|
ÇÛN HÊSAN E, LÊ VEGER ZAHMET E!
HESEN HUSEYîN DENîZ
Birêz
nêçîrvan di rojên pêþiya me de diçe Tirkiyê. Her çiqasî mijara
çûna wî tê zanîn jî, ez wiha zen dikim ku ew bi xwe jî niha di nava
xemgîniyekê de ye. Niha ji xwe re wiha dibêje: -
Ev çi bela ye ku ez ketimeyê? Ez
biçim, nabe; neçim nabe! Sozekê bidim wan û pey re nikaribim pêk bînim
dîsa nabe! Sozê nedim wan, nikarim vegerim! Ya rebî tu alîkarê min bî.` Bawer
kin niha Kek Nêçîrvan di odeya xwe de ji seriyekî diçe seriyekî din û
wiha dihizire, diponije. Ger Mam celal ba, ne xema wî bû; ew xwedî
tecrube bû! Wê bi hêsanî biçûya mirîþkên xwe bixwarana, bîraya xwe
bi ser de vexwara û hatiba. Lê Nêçîrvan di dîplomasiya Tirkiyê de hîn
nû ye. Ew
zen û ponijîn niha bi rayedar û fermandarên tirkan re jî heye. Wan xêrek
zêde ji kek Mesûd û mam Celal nedîtin. Niha dixwazin bextê xwe bi Nêçîrvan
biceribînin. Mam Celal dibêje û nake. Kek Mesûd ji xwe bi ya wan nake.
Niha dibêjin, `Ka em gelo bi Nêçîrvan nikarin tiþtekî bikin?` Dizanin
ku Nêçîrvan hinekî nerehetiyên xwe ji PKKê hene. Dixwazin vê yekê
derxin pêþ û jê sûd bigrin. Lê Nêçîrvan çiqasî li dijî PKKê be
jî, ew bi xwe jî diyar dike ku divê qasî derfet û hêza xwe li mijarê
binêrin. Dibêje; `Em çend caran çûn ser PKKê, me pê nikarîbû! Niha
em qet nikarin.` Rast dibêje. Çima? Berê
artêþa Tirk û pêþmergeyên Soran û yên Behdînan her sêyan xwe kirin
yek û bi ser PKKê de hatin. Di encamê de, hindik mabû ku PDK jî, YNK jî
desthilatiya xwe ya li Baþûr ji dest birevînin. PKKê ahengên cîhanê
da ber çav û xakên ji wan her duyan bidest xistin dîsa da wana. Ku
nedaba, niha nîvê Baþûr zêdetir jî di bin rêvebiriya PKKê de ba ya.
Lê ji sedema destnedayîna ahengên cîhanê PKKê hêzên xwe vekiþandin
Qendîlê. Niha PDK jî, YNK jî rewþeke ji wan salan pir cudatir dijîn. Di
wan bîst salan de, (1983 heta 2003) pêþmerge dikarîbûn ji bo dused
dolarî jiyana xwe bidana ber devê tifingên PKKê; ji ber ku di mala xwe
de birçî bûn. Neçarî dikare mirovan rêke ser her þaþitiyê. Gelê Baþûr
jî neçar bû. Ji þerên dûvdirêj ên têkçûyî derketibû. Li welêt
ti aborî tinebû, kargeh tinebûn û hatinek ti kesî jî tinebû. Dused
dolar têra pêþmergeyekî dikir ku mehekê zikê zarokên xwe dagre. Ji bo
wê bi dused dolarî derdiketin çiyayê Qendîlê û sînga xwe didan ber
guleyan. Lê
niha, piþtî hilweþîna desthilatiya Sadam û avabûna Federasyona kurdî,
di aboriya kurdên Baþûrî de hilpekînek diyar çêbû. Pêþmergeyên ku
wê demê bi dused dolarî sînga xwe didan ber guleyan, niha mehê bi dusedûpêncî
dolarî ji bo karê mala wan bikin ji Afrîqa reþikan tînin! Li
her maleke pêþmergeyên wê demê, reþikek niha ji wan re xwarinê çêdike,
mala wan dimale, li zarokên wan dinêre! Ji zikê birçî ber bi bajarîbûnê
ve gav hat avêtin. Erbeya di bin wan de niha ne kêmî 20-30 hezar dolarî
ye. Xaniyê xwe didin þîrketên tirkan bi kirê, her qatek mehê bi
1500-2000 dolarî. Nêçîrvan bi xwe navendek kirîn û firotinê li nîvê
sûka Hewlêr lêkiriye ku bi milyaran dolar pere rijandiyeyê û hatina wê
jî bêguman wê li gorî vê razandinê be. Bê
guman me li vir tenê çend reqemên berbiçav dan, hîn ên ne beriçav jî
hene. Mînak teknîka ku ji Dubaî tê baþûr û tê firotin li welatekî
Ewropa nayê firotin. Ger hêza gel a kirînê tinebaya, tenê li Hewlêr zêdeyî
150 dikanên telefona mobîl difroþin, ewqase dikanên kompûterê difroþin,
200 dikanên Televizyon û firaxên spî difroþin kar nedikirin... Ji
sedî 95ê van kesan berê bi dused dolarî dihatin ser PKKê ango pêþmergetî
dikirin. Ê niha wê çawa dev ji vê rewþa xwe berdin û dîsa sînga xwe
bidin ber guleyan. Qet hiþmendî nayê. Bi
vê sedemê karê Nêçîrvan jî, yê rayedar û fermandarên tirk jî zor
e. Çi sozê bidin hev wê derew be. Wê demê bi vê hevdîtinê dixwazin
çi bikin? Dixwazin bi psîkolojiya gelan bileyizin û arîþeniya xwe
serast bikin. Ji ber ku bi çalakiya Zap û Oramarê hêza wan têk çû, lê
bi çalakiya li Bezelê arîþeniya xwe ji dest dan. Niha di hewildana
bidestxistina wê de ne. Wekî din tiþtekî bikaribin bikin nîn e! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org