GENGEÞEYÊN OPERASYONA DERVEYÎ SÎNORAN

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Di van rojên dawî de, di çapemeniya Tirkiyê de, li ser operasyoneke derveyî sînoran a dixwazin li hemberî gerîlayên kurd li dar bixin gengeþe û axaftinên qelew tên kirin. ‘Operasyonek pêwîst e, yan ne pêwîst e; operasyoneke pêk were wê çi fêdeyê bide, yan çi xisarê derxe holê’, li ser vê nêrînên xwe dinivîsînin û gengeþe dikin. Lê mixabin kes zêde danakeve bingehê pirsgirêkê. Ger hinek qalê bikin jî di ser re diqevizin.

Destpêkê divê aliyê Tirk zanibe ku pirsgirêka kurd ne li derveyî sînoran, di hundirê sînoran de ye. Gerîlayên kurd ne tenê li Qendîlê hene; ji Amedê bigir, heta Dêrsim û Serhedê; ji Mêrdînê bigir heta Çewlîk û Wanê; ji Çolemêrgê bigir heta Botanê ji salên piþtî 1984an û vir ve gerîla dijîn û heta pirsgirêka kurd bi awayekî dadmendî neyê çareserkirin jî wê bijîn. Ger cîhan tev li ser serê kurdan bibin yek û gerîlayên kurd ji binî ve tine bikin jî, piþtî çend saleke din wê gelê kurd careke din ji nava xwe têkoþeran derxîne û deþt û çiyayên xwe tije çekdar bike.

Wê demê pirsgirêk ne hebûna gerîlan a li Qendîl an li cihekî din e; pirsgirêk meþandin û domandina bêdadiyeke mezin a li hemberî gelê kurd e. Ger dewletek welatê gelekî dagir bike û her cureyê mirinê jê re rewa bibîne, divê zanibe ku wê ew gel li ber xwe bide û bi hemû derfetên xwe parastina xwe ya rewa bike. Lê tirk vê yekê jî ji kurdan re zêde dibînin. Dibêjin ku, ‘emê bi her awayî te înkar û tine bikin û li hemberî vê tenê mafê te yê xwe înkarkirinê heye’. Kîjan gel dikare vê bêdadiyê bipejirîne?

Dewleta Tirk her ku li hemberî têkoþîna gelê kurd tengav dibe, dibêje ; ‘terora koka wê li der ve!’ Lê di rastiyê de ne terorek heye, ne jî kokek li der ve. Pirsgirêka kurd ti caran rehên xwe dirêjî der ve nekiriye yan ji der ve þîn nehatiye. Li Geliyê Zîlan, li Agirî, li Dêrsim bi hezaran kurdên ji her temenî hatin qirkirin govan(þahid)in ku pirsgirêka kurd ji nepejirandina aliyê tirk derdikeve holê û pirsgirêkeke hundirîn e.

Lê aliyê tirk her dikeve tengasiyê çavê xwe dide ser der ve û wekî þûrê demokles, operasyona derveyî sînoran tîne ser ziman. Wekî ti caran operasyon li derveyî sînoran nekiriye, û wekî vê operasyonê li dar bixe wê pirsgirêka kurd ji binî ve çareser bike, dixwaze bandûrê li ser raya giþtî ya xwe bike. Lê rastî ne wiha ye.

Di rastiyê de, aliyê tirk bi xwe jî dizane ku bi dehê caran sînor bi hemû derfetên xwe derbas kiriye û ketiye xaka Baþûr û patka stuyê xwe xurandiye, paþ de vegeriyaye. Bi ser de di demên berê de ji pêþmergeyan alîkarî digirt, niha ew alîkarî jî wê di dest de tinebe. Tevî vê dizane, xwestina wê ya operasyoneke derveyî sînoran, ne li dijî gerîlayên kurd e. Di rastiyê de bi rêka vê operasyonê wê bixwaze hêzên xwe zêdetir di xaka Baþûr de bi cih bike. Ji xwe niha li Amediyê li derûdora Zaxo û Dihok hêzên îstîxbarî û leþkerî yên Tirkiyê hene. Ev hêz hîn ji dema bi pêþmergeyan re li hemberî gerîlan operasyon li dar dixistin hatin Baþûr, li wir bi cih bûn û careke din venegeriyan. Wê demê kurdên Baþûr bê xwedî hêz bûn û pêwîstî bi alîkariya hêzên tirk didîtin. Lê îroj kurdên Baþûr bi xwe bûne hêzek û alîkariyeke leþkerî ya artêþa tirk ji bo berjewendiya xwe wekî berê bi fêde nabînin, berûvajî bi xetar dibînin. Nexwasim hêzên tirk ên li Baþûr hene, dixwazin derxin, lê hêza wan têra derxistinê nake. Bi ser vê de aliyê kurd bi rêka operasyoneke li dijî gerîlan naxwaze rê li hatina hêzên tirk, ketina wan a Baþûr veke ku dibe tirk careke din xwe paþ de venekiþînin û di bin navê ewlekarî û dostaniyê de li Baþûr bimînin. Aliyê tirk ji bo derfeteke wiha bi dest bixe wê lotkan biavêje. Lê divê aliyê kurd nekeve xafiltiyeke wiha.

