|
DIVÊ BIRYARA HER SÊ DEWLETAN WERE PÎROZKIRIN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Sê
dewletên Ewropa yên desteka aborî ji bo bendava Ilisûyê dabûn Tirkiyê,
diyar kirin ku vê desteka xwe êdî paþ de vedikþînin. Ev biryar ji bo
Kurdistan û pirsgirêka kurd gaveke nû û biryareke grîng e. Divê gelê
kurd spasiyên xwe ji van her sê dewletan re biþîne. Dewleta
Tirkiyê bi avakirina bendava Ilisûyê gelek niyet û armancên dilxerab di
hinava xwe de hildigirt. Yekemîn, dixwest mîrateyê dîrokî yê Kurd û
Kurdistanê ji holê rake. Duwemîn, dixwest xaka Kurdistanê bike warekî
ji çiyayên rût û golên avê pêk tê ku kurd nikaribin lê bijîn. Sêyemîn,
dixwest þêst hezar mirovî ji warê wan dûr bixe, berê wan bide
metrepolan û ji xwe re bike karkerên keda erzan. Çaremîn, dixwest bi lêkirina
bendavan çoltera liv û tevgera gerîlan di bin avê de bihêle û di
navbera gel û gerîlan de qutbûnekê biafirîne. Pêncemîn, dixwest ji
dewlemendiya ava Kurdistanê ji xwe re enerjiyê pêk bîne û bêhnê li
aboriya xwe fireh bike. Þeþemîn, dixwest ava diçe ser Baþûrê
Kurdistan û Iraqê qut bike û bi polîtîkaya avê wana bi xwe ve bide girêdan… Mirov
dikare van niyetên xerab ên Tirkiyê zêdetir jî bike, lê ev çend xal jî
bi tena xwe ji bo têgihiþtinê bes in. Dewletên
Ewropa yên wekî Avûsturya, Almanya û Swîsre destpêkê destek dan vê
projeyê. Ji ber ku enerjiya jê were di warê aborî de pariyekî zexm bû
û herkesî dixwest jê parekê veqetîne. Di wê demê de kurd zêde ne di
rojevê de bûn û ne di warekî li xaka xwe û dewlemendiyên xwe xwedî
derkevin de bûn. Tirkiye û dewletên sermayedar wiha dihizirîn ku wê
bikaribin di nava bêdengiyê de armancên xwe pêk bînin. Kurdistan bû çol,
bû gol, mirov ji mal û milkên xwe bûn, teyr û tilûr qir bûn, dîrok
di bin avê de ma zêde ne di xema kesî de bû. Hinek nirxên dîrokî yên
giranbuha wê ji cih rakiribana û biribana muzeyên xwe û wekî din her tiþt
noqî binê avê kiribana. Lê
tevgera azadiyê di serî de û kurdên hiþmend û dostên wan li hemberî
vê qirkirina çandî, dîrokî, xwezayî û mirovî bi carekê re serî
hildan, ketin nava liv û tevgerê û qêriyan ta ku vê qîrdayîna xwe
bigihînin cîhanê dengê û hewildanên xwe ranewestandin. Di
dawî de encam hat girtin. Her sê dewletên sereke ên destekdarên projeyê,
desteka xwe paþ de vekiþandin. Ev gaveke grîng e. Ne tenê ji bo çêkirina
bendavê. Ev biryar wê nêrîna van dewletan a di çareserkirina pirsgirêka
kurd de jî biguherîne. Heta niha kurd bi tiþtekî nedihesibandin. Ji îroj
û pê de êdî kurdan bi tiþtekî dihesibînin. Di polîtîka û projeyên
xwe de êdî wê cih bidin kurdan jî. Êdî dema gavekê biavêjin qasî ku
nêrîna aliyê tirk esas bigrin, wê nêrîna aliyê kurd jî bigrin ber çav.
Ev
ji bo kurdan jî pêngaveke nû ye. Divê kurd vê pêngavê bibînin. Bi
van dewletan re peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên heta îroj hene, di
ber çavan re biborînin. Nuhkirinekê tê de çêbikin. Bi van dewletan re
hevdîtinên nû, polîtîkayek nû, pêk re kar û xebatek nû deynin pêþiya
xwe. Divê nebêjin, ``dê biryarek bû, tengav bûn, sitendin û çû``.
Biryar ji vê zêdetir xwediyê grîngiyekê ye. Dewletên
Ewropa wê êdî roj bi roj polîtîkayên xwe yên di derbarê Kurdistan û
pirsgirêka kurd de, bi awayekî ku nêrîn û raya kurdan jî li ber çavan
bigrin hilgirin dest an saz bikin. Ji bo vê aliyê kurd divê hêzbûniya
xwe her dem bikaribe bide bihîstin. Mafên xwe yên bingehîn ên netewî
û xwezayî divê bikaribe baþtirîn bilêv bike. Di warê dîplomasiyê de
divê bikaribe gaveke gihîþtî biavêje. Ev
encama li derveyî welat bidest xistiye, divê bispêre dewlet û hikûmeta
Tirkiyê jî ku ew jî gavê paþ de biavêje. Divê neyê jibîrkirin ku
xwestina lêkirina bendavan rênîþaneyeke nêzîkatiya çareserkirina
pirsgirêka kurd e. Polîtîkaya dixwaze pirsgirêka kurd bi înkar,
tinekirin, kuþtin û mirinê çareser bike, dixwaze xwezaya wê jî bike çol
û gol. Ji bo wê devjêberdana projeya Ilisû wê devjêberdana polîtîkaya
kuþtin û mirinê bi xwe re bîne. Bi vê sedemê him tevgera azadiyê him
her kurdekî welatparêz û hiþmend û him jî dostên kurdan divê
hewildanên xwe yên di vî warî de bi awayekî xurtirîn û zanatirîn pêþ
de bibin ta ku digihêjin encameke çareseriya vebirî ya pirsgirêka kurd.
Xaka Kurdistanê, tenê bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî
dadmendî ya li gorî berjewendiya kurdan, wê bikaribe ji xetariyên li ser
rizgar bibe û aramiyê bibîne. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org