|
Dayê
Hewar
e li min dayê
Ne
dest digre, ne ling
Ne
çav dibîne, ne ziman digere
Çima
te ez wiha anîm dinyê dayê?
Dayê
Hawar
e li min dayê
Ev
çi rêzegor in li ser vê xakê
Çima
þîn nayê giya
Çima
bê pel in dar
Çima
naþerqin þalûl û bilbil li ser vê xakê dayê?
Dayê
Li
min hewar e li te gazî ye
Dibêjin
navê vir `Helepçe` ye
Ka
ji min re vebêje dayê
Ma
li halepçeyan zarok seqet tên dinyê dayê?
Dayê,
hawar û qêrîn e
Dibêjin
ev bû bîst sal ku xwiþk û birayên min bi jiyanê þa nebûne
Ka
ji min re vebêje çîroka wan dayê
Gelo
ew jî bê dest bûn
An
bê çav
An
bê ling
An
çawa bûn dayê?
Dayê
li min hewar e sed hewar
Çima
bêdeng û ne war e ev xaka bê ser û ber
Çima
ne yezdan dibihîse ne kes vê hewara bê navber
Kê
ev qeder xêz kiriye ji min re dayê
Bêje
Bêje
dayê
Bêje,
bêje...
|