DI VEGOTINA ZIMANÊ KURDÎ DE BEND Û ERKA BENDAN
 
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
Di nivîsarekê de peyv, hevok û bend hene. Ji vana peyv hêmana têgehî, hevok hêmana çalakî, bend jî hêmana ramanî ye. Di her bendekê de ramanak tê vegotin. Bend tê wateya parçekî biçûk ê nivîsarê.
Mirov nikare di yek yek hevokan de ramana xwe bîne ser ziman. Ango bi hevokekê tenê mirov qet nikare ramana xwe vebêje. Lê bi bendekê mirov dikare ramanekê bîne ser ziman. Ji bo vê bend; kombûna hevokên ramanekê tînin ser ziman e. Wekî din çend ramanên di nivîsarekê de cih digrin, bi awayekî li ser hev mirov nikare rêz bike. Divê bi bendan mirov yek bi yek van ramanan ji hev cuda bike ku kesê duwem bikaribe têbigihêje.
Dema mirov dest bi nivîsarekê dike, divê ramanên em dixwazin tê de bi cih bikin, diyar bikin û mirov her ramanekê di hevokeke navser de diyar dike. Piþt re jî her hevokeke ji vana, dike bendek û bi vî awayî nivîsar derdikeve holê.
Mirov ti nivîsaran bi awayekî rasthatinî nikare binivîsîne. Gelek kes dibêjin, ‘Min rahiþt pênûsê, saetekê fikirîm lê min nikarîbû nivîsarek binivîsiya’. Bêguman sedema vê nediyarbûna ramanê ye. Ger mirovek bizanibe wê çi ramanan di nivîsarê de bi cih bike, bi hêsanî dikare binivîse. Tenê karê mirov bike ew e ku çend ramanan diyar bike. Her ramanekê bi peyvên wê ramanê rave dikin bixemilîne, bike bend û ji kombûna van bendan jî bigihê nivîsarê. Ji bo vê sazkirina bendan grîng e.
Mirov bendan li gorî xwesteka xwe dirêj an kurt nake. Yan jî mirov di ku derê nivîsarê de xwest, nikare di wir de bendekê çêbike. Her bendek ramanekê tîne ser ziman; dema raman hat diyarkirin û têrbûnek çêkir, divê ew bend were bidawîkirin.
Nivîsareke bê bend çavên mirov diwestîne û têgîhiþtinê zahmetir dike. Lê nivîsareke bi bendan hatibe nivîsandin, çavan nawestîne û bêhtir rê dide ku raman bikevin hiþê mirov. Dema ramanek diyar be, zêdetir hiþê mirov radike, lê ku ne diyar be, hiþê mirov ji ser ramanê diçe û her tiþt tev li hev dibe. Hebûna bendan ji bo xwendevan balkêþiyekê çêdike.
Dema mirov dest bi nivîsandina bendekê dike, kêmekî (1,25 cm.) bi hundir ve dest pê dike ku diyar be û dema xelas dibe, li ku derê xetê xelas dibe, bila bibe, mirov vedigere serê xeta jêrîn.
 
Mînak:
ÇÊBÛNA GERDÛN, Ê
“... Xortê Porspî û Jîrê gîhiþtin rastiyeke fireh. Li vê derê þkêr ji hev vedibûn û qasî hewþa malekê erd rast dibû. Cih bi cih tûmên giya li nava rastiyê diyar dikirin. Porspî got:
“Em nêzîkê serkaniyê dibin. Bêhneke din emê biçin serkaniyê û aveke hênik vexwin.”
Jîrê þaþ ma û xwe negirt, pirs kir:
“Qey di nava van þkêran de kanî heye? Gundî dibêjin, ‘Kî biçe nava þkêran wê ji têhna re bimre, qet dilopek jî av nîne’. Ez pir mereq dikim kaniyê bibînim.”
“Hemû gundî vê kaniyê nizanin. Heta hemû gundî van deveran jî nas nakin. Rêka tê vê derê zêde asye ye û yekî karê wî tinebe, rêka wî pê nakeve. Ev der karîgeheke bi serê xwe ye.”
“Karîgeh!?”
“Belê. Karîgeh an Gerdûn. Ger tu dixwazî ez hinekî qala çêbûna Karîgehê bikim? Ger tu ne aciz bî û sebra te ya guhdarkirinê hebe!?”
“Qet nizanim dem çawa dibore! Tu bi rojan jî qala van tiþtan bikî, sebra min heye ku ez guhdar bikim. Ez dixwazim ku tu li ser Karîgehê jî biaxivî. Dibêjin Karîgeh bi teqînekê çêbûye û pêla vê teqînê hîn jî nerawestiyaye. Gelo ev rast e?”
“Wa ye tu ji min baþtir dizanî. Bêguman rast e. Baþ e, li gorî te, temenê Karîgeh ango Gerdûnê çiqas sal in?”
Jîrê bi vê pirsê kêfxweþ bû û bi lêvkeniyeke þêrîn got:
“Di pirtûkan de qasî çardeh milyar salan dinivîsîne.”
“Rast e. Bêguman mirov nikare bîne ber çavên xwe bê 14 milyar sal çiqas dem e; ji ber ku temenê mirov li ber vê hijmarê pir biçûk dimîne. Lê zanyar ji guherînên Xwezayê û ji fosîlan dikarin imrê Xwezayê û Jiyanê bi awayekî texmînî derxin hole. Bêguman ti kesan çêbûna Gerdûnê nedîtine û nê mumkune werê dîtin jî; ji ber ku dema Gerdûn çêbû, hîn Cîhan tinebû. Zanyar dibêjin, ‘Gerdûn bi teqîneke mezin çebûye’. Vê teoriya xwe bi bihîstina dengê vê teqînê û hîn di roja me de jî, ji firehbûna wê rast dibînin.”
Jîrê dîsa axaftina wî birî û bi xiroþî (bi heyecan) got:
“Gelo dengekî berya çardeh milyar salan derketibe, îroj, çawa em dikarin bibihîsin?”
Porspî bi lêvkenî bersiv da:
“Ger tu vê pirsê ji xwediyên nêrîna afirandêrî (oldarî) pirs bikî, bê dudilî wê bêjin, ‘Xwe kufir neke û dest karê Xwedê nede!’. Lê zanyarî îroj derdixe ber çavan ku ti karê Xwedê bi vê teqîna Gerdûnê ve nîne û dengê vê teqinê îroj jî tê bihîstin. Deng, bêguman dikare were bihîstin...”
“Ji ber ku deng bi xwe pêze-bûjen (matter/madde) ye!”
“Rast e. Tu dikarî bêjî ku pêze ji çi re tê gotin?”
“Belê. Bûjen/pêze, ji her tiþtê xwediyê giranî û mezintiyekê re tê gotin.”
“Bijî! Tê zanîn ku di Xwezayê de (û di Gerdûnê de) pêzê ti caran winda nabe; dikare were guhertin, bikeve awayekî din lê qet tine nabe. Ji bo vê dengê teqîna berya 14 milyar salan be jî, bi hacetên bikêrhatî em dikarin bibihîsin.”
“Em çawa dikarin bibihîsin?”
“Her þev dema mirov televizyon hîn negirtiye ku weþana wê bi dawî dibe û ekran vala dimîne ‘Xiþexiþ (parazît) a berçav’ çêdibe parçek ji vî dengî ye ...”
 
