|
DEMA HÊVÎ DIQEDE Hesen
Huseyin Deniz Ji Serpêhatiyên Civaka Kurdan
Wê sibehê zû ji malê veqetiyabû. Bê ku zanibe çi bike, bi ku ve biçe, ketibû ser rêkan. Li pêþiya wî kolan teng dibûn, avahiyên girs bi ser de dihatin. Laþê wî diricifî û destên xwe yên xistibûn bêrîka xwe, zêdetir bi laþê xwe ve didewisandin ku dixwest ricifîna xwe veþêrê. Pêþenîka wî ya dirêjî ser eniya wî bûye, li ber ba weke bi hêdî bireqise li burhên wî yên stûr diket. Gewdê wî ne girs ne jî hûrik bû. Hinekî li xwe nêrîba, bal daba xwe, dikarîbû çeleng jî hatiba hesibandin. Lê demên meh diboriyan û ruyê wî li neynik nedidît jî gelek bûn. Bi dengekî tîj ê qorneyekê veciniqî. Gihiþtibû rêka derbasbûna peyan a her roj tê re diboriya û bê ku li lempeyên têperînê (trafîq) binêre dest bi derbasbûnê kiribû. Baþ bû ku di vê saetê de têperîn zêde þên nedibû. Yan na wê bê sedem biperçiqiya û çûba. Piþtî dengê qorneyê kêmekî rawestiya û derbasî milê din ê rêkê bû. Ruyê xwe da aliyê bê, serê xwe daqûlî ber xwe kir û meþa xwe domand. Ewqasî ponijî dimeþiya ku dem bi dem peyayên ji hemberî wî dihatin, ji bo lê neqelibin pêwîst diman ji rêka xwe derkevin. Bêhneke din gihiþt sûkê. Dikan nû dihatin vekirin. Hinekan deriyên dikanên xwe vekiribûn, paqijî dikirin; hinekan sindoqên sewze û fêkî dibirin der ve û bi cih dikirin, hinekan jî li ser kursiyê avêtibûn ber derî rûniþtibûn, li hêviya siftehkirina ji muþteriyê yekemîn bûn. Dema di ber dikanan re derbas bû, her du berstûyên sakoyê xwe qasî ruyê wî veþêrin rakir û serê xwe qasî jê dihat, tewand ber xwe. Dema di ber dikana deyndarê wê bû re derbas bû, qasî dilê wî were ber devê wî, xwîna wî tevgeriya. Erd biqeliþiya, ji bo ketina binê wê, li ber xwe nedida. Ev demeke dirêj bû pêdiviyên malê ji vê derê deyn dikir. Dikandar destpêkê bê ku dengê xwe derxîne, pêdiviyên wî dabûnê. Lê dema serê mehê hatibû û deyn nehatibû dayîn, bi kubarî ew hiþyar kiribû û pazdeh roj mawe(qewl) dabûyê. Baþ bû ku di van pazdeh rojan de jî dayîna bi deyn domandibû. Gava ev dem jî tije bibû û deynê xwe nedabû, piþt re pazdeh rojên din, maweya duwemîn dabûyê. Lê vê carê dayîna bi deyn qut kiribû û bi dengekî ji nazikiyê dibore, diyar kiribû ku vê carê deynê xwe nede wê ji bo wî bi xêr nebe. Wî bi xwe ji dikandar re diyar kiribû ku mafdar e û gava karekî çawa bibîne, wê di cih de mehaniya yekem a bistîne wê bide wî û bi vî awahî pêsîra xwe ji dest xelas kiribû. Ji wê rojê û pê de jî kabên wî dest nedidan di ber dikanê re bibore. Lê îroj pêwîstê derbasbûnê mabû. Li aliyê din ê sûkê bihîstibû ku dibe kar hebe. Wê çûba, carekê jî bextê xwe li wê derê ceribandiba. Bi hêviya dîtina kar hatibû vê derê, lê nedîtibû. Di destê wî de, tiþta hebû xwaribû û bi ser de jî pêwîstê deynkirinê mabû. Ji aliyekî ve kirê, ji aliyekî ve perê av û elektrîkê, ji aliyekî ve deynê dikanê, heta qirikê teqinî bû. Ne ji cihekî sitendina wî, ne bendewariyeke wî, ne jî hêviyeke wî hebû. Rêka wî ya tenê ya derketinê; buhayê wê çi dibe bila bibe, çi kar diba bila biba, divîbû ketiba karekî ku pere bi dest bixista. Rewþa herî