|
EWROPA
BERPIRSYARA PIRSGIRÊKA KURD E
Hesen Huseyîn Denîz
Parêzerê
Sedam Huseyîn ê bi navê Gîovanî De Stephano beyanek daye televizyona Îranî
û li gorî vê beyana weke nûçe di Ajansa Nûçeyan a Firatê de, 5ê Nîsana
2007an hatiye weþandin, tîne ser ziman ku lîsteya welatên çekên kîmyewî
dane rejîma Sedam eþkere kiriye! Nûçe wiha didome: Stephano
yê beyanek daye televizyona Îranê gotiye ku Di salên destpêkirina þerê
Iraq û Îranê de, Îngilîstan, di serî de gaza Xerdelê, bi hezaran kîlo
malzemeya çekên kîmyewî rêkiriye ji rêvebiriya Sedam re. Parêzerê Îtalî
yê diyar kiriye ku þîrketên ASA û Euro Mak ji bo çekên kîmyewî rêbikin
hatine damezirandin, di dema heþt salên þerê di navbera Iraq û Îranê
de navê þîrketên malzemeyên kîmyewî rêdikirin Iraqê
û bankayên kredî didan ên girêdayî welatên Ewropî yên weke
Elmanya, Fransa, Îngilîstan, Holand, Swêd,, Siwîsre, Îtalya û Îspanya,
eþkere kiriye û ev welat ji ber durûtiya wana rexne kiriye.” Nûçe
bi daxuyaniya parêzer a di derbarê weynê Amerîka ya di dayîna van çekan
de jî didome ku ji her alî ve xwediyê grîngî û balkêþiyekê ye. Tê
zanîn di roja 16ê Adara sala 1988an de li bajarê Helepçe ya girêdayî
Baþûrê Kurdistanê, ji aliyê rejîma Baas a Dîktator Sedam Huseyîn ve
bombeyên kîmyewî hatibûn barandin û di encama vê de zêdeyî pênc
hezaran ji her temenî mirovên kurd jiyana xwe ji dest dabûn û qasî neh
hezaran mirovên kurd jî ji gaza kîmyewî bi bandor û birîndar bibûn… Di
wê demê de ne ji welatên cînar, ni ji welatên Ewropî û ne jî ji
welatên cîhanê kesek li kurdan xwedî derneket û ji rejîma Sedam hesabê
qirkirina nijada kurd nepirsîn. Her çiqasî mirovên kurd qasî derfetên
xwe, tawanbariya dewletên Ewropî di vê qirkirinê de anîbin ser ziman jî,
weke dengekî lawaz maye û dewletên Ewropî qet guh nedane ser vî dengî. Di
van salên dawî de, bi taybetî di sala 2004an de bi hilweþandina rejîma
Sedam û dagirkirina Iraqê ya ji aliyê Amerîqa, Îngilîstan û hevparên
wê re, careke din bûyerên qirkirina Kurdan, Enfal û Halepçe hat rojevê.
Niha li dadgehên Iraqê di vê mijarê de doz tê meþandin; lê tê zanîn
ku Sedam Huseyîn bi dardekirin xistin gorê û pê re gelek agahiyên veþartî
jî ser nixumandin. Rejîma
Sedam Huseyîn di dema þerê Iraq û Îranê de hevalbendê herî grîng ê
Ewropa û Amerîqa li Rojhilata Navîn bû. Hemû alîkariya çekên di þer
de bikar dianî ji van dewletan jê re dihat rêkirin. Him jî di ser Tirkiyê
re bi rêka þiva trênê dihat rêkirin. Ger rojekê were eþkerekirin wê
di dokumanên bacgeha Tirkiyê de jî lîsteya alavên çekên ji Iraqê re
hatine rêkirin derkevin holê. Bi
kinahî ji Iraqê, rejîma Sedam a têkçûyî bigir heta Tirkiyê, Ewropa
û Amerîqayê rêzedewletên destên wana di xwîna kurdan de hene. Ji vana
Amerîqa bi dagirkirina Iraqê Rejîma Sedam a bûye dijberê wê hilweþand
û bi kurdên li herêmê re hevalbendî danî. Ev yek di warê pratîkî de
weke lêborînekê ji kurdan bixwaze dikare were pejirandin û erkeke wiha
li pêþiya Tirkiyê û dewletên Ewropî ye jî. Bi taybetî dewetên Ewropî
yên þîrketên rêkirina çekên kîmyewî saz kirine ku parêzerê Sedam
Stephano navên wana eþkere dike, pêwîst e derkevin holê û kiryarên
xwe yên qirêj ên bûne sedema qirkirina kurdan eþkere bikin û ji kurdan
lêborîna xwe bixwazin. Þîrketên navên wana tên dayîn ên weke ASA û
Euro Mak jî divê tawana li ser xwe zelal bikin. Rayedar û xebatkarên van
þîrketan ger kêmek hestên mirovî û berpirsyariya mirovtî bi wana re
hebe, divê derkevin holê û di derbarê vê gotina parêzer Stephano de
ravekirinekê bikin. Dewletên
Ewropî çi yên ev þîrket saz kirine, çi yên çekên kîmyewî û yên
þer rêkirine ji sazûmana Sedam re hevparên qirkirina nijada kurd in û
heta di vê mijarê de, lêborîna xwe ji gelê kurd nexwazin û dilê gelê
kurd bi dest nexin, wê li hemberî mirovahiyê rûreþ û tawanbar bimînin.
