|
FEHÎMKO
Hesen Huseyîn Denîz
“Hinek
bi qencî û jêhatiniyên xwe, hinek jî bi xerabî û bêkêriyên xwe
derbasî dîrokê dibin. Serpêhatiya Fehîmko jî, mînakek ji kesên bi
xerabî û bêkêriyên xwe di nava rûpelên reþ ên dîroka têkoþîna
rizgarî de cih girtine ye.” Germahiya
havînê hêdî bi hêdî diþikest û cihê xwe ji
bayên sargerm ên di nava werz û rezan re diherikîn re dihiþt. Ji
Stewrê bigir heta Omerya û Bagokê, dema ba nediliviya, mirov hîn çend
gav neavêtine di nava xwêhdanê de dima û çavên wî li werzekî
digeriya ku li navê rûnê û petîxekî biqelêþe, hênkahiya wê berde
hinava xwe…Ji xwe derengiya þevê, dema hênkahiya ber destê sibehê
destpê dikir û mirov li nava rezekî tiriyê mezrone diqelibî; êdî nema
dikarîbû ji navê derketa… Ne mirov ji xwarina wê têr dibû, ne jî
destê mirov jê dibû; ger te têr xwariba û ji navê derketibayî jî, çavên
te her li paþ diman! Gerîlayên
li herêma Mêrdînê Ji bo civîna herêmê ya salane pêk bînin, li hev
kom dibûn. Her sal di vê demsalê de dihatin cem hev, li ser karûbarên
borî û planên dema bê diaxiftin û bi biryarên nû derbasî ser karê
xwe dibûn. Dijmin jî kêm zêde pê hisiyabû ku gerîlan di vê demsalê
de kom dibin, lê nizanîbû bê li ku derê û di kîjan rojê yan mehê de
kom dibin. Bi vê sedemê ji bo cih û dîroka civînê fêr bibin, gelek
caran sîxur(ajan) rêdikirin nava refên gerîlan. Pirahiya van sîxuran
ciwanên bi çend qirûþ pere dihatin xapandin bûn. Ji malbatên feqîr
ciwanên barûte yên bê kar û xebat ku çavên wan her li ber deriyan û
li ber destan e, bi rêka sercerdewanan didîtin û hinek pere dixistin dest
wana; ji wana re digotin; ‘Hûnê wekî þervanekî nû tev li refê gerîlan
bibin. Ew çi bêjin wekî wana bikin. Dema we dît ku gelek kes ji wana tên
cem hev, wê demê birevin û xwe bigihînin qereqola herî nêz. Ger hûn vê
yekê pêk bînin emê du qat zêdetir ji vî pereyî bidin we û heta sax
bin we xwedî bikin!’ Ev
pêþniyaz ji ciwanên bê kar û barûte re balkêþ dihat. Him cara yekem
ewqase pere di bêrîka xwe de didîtin û him ji destê sercerdewan û
serbazên tirkan ‘eferim’ distendin. Ji bo kurdekî naþî jî sitendina
‘eferim’ekê ji serbazekî tirkan, dikarîbû heta zaroyê zaroyên wî
çêbibin, jê re bibaya bîranînek. Di
demên berya destpêkirina têkoþîna azadî û rizgariya gelê kurd a
hemdem de, her kurd dizane ku dema ji leþkertiya dijmin vedigeriyan bê çawa
qala serpêhatiyên di navbera xwe û çawîþê xwe de dikirin. Bi
serbilindahî dianîn ser ziman ku çawîþ hez ji wan kiriye û ji bo ku kêfa
çawîþ ji wan re hatiye, ji wan re gotiye, ‘eþegoglî eþek’! Bêguman
di hemû serpêhatiyan de jî digotin ku çawîþê jê re gotiye ‘eþegoglî
eþeg’, çi sedem e, bê fitû lêdan li herkesî kiriye, lê bes ew
parastiye û destê xwe nedaye wî! Di
rastiya civakên bindest de, herdem xwe li hemberî civaka desthilatdar
lawaz û biçûk dîtin heye. Hê di demên berya îsyanên li hemberî þiyandariya
Mustefa Kemal jî, berya wê di demên Alayên Hamidiye de jî bav û kalên
kurdan bi serbilindahî tînin ser ziman ku yan paþeyekî Osmanî hatiye
mala wana nan xwariye û çekek diyarî daye wî, yan Mustefa Kemal jê re
silav rêkiriye û pê re tebanceyek diyarî daye. Ew tebance ya dijmin
diyarî dayeyê û pê hebûna wî û welatê wî ji dest derxistiye, bê ku
di ferqiyê de be, jê re bûye serbilindahiyek û heta nebiyên xwe her qalê
kiriye û aniye ser ziman… Ji
bo ku ev taybetmendiya civakên bindest û bi taybetî ya civaka kurd tê
nasîn, li hemberî têkoþîna azadî û rizgariya gelê kurd a hemdem jî
ev rêk û rêbaz bêtir bi hilebazî û berfirehî hatin bikaranîn. *** Fermandar
û berpirsyarên gerîlan ên her devera herêma Mêrdînê beþ bi beþ
dihatin û li kêleka çal û þikeftên gundê Þa.. digihiþtin hev. Dawî
beþê ji aliyê St.. jî hat û gihiþt cihê kombûnê. Dema beþê St…
ket meydana di nava kurs û deviyan de ji xwe re cih vekiriye, li hevalên
xwe rast hatin û xêrhatin li hev kirin. Fermandarê herêmê, fermandar û
berpirsyarên deverên din ê Mi…, ê Om… ê Ba… û yê Qe tev li wir bûn. Her yekî ji wana herî kêm çar
pênc hevalên xwe jî bi xwe re anîbûn û hijmar bi hatina beþê dawî
re gihiþtibû nêzî sîh kesî. Piþtî
xêrhatinê çavê berpirsyarê St… li komek ciwanên li ber kursekî rûniþtî
ne û bi awirên baldar wana diþopînin ket. Berpirsyarê St… ji
fermandarê herêmê pirsî û fêr bû ku tev þervanên nû ne. Di wê
sala berya serhildanên gelêrî de, agirekî germ ketibû nava dilê ciwanên
kurd û ref bi ref tevlêbûna xwe ji refên gerîlan re çêdikirin. Diyar
e ev jî refek ji wana bû… Berpirsyarê
devera St… bi ber koma ciwanan ve meþiya û berya silavê bide wana, yek
bi yek awirên xwe li ser wana gerandin. Heft ciwanên temenê wana di
navbera pazdeh û nozdehan de bûn. Sê keç û çar kur bûn. Tevan nû cilên
leþkerî li xwe kiribûn û wekî çirûskên berbangê dibiriqîn, lê ji
wana tenê yê li herî dawî rûniþtibû xwediyê ruyekî reþî bi pirçeke
wekî pirça ser piþta miþkan bû û xwîna wî qe bi berpirsyar þêrîn
nehatibû. Ji
ciwanê yekem ê li serê rêzê destpê kir û xêrhatin da wana, ew yek bi
yek ramûsandin. Dema hat ber yê ruyê wî bi pirça ser piþta miþkan, bê
dilê xwe ruyê xwe gihand ruyê wî û ew neramûsand. Piþt re vegeriya
cem fermandarê herêmê û got: -
Tu ji xwe re li van ciwanan binêre! Tev wekî ronahiya rokê sipehî û
bedew in; xwîn ji ruyê wan dipijiqe! Lê ev ê dawî tu dibêjî qey ji miþkan
ketiye. Lê binêre ne mikûs, ne xêr di wechê wî de heye! Bi rastî we
ev ji ku peyde kiriye? Qet çavê min jê negirt! Fermandarê
herêmê, di ber nivîsandina didomand re serê xwe rakir û li rêza þervanên
nû nêrî, awirên xwe dirêjî ser þervanê bi pirça miþkan kir û got: -
Evên din tev -derveyî keçan- me bi zagona leþkerî anîne, lê ewê tu
qalê dikî bi riza dilê xwe hatiye. Hevalan gotine, ‘Em te nabin’ jî,
wî û kurapê wî gotine; ‘Ma qey welat yê we tenê ye; em jî dixwazin
ji bo welatê xwe þer bikin!’ Li ser vê heval pêwîst mane wana bînin. Berpirsyarê
devera St… li hemberî vê bersivdayînê zêdetir bû xwedî mereq, þik
û guman û pirsî bê kîjan hevalî ew derxistiye û aniye. Wê demê
fermandarê herêmê navê berpirsyarê ew derxistine da û got: -
Hevalê Om… ew bi xwe re anîbû, tu dikarî agahiyan ji wî bigrî. Li
ser vê yekê berpirsyarê devera St… çeka xwe girt dest xwe û di nava
kurs û deviyan re derbasî milê þikeftan bû. Om… û komek gerîlan li
wê derê bi cih bibûn û li ser xebatên xwe sihbet dikirin. Dema çav li
wî ketin, rabûn ser xwe û xêrhatin lê kirin. Om…, berpirsyarê devera
St… hê ji Akademiya Mahsûm Korkmaz dinasî. Ji ber vê dema çav lê ket
bi kêfxweþî bi ber ve meþiya û bi xêrhatineke germ ew pêþwazî kir.
