|
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HER KES HIÞYAR BIN
Hesen Huseyîn Denîz
Cara çaremîn e ku rojnameya kurdan Gundem bi sizaya girtinê re rû bi rû dimîne. Sedem, du nivîsarên di roja 2 û 3yê îlonê de tên diyarkirin. Qaþo di van nivîsaran de propagandaya PKKê hatiye kirin! Mesele ne ev e; di vê pêvajoyê de konsepteke nû li ser gelê kurd heye û ev siza ya hatiye ser rojnameya Gundem jî di vê çarçoweyê de hatiye dayîn. Konsept çi ye? Artêþa Tirk di ser sînor re leþkerên xwe rêkirin Îranê ku tev li operasyonên li dijî PKKê bibin. Dîsa di van rojan de birêz Talabanî diyar dike ku wê ew bikaribin PKK û PJAK ê ji hundirê sînorên xwe derxînin. Pê re berya vê daxuyanîyê hatina W. Bush a Bexdayê û rûniþtina wî ya bi serokên Iraqî ên kurd û ereb re heye. Dîsa pê re Tirkiye diyar dike ku dixwaze li ser sînorê Baþûr û Bakur dîwarekî ewlekariyê çêbike. Bi ser de tê zanîn ku di zîndana Îmraliyê de sizaya hucreyê di hundirê hucreyê de dane birêz Ocalan. Sedem dîsa fermandayîna PKKê. Ew bi xwe diyar dike ku di zîndanê de dîl girtiye û nikare fermanê bide kesekî, lê Dozgerên Tirkiyê dibêjin, ‘Na te ferman daye!’ Vana tevan bînin gel hev û bi gera El Malikî ya li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re girê bidin, wê planê dixwazin dagirker li ser gelê kurd bimeþînin, kêm zêde li ber çavê we dîmenekê xêz bike. Niha di çareserkirina pirsgirêka kurd de du alî hebûn: Aliyek rêkên aþtiyane, aliyê din jî rêkên aloziyane bûn. Rêkên aþtiyane PKKê ji îlona par ve bi agirbestê xwest bidomîne û di pêvajoya hilbijartinan de jî ev helwesta xwe berdewam kir. Tevî vê yekê, artêþa tirk û rayedarên hukûmetê bersiveke erênî nedan vê pêngavê û berûvajî bi þer bi ser gel de hatin. Herçiqasî xwestin di hilbijartinan de pêþî li vîna gelê kurd bigrin, lê dîsa jî bi ser neketin û vîna gel bi komekê derbasî meclîsê bû. Lê niha her roj li wan û hincetan digerin bê çawa wana bê bandûr bikin û teslîm bigrin. Bi vî awahî diyar dibe ku: .Hukûmeta Tayip Erdogan di alozîkirina pirsgirêka kurd de bi artêþê re li hev kirine. .Dagirkerên Kurdistanê; hukûmeta Tirkiyê, ya Îran, ya Sûriye û hukûmeta El Malikî ya di desteka kurdan de, di plana bêhêzkirin û tinekirina PKKê de li hev kirine. .Bi hatina Bush a Bexdayê re ev yek bi W. Bush jî dane pejirandin ku ji bo PKK ji hêza xwe were xistin li hemberî êrîþ û planên Îran û Tirkiyê zêde dengê xwe dernexîne. .Heta ku Tirkiye û Îran dest neavêjin desthilatiya hukûmeta herêmê, ew jî li hemberî êrîþên wan ên ser herêma Medya helwesteke tund û pratîkî þanî nedin. .Di vê pêvajoyê de, herî kêm heta dawiya salê stratejiya van hêzan tevan wê bibe lawazxistina PKKê. Ji bo vê: -Tirkiye di hundir de wê operasyonên xwe yên li ser gerîlan bê navber bidomîne. -Tirkiye serdegirtin, astengkirin, qedexekirin, geflêxwarin û çavtirsandinên li hemberî sazî, dezgeh û rêxistinên legal ên kurdan wê xurtir bimeþîne. Zêdetir wê bi ser DTP, Roj Tv, Rêxistinên Mirovî û gel bi xwe de biçin. Ji xwe girtina Gundemê ji bo birîna peywendiya di navbera gel û têkoþînê de ye. Bi vê rêkê wê qaþo rê li ber gel bigrin ku bê perspektîf bimîne. Bi sizaya hucreyê jî qaþo rê li ber DTP û PKKê digrin ku ji birêz Ocalan perspektîfan negrin. Bi lêkirina dîwarê ewlekariyê jî qaþo wê rê nedin ku gelê Bakur ji bêhna azadiyê ya li Baþûr bi bandûr bibe. JI xwe bi anîna sêlsed hezar leêkerên ser sînor û beyankirina herêma ewlehiyê ev yek kiribûn armanc, niha bi projeya dîwarê ewlekariyê dixwazin vebirî bikin. Tevî vana wê çend kuþtinên kiryarên wan ne diyar jî pêk bînin ku çavê girseyan bitirsînin û bêdeng bikin. -Li der ve, Îran wê êrîþên xwe yên li ser Qendîl û Xinêre û gelê li herêma Medya dijî zêdetir bike. Di operasyonên li ser vê xakê de, wê di warê zanistî, tecrube û teknîkî de destekê ji tirkiyê bistîne. Tirk wê zêdetir bixwazin Îranê rêbikin ser PKKê. Ji vê yekê Tirk armanceke du alî diþopînin. Yek; Îranê bi PJAKê re mijûl dikin û wê, ji xetarbûna ji bo xwe dûr dixînin. Du; bi pevçûna di navbera Îran û PKKê de, wê Îranê bidahfîne rewþeke wiha ku zêdetir destdirêjiya xaka Iraqê bike û bi Amerîka re rû bi rû were. Dema Amerîka li Îranê bide wê tirk di vê senaryoyê de bigihêjin a dilê xwe. Bi kinahî di vê pêvajoyê de, li dijî gelê kurd û têkoþerên azadiyê planekî qirêj bi hevkariyeke berfireh di rojevê de ye. Diyar e her ku em ber bi payizî ve biçin, wê ev plan berfirehtir û leztir bikeve pratîkê. Ya grîng ne lidarxistina planê dagirkeran e! Ya grîng helwest, nêrîn û rewþa kurdan e. Ger kurd di vê planê de dest bidin dagirkeran, wê bi têkbirina PKK û PJAKê re xwe jî têk bibin. Ger PKK þîv be, Serdariya KDP û YNKê jî paþîv e. Ma gelo bi rastî Mam Celal dikare kurdan ji ser xaka wana biqewitîne? Ma gelo wê kurd li hemberî vê, bê helwest bimînin? Divê kurd li hemberî vê pêvajoyê hiþyar bin û ji nêz ve biþopînin. Çi tiþta zirarê dide azadî, netewîbûn û yekîtiya kurdan, divê kurd li dij derkevin û qet nepejirînin. Roj ne roja destdayîna dijmin e! Roj roja sazkirina yekîtiya netewî û bilindkirina giyana netewî ye! Hesen Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org