|
Dijmin xwest bi kuþtina Mûsa Anter tola xwe hilîne
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Yanî li
gorî tirkitiyê, rêka jiyanê ji kurdan re ango ji kurdbûnê re nîn e.
Peyam ev e. Mûsa Anter polîtîkaya sazûmana Tirkiyê ya di vî warî de
bi jiyan, kar, xebat, nivîsandin û helwesta xwe ya di salên dawî de vala
derxist. Ev valaderxistin li zora Tirkitiyê çû û tola xwe hilda. Lê tê
zanîn ku tolhildana dijmin di rastiyê de tê wateya têkçûna polîtîkayên
wê yên asîmîlasyon û teslîmgirtinê. Di salên
piþtî 90`î de, dema xwîna wî keliya û dest bi nivîsandinê kir, Mûsa
Anter di nava tevgera azadiyê de cih girt, tev li çalakiyên gelêrî bû;
newroz ne bi erkanên dewletê re, bi girseyên gel re pîroz kir; dijmin
ket nava tirs û xoveke mezin û qehirî. Wekî bêje, `Me
çi hêvî jê dikir, wî çû çi kir?` hêrs bû û hêrsa xwe bi kuþtinê
derxist der. Dîsa kuþtina
Mûsa Anter tê wateya ku di rastiyê de, tirkitiyê êdî hêviya xwe ji
polîtîkaya asîmîlekirinê biriye. Êdî têgihiþtiye ku bi polîtîkaya
asîmîlasyonê nema dikare kurdan bike tirk. Heftê sal jî bibore kurd dîsa
vedigerin ser kurditiya xwe û têdikoþin. Ev jî grîng e. Li
Tirkiyê kuþtinên kiryarên wan nediyar ên bi destê rêxistiniya Hizbûlkontra
hatin kirin, bi tevahî di çarçoweya polîtîkaya komara Tirkiyê, ya tasfîyekirina
têkoþîna gelê kurd de hatin kirin. Di wan
salan de, 1991, 1992 û piþt re 1993 – 1994 salên serkeftina têkoþîna
rizgariya netewî bûn. Tevgera azadiya kurd gihiþtibû asta bidestxistina
serkeftinê. Kurdistan hatibû pêngava rizgarbûnê. Gel tev li ser piyan bû.
Li Botanê, li Zagrosan, Serhedan, li Mêrdînê, Amedê û li gelek derên
din bi sedan milîsên tevgerê yên çekdarî çêbibûn. Gundiyan bi þev
bi çek li derdora gundên xwe nobet digirtin, bi gerîlan re tev li çalakiyan
dibûn, digirtin ser qereqolan. Rojane saloxdarî didan gerîlan. Li bajaran
jî rewþ ne kêmî vê bû. Bi seda pêþengên gel derketibûn û pêþkêþiya
têkoþînê dikirin. Gel radikirin serhildanan û serhildan bibû karekî
rojane a jiyana kurdan. Vê yekê
dijmin pir tirsand û dît ku Kurdistan û gelê kurd ji dest derdikeve. Bi
vê sedemê dest bi sazkirina rêxistiniyên çetetî û sazûmanên neferme
kir. Kontrgerîla xist dewrê û Hizbûllah damezirand. Gerçî Hizbûllah
bi destê Îranê qaþo ji bo guhertina sazûmana Tirkiyê hatibû
damezirandin, lê MIT`a Tirk zû dest avêtyê, zilamên xwe xistin nav û
berê wê dan tevgera azadiyê. Esas ev berêxwedan destpêkê li hesabê Îranê
û hizbûllah jî hat. Ji ber ku Hizbûllah dixwest di Kurdistanê de xwe bi
cih bike. Baþ dizanîbû ku tevgerek wiha li Tirkiyê nikarîbû bi cih
bibaya; lê li Kurdistanê dikarîbû; zemînê olî hebû. Dema ku dewletê
dest avêtyê û li hemberî tevgera azadiyê bikar anî, ev yek bi xwe xweþ
