|
GUMANA OPERASYONA DERTIXÛB û DEW BIRAYÊ MAST E
HESEN HUSEYîN DENîZ
Hikûmeta
AKPê li gorî pêwîstiyên þiyandariya xwe ya ku bi destekdayîna Amerîkayê
bidest xistiye, di van hilbijartinan de dixwaze biserkeve. Ji bo wê li
hemberî DTPê artêþa tirk, hemû saziyên nûnertiya sazûmana komarê
dikin û partiyên sazûmanê tev li Kurdistanê dest dane hev. Erdoganê
serokê AKPê ji bo bidestxistina hilbijartinên þaredariyan rê da
vekirina TRT6ê. Wekî tê zanîn bi êrîþên Îsraîl ên bi ser Xezayê
de, qaþo kirasê xwe çirand, li Dawosê jî êdî tiþta maye jî çirvirand!
Di dil de, wê gelê kurd bêje, `Yaw ma ev çi muslimanekî bedew e, binêrin
bê mafê gelê mazlûm çawa li hemberî zaliman diparêze?` Lê
mixabin gotineke kurdan heye, dibêje; `mala yê derewîn þewitiye, lê kesî
bawer nekiriye!` Erdoganê
AKPê jî di pirsgirêka kurd de ewqase derew kirin ku êdî bawerî pê
nemaye. Ger bi rastî mala wî biþewite jî wê bawerî pê neyê. Ji bo wê
hesap û kîtaba Erdogan li Kurdistanê hatiye dadan. Careke din zahmet e ku
vebe. Lê
deqên di destê Erdogan de hê neqediyane. Deqa wî ya herî mezin
lawazxistina PKKê ye. Ger bikaribe darbeyekê li gerîlan bide û
serkeftineke –demborî be jî- bi dest bixe, wê bikaribe ji kesên bêalî
ango dewlethez dengan kom bike. Ji xwe artêþ û dewlet jî li piþtê ye.
Wê bixwazin wî ji hilbijartinan bihêztir derxînin. Ev yek. Yeke
din, sirf ji bo ku DTP þaredariyan bidest nexe û li Kurdistanê rayedar
nebe, artêþ, saziyên dewletê û partiyên din wê destekê bidin AKPê.
Wê wiha bihizirin, `Bila kurd biser nekevin, dixwazî cihû biserkevin!
ferq nake.` Dijayetiya sazûmana Tirkiyê tenê li hemberî kurdên welatparêz
û azadîxwaz e. derveyî vê her rêk ji wan re dikare xizmetê bike. Tenê
bila ne kurdên Apoger bin, kî dibin bila bibin. Ligorî
sazûmana Tirkiyê û bêguman a Amerîkayê, PKK rêxistineke radîkal e, lê
kurdên lîberal ango reformîst jî hene. Ev tê çi wateyê? Kurdên
Apoger nikarin ji bo berjewendiya sermayedariyê bikar bînin, lê kurdên
reformîst û lîberal dikarin. Wê demê divê PKK were lawazxistin ku rê
li ber kurdên nermik vebe. Ji bo vê; rêbertiya gelê kurd avêtin zîndanê.
Tevî vîn û daxwaza gelê kurd di aliyê azadberdana wî de ye jî, berûvajî
hê zêdetir diþidînin ku bandora wî bikaribin biþkînin ango teslîm
bigrin. Ev eniyek e. Li
eniya din gerîla heye. Piþtî ku bihara par darbeyeke mezin ji gerîla
xwarin hê jî biser xwe nehatine. Lê tevgera Îsraîl a li ser Xezayê ji
bo tirkan jî ceribandinek bû. Tê zanîn ku hêzên leþkerî yên Îsraîl
û Tirkiyê di çarçoweya hevpeymanên di navbera xwe de pev re kar dikin
û ji hev rêbazên þer didin û distînin. Lêdana Îsraîl a Xezayê
planekî Amerîkayê bû. Tam di dema veguheztina serokdewletê Amerîkayê
de pêkanîn ku badehewa biçe. Bush diçû, Obama dihat; ne yê diçû
dikarîbû hesap bidaya, ne jî kesî dikarîbû ji yê nû hatî hesap
bixwesta. Wekî meseleya xort û xaltîka wî ku diçin gel mele û dibêjin
ka mehra me bibire lê kirin. Mele dibêje `Bavo mehra we çênabe!` xort
dikene û dibêje, `Wele xalê mele dema em hatin cem te me li paþ tehta
mezin çêkir çêbû!` Îsraîl
jî dibêje; dema Bush diçû û Obama dihat me çêkir û çêbû. Bi
gumaneke mezin wê Erdoganê Akpê jî di dema hilbijartinan de bi êrîþeke
hewayî ya domdar ku heta îroj ewqasî pêk neanîne, lêdanekê li ser warên
gerîlan bike û ger di vê lêdanê de zanibe gerîla darbe xwariye yan
sistahî nîþa daye, wê leþkerên xwe biajo derveyî tixûban. Ji
xwe di wê heyheya hilbijartinan de ku hiþê herkesî li ser sindoqan e; ên
bi xirûcira operasyonê dakevin wê nikaribin dek û dolabên li ser
