|
EW BÛK, BI DESTÊ HÊZÊN DEWLETÊ HAT KUÞTIN
Hesen Huseyin Deniz
Nîsan
hat û di nava teqûreqekê de diçe; me ne tama Nîsanê kir, ne heqê Nîsanê
da. Di meha Nîsanê de gelê Ermenî ji aliyê desthilatiya Tirkên Nû
hatibû qirkirin. Di ser qirkirinê re hindik maye ku qirnek derbas bibe; lê
ka çi hesap ji kê hat pirsîn? Tirkên
nû û yên kevin îroj jî qirkirinan pêk tînin. Doh bi dizî dikirin, îroj
eþkere dikin. Doh raya giþtî pê nedihisandin, îroj li ber çavê
kamerayan dikin. Doh nedigirtin ser xwe, îroj di malpera xwe de fermî
dinivîsînin… Wê
rewþa Tirkiyê wiha bi ku ve biçe û wê kî pêþî lê bigre. Di
dadgehekê de hat pirsîn: Çima PKKê destek dikî? Bersiv wiha hat dayîn:
Zilma Tirkan a li ser gelê kurd tenê PKK dikare rawestîne, ji bo wê. Tirk
di dîroka xwe de bi zilm û zordarî hatine nasîn. Ji roja ku ji Asya Navîn
herikîne Rojhilata Navîn ji van gelan re derveyî talankerî, kuþtin,
sotin û dagirkirinê tiþtek neanîne. Rojekê bi destê tirkan zanyarî,
çand, wêje lipêþ neketiye. Çi tiþta wanî heye yan ji gelekî dizîne,
yan çelpandine, yan teqlît kirine. Îroj jî di warê dagirkeriyê de
dixwazin dewletên berê ev tecrube jiyane teqlît bikin, lê di vê de jî
serkeftineke wan tineye. Tirk,
tirkbûn, tirkitî û dewleta tirk di warê hilandin û tinebûnê de ye. Tiþtekî
çêkar heta qiyametê nikare xwe li ser lingan bigre. Tirk û tirkitî tiþtekî
çêkar e. Zimanê tirkî, zimanekî çêkar e. Çanda tirk çandeke çêkar
e. Heta bi sanayiya tirkiyê sanayiyeke çêkar e, li ser bingehê montajê
ye. Ji
bo vê li Tirkiyê guhertin çênabe û bi destê hikûmetan nikare were
çêkirin. Li Tirkiyê rêkên çêbûna guhertinê yek; di destê artêþê
de ye, du; di destê tevgera rizgariya kurd de ye. Wekî din bila kesek xwe
nexapîne û ji ti hikûmet an saziyan pêkanîna guhertinan û li ser vî
bingehî gavavêtina ber bi demokrasiyê ve hêvî neke. Li Tirkiyê çepê
tirk jî nikare guhertinê çêbike, ji ber ku ew jî ji vê kodê disebibe. Li
Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê yan wê bi derbeyeke leþkerî were rojevîkirin,
an bi zordayîna PKKê. Wekî din di deh salên nêz de jî Ozalekî din li
Tirkiyê dernakeve; ji ber ku sazûmana Tirkiyê hatiye xilqandin. Sazûmana
Tirkiyê di destê rantxuran de sed xilq li xwe xistiye ku her yek mifta wê
avêtine binê heftê çalan. Ji polîsan bigir heta leþkeran; ji yên
teqawît bûne bigir heta yên jê hatine avêtin; ji sîxuran bigir heta
cerdewanan, ji mukêran bigir heta þelafan li Tirkiyê taq taq çînên nû
derketine holê. Her çînek ji vana ji sed, du sed, hezar, du hezar kesan pêk
nayê. Kesek hijmara vana nizane; ji ber ku bûne tebeqeyek ji civakê. Hinek
kêm disebibin, hinek zêde disebibin; lê hemû di navê de ne. Di vî karî
de bi milyonan dolar û euro dizîvirin. Ji bazirganiya goþtê spî bigir,
heta toza spî; ji kujêriya bi kirê bigir heta þelandinan gelek bûyerên
ku nayên hiþê mirovan pêk tînin. Bûka
Îtalî ya ji bo aþtiyê bi rê ketiye û piþtî destavêtinê kuþtine jî
ji aliyê van derdoran ve hatiye kuþtin. Ev derdor di hundirê dewletê de
ne; him veþartî ne, him eþkere ne. Di nav artêþê û brokrasiyê de
destekdarên wan, piþtgirên wan ên xurt hene. Cih bi cih bi hev re kar
dikin. Ji her hatina xwe para wan jî vediqetînin. Vî karî di bin
dijayetiya li hemberî doza kurd dikin, lê li dijî aþtî, demokrasî û
mafê mirovan jî çi ji dest wana were texsîr nakin. Destavêtina
wan a bûka Îtalî û kuþtina wê ji bûyerên li Newrozê pêk hatin ne dûrtir
e. Di Newrozê de li pêþiya kamerayan destê zarokên kurdan þikandin. Bi
vê yekê xwestin vê peyamê bidin gelê kurd: `Ger hûn Newrozê pîroz
bikin, emê wiha destê we biþkînin!` Bi destavêtin û kuþtina bûka Îtalî
jî dixwazin tola xwe hilînin û vê peyamê bidin gelê Îtalî: `We
malovanî ji Ocalan re kir û niha jî bi xwestina aþtiyê piþtgiriya gelê
kurd dikin. Ger hûn dev ji vê bernedin emê jî wiha wiha li we bikin û
bi ser de jî we bikujin!` Hêvîdar
im ku siyasetmedar, rayedar û gelê Îtalî ev peyama dewleta Tirkiyê
sitendiye û di bin vê heqaretê de nemîne. Destavêtina bûka Îtalî qasî
qirkirina Ermeniyan, qasî qirkirina Mereþ, qasî lîstina bi termê gerîlan
û qasî bûyerên Newrozê grîng, watedar û hevbeþ e û bûyerek ne
derveyî dewletê ye. Ev kes û hêzên dewlet xistine destê xwe û bi rêkên
çetetî yan erkdarî xwediyê gotin û biryarê ne, fermanê didin zugurdên
bi xwedî dikin û eþkere dibêjin, `Gîdîn bû gelînîn îcabina bakin kî
yarin baþkalari da yola duþmesin!` Li
ser vê yekê ji nava JÎTEM an rêxistineke din a dewletê sê-çar serserî
diçin û bi destavêtin pêþî li meþa aþtiyê ya bûkekê dibirin. Ka
bila raya giþtî ya cîhanê û bi taybetî ew dewlet û hêzên di þerê
qirêj de dewleta tirk destek dikin, rast biaxivin û bêjin bi çi hiþ û
mejiyî vê bûyerê dikarin bipejirînin? Niha wê hinek ji wana bêjin ku
`çend kesên bi doxîna xwe nikarîbûn wiha li bûkê kirine`. Ev ne rast
e û dereweke herî mezin e. Ew bûk bi destê hêzên dewletê û bi
fermana erkdarên dewletê dizî an eþkere rêve dibin hat kuþtin. Ferman
dan, gotin: `Biçin wiha wiha lê bikin û bikujin!` Ev
rêbazek û karakterek tirkan a ji kevnahiya dîrokê tê ye. Dema Qibris
dagir kirin jî, her mala ku ketin hundirê wê, dest avêtin keç û jinên
di xurfeyan de. Qaþo bi vê yekê dixwazin tuxmê xwe li cîhanê zêde
bikin. Hey tuxmê we biqele, ji ruyê dinyê.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org