DI ZIMANE KURDÎ DE HEVOK Û ERKA HEVOKAN DI VEGOTINÊ DE
 
 
Hesen Huseyin Deniz

 

 
 
Vegotin bi hevokan tên çêkirin. Hevok vegotina tewra biçûk a watedar e. Di hevokê de ramanek, bûyerek, çalakiyek, qewimînek, hestek, ango tiþteke din a pêkhatî, yan pêk tê, yan wê pêk were tê ser ziman. Ji bo vê divê hevok wiha were sazkirin ku ji van çêbûnan re bikaribe bibe bersiv.
Hevok ji peyvan pêk tê; lê ku tenê mirov peyvan li pey hev rêzbike, ew nabe hevok. Divê yekserî, watedarî û çêbûnek di hevokê de cih bigre. Hevoka ku têgihîþtineke diyar çêneke, dibe ku kêm be, yan þaþ hatibe raxistin. Çawa ku tîpeke ne di cih de hatibe bikaranîn, dikare wateya peyvê biguherîne, peyvek ne di cih de hatibe bikaranîn jî dikare wateya hevokê biguherîne. Hevoka kêm wate, yan þaþ wate jî nikare armanc, daxwaz û ramana mirov bîne ser ziman.
Di her zimanekî de sazkirin û raxistina hevokan li gorî rêzikên wî zimanî çêdibe. Di rêziman de hêmanên hevokê û cihên wan hatine diyarkirin. Mirov bi awayekî rasthatinî, yan li gor kêfa dilê xwe nikare cihê van biguhere. Ger guhertinek pêwîst be, dîsa jî divê pêlêkirina rêzikên rêzimanî çênebe.
Her hevok divê wateyeke berçav bide. Hevoka wateyê nede, ne hevok e. Watedayîna hevokan bi awayekî rast û di cih de bi bikaranîna peyvan pêk tê. Her hêmaneke hevokê xwediyê erk û roleke çawa ye divê were zanîn. Kîjan hêman berya kîjanê tê, kîjan hêman di serê hevokê de, kîjan di dawiya hevokê de cih digre, di hevokê de kîjan hêman kêm be ew hevok nayê sazkirin, tev divê werin zanîn ku mirov bikaribe armanc û ramana xwe di cih de, rast û tam bîne ser ziman. Ger ne wiha be, mirov bi saetan biaxive, yan binivîse jî, kesê duwem têgihîþtinekê nikare çêbike û westandina mirov vala diçe.
Hevok ji bo ku bingehê vegotinê ye, gelek cûre û teþeyên sazkirina hevokan hene. Mirov hevokekê çawa saz dike, hêmanên bingehîn ên hevokê çi ne, em bibînin.
 
Hevok Çawa Û Ji Kîjan Hêmanan Pêk Tê?
 
