DIVÊ KÎ LÊBORÎNÊ BIXWAZE?

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ 

 

 

 

Di van rojên dawî de, di çapemeniya tirk û kurd de zêde li ser ‘zagona poþmanî’ ango ‘zagona lêborînê’ ya ku hukûmeta Erdogan qaþo ji bo têkoþerên azadiyê yên kurd dixwaze derxîne tê rawestin. Çapemeniya tirk ji xwe, ji sedema rojeva kurd û Kurdistanê biguherîne, zêde vê xalê -bi fermana hukûmetê- dixe rojevê. Lê çapemeniya kurd jî êdî pêwîst dimîne vê hingûdingê pê re parve bike. Di rastiyê de li hole tiþtekî nû nîne! Bi salan e ku hukûmetên tirk wekî rêk û rêbaza çareserkirina pirsgirêka kurd, zagona poþmaniyê derdixin pêþ. Wekî kesê ji Qeyseriyê ku dayika xwe boyax tê daye û firotiye bavê xwe; ev jî, her hukûmeta tê guhertin vê zagona poþmaniyê navekî lê dike û dixwaze bifroþe. Lê mixabin ji ber ku ji rastiya Tirkiye û Kurdistanê dûr e kesek danaqurtîne û wiha di qirika herkesî de dimîne.

Pirsgirêka kurd ne ji îroj ve, ji sala 1924an ve di rojeva Tirkiyê de ye ku tê zanîn di sala 1925an de li Agirî û Zîlanê bi vê sedemê serhildan destpê dikin û heta serhildana Dêrsim a 1936an tên. Di vê sale de artêþa tirk û û dewleta di bin reîstiya Mûstefa Kemal û Îsmetê Kerr de, bi xwînxwariyeke mezin van serhildanan ditemirînin. Bi taybetî di dîrokê de dema tê qalêkirin, dibêjin ku, ‘Geliyê Zîlan xwîn diherikî!’ ango dibêjin, ‘Li Dêrsimê jin, zilam, zaro tev xistin hundirê þikeftan û li ber agir dadan ku bi dû bifetisin!’

Piþtî temirandina van serhildanan heta salên 1970yî dereyî çend rewþenbîrên kurd ên wekî Mûsa Anter, bi nave kurd û Kurdistanê tiþtek li hole nema. Zarokên  dayik û bavê wana di serhildanan de hatibûn qirkirin, nave ‘Kemal’ li xwe kirin û berê xwe dan Metrepolên Tirkiye û di Ewropa re derketin. Lê piþtî salên 1970 yî li Kurdistanê agirekî nû yê azadî û rizgariyê hat dadan û bi gihiþtina salên piþtî 1980yî ve jî hat geþkirin. Vî agirî dilê tevahiya gelê kurd germ kir û hebûna dijmin a li Kurdistanê sot.

Li ser vê yekê dijminê dagirker li Kurdistanê dest bi qirkirinên nû kir. Bi taybetî di salên piþtî 1990î de, bi hêza xwe ya taybet a li dijî rêberên gel, bi nave Hizbulkontra bi rêxistin kir, bi hezaran kesên welatparêz ên bê tawan kuþt; bi hezaran kes nebedîl kir; bi hezaran kes avêt zîndanê û rizand; bi hezaran kes ji  gund û malên wan bi dare zorê da koçberkirin; bi hezaran mirov ajot nava xizaniyê û berê wana da rêkên xerab; bi hezaran gund û mezra vala kir û da ber agir; bi hezaran daristan þewitand; bi hezaran xerabiyên cûrbecûr bi sere vî gelî de barand û hîn jî van xerabiyên xwe sed taq didomîne.

Di rewþeke wiha de, gelo kî dive ji kê lêborînê bixwaze û kî li hemberî kê poþmaniya xwe diyar bike?

Birêz dewleta tirk, birêz hukûmeta Erdogan ji kerema xwe re li xwe vegerin û binêrin bê we çiqase xerabî û xwînxwarî bi sere vî gelî de aniye û piþt re qala derxistina zagonan û banga mirovan bikin. Wê kîjan têkoþer rabe li ser daxwaza we dev ji rûmeta xwe berde û were di dawa we de rûnê? Yan we hiþê xwe xwariye, yan jî hûn difikirin ku hinek têkoþerên hiþê xwe xwaribin hebin! Wekî din ne mumkun e ku heta hûn xwe bi vî gel efûkirin nedin, lêborîna xwe nexwazin û li huzûra gel poþmaniya xwe ya ji kiryarên xwe diyar nekin, yek mirovê bi rûmet tenê jî were xwe biavêje dawa we.

Hûn dibêjin, ‘Bila gerîla çek deyne, were xwe radestî me bike!’

Nizanim hûn ji dil vê yekê hêvî dikin, an xwe dixapînin, an dixwazin hinekan bixapînin? Ger gerîla wê rojekê hatiba û xwe radestî we kiribaya, ma morîka dayika wan li navsera wan çiyan -di nava sar û seqemê de qetiyabû ku bi salan e di berf û pûkê de dijîn? Helbet bi sedemekê derketine navsera wan çiyan. Heta ku ew sedem ji hole nerabe yan neyê rakirin çawa hûn dihizirin ku ew dev ji xwe berdin?

Di þerê navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de dimeþe de dinya alem dizane ku aliyê mexdûr, aliyê mazlûm aliyê kurdan e û aliyê dewleta tirk jî aliyê bêmaf û zordar e. Wê demê sedî sed dive aliyê bêmaf û zordar derkeve pêþberî gel, poþmaniya xwe diyar bike û ji gel lêborîna xwe bixwaze. Li ser vî bingehî jî dive zagona bingehîn a sazûmana Tirkiyê ku ji cûntaya 12ê Îlonê maye bi tevahî ji hole rake û zagoneke nû a ji mafê mirovan re rêzdar  demokrasiyê bingeh digre bipejirîne. Hemû mafên bingehîn ên çandî, civakî, mirovî, siyasî yê gelê kurd divê zagonê de binase û hilgire bin ewlekariyê. Wê demê wê ev gel belkî bikaribe li dewleta tirk bibore û êþ û jana pê daye kiþandin jibîr bike. Wekî din lihevdûhatina deleta tirk û gelê kurd ne mumkun e.

Bi vê sedemê, ya baþ ew e ku di serî de hukûmeta Erdogan û rayedar û fermandarên din ên artêþ û dewleta tirk vê zagona qalê dikin a ku navên qaþo ‘vegera malê’, ‘daketina ji çiyê’, ‘poþmanî’, ‘efûya civakî’, ‘nizam çi’ lê dikin, bila ji bo xwe saz bikin û ew jê sûd bigrin, wê ji her du civakan re sedî sed bixêrtir be.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org