zêde dilê wî pê ve dima jî, pêwîstiya vekiþandina zarokên xwe ya ji dibistanê bû. Her du zarokên wî yên keç û kur ên nû dest bi dibistanê kiribûn ku yek diçû refa yekem ya din diçû ya duwem; dema dikandar dayîna bi deyn birîbû, pêwîst mabû ji dibistanî vekiþîne û ev yek weke xincerekê di ser dilê wî de rûniþtibû. Bi mehan e karê nepirsîbû û kargeha li deriyê wê nedabû nemabû. Di rastiyê de bi hêviya dîtina karekî li çewlîgê hatibû vê derê. Li navçê çewlîgeke mezin a dewletê hebû û bi hezaran kes li vê derê dixebitîn. Teqez karek para wî jî diket. Bi vê hêviyê çûbû serlêdan kiribû, lê bi gotina; “Dema çinînê derbas bû, niha pêdiviya me bi karkerên demborî nîne, em karkerên domdar jî nagrin,” paþ de vegerandibûn. Gava hêvî ji çewlîgê birîbû, li cihên avahiyan geriyabû, lê li wê derê jî karek nedîtibû. Carcaran ji bo rojek du rojan karekî kolandinê, yan jî karê barkirinê didît û bi dil û can kar dikir, hewl dida çar-pênc qirûþ zêdetir bi dest bixe. Bi mûçeyê du sê rojan ê bi dest xistiye, di cih de ji malê re tiþtên xwarinê dikirîn û wê rojê li malê dibû coþ û þahî. Lê hîn hefteyek temam nedibû, ew jî diqediya. Wê demê jî cardin dadiket kolanan, ji aliyekî ve li kar, ji aliyekî ve li dikaneke jê bi deyn nan û xwarinê bistîne digeriya. Lê ji sedema nû hatibû navçeyê û kesekî nasê wî tinebû, dikandaran an kefîl dixwestin an jî bê dayîn, ew vedigerandin. Carcaran sê-çar rojan li malê tiþtekî xwarinê nedibû. Her sê danên rojê bi zikê birçî digeriya û bi awayekî westiyayî, hêviyên wî þikestî dihat malê. Bê ku li ruyê jina xwe û zarokên xwe binêre, derbasî odeya xwe dibû û di hundirê xwe de bi dewisandina dengê xwe digiriya. Ji odeya din carnan dengê jina wî bi hêdîka dihat. Ev yek dibû dengê bergera li ber zarokan dikir û lorîkên ji wan re di ber xistina xewê ya zarokan re digot. Wê demê jî dilê wî zêdetir diperitî û ji bêçaretî heta xwîn jê dianî goþtê lêvên xwe digezgizand. Gava di ber dikanê re derbas bû û dît nehatiye ferqkirin, bi hênikbûna nava xwe, gavên xwe bi lez kirin û di cih de xwe avêt kolana li kêlekê. Di hinava xwe de tirseke, ‘çi dibe, çi nabe yan ku li pey were’ hîn dibihîst. Bi vê sedemê derbasbûna kolana kêlekê bêtir ewleyî bû. Bêhnekê di wir re meþiya þûn re, di kolaneke navber a duwemîn re dîsa derbasî ser rêka esasî bû. Êdî ji dikanê qederekê dûr ketibû û dilê wî rehet bibû. Lê carekê jî vegera vê hebû! Ger di vegerînê de jî wiha hêsan derbas kiriba, careke din tobe wê nehatiba vî aliyê sûkê. Bi derbaskirina sûkê, ket nava kolanên navbera malan. Kêmekî di kolanên navbera malan de meþiya þûn re, gihiþt rasteya jê re salix dabûn. Li milê din ê rasteyê, avahiyeke mezin a du tebeq bilind dibû. Hawêrdora avahiyê bi dîwarekî stûr û bilind hatibû lêkirin. Çû li ber deriyê cot-bask rawestiya. Bêhnekê di lêdan û nelêdana zengilê derî de dudilî jiya. Wekî ji rewþ û nepeniya avahiyê veciniqîbû. Lê çi dibe bila bibe, pêwîstê dîtina karekî û xebitîna di vî karî de bû. Destê xwe dirêj kir, li zengil da û dest bi rawestinê kir. Li ber qevzika derî zêde pêwîstê rawestinê nema. Kêmeke