Ji bo mirov bikaribe hevokeke tewra hêsan pêk bîne, kêm kêm du hêman pêwîst in. Ji vana yek hêmana çalakiyê dide diyarkirin, a din hêmana ku vê çalakiyê pêk tîne ye. Li gor ku hevok çalakî, bûyer, daxwaz, hest û pêkanînekê diyar dike, divê ev liv ji aliyê kê, yan ji aliyê çi ve pêk tên werin diyarkirin. Rêzepeyveke ne xwediyê van her du hêmanên bingehîn be, ew nabe hevok, wek rêzepeyvan dimîne û ji bo vê ti wateyê jî diyar nake. Lê rêzepeyvên ev her du hêmanên bingehîn bi awayekî diyar, an bi awayekî veþartî tê de bi cih bûne, ew watedar in û ji bo vê jî hevok in.
Hêmanên bingehîn ên di hevoka herî sade de divê cih bigrin; ‘Lêker’ û ‘Kirde’ ye. Ji vana ‘Lêker’ herdem divê diyar be, lê ‘Kirde’ dibe ku veþartî be. Dema kirde diyar be jî, veþartî be jî bi paþgira kesane ya tê pey rehê lêkerê, xwe diyar dike û têgihîþtinê dide çêkirin.
Mînak:
Ez dimeþim.
Ev hevokeke herî hêsan e. Di vê hevokê de lêkerek û kirdeyek heye. Lêker ‘Meþîn’ e, rehê wê ‘Meþ’ e, bi awayê dema niha hatiye kiþandin, pêþgira dema niha ‘-di’ hatiye ber rehê lêkerê û paþgira kesane ya kesê yekem ‘-im’ hatiye paþ rehê lêkerê; bûye ‘di+meþ+im = dimeþim’
Peyva ‘Ez’ , kirde ye û cînava kesê yekem e. Mirov dikare vê hevokê bi awayekî kirdeya veþartî wek ‘Dimeþim’ jî bîne ser ziman. Wê demê ji paþgira kesane ‘-im’, mirov têdigihêje ku kirdeya vê hevokê ‘Ez’, ango kesê yekem ê kit e.
Wê demê di sazkirina hevokê de herdem emê vê rêzika bingehîn a rêzimanî li ber çav bigrin. Hevok çiqas tê dirêjkirin, bila were dirêjkirin, ev rêzik sedî sed divê tê de cih bigre.
Di hevokên kirdeya wê veþartî de mirov ji lêkerê pirsa ‘Kî?’ û pirsa ‘Çi?’ dipirse, bersiva lêker bide, ew kirde bi xwe ye.
Mînak :
Dimeþim.   dimeþe?               Ez dimeþim.
Difire          Çi difire?                  Teyr difire.
Digindire.  Çi digindire?         Kevir digindire.
Wek tê dîtin peyvpirsa ‘Kî?’ ji bo mirovan, peyvpirsa ‘Çi?’ ji bo heyîneyên din û tiþtan tê bikaranîn.
Hevok di rewþên taybetî de wek komeke peyv jî dikare were sazkirin. Mînak; Ji bo bangkirina leyistikê mirov bang dike, dibêje, ‘Kesên bileyizin!.’ Ji vê gotinê têgihîþtineke wiha derdikeve; ‘Kesên bileyizin dikarin werin!’ Derveyî rewþên wiha taybetî, hevok li gor diyarkirina lêkerê divê pêk were.
 
Di Hevokê De Lêker Û Erka Wê
 
Ji bo avahiya hevokê lêker kevirê herî bingehîn e. Hevok li ser vî kevirî, ango li ser lêkerê tê avakirin. Lêkera di cih de û rast were bikaranîn, hevoka rast û watedar derdixe holê. Hevok çiqasî kurt an çiqasî dirêj be, divê bi lêkerekê were bidawîkirin. Wate û rewþa hevokê, di hevokê de rêzkirina peyvan, raxistina ramanê tev li gorî lêkerê tê sazkirin.
Lêker dikare ji peyvekê yan ji çend peyvan pêk were. Dema ji çend peyvan pêk tê, peyvên pêkhatî cuda cuda tên nivîsandin.
Mînak:
Çûn                     Lêkereke ji peyvekê pêk tê.
Têk çûn            Lêkereke ji du peyvan pêk tê.
Pê re çûn            Lêkereke ji sê peyvan pêk tê.
Bi ser de çûn         Lêkereke ji çar peyvan pêk tê.
Di zimanê kurdî de lêkerên wek ‘Bûn’ , ‘Kirin’ , ‘Hatin’ lêkerên alîkar in û dema bi lêkerên din ve tên cem hev dikarin lêkereke hevgirtî çêbikin û ew jî cuda tên nivîsandin.
Mînak :
Li ser xwe bûn.
Bi ser xwe hatin.
Li ber xwe dan.
Hatin derxistin.
Bi kêr hatin.
Ava kirin.
Avabûn.
Çêbûn.
Rabûn
Her sê lêkerên mînakî yên dawî ji ber ku pev ve hiliyane û lêkereke nû anîne holê, pev ve tên nivîsandin. Ji lêkerên wiha re ‘Lekerên Pekhatî’ tê gotin.
Her lêker dema di hevokê de tê bikaranîn, çiqas pêþgir an paþgiran bigre jî rehê xwe bi pirahî diparêze û mirov ji wî rehî, lêkerê bi xwe dinase. Lê di zimanê kurdî de hinek peyv hene ku li gorî vê rêzikê tevnagerin û rehê xwe jî diguherînin. Lêkerên wiha divê bi vê taybetmendiya xwe û awayê tê guhertin werin naskirin.
Mînak:
Lêkera ‘Hatin’ di dema bê de dibe, ‘Were’.
Lêkera ‘Gotin’ di dema bê de dibe, ‘Bêje’.
 