sindoqan tên kirin bibînin û yên ku bi rewþa sindoqan dakevin jî wê
nikaribin li ser xisardayîna operasyonan bihizirin. Tirk dibêjin ya `Hem
nalina, hem mihina vur!` Erdogan
beg jî wê wiha bike, ji her du aliyan wê bixwaze sûd bigre. Ji xwe mêrik
xwediyê zîhniyetek bazirganî ye. Li gorî mejiyê bazirganiyê jî ji bo
bidestxistina dengekî dikare mirovek were kuþtin, ji bo bidestxistina þaredariyekê
jî dikare gundek were hilbijartin. Ma qey perê xwe tê daye? Çiqas kurd
bimrin jê re fêde ye. Çima? Wê li ser hijmareke kêm baþtir bikaribe
bandora xwe çêbike. Ji bo wê kuþtinên faîlên wan nediyar, ji bo wê
kuþtinên bi destê Hizbulkontra, ji bo wê kuþtinên bi destê Ergenekon,
Jîtem, kontrgerîlla,; ji bo wê koçberkirina kurdan a ji warên wan, ji
bo wê avêtina bi deh hezaran kurdan a binê zîndanan, ji bo wê birçî
û bêkar hiþtina kurdan; ji bo wê tine hesibandina kurdan û ji bo wê
her roj bombebarankirina xak û mirovên kurdan pêk tînin. Kurd
ya divê yê wan be, yanê koleyê wan be, yan divê mirî be. Siyaseta
Tirkiyê, siyaseta Komarê û bêguman a Erdogan ku nûnerê komarê ye ev
e. Ev siyaset him pêwîstiyek sazûmana komarê, him a bîrdoziya kemalîzmê
û him a îslamîzmê ye ku kombûna tevan di sazûmana sermayedarî ya di pêþengtiya
Îngilîz û Amerîka de tê afirandin. Di
rastiyê de ne kemalîzmek ji bo tirkan, ne îslamîzmek ji bo ereb û
farisan heye. Kemalîzm jî, îslamîzm jî çekên di destê îngilîz,
Amerîka û Îsraîlê de ne ku li hemberî gelên Rojhilata navîn bikar tînin.
Her cihekî bi mifteya wê dixin destê xwe. Mifteya Rojhilata Navîn jî
doh þûrê Îskenderê makedonî bû, îroj kemalîzm û Îslamîzm e.
sermayedarî xwe dispêre ser van her du lingan û jiyaneke jehrî ji gelên
Rojhilata Navîn re rewa dibîne. Îran
bi navê îslamîzmê roj derbas nabe ku jin, zilam, zarok bi dehan kes
dardadike, bi îþkenceyên wehþiyane dikuje. Tirkiye bi navê kemalîzmê
jiyan li kurdan û li gelên Anatolyê kiriye dojeh. Gelek ji dîrokê nema,
tev di qirkirin û koçberiyan re borandin. Piþtgirê wan jî dewletên
Ewropî, Amerîka û cihûtiya cîhanê ye. Cihûtî li Rojhilata Navîn
kombûna Kemalîzm û îslamîzmê ye. Herçiqasî Îran û Tirkiye xwe wekî
dijberê Îsraîl þanî didin jî derew e. Derewa herî mezin e. Dest di
dest de ne. ger ne wiha ye, fermo, îsraîl li Xezayê qira muslimanan anî
ka her du dewletên musliman çi kirin? Di rojê ku Îsraîl li Xezayê xist
de îranê jî kurd û welatiyên xwe dardakirin. Herduyan jî musluman qir
kirin. Yekî bi top û tanqan kir, yekî bi þiyandariya xwe ya bi navê îslamiyetê
ker. Herduyan jî mirov kuþtin. Yekî di rojekê de 400 kuþt, yekî 4 kuþt,
qet ferq nake. Ha te 4 kuþt ha te 400 kuþt, zîhniyet her zîhniyeta kuþtinê
ye, ne ya jiyandinê ye. Wê demê her du sazûman destbirak in. Û Tirkiye
jî destbirakê wan ê sêyemîn e. Wê jî di heman rojê de firokeyên xwe
rakirin ser gundên kurdan û bombe barandin. Çi ferqiya Tirkiyê û Îsraîlê
heye? Qet! Ji xwe rayedarên Îsraîlê bi xwe dema pêwîstiyê dibînin
dibêjin ku, `Em li Xezayê dixin, hûn jî li Qendîlê dixin; ma çi
ferqiya me heye? ` rastî ev e. qet mû ji hev bernedane. Dew birayê mast
e. Ji
bo wê çareserî di van sazûmanan de nîn e, berûvajî çareserî di
veguherîn û hilweþandina van sazûmanan de ye, ango di veguherîna zîhniyeta
wan de ye. Ev zîhniyeta kujêr divê veguhêze zîhniyeteke jiyandar.
Derveyî vê her wê gelên Rojhilata navîn di nava destê sermayedariyê
de binalin û her wê buhayê mirovekî guleyek tifingê be ku ew jî perê
guleyê ji malbata mirovî were sitendin! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org