|
DAWIYA CHPê NE XÊR E
Hesen Huseyîn Denîz
CHP
(Partiya Komara Gel) a di bin seroktiya Denîz Baykal de, li Tirkiyê her ku
diçe, dibe rûreþiya çepgiriyê. Ev çend hilbijartin çêdibin, her carê
ji jiyandina binkeftinê zêdetir tiþtekî bidest naxe. Tevî vê þerm
nake, dibêje; ‘Dîsa gel erka mûxalefetê da ser milê me!’ Di
rastiyê de gel erka mûxalefetê nedaye ser milê wî û ti daxwaz û pêwîstiyeke
gel a bi vî rengî jî nîne. Gel bi van hilbijartinan rêka îstîfakirinê
(destberdana ji erkê) da pêþiya wî. Lê dîsa ruyê wî naþewite û
derdikeve pêþberî gel dibêje ku wê îstîfa neke! Di vê mijarê de qasî
Memet Agarê rastgir jî xwedî rûmet derneket. Agar dema bi ser neket, di
cih de îstîfaya xwe da, lê Denîz Baykal dibêje ku wê erka xwe bidomîne.
Baþ e ev erka wî çi ye? Erka
dane ser milê Denîz Baykal, tasfiyekirina tevgera çepgiriyê ye. Vê
tasfiyekirinê jî ne bi tinekirinê, bi guherandinê pêk tîne. Ger dest
bi tinekirinê bike wê eþkere bibe û nikaribe weynê xwe yê xerab
bileyize. Lê ku bi guherandinê pêk bîne wekî heta niha didomîne, wê
bikaribe demeke din jî ruyê xwe yê bê rû veþêre. Li
Tirkiyê kevneþopiyeke CHPê ji dema Mistefa Kemal û Îsmetê Kerr vir ve
heye. Berê digotin, ‘Xilq û demoqrat!’ Yanê li Tirkiyê du partî hebûn.
Yek jê Partiya Xilq a ji CHPê re dihat gotin, yek jê jî Partiya Demoqrat
bû. Tê zanîn ku li Tirkiyê di salên piþtî damezirandina Komara Tirkiyê
de heta salên 50î partiyek tenê ya CHPê hebû. Piþt re partiya Demokrat
lê zêde bû û komar bû sazûmaneke bi du partiyan. Piþtî zagona bingehîn
a sala 60î û vir ve jî komar bû xwediyê sazûmaneke bi pirr partiyan. Di
dema komara xwediyê yek partiyê de bû, partiya CHPê wekî partiyeke
komarxwaz û qaþo pêþverû dihat nasîn. Berya tevgerên çepgir
derkevin, kesên xwediyê nêrîn û ramanên çep bi CHPê xwe dianîn ser
ziman. Ji xwe dema Partiya Demokrat hat damezirandin, ew jî li hemberî vê
çepgiriyê wekî dengê rastgirî derket holê. Ji wê rojê û pê de xeta
di navbera çepgirî û rastgirî de, di kesayeta CHP û Partiya Demokrat de
zêdetir diyar û tûj bû. Heta salên 70yî jî dema navê CHPê dihat ser
ziman bi vî awahî bû. Piþtî
salên 70yî li Tirkiye û Kurdistanê tevger û rêxistinên bi rastî çepgir
derketin holê û çepgirî ji destê CHPê hat sitendin, lê CHP hê jî
wekî partiyeke pêþverû û demokrat dihat nasîn. Serokê CHPê Bulent
Ecevît her çiqasî di dagirkirina Qibris de weyn girtibe ser milê xwe û
di salên dawî de dijberiyeke heta pileya nijadperestî li hemberî gelê
kurd dabe meþandin jî, di nava partiyên sazûmanî yên li Tirkiyê de
wekî partiyeke nêzî çep û pêþverû dihat hêvîkirin. Lê
di van deh salên dawî de qedera CHPê guhertinên pir mezin û dijwar
jiya. Destpêkê Bulent Ecevît ji vê partiyê dest vekiþand û xwe bi
partiya DSP anî ser ziman. DSP ji aliyekî ve xwest cihê CHPa kevin bigre.