Di Hevokê De Kirde Û Erka Wê
 
Di her hevokê de çalakî yan bûyerek û kesê vê çalakî yan bûyerê pêk tîne heye. Ev çalakî yan bûyer dibe ji aliyê heyîneyekê ve, ji aliyê tiþtekî ve, ji aliyê hêzekê ve hatibe pêkanîn, lê ti caran ji ber xwe çênabe. Wê demê li gor ku tiþtek ji ber xwe çênabe, çi wê çêdike, divê were diyarkirin ku wateya hevokê temam bibe.
Mînak:
Ket.            Çi ket?   Sêv ket.
Ket.            Kî ket?   Misto ket.
Me gotibû; ‘Divê di her hevokekê de lêkerek hebe. Ger kirde ne diyar be, mirov ji lêkerê pirs dike û lêker kirdeyê diyar dike. Pirsên ‘Çi?’ û ‘Kî?’ bi kêrî diyarkirina kirdeyê tên. Wê demê kirde ji lêkerê dikare were pirsîn û nasîn. Kirde jî wek lêkeran dikare ji peyvekê yan ji rêzepeyvan pêk werin.
Mînak:
Heval li serê çiyê dijîn.
Hevalên mêrxas li serê çiyê dijîn.
Hevalên çeleng û mêrxas li serê çiyê dijîn.
Pevên binê wan xêzkirî, kirde ne.
 
Hêmanên Din Ên Pêkanîna Hevokê
 
Di sazkirina hevokan de derveyî kirde û lêkerê jî hêman hene. Ev hêman dikarin di hevokê de cih bigrin, dikarin cih negrin. Cihgirtin û cihnegirtina wan li ser wate û armanca sazkirina hevokê dimîne. Her hevokek di wateyekê de hest, raman an bûyerekê diyar dike. Mirov dikare vana bi awayekî pir sade jî diyar bike, dikare cih, dem, reng, teþe û hwd. bi cihereng jî diyar bike. Êdî ew li ser daxwaza vegotinê dimîne. Lê divê mirov zanibe ku di hevokê de her peyvek dikeve nava hêmanekê. Yanê peyvên ku ne hêman in nînin. Peyvek an rewþê, yan demê, yan cih, an erkeke din diyar dike û her yek ji van jî li gor rêzikên hêmanekê di hevokê de bi cih dibin; bi awayekî rasthatinî nayên bi cih kirin. Wê demê ji bo em hevokeke rast û durust saz bikin pêdivî bi nasîna hêmanên din jî heye.
 