Piþtî bi tevahiya gerîlayên amade re hev himbêz kirin û çûn ruyê
hev, li kêleka hev rûniþtin û Om… jê pirsî bê rewþa wî çawa ye,
lê wî bi lêvkenî got: -
Ka hele tu dev ji rewþa min berde; ya me baþ e! Esas em rewþa te
bipirsin! Heval dibêjin, ‘Di Omeriyan de kesek nehiþt, hema kî silavê
dideyê bi çepilê wan digre û tîne perwerdê!’ Li
ser vê gotinê Om… di ber xwe de beþiþî û got: -
Na lo, wele zêde dikin. Em hatibûn vir civînê, min nêrî hûnê dereng
werin. Min jî got; ‘berê ez li vir mame û gelek dost û nasên me hene
ku bi salan e min nedîtine. Ez wiha gerekê bidim xwe him ziyaret bikim û
him çend þervanan derxînim. Min digot qey bi kotekî ezê bikaribim du sê
kesan kom bikim û li hemberî we hinekî pesnê xwe bidim. Berê em li vir
bûn hesreta me bû ku em þervanekî derxînin. Lê vê carê ez çûm kîjan
gundî hîn min dest bi propagandayê nekiriye, min dît yeko yeko xort û
keç tên û dibêjin, ‘Heval de ka were paþ xênî tiþtekî grîng û
dizî heye ezê ji te re bêjim’. Min got qey wê agahiyekê bidin, yan
gilî û gazincekê bînin ser ziman. Ez ji ku dizanim ku wê bêjin;
‘Heval bi mehan e min biryara xwe daye ku derkevim, lê kesek ji we nayê
gund. Ger vê carê hûn min nebin, ezê xwe bikujim û wê gunehê min
bikeve ser we!’ Om…
di vir de destê xwe bi her du aliyan ve vekirin û wekî qebeheta wî tê
de tinebe axaftina xwe domand, got: -
Di gerekê de min nêrî ku deh kes derketin. Du kes nikarîbûn bimeþiyana
û gelekî ciwan bûn, me vegerandin malê ku dema hinekî bi ser xwe werin
em bînin… Di
vir de berpirsyarê devera St… hijmara hevalê wî gotiye û ya koma þervanên
nû yên xêrhatin li wana kiribû da ber hev û bi gumanî pirsî bê çi
bi kesê din hatiye. Ev pirsa wî li xweþiya Om… çû ku li ser kar û
xebata wî ewqasî bi baldarî rawestiyaye û bê xem got: -
Guhê xwe hejand! Gerîlayên
rûniþtî tev bi vê gotinê keniyan þûn re Om… vegotina xwe domand,
got: -
Em qederekê ji gund dûr ketibûn ku min nêrî yekî di nava kursan re çiv
da xwe û dest bi bazdanê kir. Wele min bixwesta min dikarîbû guleyek bi
pey de berda û ew gêrî erdê bikraya. Lê ji ber ku roja wî ya yekem bû,
hê derek û tiþtekî me nedinasî û kurmamê wî jî bi me re bû, ez bi
pey neketim… Di
vir de berpirsyarê devera St… gotina hevalê xwe birî û got: -
Kurmamê wî kîjan e? Om…
berê xwe dirêjî aliyê kursan kir û got: -
Li gorî te hijmara wana dizanîbû, diyar e te ew dîtine; hema ji wana kîjanê
reþî bi pirç be ew e. Di
vir de, berpirsyarê devera St… êdî dev ji pirsên xwe berda û bi hevalê
xwe Om… û yên din re li ser kar, xebat û pratîkên borî ket nava
sihbetê. Om…
ji Rojavayê Baþûr bû û di nava gundiyên li Milê Qe… bi kitêba di
dest de, ya bi tîpên quranê hatiye nivîsandin dihat nasîn. Li wî milî
gundî pir bi ola îslamî ve girêdayî bûn û zû bi zû ji aliyê herkesî
ve nedihatin rêxistin û tevgerkirin. Dema Om… diçe wê derê hê ew
dever li ber gerîlan ne vekirî ye û diçin kîjan malê bi kotekî
dikarin tenê nanê zikê xwe peyde bikin, heta hinek mal bera wana didin û
tembî dikin ku careke din bi ser wana de neyên. Rojekê dîsa diçin malekê
û xwediyê malê xwe amade dike ku bera wana bide. Di wê bêhnê de Om…
derdikeve pêþ û ji zilamê malê re dibêje: “Bira, metirse, em
nehatine rûniþtinê! Dema nimêjê ye, min got heta em bigihên qonaxa xwe
wê li min bibore. Ger tu rê bidî, ezê destmêj bigrim hê mêja min li
min neboriye!” Gundî mat dimîne! Bê ku fermanê bide maliyan bi xwe
radibe û misîn dadigre jê re tîne. Om… hêdî bi hêdî dest bi destmêjê
dike û yê gundî li ser serê wî radiweste, bêhn bi bêhn temaþe dike bê
ka bi rastî dizane destmêj bigre yan wî dixapîne. Dema dibîne ku ji wî
jî zanetir destmêj digre, di cih de baz dide hundir û jê re secdeyê
radixîne. Om… derbasî ser eyarê nimêjê dibe û ji meleyekî xurtir
dest bi nimêjê dike. Di ber re jî carcaran dengê xwe bilind dike û
bergerên erebî bilêv dike. Zilamê malê jî her raserî wî rawestiyaye
û wî diþopîne. Piþtî nimêjê Om… dikeve pêþiya hevalan ku ji gund
derkevin, lê zilamê malê xwe dike erd û dibêje; “Wele ezman dakeve
erdê jî tu îþev bi cihekî ve naçî û tê bibî mêvanê min. Hevalên
te dikarin biçin, lê ez destûra te nadim. Divê tu bibî mêvanê me û
ji me re çend kilaman ji quranê bixwînî!” Dawî li hev dikin ku ew û
hevalên pê re li gund bibin mêvan. Di cih de jê re pez serjê dikin û
agahî li gund belav dibe ku þêxê PKKê hatiye. Gundî tev tên mala ku lê
ne! Tev dibêjin; ‘Alimekî mezin hatiye mala filankes ku girtina destmêja
wî saetekê, nimêjkirina wî sê saetan diajo!” Li
cem Om… quran nîne ku ji gundiyan re kilaman jê bixwîne û ger ji
gundiyan jî bixwaze, wê sî bikeve ser alimtiya wî. Dema gundî tev kom
dibin ji çenteyê xwe pirtûkek a Mao Tsedûng derdixe û dest bi xwendinê
dike. Ji ber ku pirtûk bi erebî ye gundî bi baldariyeke mezin li xwendina
wî guhdarî dikin û di ber re selawatan tînin. Hinek ji wana dibêjin;
“Maþeleh ji xwedê re, wekî lehiyê lê diherike, binêrin bê çiqasî
zelal û fesîh dixwîne!” Êdî
ji wê rojê û pê ve Om… li wê deverê diçe kîjan gundî gund tev li
derûdorê kom dibin û çi xizmeta bide pêþiya wana bê pirsîn pêk tînin…
Her dema civat dicive jî gundî jê dixwazin ku pirtûka xwe derxîne û ji
wana re bixwîne. Om… jî pirtûka Mao Tsedûng a bi erebî hatiye nivîsandin
derdixe, ji wana re dixwîne û naveroka wê bi kurdî ji wana re werdigerîne.
