``Di dema aþtiyê de kur bavê xwe vediþêrin, lê di þeran de yên kurê xwe dadixînin gore bav in!..``

 

  

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

   

 

 

Îroj Yekê Adara 2010ê ye; Þerê li Kurdistanê -ku em 28 serhildanên berya vê nehesibînin- 30 saliya xwe dibore. Ev sîh sal in li Kurdistanê xwîneke bê hempa diherike û ev sîh sal in dayîk û bav kur û keçên xwe yên ne sêle dadixînin gore û hinek jê nikarin gora wan jî bibînin yan zanibin!

Trajediyeke berbiçav li Kurdistanê tê jiyîn. Lê cîhana me xwe li hemberî vê kerr û lal, korr û gêj kiriye. Dikarin bêjin ku li her aliyê cîhanê ciwan jiyana xwe jidest didin. Li Asya, li Amerîkaya Jêrîn, li Afrîqa, li Rojhilata Navîn…

Rast e; lê çima gelo? Çima êdî dor nayê kur û keçan ku dê û bavê xwe bi destê xwe veþêrin? Ma heta kengî wê dayîk û bav kur û keçên xwe daxînin gore?

Va ye bihareke din tê. Wê xweza xwe nû bike. Kêzik û kurmik ji binê erdê derkevin. Perperîk li ser kulîlkan bireqisin. Avzê kaniyên xwe der bidin. Keviyên berfê, bi ber bilindahiya çiyan ve  xwe vekiþînin, li cihê xwe lodên nergiz û bilbizêqan hilperînin… Refên kewan xwe berdin ser mêrg û latan. Þalûl û bilbil ji hev re bilûrin… Mêrg û çîmenên zozanan dîsa rengîn bixemilin…

Wê dar bibiþkivin. Beîv, sêv, miþmiþ, hirmî bi rêzê bi kulîlkên xwe yên rengînî û bêhna xwe ya efsûnî dilê keç û xortan bibihurînin… Mêþên hingiv ji kawarên xwe, morî ji kunên xwe derkevin komkirina qûtê sale… Çem û robar wê bicoþin… Kar û berx ,wê çavên xwe, cara yekem li stêrkan û li rojê vekin…

Lê Kurdistan wê dîsa xwên bigirî. Çem û robarên wê dîsa wê sor biherikin. Kulîlkên wê dîsa wê reþ bireþin erdê. Kêzik û kurmikên wê dîsa wê nikaribin bi germahiya biharê þa bibin. Þalûl û bilbilên wê dîsa bê hêlîn wê bimînin… Kar û berxên wê dîsa hîn di zikê dayîka xwe de wê rêka gore bigrin… Keç û kurên kurdan wê çav bi rondik û dilþikestî bin… Dîsa wê dayîk û bav keç û kurên ciwan daxînin goristanê. Dîsa dayîk û bav wê li gorên zarokên xwe yên nediyar bigerin…

Bes e, ev zilm û zordarî! Destê xwe vekiþînin êdî! Bihêlin, bila Kurdistan jî bi bihara xwe þa bibe! Bila keç û kurên ciwan ne di gorên nediyar de werin bîranîn, bila di govenda  azadiyê de, dest bidin hev û dîlana aþtiyê bilîzin!

Di bibûkên çavên zarokan de ne rondik, bila hêviyên pêþerojê biterise êdî. Bila ew ne di nava çar dîwaran de biharê hemêz bikin, li ser  mêrg û çîmenan, bi bazdana li pey perperîkan bila pêþwazî bikin bihara rengîn…

Êdî bila neyê hilweþandin hêlînên þalûl û bilbilan, mexelê pezkovî û lawiran… Darên me bila ne kulîlkê xwe biweþînin, bila ber û fêkî bidin bi dilê xwe…

Bihêlin bila kur û keç biçin ser gorên dê û bavê xwe û bi dilê xwe rondikan bibarînin, ne ku dayîk sînga xwe biperitînin li ser gora kur û keçên xwe yên nediyar ango di þeveke hêvî nedikir de li ser termê danîne pêþberê…

Bila li Kurdistanê ne konên sersaxiyê, bila dibistanên azadiyê werin damezirandin êdî ey neyarino, ey cîhana kerr û lal, ew mirovahiya dilê xwe kiriye pola!

Bihêlin bila kurd û Kurdistan bi bihara xwe þa bibe. Bila zarokên kurdan êdî nebin ber sêpêyê; ne bi nave xwedê û pêximber, ne jî bi navêkomar û demokrasiyê…

Bila aþtî bibe mîratê vê dîrokê! Bila evqase êþ, azar, jan, keser û xem, kul û derd bi spîtiya aþtiyê were binaxkirin û êdî careke din ruyê tavê nebînin…

Dest bidin gelê kurd, rê bidin xaka Kurdistanê; bila bi bihara xwe þa bibe; wa ye bihar serî da der… Bila ne bihareke tenê reþ û sor; bila bihareke rengîn be!..

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org