anîn. Wiha hizirîn ku wê bikaribin dewletê jî bixapînin û bi têkoþîna
li hemberî tevgera azadiyê jî li Kurdistanê xwe birêxistin bikin. Ji bo
vê jî rêbazên `propaganda çekdarî` bikar anîn. Li gorî wan hêza li
hemberî wan asteng, tevgera azadiyê bû. Bi vê sedemê kê pêþengî ji
pêþketina tevgera azadiyê re dikir, lîsteyek wan derxistin û dest bi kuþtina
wan kirin. Bê guman di amadekirina vê lîsteyê de MIT weynek sereke
dileyis û ev yek li hesabê Hizbûllahê jî dihat. Him desteka dewleta
Tirkiyê, him alîkariya dewleta Îranê kir ku di demeke kin de li
Kurdistanê belav bibin. Lê her ku zêde bûn ajanên dewletê xistiye nava
wan jî zêdetir bûn û rojek hat ku êdî rêxistin bi tevahî bû rêxistinek
kontratiyê. Ji bo vê gel navê Hizbûlkontrayê lê kir. Îran wê demê têgihiþt
ku rêxistina li hemberî Tirkiyê damezirandiye, ji bin destê wê û
kontrola wê derketiye û êdî jê xêr nayê. Wê demê desteka xwe ya
dida Hizbûllahê vekiþand. Dewletê di salên navbera 2002-4 de ev rêxistin
bi awayekî xerab bikar anî. Ji kesên îtîrafkar, xayin, faþîst û kesên
bi navê îslamiyetê hatine xapandin hêzek kujêr çêkirin. Polîsên
dewletê jî xistin bin fermana vê rêxistinê. Polîsan di derbarê kesên
werin kuþtin de agahî kom kirin. Kî ne, li ku dijî, jiyana wan a rojane
çawa ye. Li ku derê dikari hêsan werin kuþtin tev ev agahî dan van
kesan û di bin çavdêriya xwe de bi wana çalakî dan lidarxistin. Kuþtina
Mûsa Anter jî xelekek ji vê vegotinê bû. Bi vê sedemê di çarçoweya
plankirinek dewletê de hat kuþtin. Bi fermana sazûmana cûntaya 12ê Îlonê
hat kuþtin. Kengî li Kurdistanê cûntaya 12ê îlonê hesap bide, wê ev
çalakiyên kiryarên wan nediyar jî were dadgeha hesapdayînê. Kujêrê
Mûsa Anter diyar e. Kesekî îtîrafker e. Dewletê ew kes di gelek kuþtinan
de bikar aniye. Tevî ku ev kes diyar e û tê nasîn jî dewleta tirk ji bo
hesapdayînê tiþtek nekir.
Ji bo bîranîna
Xalê Mûsa vegotina jiyana wî grîng e. Di hundirê jiyana wî de gelek tiþtên
veþartî yên mirov bikaribe ji xwe re bike rehber hene. Gundê
ku xalê Mûsa lê jidayik bûye Zivingê ye. Zivingê li pêþberî deþta
Nisêbînê gundekî di qelêç de ye. Zêde av lê nîn e û axa wê tev
kevir û teht in. Gelek þikeft li derdorê hene. Ji xwe bi vê sedemê navê
wê kirine Zivingê. Lê xalê Mûsa qasî tê bîra min li Stilîlê bi cih
bibû. Sitilîlê gundekî têrav û
têrdar e. Di newaleke fireh de ye. Gund li ser girekî bi cih bûye û
newal tev kirine baxçe û rez. Mal û baxçeyê xalê Mûsa nêzî destpêka
ketina gund, hema li binya rêka erebeyê bû. Baxçeyekî fireh bû. Ji
hinarên reþ bigir heta her cureyê gul û kulîlkan, ji dara tuya ku
wargehê çûkan bû bigir heta gelek cureyên giyayên ji çiyê berhev