Êdî gundiyên Qe… tev fêr dibin ku alimê bi navê Mao alimekî pirr
mezin e xwedî îman û bi evîna welatê xwe dagirtî ye ku li ser azadî
û rizgariya welêt gelek peyvên bi nirx kirine… Piþtî
sihbeta bi Om…re, li ser serboriya berpirsyarê devera Mi… dest bi
sihbetê kirin û berpirsyarê devera Mi… yê bi navê Bo… di çolterê
de ronîvro kemîna li pêþiya leþkerên dijmin avêtibûn û ji ser wana
çekên rakiribûn , li ser pirsa hevalê xwe yê ji devera St… hatiye
vegot. Bo…
berpirsyarekî wêrek û xwîngerm bû ku li hemberî dijmin bêdiyaxiyeke wî
ya mezin hebû. Dema li çolterê di nava kursan de li hêviya derbasbûna
rojê dimînin, dibînin ku di jêra wana re milekî leþkeran dibore. Ger
bixwazin dikarin ji cihê xwe nelivin û xwe þanî leþkeran nedin. Ji xwe
di cihekî wekî herêma Mêrdînê û devera Mi… de bi roj kesî zêde
xwe bi leþkeran re nedixist nava pevçûnan. Ji ber ku him qereqolên
dijmin nêzî hev bûn û him erd rût bû, pevçûn wê li xisara gerîlan
baya. Lê Bo… û koma pê re dema çav li leþkeran dikevin, hêrsa wan
radibe û bi dizî xwe diherikînin pêþiya milê leþkeran û dema leþker
ji wana dikin ku biborin, li wana direþînin. Çar leþkeran gêrî erdê
dikin û yên din direvin li nava kurs û deviyan belav dibin. Diçin ser
cenazeyên leþkeran û du çekan radikin, di vê bêhnê de yek ji wana birîndar
dibe. Lê heta êvarî þer didomînin û him birîndarê xwe, him jî çekên
ji ser dijmin rakirine bi xwe re hildidin û ji çepera dijmin derdikevin... Bo…
piþtî vegotina vê çalakiya xwe vegeriya ser berpirsyarê ji devera St…
hatiye û got: -
Em çiqasî bêjin jî wekî ya we nayê. We her yekî debanceyek wekî keleþkofekê
xistiye ber xwe. Li gorî me bihîst we têra xwe çek jî rakirine. Hevalê
Sal… digot çekên rakirine di tevahiya herêmê de nehatine rakirin. Ka dê
vebêje bê we çawa ewqase çek jê ser kê rakirin? Berpirsyarê
devera St… bi destekî debanceya xwe ji qalikê wê derxist û da destê
hevalê xwe yê li hêviya dîtina çekê ye û bi destê din hevalên pê
re hatine þanî da û bi beþiþîneke ji xwe razî got: -
Me tebance li ser hevalan belav kirin, lê me çek veþartine. Me yê diyarî
ji bo we anîbana, lê hijmara me kêm bû û rêka me dûr bû. Bo…
him li tebanceya daye dest temaþe kir û him got: -
Tu ji me re ji van tebanceyan rêbike, em dikarin çekên mezin peyde
bikin… Gerîlayên
amade tev keniyan û berpirsyarê devera St… dest bi rêzeçalakiyên
komkirina çekan kir. Di
devera lê diman de, bi dehan gund ji aliyê dijmin ve hatibûn biçekkirin
û ji gundiyan re gotibûn, ‘Koye terorîst gelînce vuracaksiniz!’ Lê
gundiyan ne ‘terorist’ dîtibûn û ne jî dizanîbûn kesên dewlet ji
wana re dibêje ‘terorîst’ ins in, cins in an çi kes in! Her navê
wana bihîstibûn, lê ew bi çavan nedîtibûn. Gerîla jî dema li wê
deverê li nava gundan digeriyan ji ber ku hijmara wan bi ser du-sê kesan
nediket, xwe ji van gundên cerdewan disitirandin û rêka xwe bi wan
nedixistin. Dema ew çibû wir ev nezaniya cerdewanan dîtibû û hewldabû
ku hijmara xwe zêde bike û rojekê bigre ser gundekî ji wana û wana bê
çek bike. Lê hijmara wan bi tevahî li deverê pênc kes bûn. Dema du bi
du xwe dibeþandin yek tenê dima û ji wana re þervanekî din pêwîst bû
ku xwe bikin sê beþ, ji bo bikaribin li ser her sê milên deverê belav
bibin û karê xwe bimeþînin. Lê çiqasî digeriyan bi riza dilê xwe li
þervanekî ku derkeve rast nedihatin. Rojeke
piþtî civîna deverê dema her pênc heval li ser hev in, êvarî
dadikevin gundekî dost ku him xwarinekê bixwin, him jî ji gundiyan hinek
agahî bistînin û karê xwe yê rêxistinî bimeþînin. Li gund agahiyê
digrin ku dostekî wan ji Ewropa hatiye û li wana digere. Mala lê ye fêr
dibin û diçin wê derê. Piþtî xêrhatin û danûsitendinê gundiyê ji
Ewropa hatiye, dest bi rexneyan dike û dibêje: “Heval wele li vê derê
hûn bi hêsanî dijîn. Li Ewropa hevalên we rojekê jî vala nasekinin.
Ji civînekê bazdidin civîneke din. Ji meþekê dibezin meþeke din. Ê we
xêra xwedê ye! Bi roj hûn di nava kursan de ne, êvarî jî dadikevin
gund nanê xwe dixwin û sihbeta xwe dikin! Ka çalakiyên hûn dikin? Ma ne
derûdora we tije gundên cerdewanan in. Dê bigrin ser gundên wan û kerr
li korên wana rawestînin!” Berpirsyarê
herêmê li hemberî vegotina him rastî û him nezanî tê de heye qet
bertekiyê þanî nade. Bes dibêje: “Ev mehek nebûye ku em hatine vê
deverê. Hê em nizanin kîjan gund li ku ye û çi tiþt e! Kesek jî rê
þanî me nade û agahiyeke têr nade me. Ka li gorî te gundê cerdewanan kîjan
e û li ku ye ku em bigrin ser? Tê alîkarî bidî me? Wê demê yê ji
Ewropa hatiye, dibêje: Hema wa ye gundê Hê… nîv saetê ji vir dûr e.
Sercerdewan muxtar bi xwe ye û xwediyê qesra dutebeq e. Di gund de tenê
qesra wî dutebeq e. Pêwîst nake ez bi we re werim. Dema hûn biçin gund,
ji xwe mala wî diyar e. Hûn wî bi dest bixin, wê yên din tev teslîm
bibin. Di gund de tenê deh cerdewan hene!” Piþtî
ji malê derdikevin, berpirsyar li saeta xwe dinêre ku hîn dem negihiþtiye
nîvê þevê. Ji hevalên xwe re dibêje bê kesekî li dijî çalakiyê
derkeve heye yan nîne. Tev kirina çalakiyê erê dikin û texmînî berê
xwe didin gundê zilamê ji Ewropa hatiye ji wana re salix daye. Dema nêzî
gund dibin sayên gund bi wana dihisin û cerdewan tev derdikevin derve, xwe
diavêjin hundirê kozikên li ber malan. Di wê bêhnê de ji xaniyê
dutebeq ku zilamê Ewropî digot mala muxtarê sercerdewan e, projektora li
ser traktorê girêdayî pêdixin û ronahiya wê didin aliyê sa pê ve
direyin. Gerîla tev xwe diavêjin erdê û kerr dikin. Bêhneke din sa dengê
xwe dibirin û neptî projektor jî tê vemirandin û sercerdewan derbasî
hundir dibe. Hinek gerîlan dibêjin ku, ‘çalakî sabote bû û divê
vegrin’, lê berpirsyar dibêje, ‘hey em hatine, em destvala venagerin.
Dibe ku careke din jî rêka me bi vir nekeve. Bila du heval li ser vî girê
li kêleka me di parastia me de rawest in ku ji bajêr alîkarî ji wana re
were, rê nedinê û em her sê hevalên din jî bigrin ser mala muxtar.’ Plana
xwe wiha datînin û xwe bi erdê re dixirikînin, tên ber dîwarê qesra
muxtar. Li wir hevalekî xwe li ber dîwêr dihêle û ew û þervanekî xwe
di qeydikan re ber bi tebeqa jorê ve dimeþin. Ji ber ku di ber ronahiya
projektorê re dîtibûn muxtar û cerdewanekî pê re ketibûn wê derê.