Lê bi ser neket. Sedema biserneketina wê, hilweþîna di rêxistiniya çepgiriyê
de dihat jiyandin bû. Li
Tirkiyê çepgirî piþtî salên 90î û zêdetir piþtî salên 2000î
diket nava dest û lingan. Ji aliyekî ve parçebûn, ji aliyekî ve
hevnepejirandin, ji aliyekî ve rastgiriya di navê de, çepgirî anî warê
tinebûnê. Niha
di roja me de di nava partiyên li ser navê çepgiriyê tevdigerin de,
rastgirî û nijadperestiyeke mezin heye. Sedem tev nêzîkatiyên wan ên
ne rast ên ji pirsgirêka kurd re ne. Ger tu partî û tevgereke çepgir bî,
tu li ser kîjan xakê dibî bila bibî, divê piþtgiriya gelên bindest û
mazlûm bikî. Ev prensîbeke çepgirî û çepitiyê ye. Lê li Tirkiyê di
mijara kurd de ev jî ji holê hatiye rakirin. Di mijara kurd de, rastgirî
an çepgirî nîne, “Mîllî mûtabaqat” heye. Mîllî mûtabaqat ango
lihevhatina netewî dike ku dîwarên di navbera prensîbên çepgirî û
rastgirî de ji holê rabin. Wê demê ha tu rastgir, ha tu çepgir qet ferq
nake. Ya grîng ku tu ji gel dengan bistînî û bibî parlamen û di meclîsê
de li ser kursiyekê rûnê. Dema armanca te dibe ev, ne dîn bi te re dimîne
ne îman, ne prensîb dimîne, ne rûmet! Niha
CHP di kesayeta Denîz Baykal de pêvajoyeke wiha jiya û bi van
hilbijartinan hat dawiya vê pêvajoyê. Di nava CHPê de çend kesên
dixwazin li rûmeta xwe xwedî derkevin nû nû li hemberî cûntaya Denîz
Baykal deng derdixin û wî dawetî îstîfayê dikin. Denîz Baykal niha li
ber xwe dide, lê temenê wî heta dawiya salê naçe. Yan wê dest ji
seroktiya CHPê vekiþîne û CHPê bihêle ji xwediyên wê yên bi rastî
bikaribin nûnertiya çepgiriyê bikin re, yan jî wê CHP þilhekî din ji
nava xwe derxîne û ya maye bi tevahî bibe partiyeke nijadperest û
rastgir. Niha terr û hiþk di nava hev de ne; di demeke kin de yan wê ji
hev werin safîkirin yan wê di nava agirê hev de bi hev re biþewitin. Divê
were zanîn ku ji aliyê saziya þerê taybet ê li dijî gelê kurd û rêxistin
û tevgerên pêþverû ve erk û weynê tasfiyekirina pêla çepgiriyê
dane Denîz Baykal û ekîba wî. Ev kes bi zanistî tevdigere. Erka wî ew
e ku nehêle çepgirî bi ser xwe ve were. Di bin serokatiya xwe de wê ti
caran rê nede ku çepgirî û pêþverûtî li Tirkiyê bi pêþ de biçe,
bibe þiyandar û hukûmet. Pratîka wî ya çend salan û çend
hilbijartinan nîþaneya vê rastiyê ye! Çepgirî
û pêþverûtiya Tirkiyê, ya di hundirê CHPê de û ya li derveyî CHPê
ger dixwaze xwe ji vê rûreþiya Denîz Baykal rizgar bike, divê di
yekgirtineke derveyî CHPê de were gel hev. Ji xwe bi hevkarî û nêzîkatiya
DSPê li CHPê kir re, DSPê jî para xwe ji vê rûreþiya Denîz Baykal
girt û ew jî ji nûnertiya çepgiriyê dûr ketiye. Bi
vê sedemê niha li Tirkiyê pêleke çepgirî û pêþverûtiyê ya nû di
kesayeta wekîlên gel ê serbixwe de derdikeve holê. Him ji gelê tirk,
him ji gelê kurd qasî 25 parlamenê çepgir, pêþverû û demokrat bi
desteka DTPê (Partiya Civaka Demokratîk) derbasî meclîsê dibin. Ev
parlamen wê di meclîsê de komekê damezirînin û tevgereke nû lidar
bixin. Ev wekî tovê pêla demokratî, pêþverûtî û çepgiriya rast wê
di meclîsê de þîn were û xwe tevger bike û bibe hêviya nû û mezin a
gelê tirk û kurd û bê guman ya gelên din ên li Kurdistan û Tirkiyê
dijîn. Bi
vê sedemê di nava partiyên wekî CHP, DSP ku navê çepgiriyê li xwe
dikin, lê di rastiyê de bûne rastgir de û di nava partiyên din de çiqas
kesên ji dil demokrat, pêþverû, azadîxwaz, mafnas û aþtîxwaz hebin,
divê rojek berya rojekê dest ji van partiyên erka tasfiyekirina çepgiriyê
hilgirtine ser milê xwe vekiþînin û cihê xwe bi rûmetî li cem pêla
demokrasî û azadiyê ya bi wekîlên gel ên hezar hêviyê tê destpêkirin
bigrin. Ji partiyên din êdî ti xêr ji gelan re nayê. Partiyên wekî
CHP û DSP nikarin xwe ji rûreþiya çepgiriyê rizgar bikin, ew ji aliyê
gel ve hatin pêlêkirin. Niha li Kurdistan û Tirkiyê pêleke nû ya rûmeta
çepgiriyê bilind dibe. Ev pêla nû qasî nûnertiya rêka Mazlûm û
Kemalan, nûnertiya rêka Denîz û Îbrahîman jî dike. Pêwîst e her
mirovekî/e dixwaze li rûmet û nirxên çepgiriyê xwedî derkeve destê
xwe bide vê pêla nû û bi vê pêla nû re biherike ser çemê azadî,
demokrasî, aþtî û mirovheziyê ku wê bi xwe re deriyê rizgariya gelan
veke. Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org