Em ketin Sibatê…

 

  

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

   

 

 

Va ye meha Sibatê hat. Tê zanîn ku rêbertiya gelê kurd di pazdehê Sibata 1999ê de li Kenyayê bi fen û fûteke navnetewî dîl hatibû girtin û ew roj û ev roj e, di zîndaneke li girava Îmraliyê, di bin mercên zor û zahmet de tê girtin. Roja 15ê Sibatê kurd wê dakevin qadan û nerazîbûna xwe bi awayekî demokratîk, lê tund þanî bidin. Ji ber ku Sibata îsal ji sibatên derbasbûyî cudatir e, ev meh wê bi xwe re hin pêþketinên grîng biafirîne…

Divê were zanîn ku radestkirina birêz Ocalan a ji dewleta Tirkiyê re, ne tenê ji bo dîlgirtina wî bû. Herkesî bi vê yekê hêvî dikir ku pirsgirêka kurd bi birêz Ocalan re bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Heta birêz Ocalan bi xwe jî gelek caran ev hêvî da der û ji bo pêkhatina wê çi ji dest hat texsîr nekir.

Di encamê de em gihiþtin pêngaveke wiha ku hikûmet û dewleta tirk di domandina polîtîkayên înkar û îmhayê de israr kir û ev yek bi dadana deriyê DTPê û bi girtina gelek  þaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin xist pratîkê. Dev ji xitimandina pêvajoyê berde, êdî li pêþiya her du gelan bayekî sar ê þer dilebite…

Ger di seranseriya meha Sibatê de dewleta tirk vê helwesta xwe ya tund û kevnare bidomîne, li pêþiya gelên kurd û tirk þerekî dijwar heye. Ji ber ku bi destpêkirina biharê re, wê artêþa tirk operasyonên xwe yên li ser gerîlan zêdetir û dijwartir bike. Gerîla êdî ji vê pêngavê û þûn re nema dikare agirbesta bi yek alî bidomîne. Ger bidomîne wê jê re bibe windahiyeke siyasî û leþkerî. Heta niha domandina agirbesta yekalî xwediyê wateyekê bû û dibe ku deskeftiyek diafirand. Lê di rewþeke ku dewlet bi hemû hêzên xwe bi ser gel û rêxistiniya gel de diçe, tasfiyekirineke eþkere dide ber xwe û bê þik pêk tîne de, gerîla divê înîsiyatîfê hilgire destê xwe.

Ji destpêkirina pêvajoya agirbestê û heta îroj, gerîla bi fedekariyeke mezin li baregehên xwe rawestiya û bi vê sedemê gelek windahiyên nirxdar jî da. Gel dîsa bi fedekariyeke hê mezintir li ber xwe da, di serme û germayê  de ji kolanan derneket û pêvajo heta roja me bi serkeftinî anî. Gel hat girtin, hat birîndarkirin, hat kuþtin lê dîsa jî ji ser a xwe daneket; destekeke mezin da gerîlan. Niha dor hatiye gerîlan ku ji vê biharê û pê de bar dîsa hilgire ser milê xwe. Ji ber ku dewleta Tirkiyê tênegihiþtina xwe ya ji çareseriyeke demokratîk û aþtiyane eþkere kir. Êdî li ber aliyê kurd car din rêya þer dimîne. Divê careke din bi þer pêþiya pêvajoyê veke û xitimîna heye ji holê bide aliyekî. Ger vê yekê neke, ev alozî û xitimandin dikare hêviya serkeftinê bide dewleta tirk. Ji bo vê gerîla divê îsal bi þer û têkoþîna xwe, hêviya dewletê ya serkeftinê ji binî ve vemirîne.

Îsal di navbera dewleta tirk û têkoþerên kurd de wê þerekî dijwar bide der. Gerîla dikare bayê vî þerî bi ser metrepolan de bifûrîne û wiha barê Kurdistan û çiyê siviktir bike. Dewlet wê dîsa bixwaze þer bixe xaka Kurdistanê û çiyayên wê. Ji herêma Medya bigir, heta her aliyê Bakur wê bixwaze þer lê bide vegirtin. Lê li hemberî vê divê gerîla bi hêzeke xurt hebûna xwe di bajarên Tirkiyê de, bi çalakiyên bi bandor bide bihîstin. Çawa ku tê gotin, `Divê PKK,KCK,BDP xwe bike partiyeke Tirkiyeyî…` divê þer û têkoþîna xwe jî bike þer û têkoþîneke Tirkiyeyî. Li Tirkiyê þer çiqasî were gurkirin, rehetiya kuþkuþe û tirtireyên tirk çiqasî were xerakirin, wê êrîþbariya aliyê tirk a li ser Kurd û Kurdistanê jî ewqasî were qelsxistin.

Di vê têkoþînê de, divê dewlet ewqasî were tengavkirin ku hawara xwe bibe Îmraliyê û li ber rêbertiya gelê kurd bigere ku ji bo aþtiyeke mayînde navbenkariyê bike. Divê kesek êdî qala vê gotina ku tê gotin, ``Rêbertî di destê dewletê de dîl e, ger em þer gur bikin nabe`` neke. Ev gotin êdî bê wate ye. Ji xwe dewlet her roj rêbertiyê dikuje, ma wê hîn karibe çi xisarê bide wî. Berûvajî divê aliyê kurd hîn bi hêztir û xurtir li dewletê bide ku wê pêwîstê çareseriyê bike.

Bi vê sedemê hatina Sibatê bi xwe re gelek alozî, þer, pevçûn û derfetên nû ên çareseriyê biafirîne. Divê alî xwe li gorî vê ji nû ve bi rêk û pêk bikin…

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org