Dema qeydikan hildikþin û dikevin devê deriyê salonê dibînin ku li milê
wî yê rastê deriyek heta piþtê vekirî ye û G3 yeke spartî derî
diterise. Di cih de, destê xwe diavêje çekê û dirêjî hevalê li pey
xwe dike, ji aliyekî ve jî devê çeka xwe dirêjî yên li hundir rûniþtîne
dike û dibêje “Xwe tev nedin, ger hûn xwe tev nedin em xisarê nadin
we, yan na emê we tevan qir bikin.” Ji
ber ku bê çek dimînin, yên di hundir de teslîm dibin. Ji xwe tenê
muxtar, cerdewanek û kurê muxtar ê neh-deh salî li odê heye. Muxtar ber
bi wî ve tê û li ber digere ku kuþtinê neke. Di wê bêhnê de ji maliyên
li ser xaniyê din ê qesrê razayîne jineke bejinziravî dirêj ku bi cilûbergên
kurdinî xwe girê daye tê û dipirse bê çi diqewime. Wê demê
berpirsyar dibêje; “Dayê em heval in, ew kesên li serê çiyê dimînin
em in. Em ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdikoþin. Muxtar û gundî
çekên dijmin hilgirtine û nahêlin em gelê xwe ji bindestiyê rizgar
bikin. Yan îþev divê çekên xwe û çi ji dijmin sitendibin tevî teslîmî
me bikin û tev sond bixwin ku careke din xiyanetê li gelê xwe nekin û çeka
dijmin hilnegrin, yan na ezê rê bidim hevalan ku dakevin nava gund û yek
bi yek malan biþewitînin û we tev li erz û eyal qir bikin. Me bi sed
hevalî dora gund girtiye û heval bi kotekî li derveyî gund rawestandine
ku xwîn nerije. Ya baþ çekên xwe bidin me û bila kuþtin û dijminahî
nekeve navbera me!’ Li
ser vê gotinê, jina navser a cilûbergên kurdinî li ber bi zimanekî
fermanî bi ser kurê xwe de hildibe û dibêje: “Te qet negot, emê çeka
xwe li hemberî kurdan bikar bînin. Her te digot, ‘fermandarê
jendermeyan gotiye wê ermenî û terorîst werin gundê we hûnê xwe li
hemberî wana biparêzin’. Ka ku derê vana Ermenî ye? Ew jî wekî min
û te bi kurdî diaxivin û diyar e ji min û te çêtir jî kurd in. Bikeve
pêþiya wan û çi dibêjin bi ya wana bike!” Pê
re dayik vedigere ser gerîlayê girtiye ser mala wana û dibêje: “Kurê
min ez bi gorî we bim, hewce nake hûn xwînê birijînin. Biçin bila çekan
tev bidin we, ez qurbana we bim!’ Berpirsyarê
gerîlan texmîn nake ku bi hêsanî wiha gund bê çek bike, ji ber ku
dizane bê muxtar zanibe kesek li derûdora gund nîne û ew tev du-sê kes
ketine gund, di cih de wê xwe biavijin ser çekên wana, hêsîr bigrin û
bidin dest dijmin. Ji bo wê wekî tedbîr hevalê bi xwe re li cem dayê û
zarokên wê yên li ser xênî razayîne dihêle û jê re dibêje, “Ku
ji gund yek gule tenê jî biteqe, tu vana tevan bide ber guleyan!” Wê
demê muxtar xwe diavêje ber destê wî û dibêje; “Ez xulamê we bim, hûn
maliyên min nekujin, ez soz didim ku yek gule neteqe!” Li
ser vê yekê ew û hevalê danîbû ber dîwêr bi muxtar û cerdewanê li
gel re dadikevin nava gund û muxtar yek bi yek li ser kozikan digere, bang
li cerdewanan dike, cerdewanê ji kozikê derdikeve û tê gel wana, ji aliyê
gerîlan ve devê tifinga dirêjî sînga xwe dibîne û ji pêwîstî çeka
xwe teslîm dike. Pê re derbasî mala wî dibin û jerjûr, rext, gule û hûrûmûrên
din ên dijmin dane tevan ji wî distînin. Wiha ji her deh cerdewanan çek
û alavên wana distînin û tevî li piþta muxtar û cerdewanê destpêkê
hêsîr girtine dikin û bi cerdewanên din re tînin mala muxtar. Bi rê de
jî her serê gavê ji muxtar re dibêjin: “Binêre muxtar ji bo xatirê
te me bang li hevalan nekir û ew danexistin nava gund. Niha ku ew dakevin
nava gund wekî me dilbirehm nabin û sedî sed wê xwîn birije. Ji bo wê
çi çek bi we re hebe bi lez bînin ku em bê qede û bele ji hev safî
bibin.” Dema
cerdewan vê dibihîsin li hev mukir tên û dibêjin ku filankes û
filankes debanceyên wan hene. Bi vî awahî diçin mala wana û heta
debanceyên wan jî distînin û tên mala muxtêr. Li wê derê dayê dide
kêleka xwe, tevahiya cerdewanan dixe rêzê û bi wana sond dide xwarin,
dirûþmeya ‘Bijî Kurdistan!, Bijî azadî! Bijî serokApo!’ her yekê
sê caran bi wana dide avêtin û ji muxtar re dibêje; ‘Em bang li
hevalan bikin ku werin çekan hilgirin an bila du kes ji we bi me re derxînin
derveyî gund?” Muxtar dibêje; “Na ji bo xwedê bang li kesî nekin!”
û fermanê dide du cerdewanan ku çek û alavan bi wana re derxînin derveyî
gund. Bi vî awahî xatirê xwe ji dayê û cerdewanan distînin û
derdikevin derveyî gund… Roja
din leþkerên dewletê pê dihisin ku bê teqîna guleyekê her deh
cerdewanî çek û hemû alavên ji dewletê girtine dane dest gerîlan.
Fermandarê qereqolê wana tev digre û dibe nezaretê. Bi roj û þevan lêdanê
li wana dike û dibêje: ‘Ûlan asil terorîst sîzlermîþsînîz de
haberîmîz yokmuþ. Dewletîn sîlahini nasil tek kurþûn sikmadan dagdan
gelen adama verirsiniz? Ûlan bîr taþ atsaniz karakolun damina duþer,
neden bîze haber vermedînîz?” Du
rojên din koma gerîlan digrin ser gundekî ku sê cerdewan lê ne û bê
teqandina guleyan wan jî bê çek dikin. Ber bi êvarî ve li derveyî gund
þivanê gund êsîr digrin û pê re di nava pez de dikevin nava gund, tên
ber deriyê cerdewanan. Cerdewan ji xwe bi pezê xwe daketine û çekên wan
li hundir in. Dema devê klêþê di patka stuyê xwe de dibînin teslîm
dibin û çek û alavên ji dewleta dagirker girtine didin dest gerîlan. Sê
roj nakeve navberê koma gerîlan gundekî din jî bi awayeke wekî yên din
bê teqandina guleyan bê çek dikin. Hijmara çekên ji cerdewanan distînin
di hefteyekê de digihêje pazdeh G3 û 3 tebanceyan. Li ser vê fermandarê
leþkeran ê navçeya Þe… û St… ferman dide ku çekên dane cerdewanan
tevan ji wana bigrin heta ku fêr dibin bê çawa bê teqandin çekên wana
dikevin dest gerîlan… Gava
berpirsyarê devera St… vegotina çalakiyên xwe bi dawî kir, dema xwarinê
bû û zêrevanê rojê hatibû cem wana rawestiyabû ku vegotina xwe biqedîne
û wana vexwîne xwarinê. Berya ku rabin ser xwe, berpirsyarê devera St…
berê xwe da hevalên xwe yên ji Akademiyê hatine û got: -
Çawa? Derbasbûna we bi hêsanî çêbû yan? Ji
Akademiyê komek biçûk nû hatibû. Di nava wan de Ba... yê ji Bakur, ji
gundekî deþta Nisêbînê û Re… yê ji Baþûr ji Qamiþlo hebûn.
Herduyan jî diyar kirin ku bi hêsanî derbas bûne û qet ruhê dijmin jî
bi wana nehisiya ye. Li ser vê yekê Berpirsyarê St… got: -
Wele dema em derbas bûn, mêrikan bi me hisiyan û hatin li ber me
rawestiyan. Me jî danî wan û lempeyên ereba xwe vemirandin û revî revî
dûr ketin. Roja din me bihîst ku du cenazên wan çêbûne! Ba…
beþiþî û got: -
Me bihîst! Hevlan digotin; ‘Xwe negirtine ku biçin bakur û çalakiyan
bikin, hîn li milê Baþûr in destpê kirine!’ Gerîlayên
amade tev bi vê gotinê keniyan û wiha bi kêfxweþî rabûn ser xwe ku
bimeþin cihê þîv lê hatiye amadekirin. Piþtî
xwarinê berpirsyarê devera St… çû gel Be… yê ku demekê muxtarê
gundekî bû û ji sedema eþkerebûna xwe ya di xebatên milîstî de pêwîst
mabû derkeve der û bibe gerîla. Jê re got ku dixwaze çavên wî li ser
þervanê nû yê reþî bi pirç be, lê bila ew pê nizanibe û bi xwe
nehise ku di bin çavdêriyê de ye. Piþt re gerîlayên rêvebirî li hev
rûniþtin û dest bi vekirina civîna xwe ya herêmê kirin… *** Li
herêmê her ji çar mehan carekê tevahiya fermandar û berpirsyarên herêmê
li hev diciviyan û her yekî rapora kar û xebatên devera jê hatiye pêþkêþ
dikir. Rapor tev dihatin xwendin þûn re rexne û nirxandin li ser dihatin
kirin. Piþt re xwediyê raporê rexnedayîna xwe dida û dawî derbasî
plankirina xebatên dema bê û li gorî wê bicihkirina gerîlayan dibûn.
Bi vî awahî gengeþe û nirxandin bi rojan didomiyan. Ji aliyekî ve ji bo
ewlekariyê dixwestin zû biqedînin. Ji aliyekî ve jî ji bo tiþtek kêm
nemîne divîbûn hûr û kûr bigirtana dest. Roja
yekem, duwem û sêyem ê civînê xweþ û bê alozî derbas bibû. Her êvar
komek ji wana diçûn ser bîrên avê, av dianîn; komekê jî xwe berdidan
gundê Þa… û gunde Se… nan û xwarina rojê dianîn. Li gundê Þa…
malbatek ji bo çêkirina nan, yek jî ji bo xwarinê amade kiribûn ku ew
bi van tiþtan danekevin, him dema xwe winda nekin, him jî dû bi ser cihê
wana nekeve ku ji derûdorê cihê wana neyê dîtin. Bi vê sedemê êvarî
navber didan civîna xwe û yên li warê civînê diman ji xwe re sihbet
dikirin û bi þervanên li gel wan re mijûl dibûn. Di
êvara roja sêyem de roja girtina tekmîla yên derveyî civînê diman bû.