Aliyê tirk baþ dizane ku li hemberî gerîlan nikare bi operasyona derveyî sînoran encamê bigre. Ji destpêka salê ve, tevî agirbesta gerîlan li Bakurê Kurdistanê operasyon li ser opersyonê li dar xist û hîn jî didomîne; ka çi bi ser xist? Ger bi rastî hêza wê bi gerîla dikare, fermo çima gerîlayên li Bakur nikare tine bike? Bi ser de dixwaze were xwe li Baþûr biceribîne! Ji sersalê ve bi sedhezaran leþker operasyonan li dar dixe, hemû teknîka xwe xistiye tevgerê, lê encam tenê têkçûn e.

Yeke din, aliyê tirk ti caran bi tena xwe nikare di erdê re were heta Qendîlê. Hîn çiyayê Qendîlê nedîtiye û nizane bê çiyayekî çiqasî asê, tevlîhev û fireh e. Li Bakur tevî bi dehê caran derketiye çolterê jî, ger di operasyonekê tenê de jî cerdewan nedin pêþiya wana û rêkan þanî wan nedin, newêrin derkevin operasyonê. Ka bila yek operasyona xwe ya bê alîkarî û rêbertiya cerdewanan bêjin. Nîn e. Wê demê çiyayekî wekî Qendîl fireh û mezin wê çawa biwêrin bidin ber xwe? Nikarin.

Ev rastî diyar dikin ku armanca aliyê tirk ne têkoþîna li hemberî gerîlan e. Yek; pirsgirêkên di nava wan de ya di navbera aliyê artêþê û hukûmetê de hene dixwazin bi vê rêkê veguherînin valaderxistina hev û li ser vî bingehî nijadperestiya tirk xurt bikin ku bikaribin rantxuriya xwe bidomînin û mezintir bikin. Du; dixwazin bi rêka operasyona li ser gerîlan bikevin xaka Baþûr û destkeftiyên aliyê kurd ên li wê derê ji dest wana derxin, ger nikaribin jî herî kêm pêþî li çûna ber bi dewletbûneke kurdî bigrin.

Divê were zanîn ku aliyê kurd bi hêzên xwe yên gerîla li Bakur þerekî rewa ê azadiyê dimeþîne û bi hemû derfetên xwe li ber xwe dide û wê bide. Çêbûn an çênebûna operasyonekê vê rastiyê naguherîne. Wê gelê kurd bi hemû derfetên xwe berxwedana xwe û têkoþîna xwe bidomîne. Ji bo vê têkoþînê wê her çar parçe xaka Kurdistanê bikar bîne û ev mafê wê yê herî bingehîn e. Çawa ku dagirkerên tirk mafê qirkirina gelê kurd di xwe de dibînin, wê aliyê kurd jî mafê berxwedan û têkoþînê di xwe de bibîne. Ger aliyê tirk dixwaze þer derbasî Baþûr bike, bi dehê caran xwe ceriband û têk çû, dikare careke din jî xwe biceribîne. Lê ez bawer nakim ku ehmeqiyeke wiha bike. Aliyê tirk baþ dizane ku were Qendîlê wê têkoþîna gerîla bi serkeve û yekîtiya gelê kurd xurtir bibe. Bi vê sedemê hem aliyê kurdên Baþûr, hem kurdên Bakur divê yekîtiya xwe xurtir bikin, rê nedin leyistokên tirkan û ger pêwîst bike her du hêzên xwe bikin yek û li hemberî dagirkeriya tirk eniyeke berxwedana hevpar vekin. Parastina Baþûr û Bakur bikin yek û ber bi serkeftinê ve pêk re bimeþin. Ev hêz di aliyê kurd de heye û herî dawî ya li Kurdistanê pêk were jî wê ev rastî be!

 

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org