dikir û ji bo derman diçand, te çi bixwesta lê hebû. Ji xwe sewze
rojane ji baxçê xwe bidest dixist. Dema tu biba mêvanê wî li xwe
nediheyirî. Ji bo xwarinê çêke tiþta jê re pêwîst tev di baxçeyê wî
de hebû. Ji xwe çend mêvanê wî dihatin bila bihatana, nedihiþt kes
xwarinê çêke û bi dezgehê kesî jî qayil nedibû. We dikarîbû li gorî
perspektîfên wî alîkarî bidayê, di warê hûrkirin, þuþtin an tiþtekî
din wekî van de, lê tevlihevkirin û pijandin karê wî bû. Xwarin bi
destê xwe çêdikir û bi tam çêdikir. Ji bo wê ti carî li ser sifrê
bi tena xwe nedima. Ji zarokan bigir heta pîrek û zilaman kî birçî ba
xwe li sifra wî digirt. Ji bo ku xalê Mûsa ji wana re nebêje; `Hûn birçî
mane, bi ser min da hatine` jî dema dihatin qerf dikirin û digotin; ` Bi
xwedê Siltê(pîreka kesê hatiye) beroþek tije tirþik çêkiribû jî
min nexwar, min got ezê biçim xwarina destê Þêxo bixwim, zêdetir bi
tam e!` Bi vî awahî him diyar dikir ku hatiye xwarinê bixwe û him diyar
dikir ku tirþikê bixwe. Xalê Mûsa jî ev dizanî bû û dikeniya digot;
`Tobe heram be ku gû jî di beroþa Siltê de dikele! De were, dizanim te bêhna
tirþkê kiriyî. Hema biçe
hundir, ji xwe re sênîkê dagre û were!` Bi hev
re dikeniyan û wiha bi awayekî xwezayî jiyana xwe didomandin... Mûsa
Anter mirovekî gelêrî bû. Ew bijîjkê gel bû. Serê yekî/ê biêþiya,
nîvê þevê ba jî hawar dibir Þêxê Anter, digot `Bila Þêxo were li
min binêre, dermanekî bide min!` wî jî nedigot, `Ma vê nîvê þevê ezê
biçim çi bidimê?` Wê çentê xwe yê çênd giha, hebik mebik tê de
hilgirta û biça serdanê. Bi moraldayînê, nesaxê xwe rehet bikra û
bihata. Digot:` Ez dizanim tiþtekî wê nîn e. Lê bêriya min kiriye. Nabêje
Þêxo rehme were ez te bibînim, hinek qerfan bikim. Dibêje, ez nesax im,
bila were min derman bike. Yadê ma te zirtasek sîr û xwê xariyî, ma kî
dikare te derman bike?!` Ji aliyê
din ve ew mamostayekî gel bû; kesê bihata cem, sedî sed jê fêrî tiþtekî
dibû. Ji dîrokê, ji rewþa gelan, ji serpêhatiyên kurdan çi heba bi
wana re parve dikir. Ji wana re qala bilindkirina standarda jiyanê dikir. Rê
þanî wana dida. Bi zarokan re dibû zarok, bi zilaman re dibû zilam û
zarokan jî, zilaman jî xwe li cem wî rehet didîtin. Kasetek
a Xalê Mûsa qerfan a di dest min de ye, me bikarîba derxista ser rûpelê,
bikra pirtûk û biweþanda wê baþ bibaya. Dîsa me bikarîba dengê wî
ji vê kasetê bida radyo û televizyonê jî wê baþ bibaya. Lê radyo û
televizyonên me çiqasî wê xwe nêzî xebatek wiha bikin, nizanim. Di wî
alî de profesyonel kar nakin. Xalê Mûsa, Þêxê Anter bila agahiyên di
derbarê xwe de dîsa bi devê xwe vebêje: TU
ÇI JI MIN Î, BI XWE DIKARIM, NIKARIM? Hezret
heye; lawê mala Beyarê. Layê Kalê. Hîn zaro ye. Ew, dev ji min bernade.