Þervanên nû û çend gerîlayên ewlekariya civînê digirtin tev li vê
tekmîlê dibûn û jiyana rojane dinirxandin. Her du rojan þûn re êvara
roja sisyan ev tekmîl dihat girtin û ev tekmîla wan a yekem bû. Ji bo wê
berpirsyarek ji yê tev li civînê dibe di tekmîlê de amade bû û ji
wana re li ser girtina tekmîlê, awayê meþandina wê û fêdeya wê ya di
jiyanê de axift þûn re got: -
Dibe ku ev tekmîla we ya yekem be û bi vê sedemê hûn ji axaftinê xwe
paþ de bidin; lê ger hûn dixwazin li pêþ bikevin, divê di roja yekem
de hûn tirs û þerma xwe biþkînin û tev li axaftinê bibin. Her kes di
jiyanê de çi kêmasî dîtiye; hevalê wî yan ew bi xwe baþ an xerab nêzî
hevaltî û jiyanê bûne; kêmasiyên di sazûmana jiyanê de, di ya
ewlekariyê de, di ya peywendiyan de; çi li ber çavê wî/wê ketibe
dikare bîne ser ziman û rexne bike. Hevalên rexne tên ser wan jî ne ku
xwe aciz bikin, yan vir de wir de bidin, divê bi dilsozî bipejirînin û
rexnedayîneke hevalan têr bike bidin. Dibe ku rexneya li ser tê, ew bi
xwe ne di ferqiyê de be, yan wekî kêmasî nebîne; lê li gorî hevalê
te di wê mijarê de rexneyê li te dike, diyar e di wî alî de kêmasiyê
di te de dibîne û dixwaze tu xwe rast bikî. Ji bo vê divê tu wekî
hevalê xwe bikî û ji rexneya wî re rêzdar bî ku sibe te rexneyek lê
kir, ew jî li hemberî te nekeve parastinê û bi rêzdarî rexnedayîna
xwe bide… Bi
vî awahî tekmîla þervanên nû û ewlekarên civînê dest pê kir. Þervanên
kevin ên ewlekarên civînê yek bi yek mafê axaftinê xwestin û di
derbarê jiyana rojane û ewlekariya warê civînê de agahî dan. Tam di wê
bêhnê de þervanekî nû destê xwe rakir û bala herkesî kiþand ser
xwe. Ji ber ku di tekmîlan de pirahî þervanên nû dihatin, þerm dikirin
biaxivin û heta çend tekmîl derbas nedibûn dengê xwe dernedixistin.
Dema þervanekî nû di tekmîla yekem de destê xwe rakir herkesî awirên
xwe zîvirandin ser û bi baldarî lê nêrîn bê ka wê çi bêje! Þervanê
nû yê mafê axaftinê sitendibû, ewê di bin çavdêriya Be… de, yê reþikî
bi pirç bû. Berpirsyarê civîn dimeþand di cih de mafê axaftinê dayê
û þervanê nû yê reþikî bi pirç dest bi axaftinê kir, got: -
Heval ez jî dixwazim di derheqê hevalekî de rexneyê bikim. Destê
xwe bi ber Be… ve kir û axaftina xwe domand, got: -
Ev heval –navê wî nizanim- ev du sê roj in, bi ku ve diçim bi pey qûna
min de tê, nahêle ez bi xweþî biçim der ve destavê. Her çavên wî li
ser min in!.. Dema
wiha got, pirahiya yên di civînê de pê keniyan û awir tev zîvirîn ser
Be… . Berpirsyar ê tekmîl dimeþand piþtî axaftina wî jê pirsî bê
navê wî çi ye? Þervanê nû yê reþikî bi pirç got: -
Heval navê min Fehîmko ye! Berpirsyar
dîsa pirsî: -
Di nasnameyê de Fehîmko dinivîsîne, yan di gund de wiha ji te re dibêjin? Þervanê
nû yê reþî bi pirç bersiv da û got: -
Na, heval; di nasnameyê de Fehîm e; bes him di malê de, him di gund de ji
min re dibêjin Fehîmko! Berpirsyar
got: -
Gelo li gorî te, tu dibêjî hevalê Be… ji bo çi bi pey te de tê her
derê? Gelo tu ne þaþ bî? -Na
heval, ez diçim ku dibînim çavên wî li ser min in. Ew dibêje, qey ezê
birevim. Ji bo wê wiha bi pey min de tê. Berpirsyar
di ber xwe de kêmekê ponijî û vegeriya ser Be… got: -
Tu çi dibêjî hevalê Be…? Tu çima vî hevalî rehet bernadî? Be…
wekî mat bimîne destên xwe bi her du aliyan ve vekirin û got: -
Heval wele ez bi pey vî hevalî neketime û qet hay û bayê min jî jê nîne.
Qey li hev rast hatiye ku wî ez li pey xwe dîtime. Ez îroj du sê roj in
‘bi þûtikê ketime’, her nava min diçe. Ji bo wê her gav xwe nêzî
aliyê destavê digrim, ev heval jî dibêje qey ez ji bo wî li wir im. Ti
hayê min ji wî nîne û çavên min ne li ser wî ne! Li
ser vê yekê berpirsyar vegriya ser Fehîmko û got: -
Te dît? Tu þaþ î! Heval nesax ketiye, þûna tu jê re bibî alîkar tu
radibî jê þik û gumanan dikî. Divê êdî tu rehet bî. Çavên kesî
li ser te nînin. Lê ji aliyekî din jî divê çavên me tevan li ser hev
bin. Em li vir karekî dikin. Ger dijmin bi me bihise wê bixwaze derbeyekê
li me bide. Ji bo vê divê kesek ne bi roj, ne bi þev bê destûra hevalên
ewlekariyê bi derekê ve neçin. Heta dema diçin destavê jî agahiya wana
pê bikin û wiha biçin. Ger yek bi serê xwe bê agahî biçe, elbet wê
heval bi peykevin û divê kesek ji vê yekê xwe aciz neke. Tekmîl
bi vî awahî di xwezaya xwe de domiya. Dawî berpirsyar naveroka tekmîlê
komî ser hev kir û gihand encamê. Dema rabûn û her kes derbasî cihê
xwe bû, yê berpirsyar Be… xewle kir û jê re got: -
Ev Fehîmko ne yekî vala ye. Ka xwedê dizane bê dijmin wî rêkiriye, bê
rêka xwe þaþ kiriye hatiye; tu çavên xwe ne bi þev ne bi roj ji ser wî
veneqetînî. Bes bila ji te nekeve þik û gumanê ku rehet tevbigere. Dema
bikaribe rehet tevbigere, tiþta di serê wî de, wê bixwaze pêk bîne, lê
dema xwe di bin çav de bibîne, niyeta wî dernakeve holê. Xwe ne zêde nêz
bike, ne jî jê dûr bigre. Heta tu dikarî ji koma we hevalekî din ê
baweriya te pê tê jî bikî çavdêr. Lê dîsa çavê te jî ji dûrahî
ve bila li ser be! Bi
vî awahî roj û þev derbas bûn. Civîna herêmê di herikîna xwe ya
xwezayî de didomiya û li gorî saloxên ji gundiyan distendin li derûdorê
ti liv û tevgera dijmin tinebû. Ger wiha bidomiya wê civîna xwe serkeftî
bi dawî bikrana û bê ku pevçûnek derketa wê hêz tev bigihana warê
xwe. Lê ji aliyekî ve jî dizanîbûn ku ev bêdengiya dijmin ne xêr bû.
Di vê werzê salê de, dijmin dizanîbû ku gerîlan kom dibin û li ser vê
yekê artêþa tirk leþkerên xwe, sîxur û cerdewanên xwe tev dixist
nava liv û tevgerê. Operasyonên fireh li dar dixistin û kemîn diavêtin
derûdora gundan. Bes vê carê çi sedem e, qet liv û tevgera dijmin diyar
nedikir! Gerîlayên
kombûyî di civînê de li ser vê mijarê jî axiftin û zêde wate nedan
vê helwesta dijmin. Bi vê sedemê biryar girtin ku heta ji wana tê destê
xwe lez bigrin û civînê rojek berya rojekê bigihînin dawî. Di
roja pêncemîn a civînê de ber bi êvarî Ba… yê ji Akademiyê hatiye
xwe amade kir ku bi komek heval re biçe ser bîran û avê bîne. Di wê bêhnê
de xwestin du-sê þervanên nû jî bi xwe re bibin, him bêhna wan derkeve
û him fêrî meþa þevê bibin. Ji koma þervanên nû pirsîn bê yên ji
dil dixwazin werin kî ne? Hê kesekî bersiv nedabû, Fehîmko xwe avêt
holê û got: -
Heval ez dixwazim werim! Tev
dîsa matmayî lê nêrîn, lê kesî neda der û pejirandin ku wî bi xwe
re bibin. Þervanên din dengê xwe dernexistin û Ba… du kesên din ji
nava wana neqand, galonên avê da dest wana û berê xwe dan bîrên avê. Qasî
saetekê dem derbas bû þûn re dema koma çibû ser bîran avê bînin
vegeriyan, yên li warê civînê mane dîtin ku va ye Fehîmko li pêþiya
wana ye û destên wî girêdayî ne. Yên li warê civînê mane bi baldarî
û mereq ji Ba… pirsîn bê çi qewimiye? Ba…, galonê di dest xwe de
danî erdê û got: -
Em jî dibêjin çima dijmin ti liv û tevgerê nake?! Li hêviya vî ker
kurê kerê ye ku bireve û cihê me ji dijmin re bêje û ew jî werin ser
me komkujiyê bikin. Planê dijmin ev e! Yên
li cihê civînê tev matmayî xwe li derûdora Ba… civandin û bi baldarî
pirsîn bê li ser bîrên avê çi qewimiye û çawa fêrî van agahiyan bûye.
