DESTDIRÊJÎ JÊHATINIYEKE TIRKITIYÊ YE! 

 

  

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Li Sêrtê çeteyekî destavêtinê (tecawuz) derket holê. Di nave de ji mamosteyên dibistanê bigir heta þêx û rayedarên dewletê her kes heye. Ev ne bûyera yekem e û ne ya dawî ye. Par gelek caran hat rojeva çapemeniyê ku li aliyê Colamergê jî bi rêka mamosteyên tirk û polîsan keçên kurdan direvînin dest diavêjin wana û heta hinek ji wana bi wî awayî wekî sîxur þandibûn nava refên gerîlan. Bi kinahî roj derbas nabe ku li Tirkiyê bûyereke destavêtinê rû nede. Dîsa di wan salên dawî de bûkeke biyanî li bajarekî kêleka Behra Spî piþtî destavêtinê kuþtibûn.

Destavêtin jêhatiniyek ango çandeke tirkitiyê ye. Heta bûyerên ku bav destavêtina keça xwe kiriye, bûyerên destavêtina zarokên di malên sêwiyan de dimînin kirine, destavêtina keça cînarê xwe kiriye û bi sedan û hezaran mînakên wekî vê mirov dikare di çapemeniya tirkan de bixwîne.

Destavêtin çima ewqasî li Tirkiyê tê dîtin? Ji polis û leþkeran bigir heta fermandar û rayedaran bi giþtî bêexlaqiyek heye ango di ware exlaq de herifandineke mezin heye. Bi sedan keç û jinên hatine girtin, di bin çavdêriyê de li rastî destavêtinê hatine. Polis û leþkerên lêpirsîna wana meþandine ew tacîz kirine ango dest avêtine wana. Li zindanan dîsa ji gardiyanan bigir heta personel û mudîran bi sedan bûyerên destavêtinê hene. Li daîreyên dewletê, li nexweþxaneyan dîsa bi sedan bûyerên destavêtinê di çapemeniyê de cih girtine. Hinek bi nave þêxitiyê, hinek bi nave bijîjktiyê, hinek bi nave karmendiyê… welhasil kî çi derfet di dest de hebe, di destavêtinê de bikar aniye.

Civakek di ware exlaqî de ketineke mezin dijî, êdî destavêtin jê re bûye karekî rojane. Pîvana exlaqî pê re nemaye. Birçiyê zayendê ye. Dema zilamekî vê  civakê jinekê dibîne hiþ ji serî dice û hemû derfet û rayeya xwe ji  bo têrkirina xweajoyên xwe bikar tine.

Li welatên demokratîk û pêþketî bi hijmareke ewqasî zêde bûyerên destavêtinê nayên dîtin. Mînak tenê li Tirkiyê bûyera destdanê (sarkintilik) heye. Di sersala îsal de bi dehan bûyer derketin ser ekranên televizyonan. Ku jinek dikeve cihekî qelebalix êdî xwedê ji wê jinê sitend: ê qurmîçokan bideyê, yê dest biavêje laþê wê; yê gotinan biavêjeyê… Hovitiyeke dûrî hiþ û aqilan li hemberî wê jinê tê meþandin.

Ev çanda destavêtinê bingeha xwe ji polîtîka û çanda dewletê digre. Serî çi be laþ jî wiha tevdigere. Bi sedê salan qesr û qonaxên Osmaniyan  bi bûyerên wiha lerizîn. Artêþa Osmaniyan girtin ser kîjan welatî keç û kurên wan dîl girtin, anîn di haremên xwe de, ji xwe re kirin jin û kole; roj 24 saetan dest avêtin wana. Her paþeyekî Osmaniyan di harema xwe de ne kêmî 40-50-100 jin dihewand û rojane dadiket nava vana. Yên li qonaxa paþe diman jî ji vana sûd digirtin. Kî bi kê re radiket êdî zêde ne grîng bû. Bêexlaqî wiha li pêþ ket.