Di Hevokê De Têrker Û Erka Wê
 
Têrker hêmaneke alîkarê sazkirina hevokê ye; wateya lêkerê temam dike. Bûyer an çalakiya di lêkerê de diyar dibe ji aliyê rewþê ve, ji aliyê ravekirinê ve temam dike. Ji bo di hevokekê de mirov bizana kîjan peyv têrker e, ji kirdeyê pirsa ‘Çi?’, ‘Ku?’ dipirse, bersiva kirde bide, ew têrker e.
Mînak:
Ez çûm malê.
Tu çû ku?            Malê.
Min deri vekir.
Te çi vekir?                  Derî.
Min deh pezkovî dîtin.
Te çi dîtin?                   Deh pezkovî
Ez li ber derî me.
Ezê biçim bajarê xwe.
Ezê pênc kîlo sêvên sor bikirim.
Tê dîtin ku têrker dikare bi nav û cih re hijmarê, û rewþê jî diyar bike. Ji Têrkerên demê diyar dikin re ‘Têrkerên Demîn’ an ‘Hoker’ tên gotin. Ji bo nasîna van mirov ji kirdeyê pirsa ‘Kengî’ dike?
Ez ber bi êvarî ve gihîþtim gund.
Tu kengî gihîþt gund?                  Ber bi êvarî ve.
Temamker / ango têrker wek tê dîtin wateya hevokê têr an temam dike. Di rêziman de têrker wek Têrkerên Rast (rasterast)’ , û ‘Têrkerên Derdorî(ne rasterast)’ dibin du beþ. Ji vana Têrkerên Rasterast di nava xwe de wek ‘Têrkerên Diyarker / ên tewandî’ û ‘Têrkerên Nediyarker / ên netewandî’ vediqetin.
Têrkerên Rast, wesfê karê kirdeyê kiriye didin diyarkirin.
Mînak:
Destpêkê me kerpîç birîn, piþt re dîwar lêkirin.
Di vê hevokê de peyvên wek ‘kerpîç’ û ‘Dîwar’ têrkerên rast in. Karê ku kirdeyê kiriye û karê lêker pêk hatiye diyar dike.
Têrker dema tewandî be jê re Têrkera diyarker tê gotin.
Mînak:
Destpêkê wî dîwarî lêbike.
Di vê hevokê de peyva ‘wî dîwarî’ têrkera diyarker e.
Têrker dema netewandî be, jê re ‘Têrkera Nediyarker’ tê gotin.
Mînak:
Destpêkê dîwar lê bike.
Di vê hevokê de peyva ‘Dîwar’ têrkera nediyarker e.
Ez ji malê têm.
Ez diçim malê.
Min dar dît.
Min darek dît.
Min dara sêvê dît.
Wek di mînakan de tê dîtin têrker dikare berya lêkerê jî cih bigre, piþtî lêkerê jî cih bigre; ew li gor sazbûna hevokê tê guhertin.
 
Têkiliyên Di Navbera Hêmanên Hevokê De
 
Sazkirina hevokeke rast, girêdayê zanîna têkiliyên di navbera hêmanên hevokê de ye. Di hevokê de hêman herdem bandûrê li ser hev çedikin, ango ji hev bi bandûr dibin. Li gor dema hevok tê de hatiye bikaranîn, li gor pirbûn û kêmbûna karê tê kirin an kesê kar dike, di hevokê de guhertin çêdibin. Ev guhertin tev jî divê di nava hevsaziyekê de werin çêkirin. Dive girêdan û hevsaziyeke xurt di navbera ser û binê hevokê de hebe ku mirov bi rehetî bêje, ‘ev hevokek biserûber e’.
Di vegotinê de biserûberbûna hevokê pir grîng e. Ji xwe tama xwendin an guhdarkirinê di vir de ye. Hêmanên hevokê divê wiha bi hevsaziyekê, di nava hev de hatibin hûnandin ku ti rêkên din li ber têgihîþtinên cuda venekin. Ji bo vê dive têkiliyeke çawa di navbera kîjan hêmanên hevokê de heye, were nasîn û hevok li gorî wê were sazkirin.
 