Wekî tê dîtin ev nivîsara mînakî ji bendan pêk hatiye û di her bendekê de ramanek heye. Dema mirov li vê nivîsarê dinêre, çavê mirov naweste û bala mirov dikþîne ser xwe. Lê ku bi awayekî hiþkeber hatiba nivîsandin, mirov nikarîbû wiha bi hêsanî bixwenda û têbigihîþtayê. Em vê yekê dîsa li ser vê mînakê bibînin:
 
 
 
 
 
ÇÊBÛNA GERDÛNÊ
“... Xortê Porspî û Jîrê gîhiþtin rastiyeke fireh. Li vê derê þkêr ji hev vedibûn û qasî hewþa malekê erd rast dibû. Cih bi cih tûmên giya li nava rastiyê diyar dikirin. Porspî got: “Em nêzîkê serkaniyê dibin. Bêhneke din emê biçin serkaniyê û aveke hênik vexwin.” Jîrê þaþ ma û xwe negirt, pirs kir: “Qey di nava van þkêran de kanî heye? Gundî dibêjin, ‘Kî biçe nava þkêran wê ji têhna re bimre, qet dilopek jî av nîne’. Ez pir mereq dikim kaniyê bibînim.” “Hemû gundî vê kaniyê nizanin. Heta hemû gundî van deveran jî nas nakin. Rêka tê vê derê zêde asye ye û yekî karê wî tinebe, rêka wî pê nakeve. Evder karîgeheke bi serê xwe ye.” “Karîgeh!?” “Belê. Karîgeh an Gerdûn. Ger tu dixwazî ez hinekî qala çêbûna Karîgehê bikim? Ger tu ne aciz bî û sebra te ya guhdarkirinê hebe!?” “Qet nizanim dem çawa dibore! Tu bi rojan jî qala van tiþtan bikî, sebra min heye ku ez guhdar bikim. Ez dixwazim ku tu li ser Karîgehê jî biaxivî. Dibêjin Karîgeh bi teqînekê çêbûye û pêla vê teqînê hîn jî nerawestiye. Gelo ev rast e?” “Wa ye tu ji min baþtir dizanî. Bêguman rast e. Baþ e, li gorî te, temenê Karîgeh ango Gerdûnê çiqas sal in?” Jîrê bi vê pirsê kêfxweþ bû û bi lêvkeniyeke þêrîn got: “Di pirtûkan de qasî çardeh milyar salan dinivîsîne.” “Rast e. Bêguman mirov nikare bîne ber çavên xwe bê 14 milyar sal çiqas dem e; ji ber ku temenê mirov li ber vê hijmarê pir biçûk dimîne. Lê zanyar ji guherînên Xwezayê û ji fosîlan dikarin imrê Xwezayê û Jiyanê bi awayekîî texmînî derxin hole. Bêguman ti kesan çêbûna Gerdûnê nedîtine û nê mumkune werê dîtin jî; ji ber ku dema Gerdûn çêbû, hîn Cîhan tunebû. Zanyar dibêjin, ‘Gerdûn bi teqîneke mezin çebûye’. Vê teoriya xwe bi bihîstina dengê vê teqînê û hîn di roja me de jî, ji firehbûna wê rast dibînin.” Jîrê dîsa axaftina wî birî û bi xiroþî got: “Gelo dengekî berya çardeh milyar salan derketibe, îroj, çawa em dikarin bibihîsin?” Porspî bi lêvkenî bersiv da: “Ger tu vê pirsê ji xwediyên nêrîna afirandêrî (oldarî) pirs bikî, bê dudilî wê bêjin, ‘Xwe kufir neke û dest karê Xwedê nede!’. Lê zanyarî îroj derdixe ber çavan ku ti karê Xwedê bi vê teqîna Gerdûnê ve nîne û dengê vê teqinê îroj jî tê bihîstin. Deng, bêguman dikare were bihîstin...” “Ji ber ku deng bi xwe pêze-bûjen (matter/madde) ye!” “Rast e. Tu dikarî bêjî ku pêze ji çi re tê gotin?” “Belê. Bûjen/pêze, ji her tiþtê xwediyê giranî û mezintiyekê re tê gotin.” “Bijî! Tê zanîn ku di Xwezayê de (û di Gerdûnê de) pêzê ti caran winda nabe; dikare were guhertin, bikeve awayekî din lê qet tine nabe. Ji bo vê dengê teqîna berya 14 milyar salan be jî, bi hacetên bikêrhatî em dikarin bibihîsin.” “Em çawa dikarin bibihîsin?” “Her þev dema mirov televizyon hîn negirtiye ku weþana wê bi dawî dibe û ekran vala dimîne ‘Xiþexiþ (parazît) a berçav’ çêdibe parçek ji vî dengî ye.”
 
Di vê mînakê de jî tê dîtin ku mirov nikare bê westandin û nîþandayîna sebreke mezin bixwîne. Ji van her du mînakan grîngiya sazkirina bendê di nivîsarê de tê dîtin. Divê mirov vê grîngiyê herdem li ber çav bigre.
 
 
Bend xwediyê erka diyarkirina ramanê ye. Ji bo vê salixdana wê wekî, ‘Kombûna hevokên li ser ramanekê’, tê kirin. Bend avahiyeke biçûk a diyarkirina ramanê ye, yan jî beþeke ramanî ya nivîsarê ye. Mirov bi çi awayî salix dide bila bide, divê bizanibe ku her bendek li ser bingehê ramanekê divê were sazkirin. Ji bo vê em dikarin bêjin ku bend;
-Di navbera komên di nivîsarê de girêdaneke ramanî çêdike. Wekî tê zanîn di nivîsarekê de gelek ramanên ku bi kombûna xwe ramaneke giþtî ava dikin hene. Bend di navbera van ramanan de girêdanê çêdike. Ev jî yekseriya nivîsarê pêk tîne.
-Bend di navbera du komên ramanan de girêdanê çêdike.
-Bend, di navbera ramanên têkildar û ramana bingehîn de girêdanê çêdike.
-Bend, ramanên di nivîsarê de derdixe ber çav, diyar dike.
-Bend, balkêþî û dilbijariyekê dide dîtin û xwendina nivîsarê.
 