Min dît, dibê; `Xalê Þêxo!` Min
got; `Çi ye, kuro?` Dibê;
`Tu çilo bi xwe dikarî?` Min
got; `Lawo, dewlet serê xwedê û pîrika te; ma li xwe diheyirim?!` Pîrika
wî, Wetha ye. Dibê; `Yeh! Ocaxê te ne ava!` Ocaxê
min!? –Tu li pey çi yî? Tu zarok î. Te çi ji min î, bi xwe dikarim
nikarim; kûçik lawê kûçik!? ***** Hiseynê Çirî
hingî dev diavêt Apê min Silêmanê Eshed. Got: `Min barek zembîl bir
Xerabkortê, gundê me yê Binxetê.` Got: `Em zembîlên xwe difroþin. Min
dît, Mencika Eshed got: Hisên, ka
zembîlekê bide min, ezê derpîkî bi te dim, bibe ji ciya xwe re. Got,
Min got, Ka derpiyê te? Got: `Va li min e.` Got, Min
got, Ka lê binêrim. Got, Dawa xwe kiþand, zîvirî. Min lê nêrî,
navrana wê qetiyaye. Min gotiye, xem nake. Îca got,
Min anî, bêxwediyê hîw derket, zû qetiya. Îca Apê min Silêman got:
`Lawo ne hîwî bû; hingî xelkê ji ciya te kir û lê kir, zû qetiya!` ***** Sûretê qîza
layê min; yek gawir û mayo lê ye; di behrê de girtiye. Îca Anter got:
`Yabo, tê van bibî Sitilîlê. Bi navê xwedê, hema ez dizanim wê Gênco
xeberan jê re bide. Hema ez ji niha ve di ciya wî nim!` Bi qedrê
xwedê, min nû anî, Gênco ya xwe kir! Min got:
`Lawo, pêþî ji te re gotiye. Tu bi qîma xwe yî!` Þema wê
salê ji qantirê ketibû; lingê wê þikestibû, fikiyabû. Îca digot:
`Xalê min bihata, lê binêriya, fîlan ba ya, bêvan ba ya. Min got, Ya
rebî, ez herim. Ma çi bikim? Min lê nêrî
ku tiþt tineye. Ez daketim,
Mehmûdê Melê li wê sikakê got: Tu ji ku tê? Min got: Ez
çûbûm ser Þema! Got: Çawa
bû? Min got:
Wele dikarîbû lingê xwe hilda ya! ****** Aþê me
hebû, birê Helîmê li ber bû. Ez jî zaro bûm. Kerekî me yê wekî
qantirekî hebû. Kerekî xesandî bû.Yê þîn. Wilo rehet bû, mirov jê
neditirsiya. Ciya min ez lê siwar kirim. Tûrek nanê genimî û kutilk
tije kir. Got; `Lawo, tê bibî ji xalê xwe Biro re. li ber êþ e. îro wê
dora me xelas be. Cehê ketiye û genimê ketiye, bila ji mîþa Hiseynê
Xelîl, bila ji me re dagre û yê maye jî bila bihêre, bixe xurçikê. Dîsa
li kerê xwe siwar be û were`. Wilo ez çûm. Min
dît, li ser bîra êþ e. Ez dîtim. Got; `Bise yabo Þêxo, tê bikevî!`
hat pêþiya min. Îca ez tiþta xwe jê re dibêjim: Xalê Biro, ciya min
wilo wilo got û kutilk. Got; `Ka kutilk? Ka kutilk?` Min
dayê. Dixwe. `Kuro, mala Anter ji bavê xwe fedî nakin law? Gundek wek
gundê Zivingê yê wan e, çavê wan li vê kodka êþ e. Wê çi têkeve
êþ? Çi têkeve êþ? Tiþtek neketiyêye!` Wele ez birim ber
êþ. Aþ
tije ye. Gum guma baran e.
Dora me ye. Îca li Zivingê min ji ava cer pê ve av nedîtiye. Gola êþ
wilo mezin e! Li ber çavê min wekî gola Wanê ye. Got; `Yabo, li vir be.