Têkiliyên Di Navbera Kirde û Lêkerê De
 
Kirde bi çi awayî be, ji ber ku gelek caran veþartî jî dikare were bikaranîn, paþgira xwe di dawiya lêkerê de dide diyarkirin. Kirde kit be, yan kom be; kesê/kesên yekem, duwem, sêyem be tev di dawiya lêkerê de bi paþgirekê xwe rave dike.
Mînak:
Ez dar diþkînim.
Ez darekî diþkînim.
Ez daran diþkînim.
Ez diþkînim.
Diþkînim.
Tu dar diþkînî.
Tu daran diþkînî.
Tu diþkînî.
Diþkînî.
Ew daran diþkîne.
Ew diþkîne.
Diþkîne.
Em diþkînin.
Diþkînin.
Hûn diþkînin.
Diþkînin.
Ew diþkînin.
Diþkînin.
Wek tê dîtin, dema kirde çawa be, lêker jî paþgireke li gorî wê kirdeyê digre. Di zimanê kurdî de taybetmendiyek heye ku ji bo lêkerên gerguhêz, di dema borî de, kirde tê tewandin. Dema kirde tê tewandin bandûriyeke derdorî li ser karê tê kirin çêdike û ji bo vê kitbûn, an kombûn ne li gor kirdeyê, li gor karê hatiye kirin rangê xwe dide dawiya lêkerê.
Min dar þikand.
Min darek þikand.
Min dar þikandin.
Min ew þikandin.
Min tu þikandî.
Min hûn þikandin.
We dar þikand.
We dar þikandin.
Me dar þikand.
Me darek þikand.
Me dar þikandin.
Me gelek dar þikandin.
Me ew þikand.
Me ew þikandin.
Wan ez þikandim.
Wan tu þikandî.
Wan ew þikand.
Wan ew þikandin.
Wan hûn þikandin.
Wan hevalên xwe tev þikandin.
Wek di van mînakan de tê dîtin; di rastiyê de kirde ji aliyê kirdeyeke din hatiye bandûrkirin. Mînak, dema mirov dibêje; ‘Wî dar þikandin’, ên tên þikandin dar in. Di wateyekê de yê kar kiriye ‘Dar’ e û ji bo vê erka kirdeyî hildigre, lê ji sedema ne ji ber xwe, bi destê yekî/ê din þikestiye, bi bandûr bûye û kirde bûye ‘Wî’, lê tê dîtin ku paþgira hatiye pey lêkerê li gor peyva kar kiriye hatiye bicihkirin; ji ber ku dar di wateyeke kom de bi kar aniye.
Di sazkirina hevokê de ev rêzikên gelemperî ne. Lê hin rewþên taybetî hene ku ji bo vegotineke cuda, awayên cuda tên bikaranîn. Wê demê li gor armanca vegotinê mirov dikare guhertinên taybetî çêbike û wê demê divê em van rewþên taybetî binasin ku em bikaribin bi awayekî rast û di cih de bi kar bînin.
-Gelek caran kirde vegotina xwe ne li ser navê xwe, li ser navê koma tê de cih digre vedibêje û vê guhertina xwe derbasî lêkerê jî dike. Ev yek ji bo kirdeyên kit pêk tê û xwe wek kirdeyeke kom tînin ser ziman.
Mînak:
Li þûna gotina, ‘Ez hatim cem we, tu ne li malê bû’, mirov dibêje, ‘Em hatin cem we, hûn ne li malê bûn.’
Li þûna gotina, ‘Ew bi xwe hat cem min’, mirov dibêje, ‘Ew bi xwe hatin cem min’.
Bi gotina wiha komkirinê, mirov giramiya kirdeyê digre.
-Dema kesê yekem dixwaze pesnê xwe vede, yan karê kiriye mezin nîþan bide, xwe wek koma yekem tîne ser ziman.
Mînak:
Li þûna gotina, ‘Ez dizanim çandiniyê bikim’, dibêje, ‘Em dizanin çandiniyê bikin’.
Bi vê yekê kesê yekem, giramiyekê dide xwe. Lê ji aliyekî ve jî dema kesê yekem naxwaze navê xwe derxe pêþ û dilnizmiyê bike, dîsa xwe wek koma yekem tîne ser ziman.
Mînak:
Li þûna bêje, ‘Dawî, min ev kar bi ser xist’, dibêje, ‘Dawî, me ev kar bi ser xist’.
Li þûna gotina, ‘Ez kar dikim’, dibêje, ‘Em kar dikin.’
‘Em xwe rexne dikin ku pêþya we jî vebe’.
‘Me ev çalakî pêk anî’.
-Dema mirov bi kesê duwem re diaxive, bêhtir ji bo rêzdarî û giramîdayînê, mirov ne wek kesê duwemê kit, wek kesê duwemê kom bang lê dike.
Mînak:
Li þûna gotina, ‘Tu bi xêrê hatî’, dibêje, ‘Hûn bi xêrê hatin’.
Li þûna gotina, ‘Ez hatim cem te’, dibêje, ‘Ez hatim cem we’.
Ger ji bo kesê sêyem ê kit jî giramîdayîneke bilind pêwîst be, wê demê mirov wî/wê wek koma sêyem tîne ser ziman.
Mînak:
Li þûna gotina, ‘Ez wî dinasim, ew mirovekî pir hêja ye’, dibêje, ‘Ez wan dinasim, ew mirovin pir hêja ne.’
Li þûna gotina, ‘Ew hat serlêdana me’, dibêje, ‘Ew hatin serlêdana me’.
-Dema kirde navê dengekî be û kitbûna wî nehatibe diyarkirin, ew wek kirdeyeke kom paþgira xwe dide lêkerê.
Mînak:
Hevoka, ‘Ez çûm ber derî; dengek dihat’, ji ber ku yek deng e, lêkerê paþgir negirtiye. Lê hevoka, ‘Ez çûm ber derî deng dihatin’, diyar dike ku gelek deng dihatin û ev jî bi paþgirê kombûna xwe daye lêkerê.
Ji çiyê deng tê. / Ji çiyê dengek tê. / Ji çiyê deng tên.
Ji paþ derî ken bilind dibûn.
Di vir de ya grîng ew e ku tevî nayê zanîn çend kes dikenin an dengê çend heyîneyan tê jî, ji kombûna wê diyar e ku ji yekê zêdetir ken û deng hene.
-Dema bûyerên xwezayî yan bûyîneyên bi hev re tên gotin kirde bin, ne wek kom, wek kit paþgira xwe didin lêkerê.
Mînak:
Li þûna gotina, ‘Ba û bahoz pev re hildibûn û xwe li nava çavên me didan’, dibêje, ‘Ba û bahoz pev re hildibû û xwe li nava çavên me dida.’
Li þûna gotina, ‘Bê te çûn û hatin nabin’, dibêje, ‘Bê te çûn û hatin nabe.’
‘Ken û girî karê min e.’
‘Teyrok û baran bi ser me de hat.’
‘Rê û rêwan nema ku em biçin.’
-Di zimanê kurdî de nav ku bi tenê serê xwe bin, paþgira kombûnê nayê paþ wan, ji ber vê jî kombûn an kitbûna wan, mirov di lêkerê de diyar dike.
‘Mirov tên’, wek ‘Mirovan tên’, nabe.
‘Sa direyin’, wek ‘Sayan direyin’ , nabe.
‘Çwîk difirin’, wek ‘Çwîkan difirin’ , nabe.
‘Dar dibiþkivin’, wek ‘Daran dibiþkivin’, nabe.
‘Gerdûne dimeþin’, wek ‘Gerdûneyan dimeþin’, nabe.
Di van mînakan de herçiqasî kirdeyên wek ‘Mirov, Sa, Çwîk, Dar, Gerdûne’ bi awayê kit hatibin nivîsandin jî ji paþgira li pey lêkerê tê zanîn ku ev kirde kombûnê diyar dikin.
Ev yek di diyarkirina demê de jî wiha ye.