 
Bend avahiyeke ramanî ye. Mirov di bendê de ramanekê tîne ser ziman. Lê ev raman bi awayekî rasthatinî nayê ser ziman. Divê ramana di bendê de, bi hevokên hev temam dikin were ser ziman. Ji bo vê di bendê de, ‘Hevoka Ramana Bingehîn’ heye. Hevokên din tev li derdora vê hevokê tên hûnandin û vê temam dikin. Çawa ku di nivîsarekê de ‘Benda Ramana Bingehîn’ heye, di bendê de jî ‘hevoka ramana bingehîn’ heye û ev tê wê wateyê ku bend di rastiyê de makêtek biçûk a nivîsarê ye. Ji bo vê dema mirov bendê ava dike, divê yan di serî de, yan di dawî de hevokek ku bingehê bendê be diyar bike. Dema hevokek wiha di dest mirov de hebe, êdî liserzêdekirina vê hevokê zahmet nabe. Divê hevokên li derdora hevoka ramana bingehîn werin hûnandin, di navbera wan de yekîtiyek û hevxurtkirinek hebe.
 
 
Yekîtiya bendê bi girêdana tevahiya hevokan, bi awayekî xurt, bi hevoka ramana bingehîn ve pêk tê. Ger hinek hevok ji ya ramana bingehîn qut bin, wê têgîhiþtineke neyênî li ser bendê çêbike. Hevokên alîkar bi ya ramana bingehîn ve çiqasî bi tov girêdayî bin, bend ewqasî xurtir dibe. Mirov Hevoka Ramana Bingehîn dikare rasterast (Di serê bendê, yan di dawiya bendê de) jî, bi awayekî derdorî di nava bendê de jî diyar bike. Ya grîng ew e ku ramana di bendê de li ser bingehê vê hevokê tê pêþvebirin. Wê demê ramana di vê hevokê de çiqasî zelal û safî be, ewqasî mirov dikare pê ve hûnandina hevokên din çêbike. Ger ramana di hevokê de þîlo be, hevokên li derdora vê werin avakirin jî wê rê ji nakokî û þîlobûnê re vekin.
 
Mînak:
“Herkes dikare nivîsandinan binivîsîne. Nivîsandin tiþtekî baþ e. Zarok jî, zilam jî, keç û jin jî dikarin nivîsandinê bikin. Li dibîstanan û li fêrgehan derfeta hînbûna nivîsandinê heye. Nivîsandin tiþtekî baþ e. Divê zarok biçin dibistanan ku fêrî nivîsandinê bibin...”
Di vê benda mînakî de tê dîtin ku mirov nizane kîjan hevok a ramana bingehîn e. Di rastiyê de mirov tênagîhêje ku bend dixwaze çi ramanê bide. Çend hevokên li ser grîngiya xwendin û nivîsandinê li pey hev hatine rêzkirin, lê wateyeke ramanî ya yekbûyî û xurt nade. Li þûna vê bend divê wiha hatiba sazkirin:
“Ji bo fêrbûna nivîsandinê pêdivî bi zanîngehan heye. Divê biçûk, mezin herkes xwe fêrî nivîsandin û xwendinê bikin. Ji bo vî karî zanîngeh û fêrgeh hatine avakirin.”
Di vê bendê de tê dîtin ku bi hijmareke hevokan a kêmtir ramaneke zêdetir têgîhiþtinê çêdike û yekbûyî hatiye sazkirin; ji ber ku di destpêka bendê de hevoka ramana bingehîn, ‘Ji bo fêrbûna nivîsandinê pêdivî bi zanîngehan heye’, hatiye diyarkirin û hevokên din vê temam dikin, alîkariyê didin têgîhiþtina vê ramanê.
Wê demê derdikeve holê ku di bendê de ya grîng ne ew e ku mirov gelek hevokan li pey hev rêz bike, tersê vê diyarkirina ramanê bi awayekî eþkere û girêdaneke xurt di navbera hevokan de ji tevî grîngtir e.
Di bendê de dema mirov bixwaze zêde balê bikþîne ser ramana tê de û ramandinekê li ser çêbike, hevoka ramana bingehîn di nîvê bendê de, yan jî di dawiya bendê de bi cih dike. Ger mirov bixwaze têgîhiþtineke rasterast çêbibe, di destpêka bendê de hevoka ramana bingehîn bi cih dike. Ji bo ku bendên mirov ne bi teþeyekê bin, her sê cûreyên bicihkirina hevoka ramana bingehîn dikarin werin bikaranîn, ew li ser daxwaza mirov dimîne. Di hinek bendan de mirov dikare hevoka ramana bingehîn diyar neke; lê di rewþên wiha de, divê hevokên tên bikaranîn qasî hev xurt û watedar bin, û ji giþtiya bendê têgîhiþtineke ramanê were çêkirin.
 
 
Li gorî ku bend avahiyeke ramanê ye, hevokên bendê pêk tînin, divê li derdora vê ramanê bigîhêjin hev û girêdaneke xurt pev re çêbikin. Dema mirov ji hevokekê derbasî hevokeke din dibe, divê qutbûn an bigincirbûnek dernekeve pêþya mirov, wekî ava diherike, ji cokekê derbasî cokeke din dibe; hevok jî wiha ji yekê derbasbûna yeke din bi herikîneke xweþ çêbikin. Ji bo vê jî divê her hevok ji aliyê raman û ziman ve bi ya berya xwe ve were girêdan û rêka girêdanê li ber hevoka bi pey re were veke. Ji hevokekê derbasbûna hevokeke din divê ne bi awayekî zordayîn, bi awayekî xwezayî; wekî libên tizbiyê ku yek yekê dikþîne were çêkirin.
Ger mirov hevokên têkildarê ramanekê di bendê de li gorî rêzbûneke wateya hev temam dikin rêz neke, dîsa têgîhiþtineke tam nayê çêkirin. Ev jî diyar dike ku ji destpêka bendê heta dawiya wê divê her hevok bi ya din ve li gorî rêzbûneke ramanî were girêdan.
Mînak:
“... 1- Dema mirov bi cameke reþ (tenîkirî) li Rojê binêre, di nava spîbûna agir de hinek cihên reþ (tarî) dibîne. 2- Zanyar texmîn dikin ku ev cihên tarî cihên sarbûyî ne. 3- Roj girseyeke wiha ye ku wekî agirê atomê yê bikele, diþewite û di nava wê de germahî panzdeh (15) milyon santigrat in. 4- Ev germahî li ser ruyê wê dadikeve 5-6 hezar santîgrat dereceyan ...”
 
Ev hevok li derdora ramanekê hatine cem hev û wateyeke hevpar didin lê wekî ku cihê hevokan hatibe guhertin, valahiyek di navbera wan de heye û di têgîhiþtina ramanê de zahmetiyê çêdike. Li þûna vê ku wiha hatiba sazkirin wê bêhtir xwediyê girêdaneke xurt, yekbûn û têgîhiþtineke hêsan baya.
 
“... 3- Roj girseyeke wihaye ku wek agirê atomê yê bikele, diþewite û di nava wê de germahî panzdeh (15) milyon santigrat in. 4- Ev germahî li ser ruyê wê dadikeve 5-6 hezar santîgrat dereceyan. 1- Dema mirov bi cameke reþ (tenîkirî) li Rojê binêre, di nava sipîbûna agir de hinek cihên reþ (tarî) dibîne. 2- Zanyar texmîn dikin ku ev cihên tarî cihên sarbûyî ne ...”
 