Li ser vê yekê Ba… bi destê xwe ji piþta Fehîmko ve ew ber bi hevalên
xwe ve dehfand û got: -
Bila Fehîm Beg ji we re vebêje, bê bi dijmin re çi dek û dolap li serê
me gerandine?! Fehîmko
bi dehfandina wî re lingê wî pekiya û kir ku bi dev û rev re li erdê
bikeve; lê xwe girt û neket. Piþt re ji bêdengiya gerîlan têgihiþt ku
çavên tevan li hêviya axaftina wî ne û bi dengekî berger dest bi
axaftinê kir, got: -
Heval, wele sûcê min tê de nîne; hemû Salihkê qoricî wiha kir. Hat
mala me û pere dan dayika min. bi dayika min û xalê min re axift û piþt
re her sê bi min re û bi pismamê min re axiftin. Gotin, “Hûnê biçin
nava ew kesên li serê çiyê û çend rojekê di nava wana de bimînin,
xwe bixin eyarê wana. Dema we dît gelek ji wana komî ser hev dibin, hûnê
bi tilama destavê xwe ji wana xewle bikin û birevin werin qereqola herî nêzîk
cihê wana bêjin. Wê demê emê taxek pereyê din bidin we û her gava hûn
bê pere man jî emê bêrîka we tije pere bikin. Dayika min û xalê min
gotin ku, ji xwe yên li serê çiyê dimînin tev zarok in û ger hûn bi
ya wana bikin qet ji we þik nabin. Lê ji roja hatime vê derê çavê
Be… her li ser min e… Êdî
niyeta dijmin û ya Fehîmko hatibû fêmkirin. Li herêmê ev ne yê yekem
û ne jî yê dawî bû. Lê heta vê carê xiyaneteke wiha bi plan li serê
wana nehatibû gerandin. Gerîlayên amade Fehîmko teslîmî koma ewlekariyê
kirin û hatin li ser rewþa derketiye holê nêrînên hev pirsîn. Dawî
gihiþtin wê biryarê ku ji bo bikaribe derbeyekê li wana bide, dijmin li
hêviya revekê ye û ji bo bala wana nekiþîne jî liv û tevgera xwe
rawestandiye. Ger di demeke kin de Fehîmko yan ger hebe kesekî din nereve
û agahiyê nede dijmin, wê dijmin zanibe sîxurên wî hatine girtin û bi
xwe dest bi operasyonan bike. Li gorî ku sîxur rêkiribûn nava wana,
dizanîbûn civîna herêmê heye û li vê deverê çêdibe. Ji bo vê divîbû
bi lez karê xwe biqedînin û belav bibin ku hê dijmin neketiye liv û
tevgerê ew xwe belav bikin. Mijarên
din ên di civînê de bigrin dest, li ser vê biryarê bi lez hilgirtin
dest û di rûniþtinên sê rojên din de civîna xwe gihandin dawî. Di nîv
rojê de bicihkirina deveran a gerîlan çêkirin û ber êvarî herkesî
xatirê xwe ji hev xwest û belav bûn. Li cihê civînê tenê koma biçe
çalakiyê ma. Ew jî ji bo hevalên wan ên bi rê ketine bikaribin bigihêjin
qonaxa xwe wê du rojan li wir bimana û derbasî çalakiyê bibana. Ev çalakiya
li dar bixin wê him biba nîþana bidawîbûna civîna wan a serkeftî, wê
him ji dijmin re biba peyameke hiþyarîkirinê ku careke din sîxuran rêneke
nava wana! *** Fehîmko
ji gundê Biz… ê Omeriyan bû. Çûn û hatina gerîlan zêde li ser vî
gundî çênebibû. Salihko yê sercerdewanê gundê Ti… bi hevkariya leþkeran
gund bi gund digeriya û kesên bi hinek pere xwe difrotin dixapand û rêdikir
nava refên gerîla ku derbeyekê li gerîlan bide û bi vî awahî xwe zêdetir
li ber dilê dijmin þêrîn bike. Ji ber ku ev karê xiyanetê yê sîxurî
bi awayekî berfireh li herêmê dihat lipêþxistin û hê destpêka wê bû,
divîbû gerîla bersiveke wiha tund þanî bidaya ku careke din kesî newêrîba
xwe bi çend qirûþ pere bifrota dijmin û bazar li ser seriyê gerîlan
bikraya. Ji
bo kirina çalakiyê berpirsyarê devera Omeriya erkdar kiribûn. Him dever
di bin berpirsyariya wî de bû û him jî ji bo çalakî bigihiþta armanca
xwe wê hinek amadekarî bikrana û ji van amadekariyan jî herî baþ ew têdigihiþt.
Dîsa ji bo tevlêbûna çalakiyê gerîlayên ji Akademiyê hatibûn û çend
þervanên nû jî hatibûn erkdarkirin. Li herêmê ji ber ku zêde derfeta
dayîna perwerdeya leþkerî tinebû, þervanên nû bi xwe re dibirin çalakiyan
û di çalakiyan de fêrî teqandina çekan dikirin… Berya
bikevin ser rê, fermandarê çalakiyê yê berpirsyarê devera Omeriyan, ji
gund teybek û çend þerît anîn û vegotina Fehîmko ji devê wî lib bi
lib li ser þerîtê qeyd kir. Salihko çawa hatiye mala wana, çawa bi
dayika wî û xalê wî re axiftiye, çawa bang li wî û pismamê wî yê
di temenê wî de kirine, çawa li ser serê gerîlan bazar kirine, çawa
pere derxistine û dane dest wana, ew pere çawa dayika wî ji wana
sitendiye, çawa li hêviyê mane ku gerîlan werin gund û tev li wana
bibin, bi rê de çawa pismamê wî poþman bûye û reviyaye, çawa ew ji
tirsa dayika xwe newêriye bireve û li cem gerîlan, dema gerîlan komî
ser hev bûne çawa xwestiye bireve, lê di her cara hewl daye de derfet nedîtiye,
heta çûna ser bîrên avê û li wê derê ji aliyê gerîlan ve çawa gef
lê hatiye xwarin ku tiþta di dilê xwe de nebêje wê wî bikujin û biavêjin
binê bîrê û ji vê tirsê çawa li erka Salihko daye ser mil mukir
hatiye, tev yek bi yek vegot. Fermandarê
çalakiyê þerît û teyp xistin çentê xwe û êvara roja duwem ku êdî
texmîn dikir hevalên wî yên ber bi deveran ve bi rê ketine, tixûbên
Omeriyan qut kirine, ber bi êvarî ve ji nava devî û kursan derketin û
ketin ser rêka gundê Biz… Dema
gihiþtin gund, hê tava hîvê neçibû ava û gundî tev hiþyar bûn. Li
gorî agahî û saloxên Fehîmko dane, destpêkê çûn ser mala dayika wî,
xalê wî û pismamê wî. Di vê sergirtinê de dayika wî û xalê wî
girtin û anîn, lê pismamê wî bi wê reva xwe di bajêr re derketibû û
ne li gund bû… Piþtî
ku ew anîn hewþa dibistanê, fermandar û gerîlayekî din ew li cem xwe
girtin û gerîlayên din tev careke din li nava gund belav bûn ku gundiyan
komî hewþa dibistanê bikin. Di hundirê nîv saetekê de, jin, zilam û
ciwan pirahiya gundiyan li hewþa dibistanê kom bibûn û him bi tirs, him
bi mereq li gerîlan dinêrîn bê wê çi bi serê wana bînin. Pirahiya
wana gerîla cara yekem didîtin û nizanîbûn bê çi kes in. Yên ku ji
gundên derûdorê navê wana bihîstibûn jî hêvî nedikirin ku rojekê
bi çek bikevin hundirê mala wana û wana bînin li hewþa dibistanê kom
bikin. Pirek ji wana jî bihîstibûn ku ‘yên li serê çiyê dimînin’,
dadikevin gundên cerdewanan, wana komî ser hev dikin û jin û zilam û
zarok çi tê ber wana tevî didin ber guleyan û pê re agir berdidin malên
wan û diçin… Di
nava vê tirs û xovê de gundî yek bi yek li hewþa dibistanê li ser dika
dirêj a ber dîwarê wê rûniþtin û li hêviya daxuyaniyeke ji van kesên
çek bi dest ên li serê çiyê dimînin man. Ji xwe tava hîvê ronahiya
xwe ji piþtê ve li gerîlan dida û siya wan du taq ji wana dirêjtir
dikir û diavêt ser laþê gundiyan ku ev siya bi çek û dirêj li ber çavê
wana dibû wekî siya çiyayekî bikeve ber çavê wana û di ber xwe de
digotin: “Hemd ji xwedê re, tu li bedena van binêre, tu li heybeta van
binêre!” Bi
kombûna gundiyan re, fermandarê çalakiyê hat pêþberî gundiyan û
destpêkê lêborîna xwe ji wana xwest ku yek bi yek ew ji malên wana
derxistine û heta vê derê westandine. Gundiyên ev lêborîn bihîstin
mat man û di ber xwe de gotin: ‘Kuro ev çi camêr in, berya mirov
bikujin, lêborîna xwe jî dixwazin!’ Pê
re fermandar dengê xwe bilind kir û dest bi axaftinê kir, wiha got: -
Dibe ku gelekan ji we em nedîtibin û di derbarê me de xwediyê agahiyên
þaþ bin. Lê yekser em xwe bi we bidin nasîn. Hûn ji me re dibêjin,
‘Kesên li serê çiyê dimînin’. Lê em ji xwe re dibêjin ‘têkoþerên
azadiyê’. Em li hemberî artêþ û dewleta tirk, ji bo azadî û
rizgariya Kurdistanê derketine serê çiyan û þer dikin. Em ji bo gelê
kurd, yanê ji bo we derketine serê çiyê. Yan na morîkên dayika me li
navsera van çiyan neqetiyane ku em werin berhev bikin! Lê hûn çi dikin?