Minêr tu nekeviyê! Tu nexeniqî! Bê henek, wî çaxî gol gelekî kûr bû.
Va ye tûzmazkê û pûngê bixwe. Wele li kerê siwar hatibû. Li
ber xwe kir û hat. Min dît wa ye tûr tije miþmiþ kiriye. Paþla xwe jî
–ew paþla wî ya paqij- tev de tije tiþt kiriye. Wele ez derxistim ser rêya
ba Ziyareta Þêxbat. Tûr li ber min girê da. Got; `Ji ciya xwe re bêje;
tiþt neketiye yabo! Çi di êþ keve?` Tûr
li ber min asye kir. Got; `Kes veneke!` û yên li paþla xwe jî xist dawa
min. Got; `Bixwe, miþmiþ e!` Ez ji ku dizanim
wilo çi ye? Ez
hatim, min ji ciya xwe re got. Keniya: `De lawo, Biro hezar sêwiyî bi xwedî
dike. Feqîr e. hema bila bixwe.` Rokê
cangak þerjê dikirin. Goþt dikirîn, ji xwe re. Ez jî çûm. `Kuro ka
rehn bidinê!` Min got:
`Yabo, na, na. Min rehn navê.` Ew nizanin bonfîle çi ye? Min got: `Heyra
parsûyan jêkin, hema derzka piþta wî bidin min.` Got: `Heyra
derzka piþta wî ti goþt tê de nîn e!` Min got:
`We çi jê ye, bavê min? Min ev divê.` Ji ber stûyê
wî, heta ber teriya wî wilo qut kirin. Min wek terîþekê girt ku wiha du
bîftek û du bonfîle tê de ne! Min derxistin. Xelîlê
Birahîm þeþ kîlo kirî. Yê min çar kîlo derketin. Îca min anî malê.
Îca me tenûrek çêkiribû, nizm, wekî firnê; me tiþtên xwe dixistnêyê.
Ê maye jî em hiltînin fîlan. Sê çar
roj di navê re çûn.rojekê Wetha ji me re nanê þikeva çêkiriye û
bonfîla wê me xweþik birajtiye. Xelîl hat. Min jî parçak ji wî goþtî
wek sandwîç, min kir nav nanekî û min dayê. Dixwe. Dinêre goþt wilo
nerm! Got: `Ev goþtê çi ye?` Min got:
`Goþtê wî cangî ye!` Got: `Niha
ev goþtê wî cangî ye?` Me got:
`E.` `bi her sê
navê xwedê`, got: `Min her þeþ kîlo birin. Ezo kir beroþê û qurm dabû
binê û pelq, pelq, pelq.` Digot: `Biro radihiþt, wextê wilo dikir, dîwar
jê þil dibû.` Ne keliya bû.
Her þeþ kîlo wê þevê xwaribûn. Dema ji devê wan diçelpiya, dîwar jê
þil dibû!` ********* Huso wextê
seferberlikê çûbû Edenê carekê. Min got: `Huso, tu bi tirkî nizanî?` Got: `Çawa?
Bi tirkî dizanim.` Min got:
`Bi rastî tu dizanî?` Got: `Wele
dizanim.` Min got: `Dê
ka bêje.` Min dît
dibêje: `Wah, wah, wah, can keþîdir, kera reþ dermandir.` Bes lo, me
xwe hetikand! ******** Eliyê
Hesen hebû; eþqa wî di çixarê de bû. Rojî ye! Êdî çixara wî di
destê wî de ye. Ro çûye ava û newal reþ bûye û mele bang nade! Got: `Kuro,
mele bang nade!` Got: `Îca muxrib nebûye? Mele di ciya xwe ne, ger muxrib
nebûye!` Bê henek,
min jî gelek carî dît, ew melekî me hebû, gelek xelk tacîz dikirin di
etteheyatê de. Tiþt nedigot ha; xwedê wekîl be! Serê xwe wiha dihejand.