 
Her hevoka di bendê de divê bi ya berya xwe û bi ya paþ xwe ve were girêdan ku herikînekê û yekîtiyekê bikaribe çêbike. Herçiqasî mirov ramaneke bingehîn di bendê de bi cih dike û hevokên alîkariyê bidin vê û vê temam bikin li derdorê dihûne jî dikare di navbera wan de cih bi cih valatî bimîne. Di rewþên wiha de peyvên di navbera hevokan de girêdanê çêdikin hene û mirov bi rêka van peyvan hevokan pev ve girê dide, ango bi van peyvan di navbera hevokan de pirekê çêdike. Ji peyvên erka vê pirê dibînin re, ‘’Hemanên Girêdanê’ tên gotin û ev hêman dikarin ji peyvekê jî, ji rêzepeyvan jî pêk werin. Peyvên di navbera hevokan de dibin pir; hêmanên girêdanê ev in:
 
‘Qey, Bes, Bes ku, Ji ber ku, Mixabin, Ger, Her çiqasî, Herwiha, Wiha ye ku, Bi kurtahî, Nexwa, Heta, Lewma, Bêguman, Ka, Meger, Meger ku, Bi ser de, Dibe ku, Lê, Lêbelê, An na, Ango, Dijî vê, Berûvajî vê, Bes lê binêre ku, Pê re, Bi ser de, Di ber re û hwd.
 
Mînak:
“... Malzemeya Cîhan jê çêbûye herwiha ji kûrahiya Gerdûnê pijiqî bû. Lêbelê ev malzeme ji kombûna yekgirtiyên lebatî ango organîk ên hêsan (basît) pêk dihat. Bêguman di hundirê vê yekgirtiyê de hemû elementên (ciþtên) îroj li ruyê Cîhanê hene cih digirtin. Bes ev element tev jî ji elementa yekemîn a ku herî sivik e, ji Hîdrojenê pêk hatibûn. Herwiha ev taybetmendiya Hîdrojenê ji teqîna yekem a Gerdûnê tê ku di wê teqînê de pêze (matter) ya destpêkê derketiye der, Hîdrojen e. Pê re ji vê teqîna mezin a Gerdûnê, atomên Hîdrojena derketiye, gîhiþtine hev û stêrkên hene (Stêrk, Roj, Peyk û hwd.) çêkirine. Di ber re ev jî bi teqînên ‘Supernova’ teqiyane û toza wan li her aliyê Gerdûnê belav bûye. Bi kurtahî, ev pêvajo heta çêbûna Sazûmana Rojê ya me û Cîhana me 11 milyar salan (kêm-zêde) domiyaye.”
 
 
Ji bo kinbûn an dirêjbûna bendê, mirov nikare tixûbekî deyne. Dirêjbûn û kinbûna bendê li ser jêhatiniya vegotinêr dimîne. Bend, divê qasî ku bikaribe ramanekê bîne ser ziman dirêj, lê qasî ku bala kesê duwem bikþîne ser xwe û wî/wê aciz neke jî kin be. Ji bo vê divê mirov naveroka mijarê, rewþa vegotinêr û rewþa kesê dixwîne yan guhdar dike bide ber çav û benda xwe li gorî wê kin an dirêj saz bike. Ji bo vê mirov ji danîna pîvaneke dirêjbûn an kinbûnê zêdetir, li raxistina raman û armancê binêre. Ger mirov raman an armanca xwe bikaribe bi çend hevokan bîne ser ziman, mirov bendê jî ji ewqas hevokan pêk tîne; lê rewþa xwendevan a guhdarkirin an xwendinê jî divê jibîr neke. Divê mirov bizanibe ku di qirnê me de êdî bend û nivîsarên zêde dirêj balê nakþînin û xwendevan an guhdaran ji xwe didin revandin. Ji bo vê divê raman, armanc di bendê de û bi vê ve girêdayî, di tevahiya nivîsarê de bi awayekî cewherî were vegotin.
 
 
Di nivîsarê de bend, li gorî nivîsara tê de cih digrin, li gorî erka hilgirtine ser xwe û li gorî raxistina ramanê ya armanca vegotinêr tên guhertin. Lê bi awayekî gelemperî mirov dikare wekî ‘Benda Destpêkirinê’, ‘Benda Berfirehkirinê’ û ‘Benda Bidawîkirinê’ hilgire dest.
 
Bendên Destpêkirinê Û Di Van Bendan De Rêbazên Balkiþandinê
 
Di nivîsarekê de benda destpêkirinê weyna (rola) danasîn û balkiþandinê dileyize. Xwendevan ji vê bendê têdigîhêje ku nivîsar di derbarê çi mijarê de ye û bala wî dikþîne, yan na. Bi taybetî nivîsarên kin wekî Gotar, Nivîsar, Pêkenîn (fýkra), nivîsarên rexneyî û hwd. divê di benda yekem de werin danasîn ku xwendevan bizanibe pêwîstiya wî bi xwendina wê heye yan nîne. Ji bo vê divê mirov grîngiyê bide ser benda destpêkirinê û van taybetmendiyên wê bide ber çav:
 
-Destpêkirineke Rasterast Û Tam
Armanca benda destpêkirinê, danasîna mijarê ye. Ji bo vê, divê mijar li ser çi ye, bi awayekî eþkere û rasterast were gotin ku têgîhiþtinekê çêbike. Ger mirov mijara nivîsarê diyar neke, xwendevan nikare bala xwe bide ser û mereq bike ku bixwîne. Ji bo vê divê mirov rasterast bikeve mijarê û wateya wê tam bide diyarkirin ku di têgîhiþtinê de ti astengî li pêþya kesê duwem dernekeve.
Mînak:
“... Tiþtek nîne ku ne li gorî prensîbên peresendê pêk werin. Li gorî Teoriya Peresendê hemû celeb (kînd/tur) ên îroj hene, ji celebên di dema derbasbûyî de jiyane, çêbûne.”
“Çawa? Ma her tiþt bi fermana Xweda çênebûye?”
“Ew nêrîna dema naþîbûna mirovahiyê bû. Dema mirovahî tam tênegihîþtibû kûrahiya zanyariyê, her tiþt bi hêzeke li derveyî xwe ve girê dida. Mirov dema lawaz be, tirsonek e û dema nezan be, lawaz e. Ji bo vê jî tiþta hêza wî negîhêjê, bi Xweda ve girê dide û serê xwe pê naêþîne!”
Peresend wekî ‘guherîn-guhertin’ê jî tê bikaranin û bi awayekî giþtî û teorîk destpêkê ji aliyê Charles Darwîn ve hatiye ser ziman.
Li gorî vê peresend; pêvajoya guhertina tiþtekî ya bi demê re ye. Bi vê guhertinê tiþteke nû derdikeve holê. Ev tiþtê nû êdî ne ew tiþtê kevn e, lê di hundirê wê de taybetmendiyên wî/wê tiþtê kevin jî hene. Ev guhertin ne tenê ji bo heyîneyên zindî, ji bo raman (fikir) û têkiliyên di navbera wan de jî tê bikaranîn.
 