din, zilamekî bi fêrisî xwe girê daye, porê wî kêmekî gewr û þayik kurkirî hat derî vekir. Destpêkê dirêj dirêj li ruyê wî nêrî û piþt re bi pêla dengekî ecêbmayî pirsî: - Fermo, we çi dixwest? Bêhnekê wekî bibehite çi bêje, rawestiya. Piþt re bi lez hat ser hiþê xwe û got: - Min bihîst li vê derê li karkeran digerin. Ez dixwazim bixebitim. Zilamê bi fêrisî xwe girê daye, careke din bala xwe dayê. Ji serî heta binî di ber çavan re derbas kir þûn re, awirên xwe dan ser çavên wî û careke din pirsî: - Tu çi karî dikî? Bi girêkîbûna dengê xwe yê di xweziya xwe de bersivand: - Çi kar hebe, ez dikim. Zilamê bi fêrisî xwe girê daye hinekî bi tevzî lê bê ku kubariyê ji dest xwe berde, pirsên xwe domandin: - Lê ma wiha nabe, divê di karekî de pisporbûn hebe. Ji min re bexçevanek lazim e. Ger tu di bexçewantiyê de ne þareza bî, tê bexçeyê min di du rojan de hiþk bikî. - Ez hiþk nakim, ez benî. Yê min jî li gund bexçeyê min hebû. Ez jî têdigihêjim karê bexçeyan. - Baþ e, wê demê derbasî hundir bibe êm li ser biaxivin. Her du bi hev re derbasî hewþê bûn. Hewþ qasî tê xwestin fireh û balkêþ bû. Her cureyê darên bilind, kulîlkên rengîn û çîmenên hilû hatibûn qusandin dîmeneke dawetkar pêk dianîn. Di ser kevirên di navbera çîmenan de danîne meþiyan û li ser sekoyê danîne pêþberî bexçeyê gulan rûniþtin û zilamê bi fêrisî xwe girê daye, ji nû ve bi pirsên xwe xwest mirovê di derbarê wî de biryara girtin û negirtina kar bide, binase: - Tu ji ku hatiyî vê derê? - Ji parêzgehê(wîlayet), ji navendê. - Tu ji wir î? - Belê. - Tu kengî hatiyî vê derê? - Hê salek nebûye. - Tu qet xebitiyî? - Ne zêde. Carcaran di lêkirina avahiyan de, carcaran di himaliyê de. Tev jî demborî. Herî zêde hefteyekê, yan deh rojan. Piþt re dîsa ez bê kar mam. Li malê zar û zêç birçî ne. Deynê min jî heye. Çi bikim, nekim, divê ez karekî peyde bikim. - Te got ez ji navendê me, ne wiha? - Belê. - Te çi kar dikir, li wê derê? - Kardar (memûr) bûm. - Qey tu jikarketî bûyî? - Na. - Ma te îstîfa kir? - Na. - Êêê? Wê demê tu çima ji wir rabû, heta van deran hatiyî? - Ez çi derewê bikim, begê min. Em ketin belayekê. Meseleya namûsê. Tu dizanî. Mêr hat lêdan. Pevçûn derket. Min nêrî ku nameþe. Yan ezê hinekan bikujim, yan wê hinek min bikujin. Ji me du kes hatin lêdan. Ji milê din jî çar. Ji her du aliyan jî gelek kes ketin zîndanê. Ji xwe ji me kesek nema. Tenê ez mame, ewqas. Ya ezê li tevan bidim û biçim zîndanê, yan jî wê werin li min bidin. Min jî her tiþt hêla û hatim vê derê. Min got, ezê li vê derê karekî bibînim, bixebitim. Ne ez dest kesekî didim, ne jî kesek min dibîne. Lê nebû. Ne min kar dît, ne jî hêviya min ma. Zarok jî li malê birçî ne. Çend roj in zad di qirika wan re neçûye xwarê. Ji ber deynan nikarim di sûkê re jî biborim. Ez niha çi bikim? Zilamê bi fêrisîxwe girê daye zîvirî kêlekê û careke din li ruyê wî nêrî. Di bibûkên çavên wî yên nûra wan vemirî de wekî li çirûskeke jiyanê bigere, li kûrahiya wana nêrî. Piþt re wekî nû hatibe hiþê wî bi mereq pirsî: - Navê te çi ye? - Muslim. - Binêre, kekê Muslim. Pêdiviya