DIVÊ MIROVAHÎ JI VÊ HOVITIYÊ RE ÇAREYEKÊ BIAFIRÎNE

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

 

Sazûmana Îranê mirovan dixe hundirê kîsikên spî, di hundirê çalekê de bi cih dike; gel li ser serê wana kom dike û dibêje; `Dê bi keviran birecimînin!` girseya kom bûye tev keviran lê didin heta ku ew kes were kuþtin.

Dîsa mekîneyek çêkiriye ku destê mirovan jêbike. Mirovekî destê wî/wê jê bû, êdî dikare çi bike, jiyana xwe çawa bidest bixe?

Dev ji wê jî berde. Kî dizane, dema dest tê jêkirin, bê êþ û janeke çawa tê kiþandin?

Mafê kê heye ku destê mirovekî/ê di bin navê ol, xweda, dîn, îman de jêbike? Ev çi ol e? Mirovatî oleke wiha nas nake û napejirîne. Kesên bi navê olê vî karî rewa dibînin, ew ne ji vê cîhana me ne, ne zarokên mirovahiyê ne. Ew pîç ewladê zinê ne. Ew bêrûmet, bêvîjdan, bênamûs û bê her tiþt in. Ew munafiq û neyarê mirovtiyê ne.

Sazûmana Iranê bi salan e vê zilmê li ser ser mirovan dimeþîne. Vê yekê li ber çavê cîhanê, bi zanistî û bi înat didomîne. Her roj li ser tê nivîsandin, di tv û weþanan de tê pêþandan, lê kesek çareseriyeke vebirî jê re nayne.

Mirovatiya cîhanê divê pêkanînên li Îranê bi serê mirovan de tên kirin, wekî tawanekî herî giran ê li hemberî xwe bibîne û nepejirîne, bi awayekî lezgînî pêþî lê bigre. Vê yekê wekî erkek bingehîn deyne pêþiya xwe û di rojeva xwe de bigre.

Pêkanînên li Îranê bi serê mirovan de tên, ji bo rûmeta mirovahiyê ji pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê lezgîntir çareseriyê dixwaze.

Jêkirina parçeyek ji laþê mirovekî çawa dikare were temaþekirin û diyaxkirin? Mirovahî divê lêpirsîna vê ji xwe bike. Bi awayekî lezgînî pêwîst e, Netewên Yekbûyî li hev bicive û sazûmana Îranê rawestin bide. Bi xweþkahî an bi hiþkahî qet ferq nake. Ger pêwîst bike bila serê hemû molayên munafiq bifirînin, lê rê nedin vê hovitiyê. Çawa ku molayên Îranê mafê destjêkirinê û recimandinê di xwe de dibînin, divê mirovahî jî pirsîna hesabê vê pêkanînê di xwe de bibîne.

Sazûmana Îranê îroj nûnertiya rûreþiya mirovahiyê û qirêjahiya olan dike. Bi rastî ti peywendiya vê sazûmanê bi ti olan re nîn e. Ew ola ku bêje `destê mirovan jêkin û wana zindî birecimînin` ew ne oleke ji bo tenduristiya civakê ye, ango hinek kesên sixte di bin navê olê de mirovan dixapînin û kîn û nefreta di hundirê xwe de bi ser mirovahiyê de dibarînin. Ew xwînxwariyeke bê hempa ye.

Sazûmanên din ên cîhanê; ji Yekîtiya Ewropa bigir heta  Rûsya Yekgirtî, heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hemû dewlet û sazûmanên xwe wekî mirovhez, mafparêz û hemdem dibînin, ger li hemberî van pêkanînên Îranê bi lezgînî tedbîran nestînin, wê ev yek nîþaneya durûtiya wan be. Ger bi rastî hûn mafparêz, mirovhez û demokrat in fermo hêza xwe bikin yek û helwesta xwe li hemberî sazûmana Îranê þanî bidin. Ger hûn li hemberî pêkanînên Îranê bêdeng dimînin ev wê nîþaneya destekdayîna we be. Ger hûn destekê didin pêkanînên sazûmana Îranê hûn nikarin qala demokratîkbûn û hemdemîbûna xwe bikin.

Ne destekî xwe, ka mûyekî bi hêl ji laþê xwe bikiþînin hûnê pê bihisin bê janeke çiqasî dijwar dikeve ser dilê we. Bila ne bi hezaran keviran deynin bedena we, ka kevirekî tenê bila li we bidin hûnê bi êþa wê çawa bihisin bibînin.

Ji kerema xwe re `êdî bes e!` zilma sazûmana Îranê êdî rawestînin. Destê xwe dirêjî qirika molayên munafiq bikin û hiqûqa navnetewî li hemberî wana bikar bînin. Ev mafê herî bingehîn ê mirovbûnê ye û divê sedî sed li hemberî sazûmana Îranê were bikaranîn.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org