Ji dêleva piþta me bigrin, hûn sîxuran rêdikin nava me û dibêjin biçin
serê gerîlan ji me re bînin!.. Di
vê bêhna axaftinê de çend gundiyên bi baldarî guhdarî dikirin û di
ferqiya giraniya axaftinê de bûn di cihê xwe de dengê xwe bilind kirin
û gotin: -
Heþa, heþa! Wele me tiþtekî wiha nekiriye. Heþa! Tobe, heram be li me! Çendekên
din jî tev li wana bûn û gotin: - Heþa, heþa! Tobe, heram li me be! Li
ser vê yekê fermandarê navber dabû axaftina xwe, careke din axaftina xwe
domand û got: Dibe
ku hayê we ji vê xiyanetê tinebe û hûn bisteh dibêjin; ‘Heþa’, lê
me ji gundê we sê sîxur zept kirine û wana sûcê xwe pejirandine û li
xwe mukir hatine ku bi dijmin re li ser serê me bazar kirine û xwestine ji
bo çend qirûþ pere xwîna me zêdeyî bîst hevalan birijînin! Careke
din rêzekoma gundiyan çelqiya û ji her yekî dengekî ecêbmayîn, matmayîn
û mereqiya wan tîne ser ziman bilind bû. Yek dudokan ji wan dengê xwe
bilind kirin û gotin: -
Bavo, wele, gundê me dijminatiya we nake. Em gundekî di halê xwe de ne.
Ne ti xisara we gihiþtiye me û ne jî ya me digihêje we. Çendikên
din jî bi erêkirinê tev li vê axaftinê bûn. Li ser vê yekê fermandarê
çalakiyê gavekê bi pêþ de hat û got: Baþ
e! Em jî ji xwe vê hêviyê ji we dikin ku hûn dijmintiya me nekin. Ji bo
vê em bi kuþtin û dijmintî nehatin ser gundê we. Em bi dostanî û
hevaltî hatin. Me we li vir civand ku îroj em Dadgeha Gel li dar bixin. Hûn
gel tev li vir amade ne. Emê kesên sûcdar bînin huzûra we. Hûnê bi
xwe li mukirhatina wan guhdarî bikin û hûnê bi xwe biryarê bidin. Ger hûn
bi xwe çi biryarê bidin emê wekî we tevbigerin. Ka em binêrin bê hûnê
xiyanetê efû bikin an siza bikin! Çendekan
dîsa dengê xwe bilind kirin û gotin: -
Em xiyanetê ti carî ne dipejirînin û ne jî lê diborin! Fermandar
got: -
Baþ e. Emê niha sûcdar bînin pêþberî we û hûnê lê guhdarî bikin.
Piþtî ku we lê guhdarî kir emê ruyê wî eþkere bikin û êdî hûnê
nêrîna xwe ya ji dil bêjin. Gundiyan
ev yek pejirandin û wekî di lîskeke nû fêr dibin de weyn bigrin ser milê
xwe, wiha bi coþ û mereq li hêviya herikîna vê bûyera qet di jiyana
wana de ti caran bi serê wana nehatiye man. Fermandar bang li hevalên xwe
yên li kêleka dibistanê, li ber siya dîwêr rawestiyane kir û du gerîlayên
di navbera wan de kesekî þerpeya pîrekan li serê xwe girê daye hatin pêþberî
gel. Kesê þerpe li serî, danîn cem fermandar û paþ de vegeriyan.
Fermandar vegeriya ser kesê þerpe li serî girêdayî û got: -
Va ye gundiyên te tev li vir amade ne! Ger biryara kuþtina te bidin wê ew
bidin, ger li te biborin wê ew biborin. Ji bo wê fermo, ji roja yekem heta
îroj te çi kiriyî, hevparên te kî ne, armanca we çi bû tevî lib bi
lib ji gundiyan re vebêje. Rast û durust biaxive ku ew jî di derheqê te
de biryareke rast û durist bidin. Li
ser vê yekê Fehîmko dest bi vegotinê kir û ji roja Salihko yê
sercerdewan hatiye mala wana, bi dayika wî û xalê wî re axiftiye, çawa
li ser serê gerîlan bazar kirine, çawa bang li wî û pismamê wî
kirine, çawa pere dane wan û dayika wî çawa pere jê sitendine, çawa ew
rêkirine nava gerîlan û tiþtên li nava gerîlan bi serê wî hatine tev
vegot. Wî
her vedigot û gundiyên guhdarî dikirin di ber xwe de zimanê xwe li þikefta
devê xwe dixistin û dikirin nirçe nirç û digotin: -
Wey xwedê ji te re nehêle law! Ma tu ji ebdan netirsiya, qet tu ji xwedê
jî netirsiya!? -
Imirqesifiyo, ma te çi ji van rebenên li serê çiyê xwest? -
Pîsê heram; xwezî min zanîba tu ji dola kê yî? -
Bênamûs, lê binêr, wekî jinikan þerpe jî daye serê xwe! Ku namûs bi
te re hebaya, tê serê xwe bilind bikraya! -
Heval ruyê vî xayinî vekin em binasin!... Piþtî
Fehîmko axaftina xwe bi dawî kir, fermandar bang li hevalên xwe kir û
dayika Fehîmko û Xalê wî jî anîn pêþberî gel. Heta wê bêhnê
dayika Fehîmko û xalê wî nizanîbûn bê ji bo çi hatine girtin û
digotin qey ji xwe ew girtine, lê dema dîtin ku Fehîmko derket pêþberî
gel û li wan û li hemû tiþtî mukir hat qudûm bi dayika wî ve nema û
xwe avêt erdê. Gerîlayekî bi çepilê wê digirt û ew radikir, lê wê
dîsa xwe berdida erdê. Piþtî ku ew û birayê wê jî li tawana li ser
wan mukir hatin, êdî þerpeya serê Fehîmko derxistin û gundî tev bi
hev re tif kirin û gotin: -
Heval, ji xwe ev kurik ne ti zilam e û di malê jî de bi kêrî kesekî
nayê. Hema bikujin hûnê xêreke mezin bikin! Li
ser vê yekê Fermandar her sê girtî dan dest hevalên xwe û ji çenteyê
xwe teyb û þerît derxist. Þerît li teybê swar kir û hat ber rêza
gundiyan. Yek bi yek ji wana pirsî bê di encama vê darezandinê de nêrîna
wana çi ye û di derbarê vê xiyanetê de çi biryarê didin. Gundî yek
bi yek axiftin û biryara xwe wiha diyar kirin: -
Wele, heval ez dibêjim wana yek bi yek li qazûxan bixin ku bibe îbretî
alem! -
Ez dibêjim, bêrîkan di laþê wan de vekin û tije xwê bikin! -
Hema wana bê sorgî û sûal dar dabikin! -
Bixin bin axê ku ti caran ruyê însanan nebînin! -
Mejiyê wan tije gule bikin ku peþka wan li me nekeve! -
Bispêrin xwedê kurê min. Wê ew di nava agirê cehnemê de hesabê vê
xiyanetê bipirse! -
Bikujin û bi dîrekê elektrîkê vekin, bila heta genî bibin li wir
daliqandî bimînin ku kes careke din gûyekî wiha nexwe! -
Laþê wana parçe parçe bikin û goþtê wana biavêjin ber kûçikan! -
Wele hûn dizanin law! Destê xwedê li piþta we be, ma ez çi bêjim. Xwedê
ji xiyanetê re nehêle û hew! Di
dawiya þanîdana nêrînan de êdî biryara dadgeha gel bi giþtî eþkere
bibû. Li ser vê yekê fermandarê çalakiyê spasiyên xwe ji gundiyan re
kir û got: -
Em niha dikarin van kesên xiyanet kirine li ber çavên we bikujin ku bi
rastî bibe îbret. Lê em naxwazin hûn xwîna hatiye rijandin bibînin û
her gav were ber çavên we. Em heta niha gundê we dost dibînin û
dixwazin ji niha û pê de jî hûn ji me re dost bimînin. Ji bo vê kerem
kin rabin biçin malên xwe û bi dilekî rehet razên. Dema dengê guleyan
hatin we jî mereq nekin û dernekevin derve, zanibin ku hevalan ev xayin
siza kirine. Yên heq kirine wê bigihên sizaya xwe! Gundî
yek bi yek rabûn û destê fermandar givaþtin. Di ber re hinekan spasiyên
xwe kirin, hinekan lêborîn anîn ser ziman û hinekan ew dawetî mala xwe
kirin û tev rêz bûn ketin ser rêka malên xwe. Piþtî bêhnekê ku
fermandar wiha hesiband gundî tev ketine malan, her sê girtî anîn
navenda hewþa dibistanê. Niha bi tevahî siya dîwarê dibistanê ketibû
ser hewþê û hewþ têra xwe reþ bibû. Fermandar sê gerîla erkdar
kirin û ferman da wana ku devê çekên xwe bixin serê wana û biryara
gundiyan di derheqê wana de daye bi cih bînin. Sê
gerîlayên fermana kuþtina Fehîmko, dayika wî û xalê wî girtin, girtî
li ser kabên wan dan rûniþtin û hatin li pey wana rawestiyan. Devê
tifingên xwe dirêjî serê wana kirin û pêlî lingê çekên xwe kirin.