Di serdegirtina Kibrisê ya di dema þiyandariya Ecewît de ya di sala 1974an de jî ger hûn biçin li leþkerên di wê serdegirtinê de cih girtine guhdarî bikin, wê mûyê serê we hil bibe: mala digrin ser tevî jinên bi hemle, heta dest navêjinê nakujin! Destpêkê dest diavêjinê, piþt re gule direþînin ser laþê wê. Ne tenê jin, dest diavêjin keç û zarokan jî û piþt re jî dikujin. Yên tev li wê serdegirtinê bûne van bûyerên hovane wekî payeyeke bilind bidest xistine dibêjin,``Gawur kizina boyle boyle yaptik…` û yên li derûdorê rûdinên jî guhdarî lê dikin û di dilê xwe de dibêjin, ``ax ûlan keþke bîz de orda olsaydik``. Civakeke wilo, mirov dikare çi hêviyê jê bike? Civak bi awayê exlaqî herifiye. Xwedî jin, zaro û keç e, dema keçek di ber re derbas dibe, ava devê wî diherike. Bênamûsî heta asta dawî tê jiyîn.

Di civakê de bi sedan bûyerên destavêtinê hene ku nayên eþkerekirin. Heta bi sedan bûyerên destavêtina jina xwe hene. Tevî jin naxwaze pê re rakeve bi dare zorê dixe bin xwe. Ev jî keritiyeke mezin e. Lê mixabin di civakê de wekî mêraniyê tê hesibandin û ecibandin. Ji ber ku civak bi gelemperî di wê rewþê de ye. Dibêje; ``Kadini çektîm, vurdum iki tokat, aldim altima sus pus oldu``. Yên guhdarî dikin jî dibêjin, ``Helal olsun, hakkini vermiþsin!` Lê belê ev bi xwe destavêtina herî mezin e.

Destavêtin raketina zilamekî bi jinekê re ya bê dilê jinê ye. Di hundirê male de be jî, li derveyî male be jî ev rêzik nayê guhertin. Dema ji aliyekî ne bi dilê yekê/î be û zor tê de were bikaranîn ev destavêtin e. Jina wî be jî dema bê dilê jinê bikeve paþila wê, ev dîsa destavêtin e û di civakê de bi deh hezaran bûyerên wiha her roj tên jiyîn û dîtin.

Vê çanda destavêtinê bi xwe re civakeke kufirbaz derxistiye hole. Ji ocaxa leþkertiyê bigir heta dibistan û daîreyên dewletê kufir bûye axaftina rojane. Kufirkirina ji her dera mustehcen re dibe rêyeke têrkirina xweajoyên xwe.

Ne mumkun e ku jinek zendrût an çîqrût di ber komeke zilam re derbas bibe û kes gotinekê navêjeyê an ku ji dest were dest navêjeyê. Bi awirên xwe wê jinê tazî dikin û dest diavêjinê; tu dev ji a rastiyê êdî berde.

Yên dixwazin dikarin biçin li cerdewanan guhdarî bikin û bê leþkerên tirk bêexlaqiyeke çawa bi destavêtina keç û jinên wana xistiye nava wana ji devê cerdewanên hîn sere pozê wana diþewite bibihîsin. Ji dema hatina 12ê Îlonê bigir heta roja me, leþker di kîjan gundî de bi cih bûbin, li wê derê bi dehan bûyerên destavêtinê derketine hole.

Wê demê ji sazûmana Osmanlî bigir heta ya Komara kemalîzmê pratîka hezar salî tev bi bêexlaqiyeke mezin hatiye hûnandin. Sazûmana Tirkiyê tenê bi rêka guherîn û veguherîneke mezin a di ware bîrûbawerî, nêrîn, çand û ramanî de dikare xwe ji vê çanda destavêtinê rizgar bike. Bi bîrûbaweriyeke jinê tenê wekî alaveke pêrerazanê bibîne Tirkiye nikare bibe xwedî exlaq. Bi nêrîneke jinê di bin xwe re û di xizmeta xwe de bibîne jî nabe. Bi çandeke ku hemû jinan ji xwe re wekî keriya bizinan û xwe jî nêriyê nava wana bibîne jî nabe. Ramana vê çandê bi xwedî dike bila bikeve heft tebeq binê erdê çêtir e…

Tirkitî di dîroka xwe de bi talan û çelpandinê bûye xwedî hêz û þiyan. Di vê talan û çelpandinê de destdanîna ser jin û keçan, ji xwe re anîna wan û destavêtina wan jî wekî ganîmet ji xwe re maf dîtiye. Bi sedê salan êdî ev jê re bûye çandek û di roja me de li ku derfetek bi dest bikeve vê çanda xwe bi cih tîne.

