|
DEMOKRASIYA KURDAN BILIND DIBE
NÛÇE/ÞÎROVE: Hesen Huseyîn Denîz
Li
welatekî ku ser pirsgirêkên xwe binixumînin û gengeþe nekin, mirov
nikare qala demokrasî û mafên mirovan bike. Lê li welatekî ku pirsgirêkên
xwe gengeþe bikin, mirov dikare bêje ku ew di rêka demokratîkbûnê de rê
ve diçin. Di
bin desthilatiya sazûmana Baas a bi dîktatoriya Sedam Huseyîn de, kurdek
nikarîbû bihata cem kurdekî din û li ser pirsgirêkên xwe gengeþe
bikrana. Kurdên dixwestin serê xwe bi pirsgirêkên civakî û netewî mijûl
bikin, divîbûn an derketana serê çiyan, bibana ‘mehkûmê dewletê’,
yan jî ku sazûman bi wana bihisiya ji zîndan û îþkencê bigir, heta kuþtin
û koçberkirinê tiþtekî bi sere wana nehata nedima. Niha kurd li Baþûrê Kurdistanê –piþtî hilweþandina sazûmana Baas- bêhna azadiyê roj bi roj zêdetir dikiþînin hinava xwe. Lê vê carê jî Baasên din û Sedamên din wana rehet bernadin. Kemalîzm, Komara Îslamî û Baas a Sûriyê dor li kurdan pêçane, hevalbendiyeke dijkurd saz kirine û dixwazin vê bêhna azadî ya ji Kurdistanê bilind dibe bifetisînin.
Li
hemberî vê helwesta neyaran kurd di dîroka xwe ya piþtî Medan de, cara
yekem bi dengekî hevpar a bêhna yekîtiya netewî jê tê, awaza xwe
bilind dikin û vîna xwedîderketina li destkeftiyên xwe raber dikin. Ev
li eniya kurdan pêþketineke nû û grîng e. Cara yekem e ku kurd nayên lîska
dijminan û bi hev nakevin. Bi
vê sedemê li Baþûrê Kurdistanê, li derûdorên rewþenbîrî û di
avahiyên zanîngehan de gengeþeyên xurt û di cih de tên lidarxistin. Bi
taybetî di vî warî de semînerên li zanîngeha Selahadîn a li Hewlêr tên
dayîn balê dikiþînin û mijarê bi kûrahî û firehî hildigrin dest. Pêwîstiya
kurdan bi gengeþekirina pirsgirêkên xwe heye û ev semîner rê ji vê re
vedikin. Civakek ku pirsgirêkên xwe gengeþe bike, rêka wê rast e. Gengeþekirin
rêbazekî demokratîk e û mafekî mirovbûnê ye. Îroj li ser geflêxwarêna
Tirkiyê ya di derbarê dagirkirina Baþûr de, gengeþeyên berfireh tên
kirin. Di van gengeþeyan de nêrîna hevpar a derdikeve hole, bi kinahî
wiha ye: ‘Li
Baþûr gelê kurd di rêka azadbûn û xwedîderketina li nirxên netewî
de hinek gav avêtine û destkeftî bi dest xistine. Kurd bi awayekî ne
fermî be jî li Baþûr qasî dewletekê xwedî rêxistin û hêz in. Mafê
kurdan jî yê azadbûn, netewîbûn, dewletbûn û demokratîkbûnê heye.
Di serî de dewleta Tirk û pê re ya Îran û Sûriyê ji van pêþketinên
li Kurdistanê dikevin nava tirs û gumanan. Naxwazin ku kurd azad bibin.