Yek, du, sê… Xurminiya
guleyan bi ser gund û çolterê ket. Ji gund, ne yek derî vebû, ne jî
yek kes derket derve. Yekîneya gerîla xwe komî ser hev kirin, hijmara xwe
girtin û cenazeyê her sê sîxuran li pey xwe hiþtin û ji gund derketin.
Dizanîbûn
ku zû ne dereng wê agahî bigihê dijmin û nîvê þevê be jî wê leþker
û cerdewan bi xezebeke mezin derkevin operasyonê. Dijmin dema derdiket
operasyonê cihê çalakiyê û mesafeya meþa gerîla bikaribe rêve biçe
dida ber çav û wiha çepereke fireh dida ber xwe û ji xala dawî destpê
dikir, ber bi cihê çalakiyê ve dihat ku di hundirê wê çeperê de
mabin, sedî sed bikevin dest wana. Ji bo vê yekîneya gerîla divîbûn vê
çepera dijmin texmîn dike derbas bikin û li cihekî derveyî wê xwe
hilgirin saxlemiyê ku bi sibehiyê re operasyon li wana rast neyê û çalakiya
wana vala dernekeve. Fermandar
li pêþ, hevalên wî li pey heta ji wana hat bi gavên fireh û lez ber bi
deþta Mehsertê ve meþiyan. Di armanca wan de ew mil hebû, lê her rê ve
diçûn xwe didan aliyê Rojhilatê wê û xwe ji rêkên dijmin bikar tîne
dûr dixistin. Tevî germahiya þevê ya ku yek ta ba nediliviya, li cihekî
ne ji bo vexwarinê, ne ji bo bêhnvedanê ranewestiyan, laþê wana tev di
nava xwêhdanê de man û hilma wan di dev û pozê wan re fûriya. Tev wekî
bi hev re bikevin pêþbirkê, westiyabin jî yek ji yekî dûr nema û li
meþa xwe kêm nekirin. Dawî
hîv çû ava û bi ber destê sibê re gihiþtin ber dîwarekî bilind ê
li hawêrdora rezekî hatiye lêkirin. Fermandar li wir rawestiya û got: -
Heval dikarin belav bibin. Her kes ihtiyacê xwe pêk bînin û baldar bin
ku þop dernekeve. Di
bêhneke kin de, gerîlayên belav bûn û pêwîstiya xwe ya destavê pêk
anîn vegeriyan cem fermandar. Li wê derê fermandar ew kirin du beþ. Beþek
bi Be… re rêkir û wî bi çend hevalên xwe re berê xwe dan aliyekî
din. Qasî kiþandina çixareyekê meþiyan þûn re hatin nava erdekî têr
berhûrik û li wê derê, di ser keviran re qederekê meþiyan þûn re
rawestiyan. Fermandar li ber binê deviyekê rûniþt û ji erdê çend
kevirên ne hûr, ne girs rakirin û danîn aliyekî. Neptî du sê qurmik
diyar bûn. Ew jî dan aliyekî û kunek derket holê. Yek bi yek gerîlan
di kunê re xwe berdan hundirê cihê di bin erdê de hatiye kolandin. Dawî
ew bi xwe jî daket hundir û bi destê xwe destpêkê qurmik, piþt re
kevirên danîne aliyekî yek bi yek li ser devê kunê rast kirin… *** Gerîlayên
ji çalakiyê hatine bi meþeke dirêjî bê navber ewqasî westiya bûn ku
di cih de çavê wan çûbû ser hev û ketibûn xeweke giran. Dema xirpiþek
li ser devê kunê bihîstin û veciniqîn, li saeta xwe nêrîn ku nêzî nîvro
bûye. Ewqase dem di xew de mabûn. Ger operasyon derketibe, niha ji mêj ve
gihiþtibû encamê. Gelo þopên wan dîtibûn û wiha bi ser cihê wan
vebibûn? Gelo hinekan gilî li wan kiribû? Ev
cih nû kolabûn û derveyî xwediyê rez kesekî cihê wê nizanîbû.
Xwediyê rez jî yekî pirr baweriya wan pê dihat bû. Wê demê vê ronîro,
kî hatibû ser devê cihê tê de ne? Pez
nikarîbû biketa nava rez, ger roviyek an sîxurek ba wê bimeþiya û biçûba?
Ger dijmin ba wê zêde deng hatiba? Gelo çi bû? Ji
milekî ve hizirîn, sed raman di serê wan re derbas bû, ji milekî ve des
avêtin çek û bombeyên xwe û ji milekî ve xwe kerr kirin bê ev çi
xirpiþ e. Neptî zû ne dereng ji jorê dengekî nas bang li wana kir û
got: -
Heval, netirsin ez im! Mereq nekin derûdor tenahî ye! Min xwest saxtî
bikim bê hûn hatine yan na! Destê we sax be! Xwediyê
rez bû; hatibû li ser devê cihê gerîlan tê de ne rawestiyabû û bi
wana re diaxift. Pirahî gerîlan dema diketin vê derê ji bo çavdêriyê
bike, hayê wî pê dixistin. Lê vê carê negihiþtibûn ku agahiyê ragihînin
wî. Bes dîsa jî ew bi xwe hatibû? Gelo ji ku dizanîbû ku hatine vî
cihî û çima digot, ‘destê we sax be!’ li ser vê yekê fermandar bi
dengekî nizim pirsî: -
Ma te ji ku dizanîbû ku emê li vir bin? -
Heval, vêzbê operasyon derket. Þansê we heye ku operasyon du erd ji yê
me wirdetir dest pê kir û ber bi gundê Biz… ve meþiyan. Yanî hûn du
erd paþdetir bimana hûnê biketana ber bayê operasyonê. Dema operasyon
derket min got, wele hevalan çalakî lidar xistine ku ev sabav derketine çolterê.
Hema çawa min ew dîtin, ji dûr ve min çavê xwe berda ser wan û xwe nêzî
vir kir. Min got, ‘ger hûn di vir de bin û xwedê neke, bên vir, berya
bi ser we vebin, ezê bikim qar û war ku hûn pê bihisin’. Lê baþ bû
ku xwe nêzî vir nekirin. Çûn ji nava rezê Mistoyê Himo destpê kirin.
Piþtî ku ew çûn ji ber çavan winda bûn ez qederekê bi pey wan de meþiyam
û heta gundê xwarê çûm. Li wir fêr bûm ku ji gundiyan re gotine gerîlan
þevê din hatine gundê Biz… û du gundî siza kirine. Piþt re gundiyan
ji min re gotin ku, hevalan girtine ser gundê Biz… gundî tev li hewþa
dibistanê kom kirine. Yek bi yek îfada wana girtine. Ew kesê ku Salihko rêkiriye
nava wana ji bo wana bikuje û dayika wî û xalê wî her sê ji nava wana
veqetandine ku bikujin û gundî rêkirine malên wana dê xwînê nebînin
û netirsin. Dema gundî çûne malên xwe gule li her sêyan reþandine. Lê
heta nebûye sibe gundî newêrîne derkevin derve. Sibê diçin hewþa
dibistanê û dibînin waye cenazeyên Fehîmko û xalê wî li wê erdê di
nava toz û xwînê de gevizî ne û vingîniya mêþan li ser e. Gundî dibêjin,
‘ji ber ku dayika Fehîmko jin bû, hevalan ew nekuþtiye û efû kirine.
Bes ji bo bitirsînin, gule di ber serê wê re berdane. Piþtî gerîlan
çûne, ew jî rabûye, dawa xwe daweþandiye û berê xwe daye jêrê çûye
bajêr’… Dijmin û cerdewan tev dîn û har bûne û gotine; ‘buyuk bîr
firsat kaçirdik!’ *** Fermandarê
çalakiyê piþtî çendrojekê ji mukirhatina Fehîmko, ya dayika wî,
biryardayînên gel, û vegotina gerîlan a li hewþa dibistanê li hemberî
gel kirine bi mûzîka sirûdên gerîlan þerîtek amade kir û li tevahiya
herêmê belav kir… *** Hesen Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org