|
Ciwanên Kurd li Zurichê Kongre lidar xistin
Hesen Huseyîn Denîz
Piþtî
kongre, rêvebirê ciwanên li Zurichê birêz Çekdar Amedî
yê 19 salî û Eylem Batmanî ya Berdevka Meclîsa Zurichê ya 27
salî nêrînên xwe yên di derbarê rojeva kongrê de wiha diyar kirin: Çekdar
Amedî: Ev kongreya me ya yekemîn e. Piþtî damezirandina sazûmana Koma
Civakên Kurdistanê ciwanên kurd ên li Zurichê dijîn cara yekemîn e tên
gel hev û di meclîsekê de xwe birêxistin dikin, li ser pirsgirêkên xwe
gengeþe dikin û li rêkên çareseriyê digerin. Ev ji bo me gaveke grîng
û dîrokî ye. Bi damezirandina vê civatê armancame ew e ku ciwanên me yên
di nava sazûmanê de dihilin û ji nirxên xwe yên netewî dûr dikevin,
em bikaribin xwe bigihînin wan û wana ji nû ve bikiþînin ser nirxên
wan ên netewî. Ciwan ji sedemên bêrêxistiniyê di valatiyê de dimînin
û sazûmana heye jî ji xwewindakirina ciwanan re pir vekiriye. Bi vê
sedemê emê rêxistiniya ciwanan li pêþ bixin. Bila ciwanên me werin gel
hev, bi hev re rûnên, bi hev re biaxivin, bi hev re di nava danûsitendinê
de bin ku çavê wan ne li der ve be. Ev jî bi xurtkirina rêxistiniyê
çêdibe. Bi vê armancê me ev civat damezirand û li ser vê em hêvî
dikin ku gavên pêþdetir emê biavêjin. Azadiya
Welat: Tevlêbûn çawa bû û zêdetir hûn li ser çi mijarê rawestiyan? Çekdar
Amedî: Delegeyên me xwestin bi tevahî hatin. Me bi zanabûn hijmar zêde
negirt, ji ber ku ev kongreya damezirandinê bû û me li ser pirsgirêkên
damezirandinê gengeþe kir. Wê civat çi bike û çawa were meþandin;
rojev bi giranî ev bû. Ji bo wê kongreyek avakarinê me li dar xist û
delegeyên beþdar bûn di wê zanistî û gihiþtinê de ne. Rojeveke me ya
din a grîng jî li ser pêvajoyê û têkoþînê bû. Azadiya
Welat: Asta rêxistiniya ciwanan li Zurichê çawa ye? Çekdar
Amedî: Di demên borî de di vî warî de hinek kêmasî hatine jiyandin û
rêxistiniyek xurt çênebûye. Lê bi demê re ev tê rakirin û mirov niha
dikare bêje di vî warî de gavên grîng tên avêtin. Ji xwe bi
damezirandina Civata Ciwanan êdî rêxistiniya ciwanan dikeve pêngaveke nû
ku roj bi roj pêþketinan û lixwezêdekirinê bijî. Azadiya
Welat: Ji bo pêþerojê çi planên we hene û we çi biryar girtin? Çekdar
Amedî: Em dixwazin ku ciwanên me li gorî nirxên xwe yên netewî bijîn.
Çand, huner, wêje, kevneþopî, dîrok û hemû nirxên kurdinî divê
bigrin û jibîr nekin, xwe jê dûr negrin. Bi taybetî bikaranîna zimanê
dayikê, xweperwerdekirina bi zimanê dayikê ji bo ciwanan gelekî grîng e
û me daxwaz kir ku her ciwan di vî alî de him xwe tevlê bike û him bide
pêþ. Me biryar kir ku em van xebatan bi grîngî û berfirehî bimeþînin
û pê re li her alî xwe bigihînin ciwanên kurd û wana bikiþînin nava
rêxistiniya civata ciwanan. Azadiya
Welat: Birêz Eylem hûn jî wek berdevkê civata ciwanan hatin hilbijartin,
di kongreyê de polîtîkaya we ya di derbarê hilbijartinên þaredariyan
ya li Kurdistanê de çawa hat nîþandan? Eylem
Batmanî: Civata me, hilbijartinên îsal wekî referandûmeke li dijî
helwestên hikûmetê û polîtîkayên înkar û îmhakirinê yên dewleta
tirk dibîne. Bi vê armancê em bang li gelê xwe dikin ku dawî li
desthilatiya vê hikûmetê bînin û dengê xwe bidin xwe û dengên xwe ji
xwe re bikin pêþerojek ronahî. Ger li Kurdistanê AKP þaredariyan bidest
bixe, ev wê rêkê li ber zêdetir qirkirin, înkar, operasyon û kuþtinan
veke. Wê zêdetir mafên gelê kurd werin binpêkirin. Divê gelê kurd
destûrê nede vê yekê. Azadiya
Welat : Dewleta tirk qinalek kurdî vekir. Hûn vê çawa pêþwazî dikin? Eylem
Batmanî: Vekirina TRT 6ê provokasyonek li hemberî gelê kurd e. Lîstikek
qirêj a dewleta Tirkiyê ye. Banga
me li hemû welatparêzên kurd heye ku bila zanibin ev qinal ne qinala me
ye. Dewlet dixwaze bi vê qinalê cahþitiya çandê berfireh bike.
Em dewleta Tirkiyê ji ber vê kiryara wê þermezar dikin. Ger
durist be, divê di zagona bingehîn de vekirina televizyon, radyo û weþanên
kurdî azad berde û ne dewlet qinala tv damezirîne, bila kurd bi xwe jî
bikaribin tv yên xwe damezirînin. Ger wiha neke, di vê avakirina TRT 6 de
dek û dolap heye. Bila gelê me hiþyar be. Azadiya
Welat: Gelo banga we ji ciwanan re heye? Eylem
Batmanî: Belê, di vê pêvajoya hasas û xeter de, em dixwazin ciwan tev
di bin sîbana civata me de bicivin ku bikaribin li nirxên xwe û li hebûna
xwe xwedî derkevin. Roja 8ê Sibatê bi vê armancê û ji bo pîrozkirina
damezirandina Civata Ciwanan emê li Winterthûrê þahiyeke berfireh li dar
bixin. Em hemû ciwanên xwe vedixwînin vê þahoyê. Werin em bi hev re
ber bi azadiya welêt ve bimeþin! ***
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org