|
``DESTPÊKÊ
LI JINAN BIDIN!``
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Nivîskar
Eileen MacDonald pirtûkek bi navê, `Destpêkê li Jinan Bidin` nivîsandibû.
`Shoot the Woman First` Ji bo nivîsandina vê pirtûkê jî ji Leyla Xalid
a Filistinî bigir heta Kim Hyon Hui ya ji Koreyê û Susana Ronconî ya
Tugayên Sor bi gelek jinan re hevdîtin çêkiribû. Sedema nivîsandina
MacDonald a vê pirtûkê ew bû ku di lêpirsînên polîsan de, di warê
leþkerî de têgihek wiha derdiket pêþ; digotin `Destpêkê li jinan
bidin`. Çima destpêkê li jinan bidin? Li
gorî lîteratura polîsan dibêjin ku jin di dema derbasbûna çalakiyê de
di demeke ji saniyekê kêmtir de biryarê didin, lê ev dem li cem zilaman
du an sê saniye ye. Yanî ku polîsek bi jinekê re were pêþberî hev jin
di hundirê saniyekê de wê destê xwe biavêje çeka xwe û lingê wê
bikiþîne, lê zilamek be, dibe ku di hundurê du saniyeyan de jî destê
xwe navêje çeka xwe û bikeve nava dudiliyê. Ev
teoriyek e, lê gelek mînakên wê yên pratîkî jî dîtine ku gotinek
wiha dane pêþ. Niha
dewleta Tirkiyê jî vê rêkê diþopîne. Di pêngava tasfiyekirina têkoþîna
kurd a bi navê `Açilim`ê daye destpêkirin de bi dirûþmeya, `Destpêkê
li jinê bidin` tevdigere. Dema
dixwaze bi ser DTPê de biçe, destpêkê ji jinan destpê kir. Ev ne
rasthatiniyek e û keça 13 salî jî vala vala nekuþtin. Pir bi zanistî
berê xwe dan jinên DTPyî. Ji dîroka polîsgeriyê sûd digrin û wiha bi
ser de diçin. Dixwazin
destpêkê jinan radest bigrin. Ku jin werin radestgirtin wê zilam jî bêbandor
bên hiþtin. Bi têkoþîna PKKê re her kes dizane ku jina kurd vîna xwe
da der û xwe da pêþ. Jin ji malê, ji nava þekalan derket û daket
kolanan, derket serê çiyan û herî dawî li ser kursiyê meclîsê rûniþt.
Lê li ber çavê dewletê divê jina kurd her kole bimîne, her di bin destê
zilêm de binale. Çawa dikare serî hilde? Çawa dikare siyasetê bike? Ger
pêþî li ber vê jinê were vekirin, wê dewlet û sazûman li ber lingan
biçe. Ji bo wê dibêje ``zû li jinê bidin!` dema hûn jinê bêbandor
bikin, zilam hêsan e. Zilam
jî divê zanibin ku jin taþtê bin ew jî firavîn in. Ku jin þîv bin ew
jî paþîv in. Yanî her xelasiya wan nîn e. Dema li hemberî birina jinan
serî deynin, wê dor were wan jî. Êdî jê û pê de kîjan polîs dilê
wî bixwaze, wê were meclîsê bi çepilê wan bigre û bibe dadgehê. Wê
demê ti cudahiya parlamanteriya DTPyiyan ji memûrekî dewletê namîne. Ew
êdî nabin nûnerê gel ên hatine hilbijartin, dibin memûrekî dewletê yê
berdest. DTP
divê xwe nexe vê rewþê. Ger buhayê wê derketina serê çiyê be, yan jî
wekî Allende li salona meclîsê kiþandina tebanceya xwe be jî, divê nehêlin
ku wan her du jinên DTPyî bi darê zorê bibin dadgehê. Ger
dewlet wê bi darê zorê parlamenteran bibe, çima yên AKPê, CHPê, MHPê
yên ku ji diziyê bigir heta zîna û qaçaxçitiyê, yên ji sixtekarî û
heta bertîlxwarinê her karê qirêj kirine çima nabin dadgehê? Li
gorî zagona xwe ya faþîst be jî mafê polîsan nîn e bi darê zorê
parlamanteran bibin dadgehê. Gel divê di vê mijarê de DTPyiyan tenê nehêle.
Kesên demokrat, mafparêz, pêþverû jî divê wana tenê nehêlin. Lê
divê DTPyî jî dest ji xwe bernedin û xwe radest nedin. Heta xala dawî
bila li ber xwe bidin, dema çare nema bila çeka xwe bikiþînin, qet hê jî
çare nema bila her bîst alavên xwe kom bikin û berê xwe bidin çiyê; lê
qet bila serî daneynin. Ger
îroj van her du jinan bibin, wê sibe her bîst parlamenterên DTPyî bibin
û him jî her roj bibin. Wekî zarokên berdest wê li wana bikin. Kîjan
parlamenter êdî li ku derê axaftinekê bike wê polîs werin û bi þimaqan
bi wan bikevin. Piþt
re nebêjin kesî em hiþyar nekirin! Va em hiþyar dikin. Li ber xwe bidin
lê gav paþ de navêjin û yekîtiya xwe jî xera nekin. Her bîst wekî
benîþtê dara benê xwe bi hev ve bigrin û bernedin. Ku yek lib ji we
biqete, wê dor were heta liba dawî. Dema
hûn li ber xwe bidin wê gel jî, dem jî û dîrok jî bi we re be. Ji
berxwedana we re serkeftin. HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org