min bi bexçewanekî heye, lê ji min re zilamekî bê sabiqe û serê wî ne di belayê de lazim e. Ez, piþtî vî temenî naxwazim zilamên çekbidest xwe bidin devê deriyê min û ji ruyê te xisarê bidin min. Xwîniyên te zû, ne dereng wê bibihîsin ku tu li vî bajarokiyî. Tiþtên bi serê te hatine, ez xemgînî kirim, lê nikarim te bigrim vê derê. Li min biborîne. Muslim nizanîbû çi bêje û peyveke bîne ser ziman jî nedidît. Bi çavên berger li xwediyê malê yê xwe bi fêrisî girê daye dinêrî, wekî lêpirsîna rastî û nerastiya tiþtên dibihîse bike, wekî hêvî dikir ku yek wî bihejîne û jê re bêje tiþtên bihîstine ne rastî ne û xeyalan dibîne. Heyf e ku dema zilam wî derbasî hundir kiribû û lêpirsî bû, ji girtina kar ewqasî bi hêvî bibû, serpêhatiya xwe ya jiyanê wekî heye bi tevahî rasterast jê re vegotibû; ji nêzîkatiyên zilêm ên dilsoz û germ bi bandor bibû û kêfa xwe anîbû. Niha ev hêviya wî ya dawî jî difiriya û diçû. Hal ev e ku dema wî girtibû hewþê çi xeyal bi bîr anîbûn! Herî kêm wê bi eniyeke bilind di ber dikandar re biboriya û mizgîniya girtina kar wê bidayê. Kî dizane, belkî dikandar careke din jê re lênûsa deyndayînê vedikir û wê destê wî dagirtî biçûba malê! - Xemgînî nebe kurê min. Tu ciwan î, tê kar bibînî. Lê li vir nabe. Zilamê bi fêrisî xwe girê daye piþtî ev peyv kirin, rabû ser xwe. Muslim êdî di ferqiya nemayîna zêdetir gotinê de bû. Ew jî rabû ser lingan. Lê kabên wî sist bibûn û êdî qasî nikaribin laþê wî hilgirin, bê derman mabûn. Di seranseriya þiverêkê de, tenê bi girtina bi caxên hesinî karîbû heta deriyê hewþê bimeþe. Di devê derî de tam dikir xatirê xwe bixwaze, xwediyê malê destê xwe danî ser milê wî û bi pêla dengekî qelender got: - Nebe tu dilê xwe bigrî û bixeyidî. Bi rastî ez li ber rewþa te ketim, lê divê tu min jî fêm bikî. Piþt re destê xwe avêt bêrîka xwe û tibabek pere derxist da dest: - Vana bigre. Ji zarokên xwe re hinek pêxwarinî bikire. Wê du-sê rojan wana îdare bike. Em ê mezin dikarin li ber birçîbûnê bidin, lê zarok nikarin. Çavên Muslim bi carekê re tije bibûn. Geh li ruyê zilêm, geh li pereyê hatiye dirêjkirin dinêrî; destê wî geh diçû pere û geh paþ de vedikþiya. Dawî bi awayekî bê hêvî lê bi rakirina eniya xwe ya awayê bilindkirî li ruyê zilêm nêrî û bi pêla dengekî lerizî xwe bilêv kir: - Sax bî mamo. Tu diþibî mirovekî baþ. Dilbirehm î. Lê ez, pereyekî min heq nekiribe, nikarim bistînim. Yê min jî fêzeke min, rûmeteke min heye. Nikarim bigrim! - Vê yekê wekî alîkariyekê bigre kurê min, yan jî wekî deyn. Kengî te kar dît, di cihekî de bicih bibî û bixebitî û destê te fireh bibe, tê min bi bîr bînî û werî bidî. Ger tu nikaribî bidî jî, ji niha ve, ez li te helal dikim. Ji Muslim re êdî gotina bipeyive nemabû. Pereyê dirêjî mista destê wî bûye girt û bi veþartina rondikên çavên xwe yên mijankên wî li ber bûne bend, bi lez xwe avêt der ve. Heta gihiþt sûkê, ne rawestiya, ne jî li pey xwe nêrî. Xwe wekî tawanek kiriye dibihîst. Xewlehiya sibehê ya sûkê, cihê xwe ji þêniyeke bi tov re hiþtibû. Mirovên hatibûn danûsitendinê kom bi kom digeriyan, dengê