Emê Vê Zihniyetê Çawa Biguherînin?

 

  

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

   

 

Bi zihniyeta tirkî xebatên kurdî nabe. Ger tu xebateke kurdî dikî dive tu bi kurdî bifikirî. Ger tu bêjî `ez bi weþana ji welêt dikim kêfxweþ im`, tu nikarî nave bernameya xwe bi tirkî lê bikî. Ev tiþta tu dikî ne rast e. Ev bêmafiyek li zimanê kurdî, li welatê kurdan û li wê kar û xebata tu dike ye. Tu derbasî welêt dibî, di derfetên herî zahmet bernameyekê ji bo kurd û Kurdistanê çêikî, bernameya yekem a zindî ya li ware gerîlan e, dive herî kêm nave wê bernameyê bi kurdî be. Dema tu nave wê bernameyê jî bi tikrî deynî, tu rast nakî. Tu xizmetê ji zimanê kurdî û çanda kurdî re nakî. Tu bi destê xwe zimanê kurdî didahfînî paþ û zimanê dagirker ê tirkî derdixînî pêþ. Ma heta kengî hûnê vê þaþitiyê bikin? Heta kengî hûnê di vê tirkiyê de israr bikin? Ez bawer im ku hûn dema wan bernameyan çêdikin, di nava xwe de jî bi tirkî diaxivin, bi tirkî difikirin, bi tirkî dijîn ku ji ber wê nave bernameya we jî û pêþkêþa wê jî bi tirkî çêbûye.

Ya însaf ji we re. dibêjin `bi vê weþanê em heyecan digrin`. Ne rast e. heyecana rast dema mirov li ser xaka xwe nûbûnekê bike, bi zimanê dayîka xwe bike, ew heyecan e. Yan na weþangerekî tirk an televizyoneke tirkan jî dikare were sere Qendîlê weþanê bike û jê heyecana weþangeriyê bigre. Ev nabe heyecaneke têkoþînê, nabe heyecaneke welatparêziyê, nabe heyecaneke þoreþgeriyê.

Hevalên me diyar dikin ku li Qendîlê li wargeha gerîlan studyoyek saz kirine û weþana tv zindî kiriye. Ji bo Kurdistanê ev pêngaveke mezine, lê çiqasî ev pêngav mezine, destpêkirina wê ya bi tirkî jî wê ewqasî biçûk dike û bêwate dike. Di pêngaveke ku têkoþîna kurd û Kurdistanê di ware çareseriya siyasî, çandî û nasnameyî de dikeve rojevê û ji dewleta tirk gavavêtina di vî warî de bi heter dixwaze de; destpêkirina weþaneke bi tirkî tenê dikare bibe valaderxistina vê pêvajoyê, wekî din ne tiþtek e. Ger bi wan hevalên me re qasî sere derziyê fikrandineke kurdî hebaya, wê bigotina sembolîk be jî, em weþana xwe ya yekem bi kurdî biweþînin. Ma pir zahmet bû? Na! Lê fikrandina bi kurdî nîn e. Mejî bûye tirkî, hiþ bûye tirkî, jiyan bûye tirkî… Ez bi xwe ti rûmetê nadim hiþ, mejî û jiyaneke wiha. PKK rêxistineke Kurdistanî ye. Her çiqasî di destpêka wê de hevalên tirk cih girtine û xwestine di rizgarkirina Kurdistanê de rizgarkirina Tirkiyê jî bibînin, ev yek vê rastiyê naguherîne. Ger emê bi Tirkiyê re jiyanekê parve bikin, emê vê yekê bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe bikin. Emê çanda kurdî bi zimanê tirkî nekin. Emê pirtûkên kurdî bi zimanê tirkî nenivîsînin. Emê weþanên kurdî bi zimanê tirkî pêþkêþ nekin. Em Kurdistaneke bi kurdî dixwazin, em Kurdistaneke bi tirkî naxwazin. Ger Kurdistan wê bi tirkî çêbibe û bi tirkî xwe bimeþîne, ew Kurdistan ji me re ne lazim e.

Bi rastî pir eyb û þerm e ku weþana yekem ji sere çiyayê Kurdistanê bi zimanê dagirkeriyê çêbibe. Niha ku derfet tineba, ger kesekî bi kurdî nizanîba, ger jendermeyê tirk çek di dest de li ser sere we sekinî ba û gotiba ``Turkçe konuþ, çok konuþ``, me dikarîbû maf bidaya we. Lê li ware azad ê ji bo azadiya zimanê kurdî têkoþîn tê dayîn de, weþana xwe ya yekem, bi çi hiþ û mejiyî hûn bi tirkî dikin? Ew çîrokên kevne yên ``Heval bizim için farketmez, biz dil farki gozetmeyiz`` jî ji kesekî re nekin. Ji ber ku madem ``dîl farki gozetme`` nakin wê demê carekê xwe þaþ bikin, weþaneke xwe jî bi kurdî bikin, axaftineke xwe jî bi kurdî bikin. Nivîsandineke xwe jî bi kurdî binivîsînin.

Bi vê sedemê ez van hevalan rexne dikim. Bi rastî di salên destpêkirina têkoþînê de, heta bigihêje salên 1990î jî ji ber dijwariya rewþa þer axaftin, perwerde û kar û xebata bi tirkî dihat kirin, mirov dikarîbû hincetek jê re bidîta. Me digot, dewleta tirk mirovên me asîmîle kirine, gelek kes bi kurdî tênagihêjin, derfeta fêrbûn û fêrkirinê jî nîn e, ji ber ku em di nava þer de ne, þer germ e, dest nade û fêlan û bêvan… Lê îroj ji salên 1990î û vir ve tam bîst sal derbas bûn ku li Kurdistanê rewþa têkoþîna kurd dest dide her tiþtî. Gerîla li cihekî wek Qendîlê dikare bi roj û þev perwerdeya zimanê kurdî bibîne. Dikare akademiyên kurdî damezirîne û bimeþîne. Dikare bi sedan pirtûkên kurdî hilberîne. Dikare bernameyên radio û televizyonê bi kurdî li dar bixe. Çi astengî li pêþiyê heye? Qet nîn e. Ji xwe ji vê pêngavê û þûn de ji gerîlan re þerm e ku li warên azad peyveke bi tirkî ji devê me derkeve. Ger em dîsa di bikaranîna tirkî de israr bikin, heval wê zimanê me têk biçe, çanda me têk biçe. Dive em vî zimanî, vê çandê derxînin pêþ ku êdî bi zimanê me jî hilberîn hebe, berhemdayîn hebe. Bernameyeke tv çima wê bi tirkî çêbibe? Ma qey zimanê tirkî pir muhtacê çêkirina wê bernameyê ye? Na! Lê zimanê kurdî muhtacê çêkirina bernameyên bi kurdî ye. Zimanê kurdî muhtacê axaftina bi kurdî ye. Zimanê kurdî muhtacê nivîsandina bi kurdî ye. Ez rica dikim ji we, careke din dema hûn pêngavekê diavêjin bi kurdî bifikirin û wiha biavêjin ku rûmeteke xwe hebe.

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org