Berê wî jî ne li mirov e. mirov wî nabîne û xwe dihejand. Ê, feqîrên
ku lingê wan hiþk dibe, ê ku wilo dike… Rojekê yekî
got: `Lawo, ma tu Delal ê Beriyê dibêjî? Te em kuþtin kuro!` ******* Rokê, Hale, pîreka
min, hatibû wir. Îca ew û bavê xwe hatin Sitenbolê. Wextê Mele Þêxmûs
ji bo çavê xwe hat, çel-pêncî rojî li cem me man. Me
jî gelek qedir ji wan re digirt. Îca dost bûn. Xezûrê
min jî dibir Sultan Eyub, dibir camiyan, fîlan dikir… Axir heyatek gelekî xweþ
buhart, Mele Þêxmûs. Îca
hale hat wê derê. Pêþî hat cem min. Got: `Ma ne wa ye pîreka wî jî
hatiye; ew jina pê re?` Çû
bi alî de. Îca digot: `Mele Þêxmûs Eba maçî dike!` Îca
min got: `Mele Þêxmûs, ne ebe ye, tu maçî nekî, ha!` Got:
Na, na!` Rehma
xwedê lê be! Berî
mirina wî bi deh, pazdeh, bîst rojan; rojekê ez çûm ku ew û Kerîmê
tenê ne. Mala
wan jî hatibû nêzîkî me, min guh didayê. Ez çûm, got: `Xwarzê, ez
îroj gelekî diêþim.` Îca hingî
vê taliyê, te nedît, bê qey qismetê xwe yê talî ye. Digot: `Dilê min
dibije serûpiyan! Dilê min dibije danûyan! Nok û
genim dikeland û dixwar û yextiyar… Nod salî bû. Nexweþ! Çiqas
xwarinek jê re ne baþ be, ew dixwest. Îca ez
çûm, min got: `Xalo, te dîsa tiþtek mîqrob xwariyî; te êþandiye.` Got: `Na,
wele!` Kerîmê jî
li wê derê bû. Ez û wê, em her sê tenê ne. min got: `Metê çi
xwariye?` Got: `Bi
xwedê, zaroyan ji Mêrsînê þandibû. Min du mûz xwarin û min
pirteqalek xwar û min xilsek tirî xwar û min du mandalîna xwar…` Min dît,
Kerîmê dibêje: `Ma Mele Þêxmûs xwe aciz nake.` Ma tê hîn
çi bixwî yabo? Te ev hemû xwarine! ********** Belê,
ez ji vê derê heta buhiþta di dilê gelê kurd de ji gorbuhiþtî re
gelek silav, hezkirin, rêz û bêrîkirinên xwe rêdikim. Dema birayê min
Huseyîn Denîz hatibû þehîdkirin di 10ê meha Tebaxê de, xalê Þêxo
gelekî pê êþiya bû. Piþtî þehadeta Huseyîn bi 40 rojî xalê Mûsa
jî þehîd kirin. Ew li buhiþtê gihiþtin hev. Kuþtina
Mûsa Anter û kesên wekî wî bi armanca temirandina hêvî û daxwaza
azadiya gelê kurdistanê bû. Dijmin bi van kuþtinan xwest ku têkoþînê
hilweþîne, kurditiyê teslîm bigre. Lê îroj agirê têkoþînê geþtir
û gurrtir bûye. Wê demê yê mirî ne Mûsa Anter, sazûmana Tirkiyê ye,
yê hilweþyayî ne têkoþîn, Kemalîzm e, yê hatiye teslîmgirtin ne
kurditiye, berûvajî tirkityê xwe teslîmê destê ezraîlê xwe kiriye.
Îroj zarokên dadikevin kolanan û diqêrin, dibêjin, `Ez zimanê dayika
xwe dixwazim!` mirina tirkitiyê û jiyîna kurditiyê diqêrin. Ev jî
serkeftina jiyan, têkoþîn û bîranîna Mûsa Anter e. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org