Di vê mînaka jorîn de vegotinêr li ser bîr û baweriya xwezayî rawestiye, yan li ser pêþveçûna zagona peresendê rawestiye, yan jî peresendê dixwaze bide nasîn ne diyar e; bêhtir mirov dikare bêje her sê mijar jî hatine tevlihevkirin. Lê di rastiyê de divê nivîsarek li ser mijarekê tenê be û ger mijarên din tê de hebin, divê alîkar û temamkerê vê bin. Ji bo vê jî, dive benda yekem a destpêkirinê rasterast mijarê diyar bike û tam vebêje. Niha em li mînaka jêrîn binêrin û têbigîhêjin weyna benda destpêkirinê:
 
“... Peresend wekî ‘guherîn-guhertin’ê jî tê bikaranin û bi awayekî giþtî û teorîk destpêkê ji aliyê Charles Darwîn ve hatiye ser ziman. Li gorî vê peresend; pêvajoya guhertina tiþtekî ya bi demê re ye. Bi vê guhertinê tiþtekî nû derdikeve holê. Ev tiþtê nû êdî ne ew tiþtê kevn e, lê di hundirê wê de taybetmendiyên wî/wê tiþtê kevin jî hene. Ev guhertin ne tenê ji bo heyîneyên zindî, ji bo raman (fikir) û têkiliyên di navbera wan de jî tê bikaranîn.”
“Ji bo her heyîneya di Xwezayê de mirov dikare rêzika peresendê bi kar bîne.”
“Tiþtek nîne ku ne li gorî prensîbên peresendê pêk werin. Li gorî Teoriya Peresendê hemû celeb (kînd/tur) ên îroj hene, ji celebên di dema derbasbûyî de jiyane, çêbûne.”
“Çawa? Ma her tiþt bi fermana Xweda çênebûye?”
“Ew nêrîna dema naþîbûna mirovahiyê bû. Dema mirovahî tam tênegihîþtibû kûrahiya zanyariyê, her tiþt bi hêzek li derveyî xwe ve girê dida. Mirov dema lawaz be, tirsonek  e û dema nezan be, lawaz e. Ji bo vê jî tiþta hêza wî negihêjê, bi Xweda ve girê dide û serê xwe pê naêþîne!”
 
 
 
-Destpêkirineke Kin Û Bê Hûrgulî
Di hinek nivîsaran de ji ber taybetmendiya naveroka wan pêwîstî bi çêkirina bendên kin heye. Wê demê benda destpêkirinê jî kin û bê hûrgulî tê sazkirin. Wekî tê zanîn hebûna hûrguliyan, hevokan û bi vê sedemê bendan dirêj dike.
Mînak:
* Hewaya li serê çiyan pir paqije û ji bo tenduristiya mirov wekî derman e.
 
** Fêdeya xwendinê çiqas were ser ziman jî naqede. Xwendina rojnameyan mirov di derbarê pêþveçûnan de agahdar dike.
 
Di van her du mînakan de tê dîtin ku destpêkirineke danasîna mijarê bi kurtahî heye, lê ne di wê dewlemendiyê de ye ku bikaribe bala kesê duwem bikþîne ser xwe û dilê wî bibijîne nivîsarê. Niha em van bendan bi awayekî hîn balkêþtir hilgirin dest:
* Li serê çiyan hewayeke wiha paqij heye ku ji bo tenduristiya mirov weyna derman dileyize; ji ber ku çiya ji þaristaniyê û bi vê sedemê ji pêþesaziyê dûr e. Li cihên bilind herdem bayê dilive û oksîjena daristan derdixin derve, hewayeke dermanî difûrîne ser laþê mirov.
 
** Fêdeya xwendinê çiqas were ser ziman jî naqede. Xwendina rojnameyan mirov di derbarê pêþveçûnan de agahdar dike. Pirtûk, cîhana mirov û heyîneyan bi me didin nasîn. Radyo û televizyon jî vê weynê dileyizin. Ev tev ji bo fêrbûn û zanabûna mirov grîng in.
 
-Destpêkirineke Sipartî Salixdana Ferhengê
 
Di hinek nivîsaran de, (bi taybetî xwendevan) ji bo dest bi mijarekê bikin ji ferheng an ansîklopediyan salixdana wê digrin û wiha benda destpêkirinê saz dikin. Bêguman salixdana ji ferhengê rê nade ku em mijara xwe bisînor bikin û li gorî nêrîneke diyar hilgirin dest. Ferheng wateya gelemperî ya peyvê dide. Lê di nivîsaran de pirahî mirov mijarê bi alîyekî wê ve hildigre dest.
Mînak:
“Di ferhengê de salixdana Peresendê wiha hatiye kirin: ‘Peresend: Guherîn-guhertin’. Bi awayekî giþtî û teorîk destpêkê ji aliyê Charles Darwîn ve hatiye ser ziman. Li gorî vê peresend; pêvajoya guhertina tiþtekî ya bi demê re ye. Bi vê guhertinê tiþteke nû derdikeve holê. Ev tiþtê nû êdî ne ew tiþtê kevn e, lê di hundirê wê de taybetmendiyên wî/wê tiþtê kevin jî hene.”
 
Wekî tê dîtin bi salixdana ferhangê destpêkirina peresendê hatiye kirin û bi vî awayî mirov nikare mijarê bisînor bike. Ger mirov li ser giþtiya peresendê binivîsîne, ji xwe ev ne mumkun e. Divê mijareke hilbijartî ya sînorên wê diyar hebe ku bikaribe vegotinê li pêþ bixe. Li þûna vê ku wiha hatiba nivîsandin baþtir bû:
“Peresend wekî ‘guherîn-guhertin’ ê jî tê bikaranîn û bi awayekî giþtî û teorîk destpêkê ji aliyê Charles Darwîn ve hatiye ser ziman. Li gorî vê peresend; pêvajoya guhertina tiþtekî ya bi demê re ye. Bi vê guhertinê tiþteke nû derdikeve holê. Ev tiþtê nû êdî ne ew tiþtê kevn e, lê di hundirê wê de taybetmendiyên wî/wê tiþtê kevin jî hene.”
Di vê mînakê de tê fêmkirin ku wê vegotinêr li ser guhertinê raweste û çawa pêk tê, vebêje.
Di vegotinê de ji bo mirov bala kesê duwem bikþîne, gelek caran bi mînakeke pêkenîn, biwêj, metelok, gotinên pêþyan, pêþdarî, beramberkirin, pirskirin an axaftindayînê dest bi benda destpêkirinê dike, ji van rêbazan tevan sûd digre. Ji vê yekê armanc ew e ku danasîna mijarê bi awayekî dilbijare bike.
 