Wê demê civaka Tirkiyê tenê bi rûberûhatina dîroka xwe dikare xwe ji çanda destavêtinê rizgar bike. Ji þerê Koreyê bigir heta ê Kibrisê û ji dagirkirina Kurdistanê bigir heta dagirkirina sê parzemînên cîhanê li ser kîjan gelî çi zilm û zordarî meþandine, çiqasî destavêtin û bêexlaqî pêk anîne dive derbasî pêþberî neynikê bibin û li xwe mukir werin ku zanibin çi herifandina exlaq di nava xwe de jiyane. Çawa bi sedan ermenî di rêkên koçberkirinê de kuþtin û keçên wan ên xweþik di malên xwe de kirin cariye û dest avêtin wana; dive êdî bînin ser zimên. Di temirandina serhildanan de bê keçên kurd ji  bo li rastî destavêtina leþkerên tirk neyên çawa xwe di lat û zinaran re avêtin Geliyê Mûnzir û zîlan dive mukir werin. Di îþkencexaneyan de çiqasî dest avêtin keç û kurên ciwan dive êdî veneþêrin. Heta vê yekê nekin ew nikarin bibin civakeke bi rûmet û xwedî exlaq.

Bûyer ne munferîd e, ne pirsgirêka yeko yeko kesan e jî. Hinek dikarin bêjin, `Yaw ma mirov civakekê bi giþtî tawanbar dike?`` Ev ne tawanbarkirin e; karaktera civaka tirk e. Ji bav û kalên xwe ve bi çandeke desavêtinê hatine mezinkirin. Doh li ser piþta hespê siwar hatine, êrîþ birine ser gund û welatan, þewitandine, talan kirine, kuþtine û ya ji ber devê þûr filitiye jî anîne xistine paþila xwe! Îroj jî vî karî êdî moderntir dikin. Li þûna hespê li cemse, panzer û helîkopteran siwar dibin; þûna þûr, MG3, G3, hawin, roket û bombe di destê wan de ne; dikujin, diþewitînin û ya bi dest dixin ji qereqolan bigir heta zîndanan dest diavêjinê. Biçin ji kesên ji nava PKKê reviyane û xwe radestî dewletê kirine bipirsin; bi taybetî jin, bûyera yekem bi sere wan de hatiye, desavêtina bedena wana ye.

Ev tev diyar dikin ku li Tirkiyê çandeke destavêtinê heye. Civaka tirk dive vê yekê bipejirîne û li xwe mukir were. Heta vê neke ew nikare xwe ji vê çandê dûr bixe. Ji bo wê dema gelê sêrtê li hemberî destavêtinê dimeþe, polis astengiyan derdixe. Ji ber ku polis bixwe hêzekî destavêtinê ye. Dewlet li ser bûyerê ranaweste, ji ber ku dewlet bixwe rojê 24 saetan dest diavêje maf û namûsa gel. Dewlet rojê 24 saetan dest diavêje xaka gel, rûmeta gel, mafên gel, jiyana gel, welatê gel, sererd û binerdê gel, zimanê gel, çanda gel, dîroka gel, mejiyê gel, hiþê gel, hasten gel… û her tiþtên gel.

Çirkek tenê jî li Tirkiyê tine ye ku dewleta tirk dest navêje hemû nirxên gel. Dewletê civak ji xwe re kiriye jin û roj 24 saetan dest diavêje wê jinê. Dema jin dengê xwe derxîne jî bi artêþa xwe dide ber daran û dibêje, ``Hiþ be,ez wilo wilo bi te bikim jî dive tu dengê xwe dernexînî; berûvajî dive tu li xwe xweþ bînî ku ez dikevim paþla te!

Belê bûyera ku dewleta tirk bi sere civakê de aniye mixabin ev  çand e. Dewlet rojane li ser doþeka gel e û bi ser de dibêje `ji min re biþikirînin!`

Jib o vê hilweþîna vê dewletê, ji holêrakirina sazûmana pê xwe dimeþîne û guherîn û veguherîna bîrûbaweriya daye civakê ji mirinê ferztir grîng e. Ger civak dixwaze xwe nû bike, dive vê erkê bi cih bîne. Dema vê erka xwe bi cih neyne wekî dema cehiliya berya Muhammed wê bi nifireke wiha mezin re rû bi rû werin ku êdî ne ava zemzemê, ava çelkaniyên Mûnzirê jî nikare wana pak bike.

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

                       

 

               

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org