GER AÞTÎ PÊK NEYÊ…

 

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Dema tu serê mirîþkê jêve dikî, radibe ser xwe û dibêje qey hîn serê wê pê ve ye, dixwaze bimeþe. Lê piþtî çend gavên gêjomêjo diavêje, dibêje terp û dikeve erdê. Ji bo wê, ji kesên hiþê wan ne li serê wan re dibêjin ku wekî mirîþka serjêkirî li te hatiye.

Ev jî komara Tirkiyê ye, rayedar û fermandarên wê ne. Bi rastî vana mirîþka serjêkirî jî derbas kirine. Wiha gêjomêjo tevdigerin ku tu nizanî bê kengî wê li ku derê bikevin. Ew bi xwe jî êdî nizanin bê çi dikin an çi dixwazin. Bi taybetî di çareserkirina pirsgirêka kurd de, bi tevahî hiþê xwe xwarine. Ma ger bi Îlker Baþbûg re piçek hiþ maba, digot ; `Emê wana biþopînin, yeko yeko bigrin û tine bikin!` Bavê te Kenan Ewren nikarîbû ev yek bi ser xista, ma tê bi ser xînî? Lê dibêjin ya, çawa be hestiyê zimên nîn e; her dilive û çi tê ber didêre.

Li hemberî rawestandina þer a PKKê, bersivnedayîna rayedar û fermandarên tirk jî alîyekî din ê hiþxwarinê ye. Her serê bêhnê wê li ber deriyê Ewropayê bidin girî û bikin hawar, bêjin, `Haho, PKK nahêle em li welatê xwe aramiyê bibînin, ka alîkariya min bikin em ji PKKê rizgar bin û welatê xwe li pêþ bixin!`

Lê derewa herî mezin e. PKK li cihê xwe rûniþtiye. Ka te di warê aramîkirina welêt de çi gav avêtiyî? Her roj operasyonan li dar bixe, her roj daristanan biþewitîne, her roj bigre ser sazî û malan… Wê heta ku derê bidome, ev terorîzma yekalî? Tu gazincan ji terorîzmê dikî, lê li rewþa xwe binêre terorîzma tu li ser gelê kurd û xaka Kurdistanê dimeþînî êdî ne li qîmê ye. Ji hilbijartinan û vir ve tu wekî Gurê Manco ketiyî nava DTPyîyan û kî tê ber te tu wana gez dikî, dixwazî daqurtînî. Ma ev ne terorîzm e?

Tu çima destê aþtiyê nagrî? Tu çima rewþa aram a hatiye sazkirin bi operasyon û daxuyaniyan sabote dikî? Tu çima helwesta xwe ya di derbarê çareserkirina pirsgirêkan de zelal nakî? Tu çima ewqasî evîndarê tinekirinêyî? Tu çima carekê jî jiyandinê naceribînî?

Di dil xwe de tu dibêjî, `Min bi fen û fûtan bi PKKê þer da rawestandin û ji min re derfet vebû ku ez bi ser de biçim, hinekî wê biperpitînim!` qaþo bi vê yekê tê bixwazî têkçûna xwe ya li Zapê jibîr bikî. Ji wê rojê ve qidûmên te þikestine, kabên te direilin. Tu niha bi van operasyonan dixwazî ji nû ve arîþeniya leþkerên xwe bînî cih. Tu dixwazî bi herikandina xwîna çend gerîlayî, bi leþkerên xwe tirsa têkçûnê jibîrkirin bidî.

Di hemû hizr û ramana te de, `Ez çawa bikim, vê polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê berdewam bikim` heye. Lê ji bîr neke, gelek caran di operasyonan de leþkerên te pêlî mayina bi destê xwe çikandine jî kirine û jiyana xwe jidest dane. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî gelo hûn pêlî mayina bi destê xwe datînin nekin?

Heteriya di þer de, dikare bi xwe re deriyên gurkirina þer jî veke. Çawa?

Niha we bi girtin û lêdanê qira endamên DTPê anî. Ehmed Tirk dixwaze bi Tayip beg re li hev rûnê, begê me dibêje, `Heta ji PKKê re nebêje terorîst ez pê re rûnanêm.` Dê were vî kerî di vî borî re derbas ke. Niha Ehmed Tirk jî bêje; `li gorî we ti rêkên asayî yên çareserkirina pirsgirêkê ji me re nehêlane; rabin DTPyîno em tev bi hev re derkevin serê çiyan û em jî pirsgirêka xwe bi rêkên þer çareser bikin.` gelo hûn dizanin bê bi derketina wan re, wê kesek li Tirkiyê bimîne? Herî kêm ji sedî 40-50-û zêdetir xort, keç, ciwan û kesên destê wan çek bigre wê bi pey wan de berê xwe bidin çiyê. Gerîlayên niha xwediyê hijmareke 8-10 hezarî di çend mehekê de wê hijmara xwe bigihînin 80-100 hezarî. Tirkiyeya ku bi 8 hezar kesan nikare, wê çawa bi 80 hezar kesî karibe?

Ji bo vê ya baþ ew e ku dewleta Tirkiyê dest ji terorîzma li ser gelê kurd dimeþîne berde û wekî camêran destê xwe bide destê gelê kurd. Wê demê wê serkevtin bibe ya her du destan û aramî li her du welatan saz bibe.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org