Benda Destpêkirinê Ya Bi Mînakdayîna Ji Gotinên Peþiyan, Metelok, Biwêj An Pêkenînan
 
Di vegotinê de mirov rêbazekê ji vana hildibijêre û dike mînaka benda destpêkirinê. Tiþta bala me li ser be, divê mînaka em bidin û mijara em li ser vebêjin, li gorî hev bin, ne ku ji hev dûr bin. Dema mirov wiha bi gotineke balkêþ, an bi pêkenîn dest pê dike, bêhtir bala kesê duwem tê kiþandin û dilê wî dibije xwendin an guhdarkirinê.
 
Mînak:
“ Dê û bapîrên me gotine; ‘Þêr þêr e, çi jin e, çi mêr e!’ Ev tê wê wateyê ku di kurdan de ji berê ve cudahiyeke zayendî di navbera jin û mêr de nîne. Di vî warî de demokratbûnek ji berê ve di nava kurdan de hebû. Ger di roja me de cudahî ketibe navbera her du zayendan, sedema vê ne kurd, bandûriyên li ser kurdan çêbûne; wekî bandûra îslamiyetê, desthilatdariyê û hwd. in.”
 
Di vê mînakê de tê dîtin ku vegotinêr bi gotineke pêþiyan dest bi benda destpêkirinê kiriye û bal kiþandiye ser wekhevî û xurtbûna her du zayendan. Bi vî awayî mirov têdigîhêje ku mijar wê li ser vê yekê were hûnandin.
 
Benda Destpêkirinê Ya Bi Pêþdarkirinekê Dest Pê Dike
 
Pêþdarkirin ji bo bendên destpêkirinê, rêbazeke balkêþ e û dilbijêr e. Lê divê bi hostayî were vegotin. Ji bo vê tiþta rojeva mijarê çi be, bi pêþdarkirineke wê, mirov dest pê dike û bi awayekî þênber radixe ber çav.
 
Mînak:
“Dema ez ketim hundir, ronahiya wê ez pêþwazî kirim. Wekî tayeke rihanê rabû ser xwe û bêhneke misk û emberî ji ber hil bû. Çavên wê yên behrînî, wekî ewrên avis tije bibûn. Gezek li lêva xwe ya dawetkar da û bi lêvkeniyeke ku diranên wê yên wekî libên birinca Qerecdaxê biriqandin, ber bi min ve hat...”
Di vê bendê de li ser keçekê pêþdarkirinek tê çêkirin û bala kesê duwem dikþîne ser xweþikbûn û xemgîniya wê. Êdî mirov mereq dike ku ev keça xweþik ji ber çi xemgîn bûye û dixwaze dawiya wê bibîne. Bi vî awayî kesê duwem bi mijarê ve tê girêdan.
 
Benda Destpêkirinê Ya Bi Beramberkirinê Dest Pê Dike
 
Rêbazeke destpêkirina vegotinê jî beramberkirina tiþtekî/ê, ango kesekî/ê bi tiþtekî/e din an kesekî/e din re ye. Ev jî ger bi hostayî were bikaranîn balkêþ û dilbijêr e.
 
Mînak:
“Mûsa Anter ji bo gelê kurd û wêjeya kurd wekî çinareke sed salî bû. Çawa ku çinarek wiha bi zor û zahmetî digîhêje, gîhiþtina Mûsa Anter û kesên wek wî, jê hîn zahmetir e. Wî rehê xwe berdabûn kûrahiya xaka welat û bi þaxên xwe hemû gel himbêz kiribû. Bêguman ku çinarek ji binî ve were rakirin, mirov dikare bi dehan çinar li þûnê biçîne, lê tinekirina wî di wêjeya kurdî de hilkirineke wiha çêkir ku sed sal jî derbas bibin, zahmet e mirov bikaribe cihê wî hiþîn bike...”
Di vê mînakê de nivîskarê kurd Mûsa Anter diþibîne çinarekê û bi vî awayî têgîhiþtineke hêsantir û watedar çêdike. Dema bi vî awayî dest bi benda destpêkirinê dike, bala kesê duwem bêhtir diçe ser mijarê.
 
-Benda Destpêkirinê Ya Bi Pirskirinan Dest Pê Dike:
 
Ji bo hinek mijaran jî mirov di benda destpêkê de pirsan pirs dike û hiþ û ramana kesê duwem dixe tevgerê. Wê demê kesê duwem wekî li hemberî mirov e, xwe pêwîstê bersivdayînê dibîne û ji bo vê mereq dike ku ramana wî/ê û ya di mijarê de wekî hev e, yan na. Ev jî rêbazeke balkêþ e û bala kesê duwem dikiþîne ser mijarê.
 
Mînak:
“Gelo çima em kurd bindest in? Qey bindestbûn ji bo me qeder e, yan ji bêkêriya me ye? Ev xaka dergûþa mirovahiyê, çawa ket rewþeke bindestiyê? Çima li paþ her derê maye? Hinek kes sedemên vê bi dewlemendbûna xaka me ve girê didin. Baþ e lê qey ti welatên din qasî yê me dewlemend nînin ku ew ne bindest in, lê em hîn jî di nava lingên desthilatdaran de diperçiqin? Bêguman divê mirov bersiva van pirsan bide ku bikaribe li miroviya xwe jî xwedî derkeve. Ger em bersivê nedin, kî ji me dikare xwe mirov bihesibîne?...”
 
Destpêkirineke bi vî awayî di cih de hiþ, raman û hestên mirov radike ser lingan û dixwaze tev li gengeþiyê bibe, mijarê heta dawî biþopîne.
 
-Bendên Destpêkirinê, Yên Bi Axaftindayînan Dest Pê Dikin
 
Bi axaftina di navbera du, sê kesan de derbas dibe, dest bi benda destpêkirinê dike û dawiya axaftinan bi mijarê ve girê dide ku wateya wê neyê windakirin.
Mînak:
“Ez naxwim.”
“Divê tu bixwî; çareya te nîne!”
“Ez nikarim bixwim, min ti caran nexwariye!”
“Her tiþtek destpêkirineke xwe heye; ku tu van hebikan nexwî, tu rehet nabî.”
Dema ez ketim odeya bijîjk, ez bûm guhdarê van axaftinan û di cih de vegeriyam; ji ber ku kezeba min jî ji xwarina hebikan diqetiya. Di temenê xwe de tenê carekê min hebik xwarin, ew jî di qirika min de man û min dikir bifetisim...”
Di vê mînakê de tê dîtin ku li ser xwarina hebikan û xova wê mijarek hilgirtiye dest xwe, lê ji bo baldar û dilbijêr be, ku mereqekê bikaribe li ser mijarê çêbike, bi axaftina di navbera bijîjk û nexweþekî/ê de dest pê dike û bi tirsa xwe ve girê dide.
 