leza erebeyên hespan tev li qêrdayînên himalan, qêrên firoþgerên gerok tev li gumîna þêniyê dibûn. Li vî aliyê sûkê taxên feqîran bi tov bûn û bi vê sedemê li dikanan xwarin û kincên wespên wan qels û erzan dihatin firotin. Muslim li qorziyekê rawestiya û pereyê xwediyê malê dabûyê derxist û jimart. Piþt re dîsa berda bêrîka xwe û rasterast çû firneya li wî milî rêkê. Kîsek tije nan kirî þûn re, ji wir çû destgehê sewze û piþt re ket dikana fêkîfiroþ. Dema dît hê jî pereyê wî maye, bi awayekî rasthatinî ket dikanekê; þekir, çayê û hinek jî penêrê spî kirî. Dema buhayê wan da, nêrî hê jî kêmek pereyê wî maye. Ji dikanê derket û berê xwe rasterast da dikana qesabiyê û bi perê mayî dikarîbû nîv kîlo goþt bikire. Kîs tev hilgirtin destê xwe û bi kêfxweþî berê xwe bi ber malê vekir. Bi rojan e wê cara yekem bi destên dagirtî çûba malê; dema zarok çav lê biketana êdî wê stûyên xwe xwar nekirana û paþya xwe nedabanê; wê bihatana xwe biavêtana stuyê wî, bi lêvên xwe yên germ ramûsan danîbana ser ruyê wî. Ya jina wî! Bi mehan e, cara yekem ji bo zarokên xwe di xew re bibe, wê berwext deriyê odê li ser xwe negirtiba û bi giriyê di hinava xwe de wê nelorandiba; dibe ku hatiba li kêlekê rûniþtiba û rojên kevin bi bîr anîbana... Muslim bi van xeyalan dagirtî, di destên wî de kîs, ji sûkê ber bi malê ve bi gavên bi lez dimeþiya ku bi carekê re destek ji paþ wî gihiþt ser milê wî û ew anî ser hiþê xwe. Dema li pey xwe zîvirî, bi carekê re qerisî ma. Dikandarê deyndêrê wî ye, hemû hêrsa xwe hilgirtibû, li hemberî wî radiwestiya. Dikandar bi þanîdana yên di destê Muslim de, bi dengekî tevzî û hêrsbûyî bi ser de hil bû: - Ev çi ye Muslim efendî? Ka tu bê kar bûyî? Ka zarokên te li malê birçî bûn? Evqase kîsên dagirtî ez bi xwe nikarim bibim malê. Binêre te çi û çi kirîne? Baþ e dayîna deynên xwe wê kengî were hiþê te? Qey tu ji xwe þerm nakî? Û bi ser de tu bê silavdayîn di ber deriyê min re diborî? Bê nan û xwê... Muslim çi bike û çi bibêje þaþ kiribû û peyva wî di devê wî de xitimî mabû. Dikandar bi laþê xwe yê girs û dengê xwe yê qebe, li ser hev bang û qêr dida, kîsên di destên wî de vedikiþand û dixwest li hundirê wana binêre. Bi xirûcirê bêþekarên li wê derê û yên di wir re diboriyan kom dibûn û her ku diçû þêniyeke têra xwe komî ser serê wana dibû. Muslim di nedayîna kîsan de li ber xwe dida û li ber zilêm digeriya û bi gotina: “Bi xwedê ne wekî tu dizaniyî; yekî bi xêra xwe da,” dixwest rave bike. Lê ne dikandarê xwediyê deyn lê guhdarî dikir, ne jî þêniya kom bûye wateyek dida tiþta diqewime. Dikandar hê jî kîs vedikiþandin û diqêriya: - Vî zilamî çar mehan ji min bi deyn xwarin kirî. Ev çar meh in jî bi hêviya ‘wê deynê xwe bide’ radiwestim. Her gav dibêje; ‘min kar nedîtiye’. Dibêje; ‘pereyê min nîne, zarokên min birçî ne’. Lê binêrin li kîsên di destên wî de; binêrin bê kî ji we dikare bi hev re goþt, sewze û fêkî bibe malê? Derewîn! Rezîl!... Muslim êdî ger çirkeke din li wê derê rawestibaya, yan wê destê xwe bixista qirika mêrik û ew bixeniqanda, yan jî wê rûniþtiba û têra