtekî ji niha û pêve ez bikim û bikevim navbera we nîne. Evîndarê te kurê min e û mîrê tevahiya cinên vê dinyayê ye! Ji nava mîran keça kîjan mîrî bixwesta minê di wê bêhnê de jê re biguhezta; lê wî dil berda te û ji bo bigihêje te, min ew di nava du qalikên zebeþan de li mala Sarê ya jina Gavanê li welatê di navbera du gol û du çeman de anî dinyê. Ew kurê Dapîra Mîrê Cinan e ku xwediyê sêhr û huneran e. Lê madem hûn dixwazin dîsa vegerin ser xaka dê û dapîrên xwe û wekî mirovan di nava mirovan de bijîn, wê demê kurê min jî weke te dibe mirov û hemû sêhr û hunera wî ya ji cinitiyê tê wê betal bibe û ew jî wekî mirovekî wê jiyana xwe bi ked û xwêhdana xwe bidest bixe. Ger hûn vê yekê dipejirînin ezê destûra we bidim ku hûn vegerin ser xaka xwe! Kurê Dapîra Mîrê Cinan destê xwe danî ser destê evîna xwe Ro û ji dayika xwe re got; - Dayê, hîn dema te ez nexistibûm navbera du qalikên zebeþ û li mala gavên neanîbûm ruyê dinyê; min xweþikbûn û bedewbûna Ro dîtibû û ne bi dilekî bi heft dilan dil ketibûm bejn û bala wê! Ne ku ez ji sêhr û hunera xwe dûr bikevim, ne ku ez ji cinitî û cîhana cinan veqetim; ger laþê min qet qet ji hev vekin û her qetekî rêbikin seriyekî dinyê, dîsa jî ez terka hezkirin û dilketina Royê bernadim û ji bo xatirê jiyankirina bi wê re ez amade me bibim mirovek û di nava mirovan de wekî mirovan bi keda destê xwe û xwêhdana eniya xwe bijîm. |