Mînak:
‘Roj derbas bû’, di weteya, ‘Rojek derbas bû’ de.
Roj derbas bûn’, di wateya, ‘Gelek roj derbas bûn’ de.
‘Sal zîvirî’, di wateya, ‘Salek zîvirî’ de.
‘Sal zîvirîn’, di wateya, ‘Gelek sal zîvirîn’ de
Tê dîtin ku mirov nabêje, ‘Salan zîvirîn’, ‘Rojan derbas bûn’. Ger mirov wiha bêje þaþ e.
Kirdeyên kit ên navekî kom diyar dikin, paþgira xwe bi awayê kit didin lêkerê.
Mînak:
‘Daristan’, tê wateya ‘warê gelek daran’, lê ew bi xwe peyveke kit e, ji bo vê lêker jî kitbûnê diyar dike: ‘Daristan þewitî.’ Mirov têdigihêje ku daristanek þewitiye. Ger mirov bêje ‘Daristan þewitîn’, tê wê wateyê ku gelek daristan þewitîne. Bêguman mirov nabêje, ‘Daristanan þewitîn.’
‘Kerî hat. / Kerî hatin.’
‘Keriyê pez hat. / Keriyên pez hatin.’
‘Garan hat. / Garana gund hat. / Garanên gund hatin.’
‘Refê kewan firiya. / Refên kewan firiyan.’
‘Girseya gel dimeþe. / Girseyên gel dimeþin.’
-Di rewþên kirde ji du kesan pêk tên de, kirdeya kesê yekem paþgira xwe wek kirdeya koma yekem dide lêkerê.
Mînak:
Ez û ew, em çûn sûkê.
Ew û ez, em çûn sûkê.
Ez û tu, em bimeþin, biçin.
Tu û ez, em bimeþin biçin.
Ez û wê, me berê xwe da rojê û em meþiyan.
Baran li pêþ, ez li paþ, em çûn çiyê.
Bi vî awayî ku kirde ji kesê yekem, duwem, sêyemê kom pêk were, dîsa wek koma yekem paþgira xwe dide lêkerê.
Em û hûn û ew, em tev bi hev re biçin çiyê.
Em û hûn, em bi hev re biçin.
Ger kesê duwem û yê sêyemê kom bin, kesê yekem wan wek kesê duwem tîne ser ziman û paþgira kesê duwem diçe pey lêkerê.
Hûn û ew, (hûn) bi hev re biçin.
Ger kesê duwem û sêyem bi hev re bin, wek koma kesê duwem paþgirê dide lêkerê.
Tu û ew, (hûn) bi hev re biçin.
 
Têkiliyên Di Navbera Têrker Û Lêkerê De
 
Di hevokê de bikaranîna têrkerê, girêdayê lêkerê ye. Ger lêker pêwîst bibîne têrker tên bikaranîn, nebîne, nayên bikaranîn. Di rewþên hevokên bi hev ve girêdayî de, dema çend lêker cih digrin, û têrkerek vana temam dike, divê ew têrker bi van lêkeran re di nava hevsaziyekê de be.
Mînak:
‘Mamoste dikare darê av bide, xwendevan temaþe bikin.’
Di vê hevokê de xwendevan wê li çi û li ku temaþe bikin, tam ne zelal e û hevok kêm maye. Ji bo vê, mirov wiha hevokê têr dike:
Mamoste dikare darê av bide, xwendevan lê (li darê/li mamoste) temaþe bikin.
Ji van mînakên jorîn tevan diyar dibe ku bikaranîna ziman li gor zagonên vegotinê yên li gorî taybetmendiyên wî zimanî çêdibe. Di ziman de qasî rêzikên gelemperî, yên taybetî jî hene û ji bo vegotineke rast û durust divê mirov vana bi hev re zanibe û bi kar bîne. Ya grîng ew e ku di hevokan de hevsaziyeke watedar hebe.
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org