xwe bigiriya. Ev çi bûn bi serê wî de dihatin? Ev qedereke çawa bû? Ji belayê reviya bû, li rastî belaya bi qiloç hatibû. Ma dikarîbû çi bike?! Dawî biryara xwe da: dev ji kîsê goþt ê dikandar ji destê wî bi vekiþandin sitendibû û bi hejandin þanî derûdorê dida berda û bi sûdgirtina ji guhertina berê xwe ya dikandar, herikî nava þêniyê û bi gavên bi lez ji wê derê xwe dûr xist. Heta sûk borand û gihiþt serê kolana dizîvire taxê jî, hê xirûcira dikandar li ber guhê wî diket. Dema nêzî malê bû, xwe hinekî ediland. Goþt dabû dest, lê xwarinên din filitandibûn. Herî kêm wê zarokên wî vê þevê têr bixwarana û xeweke rehet birazana. Di derî de wekî her dem jina wî û zarokên wî bi çavên hêvîdar wî pêþwazî kirin. Dema kîsên di destên wî de dîtin, qasî nikaribin bawer bikin çavên wana fireh vebûn û xwîn hat ruyên wan ên çilmisî. Pêþî keça wî, piþt re jî kurê wî hatin xwe li ruyê wî pêçan. Ew bi milên xwe yên bêzar ketine pêçan û bi bêhnkirinê bêhneke kûr kiþand. Piþt re ji hinarkên ruyê wan ramûsand û ew bi dayika wan re rû bi rû hiþt û derbasî odeya xwe bû. Dayika zarokan bi girtina kîsan rasterast baz da aþxanê. Zarok di cih de bi pey de beziyan. Ji aliyekî ve jî kirasê wê dikiþandin û dipirsîn: - Dayê, dayê, qey bavê min xwarin aniye? Dayikê ji kîsan yek vekir û her yek xiyarek derxist. Bi lez þuþt û da dest zarokan û got: - Dê rabin. Hûn biçin kolanê bileyizin; ezê ji we re xwarinê çêbikim. Dibe ku bavê we îroj kar dîtiye. Êdî bi destûra xwedê rojên me yên bi zahmetî li paþ man. Ji îroj û pê de, ezê her roj ji we re xwarinê bikelînim. Zarok, bi gezkirina xiyarên daye dest wana, derketin der ve û jinê bi þuþtina sewzeyan dest bi hûrkirinê kir. Bi kîsên di dest de hatina mêrê wê yê malê baþ bibû. Di zarokan de êdî hîleta mayîna li ser lingan nemabû. Baþ e ku cînaran bi rewþa wana dizanîn û dem bi dem xwarinên ji ber wana diman, yan jî sêniyek ji xwarina çêkirine, ji wana re jî dianîn. Ev jî bi xwe nedixwar, dixist qirika zarokên xwe û yê ji ber dima jî ji bo danekî din vediþart. Lê hinek rojan an cînarên wana xwarin nedikelandin, an ew jibîr dikirin û di rojên wiha de, pêwîst dima zarokan bi giriyê ji hinava xwe û gotina lorîkan di xew re bibe. Ê wê jî, wekî mêrê wê, kesekî wê nemabû. Hê rastir gelek kesên wê hebûn, lê kesekî lê xwedî derketiba tinebû: ji bo li gotina wana guhdarî nekiriye û reviyaye gel Muslim, merivên wê, malbata wê bera wê dabûn û ew roj û ev roj e, ne lê geriyabûn, ne jî pirsyariya wê kiribûn. Wê jî qîma xwe bi birçîbûnê anîbû, lê dilê wê razî nebibû pêlî fêza xwe bike û dest li ber wana veke. Muslim her dem jê re digot: - Leyla min, tê bibînî, ezê teqez karekî bibînim û gelekî bixebitim. Her roj bi destên dagirtî werim malê. Tu çi bixwazî ezê ji te re bikirim. Emê zarokan cardin rêbikin dibistanê. Ji xwe ma me xwend çi bû? Lê dibe ku ew bibin tiþtek, jiyana xwe rizgar bikin. Tu canê xwe xemgînî neke. Em van rojên tengezarî biborînin, binêre, tê bibînî bi te re careke din emê vegerin coþa rojên destpêkê me hev nasî. Leyla ji aliyekî ve xwarin çêdikir, ji aliyekî