CIVAKEK NÛJEN LI QADAN E!

 

 

 HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

Li kolanan, li qadan binêrin; bi sed hezaran, bi milyonan kurd, bi cilên netewî, bi coþeke netewî, bi yekbûneke netewî tên gel hev. Bi yek awazê, bi yek dengî diqêrin. Ji zilma dijminan re dibêjin, `Êdî Bes e!`

Ev li Kurdistanê tiþtekî nû ye. Berhema têkoþîna salan, berhema dîroka serhildarî, berhema berxwedanên li her aliyê Kurdistanê ye! Gelê kurd radibe, hil dibe, serê wê digihê heta erþ.

Di dîroka kurdan de ne dost ne dijmin gihiþtineke wiha mezin nedîtiye. Kurd ewqasî bi coþ, bi giyaneke netewî, bi gihiþtineke kurdewarî nehatine gel hev. Bedena xwe li hember tank û panzêran kirin bend li Qamiþlo, li Wan, li Geverê û li gelek qadên din.

Dijminên kurdan har bûne, dîn bûne. Nema dizanin çi bikin. Li aliyekî gule direþînin ser gel, li aliyekî panzêran diajon ser girseyan, li aliyekî milê zarokan hildiqetînin, li aliyekî bi jopan li dayikan dixin... Dîsa jî tîna wan hênik nabe! Dijmin zêdetir xwînê dixwaze. Wehþeta dijmin, hovitiya dijmin ne tenê li ser gel, li ser gerîlan jî bi awayekî nedîtî dimeþe. Li van wêneyan temaþe bikin û ji xwe û ji cîhanê bipirsin, Ka kî terorîst e!?

Gelê kurd, gerîlayên azadiyê, dayikên bê guneh an dewleta zilmdar, ya hov, ya desthilat?

Hovitiya artêþa tirk di dîroka mirovahiyê de gihiþtiye qada herî bilind. Ev nîþaneya têkçûnê ye. Di rewþên têkçûnê de dijmin har dibin, çavên wan li nava serê wan sor dibin. Komara Tirkiyê, sazûmana desthilat jî li hemberî berxwedana gerîlan, li hemberî serhildana gelê kurd pêvajoyeke wiha dijî.

Tirkiye di warê exlaqî de têkçûnek, herifandinek, hilweþînek mezi dijî. Sazûman kevnare bûye. Sazûman genî bûye. Sazûman kivnoyî bûye. Dixwaze vana tevan jî di serê kurdan re derxîne...

Kurdan digre, dikuje, koç dike... Lê kurd di zanistiya her tiþtî de ne. Kurd bi têkoþîna azadiyê gihiþtine tama jiyaneke azad. Gihiþtine tama her roj serhildan, her bêhn berxwedan!

Kurd dev ji vê jiyanê nikarin berdin. Kurdan mifteya serkeftinê ya deriyê jiyana azad bidest xistine. Êdî ji dest xwe bernadin. Wê kurd biserkevin. Nîþaneya serkevtina kurdan, pêkanînên hovitî yên sazûmana Tirkiyê ne.

Li malpera binêrin. http://www.lekolin.org/article.HABERLER.1501 Hûnê di vê nivîsarê de hovitiya sazûmana tirk û piþtgirên wê baþtir binasin. Ji bo qirkirina têkoþerên kurd, ji bo bidawîanîna hêviya gelê kurd çi çek bikar anîne, çiqasî dijmirovî tevgeriyane, hûn dikarin bixwînin.

Sazûmana Tirkiyê bi van kiryariyên xwe, êdî temenê xwe dagirtiye. Roj êdî roja têkbirina wê, veguherîna wê ye. Ji bo gelên Tirkiyê pêwîstî bi sazûmaneke demokratîk a ji mafê gelan û mirovan re rêzdar heye. Ji bo gihiþtina sazûmaneke wiha divê her kesê li ser vê xakê dijî helwesta xwe li hemberî sazûmana niha diyar bike. Sazûman tev bûye kombûna artêþ-polîs-çete-cerdewan-diz û çelpêran. Sazûmaneke wiha li serê gelan bele ye. Gel divê vê beleyê ji serê xwe biavêjin. Ger neavêjin wê ev sazûman pêþerojê li gelan bike jehr û ji xwe ji niha ve kiriye dojeh.

Tev bi hev re; kurd, tirk, kî li ser vê xakê hebe, rabin û helwesta xwe diyar bikin. Ji vê sazûmana hovane re bêjin `Êdî Bes e!`

 

Ji bêrûmetiya dispêrin gelan re, êdî bes e; ji girtin û kuþtina mirovan re êdî bes e, ji joplêdana dayikan re êdî bes e, ji hilqetandina milê zarokan re êdî bes e, ji ajotina panzêran a ser girseya gel re êdî bes e, ji gulereþandina ser gel re êdî bes e, ji kuþtina kurdan re êdî bes e, ji bêhurmetiya li hemberî laþê gerîlayên þehîd re `ÊDÎ BES E!`

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org