|
GIYANA ÞEHÎDÊN YEKÊ GULANÊ ÇAV LI RÊ YE!
HESEN HUSEYîN DENîZ
Dema
çareseriya pirsgirêkan bistewe, lê yên divê çareser bikin, ne li gorî
pêvajoyê bin, xitimandinek rû dide û ev xitimandin dikare bibe sedema
gelek astengî, alozî û têkçûnan. Di rewþek wiha de, him pêvajo bêtûþe
tê dirêjkirin, him êþ û jana tê kiþandin zêdetir dibe. Bi vê sedemê
dema çareserî ket warê xitimînê, divê hêza nûnerê nûbûnê,
bikaribe biwêre bi ser pirsgirêkê de bimeþe û bi têkoþînek berdêla
wê çi dibe bila bibe, rêka serkeftinê li pêþiya xwe veke… Li
Tirkiyê di sala 1977an de, girseyen kedkaran ber bi meydana Taqsîmê ve meþiyan.
Yekgirtin, coþ û hijmara kedkaran ewqasî bilind bû ku rê û rêwanî di
kolanan de nedima û tevî qada pîrozbahiyê tije bibû jî, bi hezaran kes
hîn di rêzên meþê de bûn. Dewleta
faþîst, a amadekariyên xwe ji bo sazûmaneke leþkerî dikir, bi destê hêzên
xwe yên tarî, li derûdora kedkaran xefk danîbûn. Ji serban û þibakeyên
avahiyên li derûdora meydanê, gule bi ser gel de reþandin. Bi vê yekê
jî neman, panzerên qaþo ji bo ewlekariya girseyê amade kiribûn, ajotin
ser gel. Dayik, zarok, ciwan, zilam bi dehan kes di bin dolabên panzêran
de, bi guleyên xwînxwaran hatin qirkirin. Zêdeyî sîh kesî jiyana xwe
ji dest dan. Ji
wê rojê û pê ve sazûmana faþîst Meydana Taqsîmê li kedkaran qedexe
kir. Her kes û hêz dikare li vê qadê þahî û pîrozbahiyê bike, xwepêþandanê
lidar bixe, bes çîna kedkar nikare! Him
xwîna kedkaran li wê qadê rijandin, him qad li wana qedexe kirin ku kesek
nikaribe li bîranîna þehîdan xwedî derkeve. Desthilatdarî dixwaze
kedkar bê nirx, bê xwedî, bê armanc, bê doz, bê pîvan, bê kevneþopî
û herwiha bê rêxistin, bê çalakî û bê hêz bimînin. Ev polîtîkaya
tinekirina çîneke bingehîn a civakê ye. Bi vê yekê dixwazin lingekî
esasî yê civakê pûç bikin. Dema civak ji lingekî bû jî, ma êdî wê
li ser lingekî tenê bikaribe li dijî zilmdariya sazûmaneke faþîst çi
bike? Her
sal çîna karker di nava zor, zahmetî û aloziyan de be jî, dîsa ne li
qada xwîna þehîdên 1ê Gulanê lê hatiye rijandin be jî, daket kolanan
û xwest cejna xwe pîroz bike. Lê her sal li rastî êrîþ û dek û
dolabên hêzên ewlekarî yên dewletê hat. Çîna karker di van pîrozbahiyên
ne li cih û warê xwe de hatin kirin, zêde xwedîtinek bidest nexist. Ger
xwîna te li kîjan qadê hatibe rijandin, divê tu li hemberî xwînrijan
li wê qadê têbikoþî ku xwîna þehîdan li erdê nemîne. Îsal
çîna kedkar bi vê hiþmendiyê dixwaze bimeþe Meydana Teqsîmê. Piþtî
30 salên dirêj û dijwar, dixwaze þehîdên xwe li cihê xwîna xwe
herikandine bibîr bîne. Gelek kes dikarin vê meþê, vê pîrozbahiyê
sembolîk bibînin û bêjin, `Ma hêja ye ji bo bîranînekê mirov dayîna
windahiyên nû bide ber çav?` Tê
zanîn ku rayedarên Tirk zirtên xwe dikin û dibêjin, `li hemberî meþvanan
emê dijwariyê bikar bînin!` Bi
vê sedemê du rêk derdikevin pêþberî çîna karker: Yan
wê li nirxên xwe xwedî dernekeve û cilika teslîmkariyê bikiþîne ser
serê xwe; Yan
wê berdêla wê çi dibe bila bibe li nirxên xwe yên herî mezin-þehîdên
xwe xwedî derkeve. Bi
vê sedemê meþa ber bi Meydana Teqsîmê ve, ne meþeke sembolîk e û hêja
ye ji bo di cih de bîranîna þehîdên 1ê Gulana 1977an mirov windahiyên
nû bide. Çima? Giyana
wan þehîdan ev tam 30 sal in, her roja Yekê Gulanê li Meydana Teqsîmê
digere û li hêviya þopdarên xwe dimîne! Wekî desgira çav li rêka
hezkarê xwe be, wiha bi coþ li hêviya tijekirina qada xwîna xwe lê
rijandiye, awirên xwe dirêjî rêkên vedibin qadê dike. Lê dema alên
rengîn bi qîrên `Bijî Yekê Gulanê!` naherikin qadê, awir daliqandî
dibin û giyana þehîdan di cihê xwe de sar dimîne! Ev
sîh sal in giyana þehîdên Yekê Gulanê li hêviya þopdarên xwe çav
li rê ye. Heta meþvan bi hezaran neherikin Meydana Teqsîmê wê giyana þehîdan
hilmeke rehet nikaribe bistîne û þopdarên þehîdan jî heta bi coþ û
têkoþerî neherikin Meydana Teqsîmê, wê nizanibin bê ev doz çawa
emanetî wan bûye! Dema
meþvan dakevin Meydana Teqsîmê, wê nû bi jana þehîdan bihisin. Wê
dengê dolabên panzêran bi guhê xwe nû bibihîsin. Wê req reqa ji devê
tifingên faþîst dipengizin, nû li ber guhê wana bike çivinî. Qîr û
hawara dayik û zarokên di bin panzêran de can dane, wê nû tije guh û
mejiyê wana bibe… Ji
vê re tê gotin; hiþmendiya dîrokî! Belê,
dema çîna kedkar biherike Meydana Teqsîmê, piþtî sîh salan wê
bikaribe bigihêje bidestxistina hiþmendiya dîrokî. Wê rehetbûna giyanî
ya xwedîderketina li nirxên xwe yên pîroz bikaribe bijî! Wê di vê çalakiya
xwe de, tama serkeftinê bibihîse. Piþtî sîh salî wê nû eniya xwe ji
erdê rake û bi awirên tolhildêr li nîvê çavê dijmin bikaribe binêre. Berdêla
vê çi dibe bila bibe, çîna kedkar ji bo gihiþtina azadî, rizgarî û
mafê xwe yê mirovbûn û karkerbûnê, yê kedkarbûnê divê bimeþe
Meydana Teqsîmê, divê bigihêje tamandina van hestên têrbûna giyanî
ku bikaribe li ser vê hestê, bîrûbawerî, zanistî û hiþmendiya xwe
saz bike. Ger
di vê pêngavê de serkeftinê bidest bixe, çîna kedkar wê bikaribe ji nû
ve vegera giyana pîrozbahiyên 1ê Gulanên berya Cûntaya Faþîst
bijî. Ev jî wê çîna kedkar ji nû ve bixe ser rêka serkeftinê. Cejn
û meþa pîroz li gelan pîroz be! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org