Ji xwe ji ber vê rûreþî û tawanbariya wana ye ku îroj di rêka çareserkirina
pirsgirêka kurd de astengiya herî mezin pêk tînin. Hîn weke doh di bîra
me de ye ku dema di destpêka salên 90î de, sazûmana Sowyet hilweþiya û
piþt re Elmanya Rojhilat bi ser a Rojava vebû, tankên kujêr ên li
Elmanya Rojhilat bi destê Elmanya Rojava dan Tirkiyê ku li hemberî têkoþîna
rizgariya kurdan bikar bîne. Neptî ev tank hatin Kurdistanê û bûn
sedema kuþtina têkoþerên azadiyê. Îroj
bi sedan þîrket, bank û organîzasyonan dewletên Ewropî û Tirkiyê
berjewendiyên xwe kirine yek û di navbera wan de hevalbendiyeke dijberê
aliyê kurd heye. Dîroka vê hevalbendî û dijberiyê heta salên þerê cîhana
yekem û damezirandina komara Tirkiyê diçe. Tê zanîn ku piþtî þer di
sala 1919an de Peymana Sewrê hatibû destxetkirin û li gorî vê peymanê
Kurdistan weke dewletekê dihat pejirandin. Ne tenê Kurdistan, welatên
weke Ermenîstan, Rûmîstan jî wê bihatana damezirandin. Lê bi têkoþîna
bi destê Mûstefa Kemal ê paþayekî Osmanî li dijî dewletên Ewropî yên
ketine xaka ji ber hilweþîna dewleta Osmanî maye, rewþ hat guhertin û
kurdan alîkarî dan tirkan, bi vî awayî Ewropî ji vê xakê hatin
derxistin û bi rêberiya Tirkan, li ser navê kurd û tirkan hevpeymaneke
din a bi navê Lozanê li bajarê Lozanê hat destxetkirin. Li gorî vê
hevpeymana Lozanê Kurdistan di navbera Tirkiye, Îngilîstana Iraq dagir
kiriye, FransayaSûrî dagir kiriye û Îranê de dihat parçekirin û ji
holê dihat rakirin. Welatên
Ewropî bi vê kiryarê him tola xwe ji kurdan hildianîn ku destek dabûn
tirkan û ew ji Kurdistan û Anatolya derxistibûn û bibûn sedema
damezirandina Komara Tirkiyê û him bi komara Tirkiyê re bingehê
berjewendiyeke demdirêj datanîn. Tê zanîn ev berjewendî piþtî þerê
cîhanê yê duwem bi ketina artêþa Tirkiyê ya endamtiya NATO û bi
daxwaza Tirkiyê ya endametiya Yekîtiya Ewropa gihiþt asteke
hevalbendiyeke bi hev ve hiliyayî. Dîsa piþtî þerê cîhanê yê duwem,
ji bo jinûveavakirina welatên Ewropa bi deh hezaran mirovên kurd û tirk
ji Tirkiyê rêkirin Ewropa û di karên herî giran de hatin bikaranîn. Vê
jî di navbera Tirkiye û dewletên Ewropî de tayeke din ê girêdana
berjewendî çêkir. Di
vê pêvajoyê tevî de, dewletên Ewropî her dem bi peymana Lozanê ve girêdayî
man û çawa di wir de kurd tine hesibandin, heta roja me jî ev helwesta
xwe domandin û hê jî didomînin. Bi vê sedemê alîkarî û piþtgiriyeke
pir bê tixûb û dijmirovî dan dewletên parçeyên Kurdistan dagir
kirine. Li Baþûrê Kurdistanê ji bo qirkirina kurdan gaza xerdelê dan
rejîma Sedam, li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo têkbirina tevgera rizgariya
kurdan bêbextiya bi serê Qasimlo û hevalên wî de bi destê rejîma Îslamî
anîn li welatên Ewropa pêk hat, li hember Bakurê Kurdistanê bi milyonan
dolar alîkariya drafî û çekdarî dan dewleta Tirkiyê… Dewletên