Dixwazin kurdan berdin hev, alozî û nîfaqê bixin navbera wan û ji xwe
re bikin kole, polîs û cerdewan. Kurd wê vê yekê ti carî nepejirînin
û bi sazkirin û xurtkirina yekîtiya netewî van êrîþên neyartî vala
derxînin. Mebesta Tirkiyê ne hatina ser PKKê, mebesta Îranê ne hatina
ser PJAKê ye; mebesta wan têkbirina destkeftiyên Kurdistanê û
bidestxistina dewlemendiyên Kerkûkê ye. Emê rê nedin vê, emê li ber
xwe bidin û parastina xwe ya rewa di bin her derfetê de bikin.’ Ev
nêrîn û helwesta hevpar a kurdan di van semîneran de eþkere tê
diyarkirin. Berya hefteyekê li ser dîroka Kurdistanê dîsa li Zanîngeha
Selahadîn semînerek hebû. Îroj jî li vê zanîngehê semînereke di
derbarê êrîþkariya tirk de ya ji gelek heleqeyan pêk tê hat
lidarxistin. Ji
aliyê Binkeya Kawa ya Dezgeha Rewþenbîrî ve ev heleqeya semînern tê
organîzekirin. Binkeya Kawa bi vê armancê daxuyaniyek weþandiye. Ev
daxuyanî li jerê pêþkêþî zanîn û agahiya we tê kirin. Hesen
Huseyîn Denîz/ Baþûrê Kurdistanê Kombenda
Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyek lêkolînî li Hewlêrê saz dike
Kombenda
Kawa bo Çanda Kurdî li dirêjahiya 4 rojan ji roja yekþembê(sibe)de
heleqeyek lêkolînî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê a
federe saz dike bi sernavê: “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û
pirsgirêka ewlekariya neteweyî”. Heleqe tê lidarxistin bi beþdariya
gellek siyasetmedar û rewþenbîr û ekadîmisyen ji tavilê þepolên
siyasî û pêkhateyên neteweyî li Kurdistana Îraqê.
Bûyerên
vê dawiyê yên li ser sînorê Îraqê-Herêma Kurdistanê û Tirkiyayê
gellek pirsan dadixe holê ku bi hewceyî berisvên elîtên siyasî û rewþenbîrî
û akadîmîk in, bi mebesta beþdarîkirinê di ronkirina gotarek yekgirtî
ji aliyê xudanê biriyarê li Herêma Kurdistanê û parastina ezmûna
demokratîk. Ji bo bi cîanîna vî erkî û bidestxistina encamên berçavkirî
yên vê heleqeya lêkolînî, pêwîst e em ronahiyê bixin ser van xalan: -Pewendiya
di navbera parastina ezmûna demokratîk û ewlekariya neteweyî a Kurdistanê
de. -Giringiya
serkeftina ezmûna federalizma Kurdistanê di warê bihêz kirina proseya
siyasî li Îraqê û pêþeroja guherîna demokratîk di navçeyê de. -Faktorên
navxweyî di çespandina ezmûna Kurdistanê de. -Bandora
serkeftina rêgeçareya federe û aþtiyane ya doza Kurdistana Îraqê li
ser çareserkirina pirsa neteweyî di navçeyê de, di nav de pirsgirêka
Kurdî. -Li
gor behaneya Tirkî a desttêwerdanê bi hinceta þopandina endamên(PKK)ê
û topbarankirina Îranê bi hinceta (PJAK), Çawa em dê bikaribin van
hincetan nehêlin? -Kanê
stratejiya Kurdistanî? Gelo peywendiyên neteweyî divê ku çawa bin ta ku
bûyerên li ser sînor dubare nebin?
-Gelo
bendeke destûrê federe li Herêma Kurdistanê heye ku rê li pêþiya danûsitendina
bi tevgera siyasî li parçeyên dinê Kurdistanê re veke bi rengekî fire
û eþkere û pitþgirtina pirsgirêkên wan yên demokratîk û mirovî
weke dayina mafê penaberiya siyasî li gor yasayên nêvdewletî? Heleqeya
lêkolînî dê bi zimanê Kurdî be, û bi amadebûna alavên ragihandin û
medyayê. Her roj, dê 3 sêmîner werin pêþkeþkirin. Li dirêjahiya rojên
heleqeyê em dê hemû agahdariyên pêwîst pêþkêþî we birêzan bikin.
Komîteya
Ragihandinê Kombenda
Kawa bo Çanda Kurdî
27 – 10 – 2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org