Bendên Derbasbûnê Û Erkên Wan
 
Bendên derbasbûnê zêdetir di nivîsarên dirêj ên wekî pirtûkên ji çend beþan pêk tên de tên bikaranîn û erka wan ew e ku di navbera beþan de girêdanê çêdikin. Di pirtûkan de pirahî beþ dirêj dibin û dema mirov dest bi beþeke din dike, mijara di beþa berya wê de dixwaze bi bîr bîne ku bikaribe girêdaneke xurt di navbera her du beþan de çêbike. Ji bo vê vegotinêr dema digîhêje dawiya beþekê, wekî mijara tê de komî ser hev bike, wiha kurtebir dike û di derbarê beþa bê de, hinek balkiþandinê bi dayîna serê benikan çêdike û piþt re derbasî beþa din dibe. Wê demê mirov bi têgîhiþtineke kurtebir derbasî beþeke din dibe û ev jî rê nade ku di navbera beþan de qutbûnek çêbibe.
 
 
 
Benda Encamê
 
Ger di nivîsareke kin de hest, raman û daxwazên em dixwazin bidin, me dabe, hewce nake ku di dawiyê de mirov benda encamê bi kar bîne. Lê ji bo nivîsarên dirêj pêwîstî bi benda encamê heye.
Di benda encamê de mirov bi awayekî kurtebir cewherê mijarê tîne ser ziman, vê mijarê dixwaze bi çi ve girê bide, ango fêrbûneke çawa dikare jê were derxistin, mirov diyar dike û ramanên tê de hatine ser ziman mirov digîhêne dawîbûnekê. Ji ber vê yekê, di nivîsarên dirêj de weynê benda encamê grîng e. Ger ramanên di nivîsarê de hatine pêþdan, neyên bidawîkirin, dikare nakokiyê di hiþê kesê duwem de çêbike û dema ev nakokî neyê borandin, nivîsar nagîhêje armanca xwe. Bêguman her nivîsarek dawîbûneke xwe heye, ev dawîbûn divê wekî cewherê wê nivîsarê be û çaresarker be ku mejiyê kesê duwem bikaribe têrbûnekê jiyan bike. Ji xwe armanca nivîsaran jî ev e.
 
 
Çawa ku bend hêmaneke ramanî ya nivîsarê ye, wê demê diyar e ku di her bendekê de ramanek heye. Ev raman di hevoka ramana bingehîn de tê diyarkirin. Lê ti caran bi hevokekê tenê mirov nikare giþtiya wê ramanê bîne ser ziman. Ji bo vê bi hevokên din ên li ser wê ramanê, mirov hewl dide ku têgîhiþtina kesê duwem hêsantir bike. Ramana di bendê de, bi hevokên din dema tê vekirin, zelaliyek çêdibe. Bêguman di nivîsarekê de çiqas bend hebin, ewqas jî raman hene. Di bendekê de kinbûn an dirêjbûna hevokan, ango zêde, yan kêmbûna hijmara hevokan, li ser firehkirina ramana di bendê de dimîne. Lê di her du awayan de jî mebest divê vekirin û raxistina ramanê be. Kesê wê bendê bixwîne, divê ji wê ramanê têrbûnekê bistîne. Ji bo vê, erka hevoka ramana bingehîn di bendê de grîng e. Hevoka ramana bingehîn divê ne kore be, ji vekirin û pêþvebirina ramanê re bikaribe rê vekirî bihêle, heta bikiþîne ber bi vekirina ramanê ve.
Ji bo pêþvebirina ramana di bendê de hinek rêbazên pêdandî hene. Salixdan, Mînakdan, Beramberkirin û Govan Raberkirin (Þahid þanîkirin), ji van rêbazan in. Mirov dikare vana di nivîsaran de, di sazkirina bendan de, li ber çav bigre û fêdeyê jê bibîne.
 
 
Rêka rasterast a vegotina ramanekê ye. Mirov dema dixwaze ramana xwe bi awayekî rasterast û têr derbasî bal û hiþê kesê duwem bike, serî li salixdanê dide. Salixdan rê nade têgîhiþtineke razber û ramanê bêtir þênber dike. Bi salixdanê mirov têgehekê, hebûnekê yan tiþtekî li gorî taybetmendî û wesfên wan û têkiliyên di navbera sedem û encama van taybetmendî û wesfan amade dikin de radixîne ber çavan. Bi vî awayî wateya têgehan tê tîrkirin. Bal û hiþê xwendevan jî di vê tîrkirinê de tê komîserhevkirin. Bi vî awayî rê li pêþya têgîhiþtina kesê duwem vedike. Nahêle ku mirov ji mijarê dûr bikeve. Rêgeha pêþvebirina ramanê þanî dike.
Salixdan di her nivîsarê de nayê bikaranîn. Bêhtir di nivîsarên teorîk, ên ramyarî û zanyarî de mirov serî li vê rêbazê dide û bi alîkariya danasîna têgehan, têgîhiþtineke ramanî çêdike.
 
Mînak:
“... Bi hezkirinê mirovahî dikare vegere ser rehên xwe û mezinbûna xwe ya ji destpêkê heta roja me bibîne. Hezkirin ne tenê di wateya hestên di navbera du zayendan de tê bidestgirtin. Ji hezkirina bilind re evîn tê gotin û tê zanîn ku evîn hesteke xwezayî û xwedayî ye. Ji gîhiþtina mertebeya ferîþtebûnê re, evîndarbûna xwedayî tê gotin. Ferîþtebûn tê wateya mirovê bê xerabî û bê guneh. Wê demê divê mirov hezkirinê di vê wateyê de hilgire dest. Hezkirina mirov ji mirov re, hezkirina mirov ji xwezayê re û hezkirina mirov ji tevahiya heyîneyên di xwezayê de dijîn re wê bikaribe mirov bigîhêne qada ferîþtebûnê. Wê demê wê guneh û xerabî ji holê rabe û hezkirin derkeve pêþ; ev jî wê bibe serbilindahiya mirovahiyê...”
Di vê mînakê de ramanek li ser hezkirinê tê bidestgirtin. Lê wekî tê dîtin bi salixdana evînê, bi salixdana ferîþtebûnê û bi salixdana evîna xwedayî di vê mijarê de tîrbûneke ramanî tê çêkirin û wateya wê bi van salixdanan tê xurtkirin ku zêdetir hiþ û raman têbigîhêjeyê.
 
