|
DI
DEH SALAN DE KOMPLO GIHIÞT KU?
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Deh
sal zêdetir di ser komploya li hemberî rêberê gelê kurd birêz Ocalan
hatiye kirin re derbas bû. Di van deh salan de pirsa herî balkêþ a
derdikeve pêþçav kîjan e gelo? Tasfiyekirina
tevgera azadiyê? Dîlgirtina rêbertiyê? Çareserkirina pirsgirêka kurd?
Belavkirina artêþ an partiyê? Têkbirina gelê kurd û doza wê?... Bi
rastî kîjan e mirov nizane, ji ber ku zelaliyeke ya komplosazan bidest
xistibin li holê nîn e. Niha
ji komplosazan mirov yek bi yek dikare bipirse: We rêbertiya gelê kurd bi
çi armancê, ji bo çi girt û avêt zîndanê? Ger armanca we
tasfiyekirina tevgera azadiyê bû; di van deh salan de we çima nedikarî
tasfiye bikin? Ger
armanc tenê dîlgirtin bû? Çi fêde gihiþt we? Çi bi dest we ket? Ger
we dixwest pirsgirêka kurd çareser bikin; ka we çi çareserî jê re anî?
Çi baþî yan çi xerabiya we gihiþt çareseriyê? Ger we dixwest PKK û
HPGê belav bikin, ka hûn di kîjan pêngavê de ne û çima bi ser
neketin? Ger
armanca we têkbirin û teslîmgirtina gelê kurd bû, çima gel her roj li
kolanan û li ser pêyan e? Ez
di wê qinyatê de me ku komplosaz jî niha van pirsan ji xwe dikin. Dema li
hev kom dibin, kumê xwe datînin ber xwe û ji hev dipirsin, dibêjin; gelo
me çawa kir ku ev komplo li dar xist? Armanca me çi bû û em niha li ku
derê vê armanca xwe ne? Me çiqase pêk anî, çiqase pêk neanî? Kî
ji min bipirse, ezê bêjim ku komplosazan armanca xwe ya dîlgirtina rêbertiyê
yan ji bîr kirin û yan jî bi rastî ji qûna wan nayê ku pêk bînin. Di
ser komployê re deh sal derbas bûn, hîn jî tiþtek bidest nexistine. Ji
tevgera azadiyê ne gerîlayek kêm bûye ne jî ji serhildana gel pêlikek
daketiye xwarê. Her tiþt pêþ de çûye, lê paþ de neketiye. Wê
demê tiþtek derdikeve holê: Cezakirina rêbertiya gel. Gelo armanca wan
tenê ev bû? Dikarîbûn li Kenya, li Yewnanîstan, li Rusya an li bajarekî
din bikuþtana jî. Gelo çima nekuþtin? Li gorî ku nekuþtin, dixwestin
yan tolekê jê hilînin, yan pê re bazarekê bikin. Ger
armanca wan tolhildan be, niha li Îmraliyê ji xwe tolê hiltînin. Li tola
çi ye gelo? Dixwestin bêjin; `Gelekî ku me tine hesibandibû te hiþyar
kir û xist rojeva me, kir bela serê me! Ji bo wê tu jî di zîndanê de
birize!`` Gelo
dixwazin vê yekê ji rêberê gelê kurd re bêjin? Dibe ku xwestin bi dîlgirtinê
vîna wî radest bigrin û jê re bêjin, ``Ka te ev tevger saz kir anî vê
derê, niha jî divê tu bi destê xwe belav bikî, biqedînî!` Ger
bi hêvî û daxwazeke wiha ev komplo lidar xistibin, niha li zîndanê tiþtên
ku em li der ve nizanin jî ji rêbertiyê daxwaz dikin ango li ser wî pêk
tînin. Ji xwe demekê hin pêkanînên dijwar serî dan. Wekî porjêkirinê,
boyaxkirina jehrî ya dîwêr, wî avêtina erdê û geflêxwarin. Niha ne
tenê ev in; sedî sed bi devkî jî jê dixwazin, dibêjin; ka tevgerê
biqedîne.` Xwestina
vê tenê jî bi tena xwe îþkenceyeke herî mezin û dijmirovî ye. Wekî
tu ji mirovekî re bêje, `Dê ka zaroka xwe bikuje!` Dilê kê dikare vê
yekê ragre? Diyar
e komplosaz di vê xwesteka xwe de jî bi ser nakevin. Di van deh salên
derbas bûn de, li gorî ku artêþ, partî û tevgera gel li pêþ ket, ev
xwesteka wan jî feliþî. Wê demê li holê çi dimîne? Bi
rastî ez ji komplosazan dipirsim. Gelo di serî de Amerîka ya ku rêberê
gelê kurd desteser kir û diyarî da dewleta Tirkiyê, dikare bêje bê ev
yek ji bo çi wiha kir? Armanca wê çi bû û çiqasî gihiþt armanca xwe? Dewletên
din ên tev li komployê bûn; Yewnanîstan, Rusya, Yekîtiya Ewropa tev…
gelo dikarin bêjin bê armanca wan di komployê de çi bû û çiqasî pêk
hat an pêk nehat? Niha
ev hêz û dewlet divê di dawiya deh salan de, carekê bi giþtî li hev
bicivin û vî hesabî carekê jî ji xwe û ji hev bipirsin. Bawer kin ku
tiþtekî wiha bikin wek kêr û penêr wê
bihev kevin. Ji ber ku li holê ne armanc diyar e û ne jî encameke
hatiye girtin heye. Wê
demê tiþtek derdikeve holê: di van deh salan de komplosazan top avêtin,
bi ser neketin, negihiþtin armanca xwe û komplo wekî bombeyeke pîma wê
kiþandî di destê wan de maye, li serê wana zêdetir bûye bela û
pirsgirêk girantir bûye. Wê demê ya bi ser ketiye aliyê kurd e. Tevî
lirasthatina komployê hîn li ser lingan e, hîn têdikoþe, hîn bi hêz
e, hîn xwedî artêþ, partî û tevger e. Hîn dijî û têdikoþe. Hîn
serî hildide û ber bi serkeftinê ve dimeþe. Rêberê
gelê kurd jî di van deh salan de zêdetir di dilê gel de cih girt, zêdetir
ket rojeva cîhanê, zêdetir bi nav û deng bû. Rast e ku di bin îþkenceyên
giran de, berxwedaneke bê hempa bû buhayê vê jiyînê lê ev buhayê
mezinbûna azadiyê ye. Rêber Apo dîl ket, lê hest û ramanên wî di dil
û çalakiya milyonan de tê ser ziman. Ev serkeftineke mezin li hemberî
komplosazan e; nîþaneya têkçûna wan e, her çiqasî komplo bidome jî… HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org