|
DEMA NÛ WÊ NÛBÛNAN BI XWE RE BÎNE
Hesen Huseyîn Denîz
Li
Tirkiyê bi pêkhatina hilbijartinan, demeke nû ya ku ji her alî ve wê nûbûnên
li Tirkiyê heta niha nehatine jiyandin bi xwe re bîne destpê dike. Wekî
ava kaniyeke zozanan biherike ser goleke þîlo, wê ev ava spehî rewþa
ava di golê de hêdî bi hêdî biguherîne. Ketina
kurdên kurd a meclîsa Tirkiyê
tiþtekî nû ye. Di salên 1990î de jî kurdên
kurd ketibûn meclîsa Tirkiyê, bes wê demê rewþ cudatir bû. Him
cara yekem bû, nezanî û kêmtecrubeyî hebû; him Tirkiye ji pejirandina
kurdan re ne amade bû; lê niha raya giþtî ya Tirkiyê, tevî dijberiya
baskekî artêþê û partiyên nijadperest ên wekî CHP û MHPê ji
pejirandina kurdên kurd re amade
ye. Di
meclîsa Tirkiyê de êdî ji îroj û pê de wê du cureyên kurdan hebin.
Yek; kurdên kurd ên ku bi navê
‘Hezar Hêviyî’ nû dikevin meclîsê, du; kurdên tirk ku ji berê ve di meclîsa Tirkiyê de cih digrin û ji
bo kurdiniyê tenê weynê fermîkirina dagirkeriya tirk dileyizin. Ev her
du cureyên kurdan wê di yek meclîsê de bi hev re rûnên, bi hev re
rabin û bandûriyê li ser hev çêbikin. Heta
niha meclîsa di mijara kurd de biryarên yekalî yên bê dijberî distend,
êdî wê bi hêsanî nikaribin van biryaran bistîne. Di gengeþeyên van
biryaran de, wê dengê aliyê duwem jî êdî were bihîstin. Dibe ku ev
deng li ser dengdayînê ne xwediyê hijmareke grîng be, lê ya grîng ew e
ku ji yekalîbûnê derdikeve. Di meclîsê de berê dema dibû mijara
pirsgirêka kurd, herkes bi hev re diketin nava pêþbirka nijadperestiyê.
Kesên dibe ku dilê wan ji kurdan re dixwest hebana jî ji pêwîstî tev
li vê pêþbirka nijadperestiyê dibûn; lê niha wê nikaribin vê pêþbirkê
wekî berê bidomînin. Hinek wê astengiyan derxînin pêþiya pêþbirkvanan. Kurdên tirk
ên di meclîsê de, heta îroj nanê xwe bi tirkbûnê ango bi redkirina
nasnameya xwe dixwarin. Êdî bi vê dema nû derdikeve holê ku li Tirkiyê
ev pêvajo bi dawî dibe. Êdî kurd dikarin bê ku nasname û nijada xwe
red bikin jî nanê xwe bixwin. Berê li Tirkiyê înkarkirina nasnameya
kurd rêka ketina meclîsa tirk ji kurdan re vedikir û rêkên din girtî bûn;
lê niha ev pêvajo bi dawî dibe û li þûna wê pêvajoya bi pejirandin
û bilêvkirina nasnameya xwe ketina meclîsa tirk destpê dike. Ev yek di
hilbijartinên demên pêþ de, wê li ser gelên din ên li Tirkiyê dijîn
jî bandûra xwe erênî bike û wêr bide wana ku bi nasnameya xwe bikevin
meclîsa Tirkiyê. Çerkez, Aþûrî, Turkmen, Azerî, heta Ermenî wê
bixwazin xwe di hilbijartinan de bînin ser ziman û vîna xwe derbasî meclîsê
bikin. Pirsgirêka
kurd li Tirkiyê ji tabûdîtinê derdikeve û dibe pirsgirêkeke fermî.
Herçiqasî Tayip Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyê bêjin; ‘Em yek
dewlet, yek netew, yek al, yek ziman, yek welat dixwazin’ jî; gotina vê
peyvê bi serê xwe tê wateya nerastbûna vê û tirsa tirkan a ji hilweþîna
wê. Tiþtek ku tirsa te jê tinebe tu pêwîst nabînî bilêv bikî. Ger
roja yekem a bidawîbûna hilbijartinan serokwezîrê Tirkiyê tiþtekî
wiha bilêv dike, ev ji tirsa wî ya têkçûna vê rêzepeyvê tê. Ji îroj
û pê de li Tirkiyê mijara ‘Yek welat, yek dewlet, yek ziman, yek
netew’ wê her di gengeþeyê de be û wekî loda axê ya baran jê bixwe,
her roj wê herifînekê bijî. Wê
artêþ wekî berê nikaribe bandûra xwe li ser siyaseta meclîsê bike.