Ewropî yên xwe weke dayika demokrasî û warê mafên mirovan didin nasîn,
di hemû binpêkirinên mafên mirovan û dijdemokratiyên li ser kurdan pêk
tên de, van pîvanên xwe ji bîr dikin û datînin kêlekekê, cilên xwe
yên di dema þerên cîhanê de yên di dolaba Hîtler û Mûsolonî de
mane derdixin û li xwe dikin. Dewletên
Ewropî hê jî bi çavê tevgereke terorîstî li tevgera azadiya gelê
kurd dinêrin û dev ji polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd
bernadin. Tevî bûne sedemê qirkirina bi hezaran kurdên bê guneh ên di
her temenî de, dîsa jî xwe weke mirovhez û aliyê kurd weke terorîst
beyan dikin. Dema mirov li dîmenên Halepçe dinêre, pir bi hêsanî
dikare bibîne bê di rastiyê de terorîst kî ye! Ew zarokên di himbêza
dayika xwe de bê bêhn mane, pir baþ dizanin ku terorîst kî ne û terorîzm
çi ye? Yên ku ew jahr bi ser wan de barandine û yên bûne sedema
barandina wê jahrê, yên ew jahr gihandine destê rejîma Sedam, yên li
hemberî barandina wê jahrê bê deng manê tev hevparê vê teroristî û
terorîzmê ne. Niha sazûmana wana çi dibe bila bibe, desthilatiya wana çiqasî
xurt dibe bila bibe, tevahiya dewletên destê wana di qirkirina kurdan de
hene hevparê vê terorîzmê ne û heta tawana xwe eþkere nekin û ji gelê
kurd lêborîna xwe nexwazin, wê ev navê teroristiyê li ser wana be. Ew
qatilê pênc hezar kurdên di her temenî de bê guneh û bê tawan in. Ji
van pênc hezar mirovên kurd hinek hê di zikê dayika xwe de bûn, hinek hê
di pêçekê de, hinek hê di dergûþê de bûn; tev di hundirê rojekê de
bê bêhn hatin hiþtin û nehêlan çavên wana li tîrêjên rojê bikeve!
Heta hesabê vê li huzûra mirovahiyê neyê dayîn û gelê kurd li wana
nebore hemû kiryar û alîkarên kiryarên vê bûyerê terorîst in û
xwediyê têgih û helwesta terorîzmê ne! ger xwe wiha nabînin û ger bi
rastî dixwazin xwe ji vê pratîka qirêj pak bikin, bila derkevin pêþberî
mirovhiyê û gelê kurd, bila qirêjiya kiryarên xwe eþkere bikin, lêborîna
xwe ji mirovahiyê û gelê kurd bixwazin û dev ji dijberiya gelê kurd
berdin. Îroj
ger ne ji alîkarîdayîna dewletên Ewropî be tê zanîn ku dewleta Tirkiyê
24 saetan nikare xwe li ber pêla têkoþîna azadiya gelê kurd bigre. Lê
îroj dewleta tirk piþta xwe dide dewletên Ewropî û pênc sed hezar leþkerên
xwe li Kurdistanê dicivîne û her roj zarokên kurdan qir dike. Dewletên
Ewropî êdî divê dev ji vê hevpariya xwe ya qirkirina kurdan berdin! Xwe
li pêþiya çareserkirina pirsgirêka kurd nekin bend! Bi dijayetiya gelê
kurd ne dikarin bibin demokrat, ne jî dikarin mafên mirovan li pêþ
bixin. Dibe ku xwe demokrat û mirovhez bibînin, lê di kûrahiya wîjdanê
wana de her pirsgirêka kurd weke birîneke xwîn jê were û wana lawaz û
nesax bixîne wê bimîne û serî hilde. Bi vê sedemê çareserkirina
pirsgirêka kurd ji bo tenduristîbûna welat û sazûmanên Ewropî û yên
têkildar û hevalbendên wê jî pêwîst û grîng e! Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org