|
DÎROKEKE
BI JAN
Hesen Huseyîn Denîz
Di
salvegera not û duwemîn a komkujiya li ser gelê Ermenî hatibû meþandin
de, careke din mirov bi kiryarên qirêj û xwînxwarî yên tirkayetiyê re
rû bi rû tê. Tê zanîn di sala 1915an de bi destê þiyandariya partiya
nijadperest a Îtîhat û Terakiyê fermana gelê Ermenî hatibû rakirin.
Dest danîbûn ser mal û milkên wan û ew miþextî derveyî sînorên
Anatolya kiribûn. Di vê rêveçûnê de, bi hezaran jin, zilam, zarok, ji
tîbûn, birçîbûn, lêdan, îþkence û gulebarînê jiyana xwe ji dest
dabûn. Dibêjin ku hijmara Ermeniyên di vê miþextkirinê de jiyana xwe
ji dest dane, ne kêmî milyonekê ne. Bi vî awahî xaka Ermeniyan ji gelê
Ermenî xalî kirin û tev li xaka tirkayetiyê kirin. Li ser vê
tirkayetiya xwînxwar jî komara Tirkiyê damezirandin. Bi vê damezirandinê
hebûna gelê kurd jî înkar kirin û qedera her du gelan kirin yek. Gelê
Ermenî bi qirkirina sor, gelê kurd jî bi qirkirina spî xwestin ji holê
rabikin. Tevî
hemû hewildanên gelê Ermenî û hêzên dewletî yên cîhanê, hîn jî
Komara Tirkiyê qirkirina Ermeniyan napejirîne û lêborîna xwe ji gelê
Ermenî û ji mirovahiyê naxwaze. Berûvajî, ji bo komên gorên Ermeniyên
hatine qirkirin yên dem bi dem tên dîtin, dibêjin; ‘Ev tirkên ji aliyê
Ermeniyan ve hatine kuþtin in!’ Ger tirk ji alyê Ermeniyan ve hatine
qirkirin, wê demê çima îroj li Tirkiyê ne ermenî, Tirk jiyan dikin.
Xaka Ermeniyan ku ji berya Zayînê bi sed salan ve li Mezopotamya jiyan
dikirin, çima îroj ne warê Ermeniyan e? Ew Ermenî çûn kû derê? Komara
Tirkiyê çawa ku gelê ermenî ji sînorên xwe bi miþextkirin û qirkirin
derxist îroj jî dixwaze qirkirineke bi her awahî bi ser gelê kurd de
bibarîne. Ev taybetmendiya hêza tirk e. Ji qasî hatine ser xaka Anatolya
her êrîþî ser gelan kirine, her bi çelpandina ked û xwîna gelên herêmê
û yên sê parzemînên cîhanê jiyan kirine. Ti caran bi keda xwe
nejiyane. Çandinî û hilberîn nekirine. Her þûr û mertal xistine destê
xwe, li hespên xwe siwar bûne û dizî û çelpandina hebûn û nirxên
gelan kirine. Ne tenê di warê aborî de; di warê ziman, çand, huner û wêjeyê
de jî tirkayetî bi dizîkirin û çelpandina ji gelên herêmê xwe daye
jiyandin. Li zimanê tirkî binêrin, ji çaran sê par jê tev peyvên
biyanî ne. Peyv ji gelan dizîne, çelandine hinek tîpên wan, pêþgir an
pêþgirên wan li gorî rêzimanê xwe guherandine û kirine malê xwe. Piþt
re jî zimanên gelan li wana qedexe dikin û dibêjin; ‘Tirkî þêrîn
e, bi tirkî biaxivin!’ Lê di rastiyê de tirkî zimanê herî lawaz û
tevlîhev ê herêmê ye. Dîsa çanda gelan dizîn û kirin a xwe. Cejna
Kurdan Newroz mabû ku nedizîbûn, niha li wê jî xwedî derdikevin û dibêjin;
‘Dema bapîrên me ji Ergenekonê derketin Newroz pîroz kirine!’.
Ergenekon li kû û Newroz li kû? Lê ji bo tirkayetiyê ne mesele ye! Bes
ku bikaribe xwe li ser jiyan bike dizî û çelpandin ji bo wî hunerek e.
Li mûzîka tirkî binêrin, ji gelê Ermenî, Aþûrî, Kurd û gelên din
tev hatiye dizîn, li gorî zimanê tirkî peyvên nû hatine sazkirin û
wiha kirine malê xwe. Wêjeya tirkî ku îroj xwe pê pêþketî dibînin lêkolîn
bikin wê were dîtin ku kopî ya wêjeya cîhanê ye. Nivîskarên wana
roman û çîrokên gelên din xwendine û rûniþtine li ber wana serpêhatî
ji xwe re çêkirine û wekî li Tirkiyê qewimîne senaryo durust kirine û
nivîsandine. Sînemeya wan jî bi vî rengî ye. Yên ku ev sextekariya
wana çirandine wekî Yaþar Kemal, Yilmaz Guney, Ehmed Kaya ti caran ji xwe
nehesibandine û nehiþtine huner û wêjeya xwe azad hilberînin. Lê rê
li ber kesên diz û çelpar heta dawî vekirine. Bi
vê sedemê pêwîstî bi lêpirsîna hesabekî mezin û piralî ji komara
Tirkiyê û dîroka Tirkiyê heye. Komar li ser xaka baxçeyê gelan hatiye
damezirandin, lê ev baxçe li gelan kiriye goristan. Çanda gelan, zimanê
gelan, hebûna gelan di hebûna vê komarê de qir kiriye û hê jî qir
dike. Mirovahî di vî qirnê zanistê de pêwîst e ji tirkayetiyê hesabê
van kiryarên wê bipirse. Tirkayetî jî ger dixwaze bi gelên herêmê re,
di nava giþtiya mirovahiyê de bi awayekî bi rûmet jiyan bike, pêwîst e
li dîroka xwe vegere, rûpelên bi xwîn û qirêj bibîne û lêborîna
xwe ji gelan bixwaze û di roja me de jî van kiryarên xwe nedomîne, rexne
bike û dev jê berde. Çawa
ku mafê gelê tirk heye li ser xaka xwe bi zimanê xwe û çanda xwe jiyan
bike; mafê gelê Ermenî, yê Kurd û gelên din ên vê xakê jî heye ku
li ser xaka xwe, bi zimanê xwe û çanda xwe jiyan bikin. Lê gelê ermenî
bi qirkirina sor, yê kurd jî bi qirkirina spî ji bikaranîna vî mafî dûr
hatine xistin. Ger di mirovahiya roja me de rêzgirtina ji mafên gelan re
hebe, divê ji îro û pê de vê bêmafiyê ji tirkayetiyê re nepejirînin
û li hemberî wê bibin xwedî helwest. Gelên
herêmê tev çawa ku di kevnahiyên dîrokê de li kêleka hev, di nava hev
de bi biratî û xwiþkitî jiyan dikirin, divê îroj jî mil bidin hev, piþtgiriya
hev bikin û hesabê dîrokî ji tirkayetiya xwînxwar a diz, çelpêr û
nijadperest bipirsin. Bi hevkarî û hevalbendiya gelan ev xak careke din
dikare bibe baxçeyê gelan û azadî þîn were.
Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org