Berê çi biryar dida herkesî jê re li çepkan dida û banga nijadperestiyê
bilind dibû. Niha di vê dema nû de him wê AKP bixwaze artêþê kêmbandûr
bike û him kurdên kurd ên di
meclîsê de wê dengê xwe li hemberî daxwazên artêþê ên di warê
bilindkirina þer û nijadperestiyê de derxîne. Artêþa tirk wê pêwîstî
xweguhertinê bibe. Dibe ku baskê artêþê yê nêzî demokratîzmê ji yê
piþtgirê nijadperestiyê pêþdetir dengê xwe derxîne. Heta niha di
mijara kurd de dema yekî banga nijadperestiyê dikir, kesekî newêrîbû
li dij vê bangê derkeve, lê niha wê yên ji dil li dijî nijadperestiyê
bin, êdî biwêrin dengê xwe derxînin. Meclîsa
Tirkiyê wê ji çanda xwe ya heta îroj didomand a bi pevçûn, yek alî,
xirûcir, bê rêz derbasî çandeke nû ya bi lihevhatin, pir alî, mafnas
û rêzdar bibe. Wekîlên hezar hêviyî wê çandeke demokratîk û hemdem
bi helwest, gengeþe û peywendiyên xwe di meclîsa Tirkiyê de biçînin
ku ev jî ji bo Tirkiyê nûbûnek e. Êdî
pirsgirêka kurd û rêkên çareserkirinê wê di her warê jiyanê de him
di rojevêde be, him wê were gengeþekirin. Tirkiye êdî dikeve pêvajoya
çareserkirina pirsgirêka kurd. Ev pêvajo dibe ku destpêk be, lawaz be; lê
ji roja 23yê Tîrmehê ve destpê kir û her ku biçe bi xurtbûn wê
bidome. Bi
hijmareke zêdeyî bîst kesan ketina kurdan a meclîsa tirk dibe ku li ber
çavê gelek kesan mezin neyê bidestgirtin. Bi taybetî çepgirên kurd ên
ku bi salan e di her derfetê de li ser êrîþkirina ser PKKê, têkoþîna
gelê kurd a çekdarî û dijberiya radîkalîzma kurd rantxuriyê dikin û
siyasetê dimeþînin, wê bixwazin vê pêngavê jî ‘sivik, hêsan, ne
ti, asayî’ þanî bidin û bi vî awahî pratîka xwe ya dijber li hemberî
vê pêngavê jê bidomînin. Lê divê were zanîn ku ev hijmara zêdeyî bîst
kesan rasterast nûnertiya vîna gelê kurd ê azadî û rizgariyê dixwaze
dike. Gelê kurd bi rêka van kesan vîna xwe derbasî meclîsa Tirkiyê
dike. Tiþta di dilê xwe de ku berê nikarîbû bîne ser ziman wê niha bi
zimanê van kesan bikaribe bîne ser ziman. Ev jî li Tirkiyê destpêkek e. Destpêk
çiqasî bi hêzeke biçûk û bi derfetên kêm destpê dibe bila bibe, ger
çavkaniya wê xurt be, þînbûn û mezinbûna wê jî ewqasî dikare xurt
pêk were. Ev destpêk li ser têkoþîna zêdeyî sîh salan a bi her awahî,
li ser derfetên gelê kurd dimeþe pêk tê. Ji bo bidestxistina destpêkeke
wiha ji her temenî gelê kurd bi roj û þevan li kolanan qîriya, ked da,
xwîn da, can da, mal û milkê xwe rijand. Ev wekî xakeke hûr û kûr
were ajotin û tov lê were reþandin e. Di vê pêvajoyê de bi xwîna bi
dehan gerîlayî, ev destpêk hat avdan. Niha bi dîtina Rojê wê ev tov þîn
werin û hêviya azadî û rizgariyê li Kurdistanê ji her demê zêdetir
zindî û nêz bibe. Bê
guman armanca dawî û mezin a gelê kurd ne ketina meclîsa Tirkiyê ye,
divê kesek di vî warî de nirxandinên þaþ neke; ji ber ku armanca dawî
û mezin azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê ye; ev destpêk jî di vê
rêkê de qonaxeke grîng a gelê kurd bi keda xwe bidest xwe dixe ye. Ji
ber vê, li Tirkiyê û Kurdistanê demeke nû ya ku bi xwe re wê di her
warî de nûbûnan biafirîne destpê dike. Li tevahiya gelên li Kurdistan,
Anatolya û Rojhilata Navîn dijîn pîroz be! Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org