 
Ji bo þênberkirina ramanên razber, mirov dikare serî li rêbaza mînakdayînê bide. Mînakdayîn ramana razber bi þênberkirinê radixîne ber çavan û diyar dike. Mînakdayîneke di cih de were çêkirin dikare cihê vegotineke dirêj bigre û heta têgîhiþtineke jê xurtir çêbike. Dema mirov mînakê dide, kesê duwem tiþta em dixwazin bêjin, di hiþê xwe de, tîne ber çavên xwe û zindî dike, bi vî awayî bêhtir têdigîhêje û pê re wekî ku jiyan bike li xweþiya wî/ê diçe.
Mirov mînakan dikare ji bûyerên jiyan kiriye, ji tiþtên dîtiye û bihîstiye, yan jî ji xewn û xeyalên xwe bide. Ya grîng ew e ku mînak bikaribe daxwaza mirov bi awayekî zindî raxîne ber çavên kesê duwem.
Mînak:
“Ji bo çêkirina avahiyan çandeke avakirinê divê hebe. Li Lubnanê ev çand gelekî li pêþ ketiye. Di her gundekî de bi dehan qesir hene û her yek ji wan ne kêmî Qesrên Sadam bi nav û deng in. Qesrên Sadam çawa ku mezin, fireh, bi hewþ û neqiþandî hatine çêkirin, qesrên li Lubnanê jî ji kevirên spî yên þehkirî hatine avakirin. Hewþeke mezin li ber wan heye û dema mirov dikeve hundir derbasî saloneke fireh dibe ku bêhna mirov lê derdikeve. Ji xaliyên raxistî, ji awîzeyên mezin çavên mirov dibiriqin...”
Di vê mînakê de tê dîtin ku dixwaze li ser qesrên li Lubnanê têgîhiþtinekê çêbike. Lê ji bo kesê duwem ev qesir tiþtekî razber e, ji ber ku mumkun e nedîtibe û ji ber vê jî nikaribe bîne ber çavên xwe. Ji bo vê vegotinêr Qesrên Sadam mînak dide û vegotina xwe þênber dike. Qesrên Sadam di televizyonan de gelek caran ji aliyê herkesî ve hatine dîtin û kêm zêde herkes di derbarê rewþa van de xwediyê zanistiyekê ye.
Bi vî awayî dema tiþtekî razber mirov vedibêje, bi mînakdayîneke ku herkes di derbarê wê de agahdar e, mirov þênberbûnê çêdike û ev jî têgîhiþtinê hêsantir dike.
 
 
Herdem di navbera du tiþtan an di navbera du têgehan de aliyên diþibin hev û aliyên naþibin hev hene. Dema di bendê de mirov dixwaze ramanê pêþ ve bibe mirov van aliyan dikare bide ber hev û bi vî awayî têgîhiþtinekê çêbike. Ne tenê di nivîsaran de, di nava axaftina rojane de jî, mirov  serî li beramberkirinê dide. Bi beramberkirinê daraza em didin pêþ, bi rastî yan þaþitiyên darazeke din em vedikin û radixînin ber çavan.
Mînak:
“Di nivîsandina pirtûkê de zanistiyeke rêzimanî û hunermendiyek, grîng e. Ger ev her du jêhatinî tinebin, mirov nikare pirtûkekê binivîsîne. Yekî/e guh nede van her du jêhatiniyan û rahêje pênûsê, dibe ku bikaribe bi hezaran pel nivîsar derxe holê, lê ev tev ji nivîsandina daxwaznameyên li ber deriyê qonaxên hukûmetê tên nivîsandin bi nirxtir nirxekî dernaxin holê. Çawa ku mijara hemû daxwaznameyan kêm zêde yek e û wateyeke wêjeyî yan hunerî di wan de nayê dîtin, hemû bi êþ û þewatin, nivîsara bê zanîna rêziman û derveyî pîvanên hunermendiyê werin nivîsandin jî heta mirov bixwîne, wê dilê mirov pir biêþîne û biþewitîne...”
Di vê mînakê de tê dîtin ku di mijara nivîsandina pirtûkê de ramanek tê ser ziman û ji bo bikaribe vê ramanê li pêþ bixe ji daxwaznameyên li ber qonaxên hukûmetê tên nivîsandin beramberkirinekê çêdike. Nivîsandina pirtûkê ya bi awayekî rasthatinî û nivîsandina van daxwaznameyan tîne ber hev û baþî yan nebaþiya wê dixwaze xurtir raxîne ber çavan.
 
 
Ji bo benda em dixwazin ramana tê de pêþ ve bibin, rêbazeke din a peþvebirina ramanê raberkirina govanan e. Govan (Þahid) ê were raberkirin divê di wê mijarê de yan pispor be, yan bi nav û deng be ku baweriyê li ser kesê duwem bikaribe çêbike. Na ku mirov dema qala çêrandina pez bike û ne gundiyekî, bajariyekî wekî govan raber bike, dikare zêde baweriyê nede kesê sêyem.
Dema mirov nêrîn an peyvên yekî/ê wek govan raber dike, divê di hundirê neynûkê de “...” diyar bike ku ji ramana mirov were cudakirin.
Mînak:
“... Dema rewþa amade (ya heye) were guhertin divê her tiþtên li ser wê rewþê hatine avakirin jî werin guhertin û li gorî rewþa nû ji nû ve werin avakirin. Bêguman di Cîhanê de (û di Gerdûnê de) dem û cih ne teqez (mûtlaq) e. Her tiþt herdem di hundirê guherînekê de ye. Berê wiha dihat hesîbandin ku dem û cih (zaman û mekan) mûtlaq e û nayê guhertin, lê ji Eînstein û vir ve em dizanin ku di xwezaye de tiþtekî mûtlaq (teqez) nîne. Eînstein vêna bi ‘Teoriya Ligorî’ yê datîne holê. (Teoriya Îzafiyetê). Li gorî vê teoriyê derdikeve holê ku ‘Dema Mûtlaq’ û ‘Cihê Mûtlaq’ nîne. Dem û cih li gorî rewþa em tê de ne tê guhertin...”
 
 “Teoriya Ligoriyê bi awayekî formula matematîkî wiha ye: E= MC2. Yanê; E= Vejen (Enerjî), M= Girse (kutle), C= Leza Ronahiyê.”
Di dema Eînsteîn vê teoriya xwe derdixe holê de, li ser gelek gengeþî tên çêkirin û hinek kes tên cem, dibêjin ku ev teorî bi vî awayê matematîkî bi wan zahmet tê, gelo nikare bi awayekî hêsantir bîne ser ziman. Wê demê Eînsten bi lêvkenî dibêje: ‘Belê, dikarim,’ û teoriya xwe ya ligoriyê (îzafiyetê), bi mînakeke hêsan û balkêþ wiha tîne ser ziman:
‘Ger hûn bi xanimeke xweþik re bin, ji bo we saetek qasî saniyekê didome, lê ku hûn li ser bizotekî sorbûyî rûniþtîbin (birûnên) saniyek ji bo we qasî saetekê tê. Vaye ev ligorî (îzafiyet) e .’...”
Di vê mînakê de li ser guhertina cih û dem, pê re li ser guhertina rewþê ramanek tê ser ziman. Lê di vê mijarê de herkes dizana ku Eînsteîn pispor e û peyva wî jî ji aliyê herkesî ve wekî peyveke zanyarî tê pejirandin. Ji bo vê di vegotina xwe de Eînsteîn û gotinên wî govan (þahid) raber dike. Êdî kesê duwem bêhtir dikare baweriya xwe bi ramana di bendê de bîne û li ser vê govan raberkirinê, mirov dikare ramanê gelekî pêþ ve bibe.
 
***********
Li gel silav û rêzên germ.
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org