|
GORA XWE BI DESTÊ XWE DIKOLIN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Nûçe/Þîrove/ Li
Baþûrê Kurdistanê di van rojên dawî de, ji tirsa hatina tirkan Kurd û
Amerîkî bê hiþmendî tevdigerin û bi pêkanînên xwe yên li dijî PKKê,
gora xwe bi destê xwe dikolin. Dewleta
Îranê ji niha ve ketiye nava liv û tevgereke dagirtina cih û warên ji
PKKê bên valakirin. Qasî agahiyên ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê tên,
bi vê armancê rêxistina saloxdariya Îranê û yên leþkerî di nava
xebateke veþirtî de ye. Hêzên girêdayî xwe, yên li Iraqê li hemberî
Amerîka bikar tîne perwerde û amade dike. Ensar ul Islam ji van hêzan
yek e. Îran dixwaze van hêzên îslamî li binarê Qendîl-aliyê di
navbera xaka xwe û ya Iraqê de û bi taybetî jî li milê Asos, Zelê,
Dola Kokê û Dola Eyþê bi cih bike. Ger
di encama bandûrî û ambargodanîna hukûmeta herêmê ya li ser PKKê diþidîne
de, PKK pêwîst bimîne ji Qendîlê derkeve, destpêkê wê van cihên
hatine diyarkirin biterikîne. Hukûmeta Îslamî ya Îranê bi vê sedemê
hewl dide ku hîn hêzên pêþmerge û yên Amerîkî cihê ji PKKê vala
bibe danegirtibin, ji milê xwe ve dagirtineke herêmê bi hêzên çekdar
ên îslamî pêk bîne û xakê bidest bixe. Dema xakê bi dest bixe û bi
hêzên xwe yên leþkerî paþya wana saxlem bike, wê demê ne hêzên pêþmerge
ne jî yên Amerîka wê nikaribin wana ji wan çiyayên asê paþ de bidahfînin. Îran
dixwaze bi vê yekê li hemberî Amerîka û Baþûrê Kurdistanê pêngaveke
stratejîk bidest bixe. Bi vê armancê ji roja ku ambargoya hukûmeta herêmê
li ser PKKê destpê kiriye û banga rayedarên Baþûrî û Mam Celal a çekberdana
PKKê û derketina ji Qendîlê hatiye kirin, artêþa Îranê jî bi navber
dest bi topbarîna van herêman kiriye. Wiha dihesibînin ku ji Baþûr bi
zora ambargo, ji Rojhilat bi bandûra topbarînê bikaribin bandûrê li ser
PKKê bikin û wê ji hinek herêman bidin vekiþandin. Di serkê van herêman
de jî xakên sînorê herêma Medya tên. Wekî tê zanîn Asos, Zelê,
Dola Kokê xwediyê taybetmendiyeke wiha ne. Ev herêm di navbera hêzên Îranê
û YNKê de dimînin. Li
gorî hinek çavkaniyên herêmê dibêjin ku ‘ji sedema dostaniya kûr a
di navbera YNK û Îranê de, di vê mijarê de lihevdûhatineke veþirtî jî
hatiye çêkirin. YNK dixwaze ku PKK ji van herêman were derxistin û li þûna
wana hêzên Îslamî yên nêzî Îranê bi cih bibin. Wê demê him li
hemberî PDKê wê xwe bihêztir bibîne û him bikaribe di giþtiya Iraqê
de bibe xwedî hêzeke nû. Lê heman çavkanî diyar dikin ku wê demê YNK
wekî topeke agir hilgire dest xwe, wê ev topa agir di serî de bikaribe
YNKê bi xwe biþewitîne. Çavkanî dibêjin ku PKK dem bi dem be jî li
gotina Mam Celal guhdarî dike bes wê Ensar ul Îslam qet guh lê neke û wê
roj were ji sedema Ensar ul Îslam YNK û Amerîka, YNK û PDK û YNK û Hêzên
din ên Iraqî bihev kevin. Ji ber ku Ensar ul Îslam dema li Qendîlê bi
cih bibe, wê xaka Qendîl bibe warê hêzên dijberên Amerîka û warê
perwerdehiya li dijî demokrasî û hebûna Baþûr û giþtiya Iraqê. Çavkaniyên
herêmê bi vê sedemê polîtîkaya derxistina PKKê û tengavkirina wê ji
bo selameta Baþûr û Iraqê wekî xetereyeke mezin dibînin û dibêjin ku
‘him Amerîka him hêzên Baþûrî bi zordayîna PKKê di esasî de gora
xwe dikolin. Li Þûna ku spasiyê ji PKKê re bikin, bi ser PKKê de diçin
û ev yek bi kêrî polîtîkayên Îranê tê. Hesabên Îranê li ser Baþûr
û Iraqê hene. Hesabên Îranê li ser tevahiya herêmê hene. Ev tê zanîn
û helwestên wê jî tên fêmkirin. Lê ya nayê fêmkirin helwesta Amerîka
ye. Amerîka bi polîtîkayên xwe wekî li dijî Îranê xwe dide nasîn lê
bi pêkanînên xwe ji Îranê re derfetan diafirîne û wê bihêztir dike.
Ger PKK ji Qendîlê were derxistin wê Îran di herêmê de bibe hêza herî
xurt û wê demê wê Amerîka nikaribe polîtîkaya xwe ya demokratîzekirina
herêmê li ser Îranê pêk bîne. Ger Amerîka di vê polîtîkaya xwe de
bi biryar be, berûvajî divê destekeke xurt bide PKKê û heta êrîþên
ser PKKê siviktir bike. Hebûna PKKê ya li Qendîlê ji bo aramiya Baþûrê
Kurdistanê nîmeteke xwedê ye ku bi dest ti kesî nakeve. Divê rayedarên
Baþûrî di serî de spasiya xwe ji PKKê re bikin û rayedarên Amerîka jî
þûna PKK wekî dijmin bi nav bikin, berûvajî di herêmê de dostê xwe yê
herî bawerîdar bibînin.’ Di
rojên pêþiya me de wê diyar bibe bê rewþa Qendîlê bi kîjan alî ve
biherike û Baþûr û Iraq ji vê çiqasî bibandûr bibe. Lê çi dibe
bila bibe, rastiyek heye ku artêþa Îranê û hêzên wê yên saloxdarî
ji bo parçeyek ji Qendîlê bi dest bixin û hêzên xwe yên li dijî Amerîka
têdikoþin di vir de bi cih bikin, di nava hewildan û xebateke mezin de
ne. Îran bi vê yekê dixwaze pêþî li ber êrîþeke gumanî ya Amerîka
jî bigre. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org