GER TU BÊDENG BIMÎNÎ WÊ DOR WERE TE JÎ

 

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

Salvegera barandina jahra kîmyewî bi ser Halepçe de nêz dibe, lê neyarên gelê kurd ne li kiryarên xwe poþman bûne, ne jî dev ji van kiryarên xwe yên qirêj berdidin. Hîn xaka Halepçe birînên xwe nepêçane, hîn mirovên Kurd êþa xwe jibîr nekirine dixwazin Halepçeyeke mezintirîn bi ser serê gelê Kurd de bibarînin.

Li zindana girava Imraliyê ev heþt sal in, rêberê gelê kurd dîl tê girtin. Her kes dizane ku ev dîlgirtin bi awayeke asayî û zagonî pêk nehat; berûvajî wê bi komployeke navdewletî çêbû û bi vê komployê armanca neyarên gelê kurd qirkirina vî gelî û kuþtina hêviya wê ya azadî û rizgariyê bû.

Dîsa her kes dizane ku gelê kurd gelekî herî kevnare yê xaka Mezopotamya ye ku îroj ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin û parçekirin. Di vê dagirkirin û parçekirinê de weynê yekemîn para dewletên Ewropî ye ku di komploya li dijî rêbertiya gelê kurd de dîsa weyneke yekemîn leyistin.

Ewropa naxwaze pirsgirêka kurd bi awayeke dadmendî çareser bibe, ji ber ku Peymana Lozanê bi xwe destxet kiriye û tifa xwe bi xwe naalêse. Ji bo vê di tevahiya kiryarên xerab ên li dijî gelê kurd û rêberên wê de tiliya dewletên Ewropî heye. Ger ne rast be bila rayedarên van dewletan derkevin ber çapemeniyê huzûra gel û bi xwe bersiva van pirsan bidin:

Gaza kîmyewî ya li Halepçe bi destê sazûmana faþîst a Baas, bi ser gelê Kurd de hat barandin ji kîjan welatê Ewropa, li gorî kîjan zagona mirovtî hatibû rêkirin?

Di kuþtina rêberekî gelê Kurd birêz Qasimlo de çiqasî tiliya dewletên Ewropî heye?

Di komploya navdewletî ya li dijî rêberê gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan de rola dewletên Ewropî kî dikare eþkere bike?

Daxwaza birêz Ocalan a jinûve dadgehkirinê ku ji aliyê Civata Wezîrên Ewropî ve nehat pejirandin çiqasî bi vê jahrîkirina li girava Îmralî pêk hatiye ve peywendîdar e?

Dewletên Ewropî yên bi salan e bi Tirkiyê re di nava hemû danûsitendinên leþkerî û aborî de ne, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çima gaveke tenê jî erênî navêjin; ji gelê kurd çi xerabî dîtine ku her bi xerabî li ser gelê kurd dihizirin?

Pêwîst e êdî di serî de gelê kurd û tevahiya mirovahiya cîhanê van pirsan him bipirse, him bibersivîne.

Em di salvegereke din a Halepçe de ne; kurd careke din bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Dewletek ku rêberekî bi milyonan mirovên kurd wî ji xwe re weke vîna siyasî pejirandine bixwaze bi jahrîkirinê tine bike, bê guman wê gel jî di Halepçeyan re, di Enfalan re, di Agirî, Dêrsim, Koçgirî û Zîlanan re derbas bike.

Ger gelê kurd li rêberê xwe xwedî dernekeve, nikare li xwe jî xwedî derkeve; divê were zanîn ku sibê wê dor were te!...

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org