din, mêrê xwe û rojên kevin bi bîr dianî. Hîn di refa yekem a lîseyê de hev nasîbûn, bi dîtina yekem dil ketibûn hev û di seranseriya sê salan de bi hev re xwendibûn û têra xwe hez ji hev kiribûn. Di derketina ji dibistanê de, rêyeke wê didîtin, xwe xewle dikirin, lêv bi lêvan bi saetan hev diramûsandin, piþt re bê dilê xwe rêka malê digirtin. Dema dibistan bi dawî bû, malbata Muslim hatibûn ew xwestibûn, lê malbata wê gotibûn: - Kurê mamê wê di rêkê de ye; heta ew ji rêkê venekiþe, em nikarin keçê bidin û ew paþ de zîvirandibûn. Pismamekî Leyla yê ji dibistana seretayî zêdetir nexwendiye, ji zarokî dest avêtiye bêþekariyê û bi qesabtiyê xwe îdare dikir hebû û dil li ser þûkirina bi Leylayê re diavêt. Lê Leyla gotibû: - Ez dimrim û nakevim paþla yekî ji zarokî ve wek xwiþk û bira em bi hev re mezin bûne û ew paþ de vegerandibû, her gav xwestibû çênebûna vê þûkirinê vebêje. Lê malbatê biryar girtibû û li pêþiya Leyla û Muslim ji reva bi hev re zêdetir ti rêk nemabû. Dema reviyan, ji tirsa wê ji aliyê birayên Leyla ve werin kuþtin du salan li bajarên metrepolan jiyana qaçax meþandibûn. Ev ji bo wana bibû du salên mezin ên têr hesret. Piþt re dostên wan ketibûn navbera malbatan, ew li hev anîbûn û destûra paþ de vegera bajêr girtibûn. Lê malbata Leyla, dema gotibûn; “Ew êdî ne keça me ye!” û bi tevahî peywendiyên xwe qut kiribûn, bê kes mabû û ew jî careke din li ferdên malbatê negeriyabû û nepirsîbû. Leyla, sewzeyên hûr kirin, xistin beroþê û danîn ser êgir û di hiþê xwe re çûna gel zilamê xwe, rûniþtina li gel, kirina sihbeta ji mêj ve nekirine, rûniþtina li ber hev û axaftina li ser karê nû dîtiye û borandina hesreta xwe derbas dikir ku bi carekê re ji odeya kêlekê, ji xurfeya zilamê wê lê bû, bi dengê gurminiyekê veciniqî! Ev dengê çifteya mêrê wê bû. Berya bikeve vê rewþa qaçax, carcaran derdiket nêçîrê û bi nêçîra ji qitik û kewan vedigeriya malê. Leyla jî ew di rûnê wan de sor dikir û rûdiniþtin, bi hev re dixwarin, piþt re jî li ser rojên li pêþiya wan diaxiftin... Leyla bi qîrdayîn baz da odeya mêrê wê lê ye. Bi carekê re kaniyên çavên wê der bibûn û rondikên wê bi qîrdayînan re herikîbûn. Bi hêza xwe ya heye, xwe li bin guhê derî da. Lê diyar e derî ji paþ de hatibû asêkirin ku ji cihê xwe jî neliviya. Di cih de bîr bir ku bibeze ber þibakê. Lê þibake jî hiþke hiþk hatibû asêkirin. Cînar di bazdan û hatinê de dereng neman. Dema dîtin derî û þibake girtî ne, bivir, çakûç û kolar girtin dest xwe û dest bi þikandina derî kirin. Dema ketin hundir, Muslim li ser piþtê dirêjkirî bû: ji kincên sînga wî dinixumandin hê jî dû hil dibû û li kêleka wî du wêne hebûn. Diyar e dirêj dirêj li wêneyan temaþe kiribû û piþt re lingê çiftê sipartibû tiliya serê lingê xwe û kiþandibû. Ji ber ku lingê wî yê rastê bêgorekirî bû. Leyla di cih de xwe pêça ser. Ciwanekî ji cînaran wêneyên li ser sînga Muslim hilgirt dest xwe. Yek jê wêneyê Leyla yê bi kincên dibistanê, yê din wêneyê her du zarokên wî yên bi destê hev girtibûn bû... ***
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org