DURÛTÎ YA LI HEMBERÎ AGIR

 

  Hesen Huseyîn Denîz

 

 

Li Tirkiyê di vê hefteya borî de daristan þewitîn û çapemeniya tirk qiyamet rakir. Nivîskar, koþenivîs, axaftinêr, rewþenbîr, xwezaparêz… ji radyo, ji tv, ji rojnameyan her kes dibêje, “Agir bi kezeba me ket!”

Bê guman þewata dareke þîn qasî kuþtina mirovekî dilþewat e. Lê çapemeniya tirk di vê mijarê de jî durûtiyê dijî. Ji serê havînê ve leþkerên artêþa tirk tenekeyên neftê xistine dest xwe û çiya bi çiya li Kurdistanê digerin, ji Bestan heta Amed û Dêrsimê bi milyonan darên berûyên daristanên Kurdistanê diþewitînin, rojekê tenê jî vê çapemeniya nijadperest qalê nekir, bi nivîsarekê tenê jî rewþenbîr, nivîskar û koþenivîsên tirkan helwestek þanî nedan.

Dema daristanên Tirkiyê ji ber xwe jî diþewite, dilê we pê re disoje; lê ku leþkerên we tenekeyên neftê dixin dest xwe û agir berdidin daristanên Kurdistanê hûn bêdeng dimînin. Hûnê bi vê durûtiyê heta ku derê biçin? Êdî ji çapemeniya tirk re bi rastî þerm û eybeke mezin a dîrokî, ya mirovî û ya xwezayî ye! Ji xwe li hemberî kuþtina mirovan hûn durû ne. Dema zarokên kurdan tên kuþtin, hûn kêfa xwe tînin. Kuþtina wan mafdar dibînin. Lê dema leþkerekî we tê kuþtin hûn qiyametê radikin. Ger we bûyer mirovî hilgirtiba dest, hûnê li dijî kuþtina herduyan jî xwedîhelwest bana. Lê ji ber ku hûn hêza ragihandinê ya hêzên taybet ên artêþa tirk in, hûn durûtiyê dikin. Niha jî li hemberî daristanên her yek keda sed salan, her yek mîrateke dîrokî, her yek cilûbergên xwezaya me ne durûtiyê dikin. Gelo çima dema li Kurdistanê daristan tên sotin, agir bi kezeba we nakeve? Ev çi kezebeke nijadperest e ku him xwe rewþenbîr, nivîskar dibîne, him durûtiyê dike? Nivîskarî bi duristiyê dibe, ne bi durûtiyê. Nivîskar divê mirovhez û xwezaparêz be, ne navgîna kujêriyê be!

Çapemenî û ragihandina Tirk divê xwe ji vê dualîbûnê û durûtiyê rizgar bike. Qe nebe li hemberî berhemên xwezayê bila durûtiyê neke. Ew koþenivîsên ji bo daristanên li Yewnan diþewitin dibin xwedî helwest, gelo daristanên li Kurdistanê jî ne þînatî ne? Yan na ew jî “Bolucî” ne? darên Kurdistanê jî diyar e “Turkiyenin birlik ve beraberligini parcaliyor!”

Dema li Kurdistanê her darek bi destê wan leþkerên romî yên xwînxwar ên dagirker tê sotin kezeba me jî disoje, agir bi dilê me jî dikeve; dilê me jî xwîn digrî… Lê em nivîskarên kurd wekî we ne durû ne; dema em dibînin ku li Tirkiyê jî daristan diþewitin dilê me tê qurmiçandin; ji ber ku her darek zindiyek e û her zindiyek xwediyê mafê jiyanê ye. Çawa ku mafê mirovekî yê jiyanê heye, çawa ku mafê ajalekê yê jiyanê heye, mafê darekê jî yê jiyanê heye. Ev dar dixwazî Tirk be, Îngilîz be, Cihû be, Ermenî be, dixwazî kurd be mafê xwe yê jiyanê heye. Ger dilê we li ser darekê diþewite, divê ev ji ber hestên we yên xwezaparêzî be; ne ji ber hestên nijadperestî be.  Dar ne yê nijadekê ne, yên xwezaya me ne û xwezaya me ya giþtiya mirovahiyê ye. Dema ku li ser xakeke qet me nedîtiye jî, li ezmên tebeqeya Ozonê kun dibe, em mirovahî tev pê diêþin; em nabêjin, ‘Tebeqeya Ozonê ya raserî xaka kurdan kun bûye, ji xwe ew tebeqe bolucu bû, bila kun bibe!’ Em dizanin ku xetera wê ji bo tevahiya cîhana me dijwar e.

Wê demê divê ev nêzîkatî ji bo dareke li ser her xakê jî were þanîdan. Ew polîtîka û gotina, “Dara min her bijî, dara kurdan bisoje!” polîtîka û gotineke faþîstî, nijadî û dijxwezayî ye! Mirovê qasî misqalekê rûmeta mirovahiyê pê re hebe wê li hemberî sotina daristanên li Kurdistanê jî qasî daristanên xwe xwedî helwest be. Ger hûn wiha nekin hûn ne rewþenbîr in, hûn ne nivîskar in, hûn ne mirov in û hûn ne durist in. Çawa ku darek li wî koþeyê Tirkiyê disoje, li navsera çiyayê Kurdistanê dilê kurdan pê diêþe, ger tu durist bî divê dema li navsera çiyayê Dêrsimê, li Botanê darek dan ber agir, dilê te jî herî kêm biqurmiçe. Ger wiha nebe tu çawa dikarî li ruyê mirovahiyê binêrî, tu çawa dikarî hilma vê xwezayê bikiþînî kezeba xwe? Xwezaparêzên tirk û yên cîhanê bila pê zanibin ku artêþa tirk tenekeyên neftê dixin dest xwe û dar bi dar dirijînin bin qurmên daran û agir berdidindaristanên Kurdistanê û yek nivîskar, rojnameger, tv, radyo, koþenivîs, rewþenbîr an xwezahezê Tirkiyê û yên cîhanê helwesteke diyar þanî nadin. Ji vê zilma li ser xwezaya Kurdistanê re nabêjin ‘raweste!’ Lê ji bo sotina daristanên din qiyametê radikin! Gelo ew ‘dar’ e, lê ewên din ne ‘dar’ in? Ger mirov û darên kurdan bin, bila bisojin, ger ên tirkan bin hawar e!

Ev polîtîka durû ya bi qirêj û xwînxwar li Lozanê hatibû destxetkirin û qasî li ser mirovên me, li ser daristanên me jî hukma xwe hê îcra dike. Ewropa ya ‘demokrat, mirovhez, xwezaparêz û mafparêz’ ji kerema xwe re fermo werin Kurdistanê ku hûn daristanên bi destê leþkerên tirk tên sotin bibînin û bizanibin bê desteka hûn didin Tirkiyê li Kurdistanê qirkirinên mirovî û xwezayî çawa pêk tîne.

Divê ev durûtî ya li hemberî xwezaya Kudistanê him were eþkerekirin û him were bidawîkirin.

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org