|
DI HEFTÊ SALAN DE, QEDERA KURDAN
HESEN HUSEYîN DENîZ
Di
ser dardakirina rêberên serhildana Dêrsimê re heftêûyek sal derbas bûn.
Di van heftê salan de qedera kurdan çiqasî hat guhertin, çiqasî nehat
guhertin pêwîstî bi nirxandinekê heye. Seyîd Riza û þeþ hevalên xwe
dema çûn ber benê dardakirinê hêviyên wan çi bûn û çiqasî bi cih
hatin an nehatin? Komara
Tirkiyê ya bi xapandina kurdan, li ser mîratê Osmanlî ji xwe re welatek
saz kir; piþtî þiyandariya komarê bidest xist, xiyanet li kurdan kir û
xwest bi tena xwe bibe xwediyê vî welatî. Li hemberî vê helwestê kurd
pêwîst man nerazîbûna xwe þanî bidin. Serhildana Dêrsimê û berya wê
serhildanên Koçgirî, Agirî û hwd. bi vê sedemê destpê kirin. Komara
Tirkiyê bi hêza xwe ya leþkerî ev serhildan bi dijwarî û bi xwînrijandinê
temirandin. Lê serhildana Dêrsimê hîn dijwartir tê destgirtin. Dêrsim,
di dîrokê de bûye navenda gelek serhildanan. Bi taybetî di dema Tanzîmatê
ya Osmaniyan de li hemberî pêkanînên xurtkirina rêvebiriya navendê li
ser hev serhildan destpê dikin. (Salên 1847,1877-78,1885,1892,1893-95,1907,1911,1916)
, salên
serhildanan in. Ji xwe di dema damezirandina komarê de jî Dêrsim hîn
xakek serbixwe ye. Lê bi tena xwe ye, kêm e û lawaz e. Ti cihekî jê piþtgiriyê
bigre jî nîn e. rayedarên tirk dixwazin vê qeta amade jî daqurtînin.
Bi vê armancê bi ser de diçin, serhildan destpê dikin, lê hêzeke pir
mezin dixin tevgerê û pir bi dijwarî ditemirînin. Kesên
li Dêrsimê rabûn serhildanê tenê dixwestin azadiya xwe û ya welatê
xwe biparêzin. Wan nedixwestin ji dewletê re bibin kole û xulam.
Nedixwestin di nava sazûmana dewletî de cih bigrin. Dizanîbûn ku dewlet
wekî kevirên aþ wê wana bikiþîne ber diranên xwe û bihêre. Wê demê
êdî ne azadiya wan dima, ne jî rûmet. Piþtî
temirandina serhildanê, dewleta tirk xwest ji vî gelê serhildêr toleke dîrokî
hilîne. Hemû malbatên gumana serhildaneke nû li ser wan hebû koçî
aliyê Tirkiyê kirin û deriyê Ewropa li ber wana vekirin. Wiha kirin ku
ji nivþê serhildanê kesek li ser xaka Dêrsimê nemîne. Yên mane jî kiþandin
dibistanên þevînî û di wir de mejiyê wana þuþtin, cihê wê bi
ramana Kemalîzmê dagirtin. Gelek zarokên di wan salan de jidayik bûn,
navê `Kemal` li wana kirin. Ji
vê pêkanînê re `Qirkirina Spî` tê gotin. Qirkirina sor bi temirandina
serhildanê û dardakirina serokên serhildanê pêk anîbûn. Bi qirkirina
spî re jî êdî kesên ji ber devê tifing û singoyan filitîbûn
dixistin pêvajoya asîmîlekirinê. Piþtî
temirandina serhildanên Kurdistanê tê zanîn ku rojnameyeke tirkî ya wê
demê, li binê çiyayê Agirî yê gorek xêz kiribû û li binê nivîsandibû
ku `Kurdistana xeyalî li wir hatiye binerdkirin`. Bi vî awahî Kurdistan
û kurditî di nêrîna tirkitiyê de ketibû bin erdê, ser dihat
betonkirin ku careke din nebe pirsgirêk... Di
navberê re 70 sal derbas bûn. Îroj komara Tirkiyê di nava tirs û xova têkçûnê
de ye. Bi derdorê ketiye, ji cînarên xwe hêviya alîkariyê dike. Li
hemberî serhildana gelê kurd a sîh sal in didome neçar mane. Kurd car
din doza azadiya xwe û ya welatê xwe dikin. Di
dema serhildana Dêrsimê de, dêrsim bi tena xwe bû, di dema serhildana
Agirî û Koçgiriyê de jî bi tena xwe bûn. Lê vê serhildana dawî
qedera tenêmayînê guhert. Ji xwe di dîroka serhildanên gelê kurd de þoreþa
herî mezin jî ev e. PKKê di dîroka kurdan de cara yekem ji her bajarekî
Kurdistanê þervanên azadiyê berhev kirin. Dîsa ji her çar parçeyên
welêt tevlêbûn pêk anî. Li her çar parçeyan di rojekê de girse
rakirin ser lingan. Di vê wateyê de PKKê þoreþa gelê kurd pêk aniye
û bi vê sedemê ye ku dewleta tirk nikare serhildanê bitemirîne. Li
cihekî ditefîne, li cihê din tê gurkirin. Bi vê sedemê ye ku ev sîh
sal in serhildan bê navber dikare bidome û hêvî heye heta serkeftinê jî
bidome. Di vê wateyê de qedera gelê kurd êdî ne wekî berya heftê
salan e. qedera gelê kurd ber bi azadî û serfiraziyê ve diçe. Di
heftêûyeksaliya þehadeta Seyîd Riza û hemû têkoþerên serhildana Dêrsîmê
de bi rêzdarî bi bîr tînim. Bîranîna wan îroj li navsera çiyayên
Kurdistanê di devê tifingên gerîlan de dijî û wê her bijî. HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org