HALACOGLU BILA JI KURDAN FÊRÎ ÇANDA DURISTIYÊ BIBE

 

Nûçe/Þîrove – Hesen Huseyîn denîz – Silemaniye/Baþûrê Kurdistanê

 

 

 

Bi salan û sedsalan e ku zihniyeta dagirkeri ya li Kurdistanê dixwaze kurdan ji her alî ve biçûk bixe û tine bihesibîne. Li gorî dagirkeriyê ji xwe kurd nînin, çanda kurdan tineye, wêje û hunera kurdan jî nîne. Wekî di van rojan de, di çapemeniyê de berfirehî cih girt, serokê saziya dîroka tirk Hallacoglu heta sitiya Hulya Avþar jî ji kurditî derxist.

Tam di vê demê de, ez û dostekî kevin E. Ozdemîr rêka me bi bajarê Silêmaniyê ket. Piþtî karê xwe qedand, berê teqsiyê zîvirand çiyayê Ezmir ê raserî bajarê Silêmaniyê û got; Were ezê tiþtekî þanî te bidim. Me bajar derbas kir û em hilkiþiyan. Em qederekê baþ hilkiþiyan û hatin ser milekî çiyê ku avahiyên bajêr li jêra me qasî qutîkan biçûk diyar dikin. Li wê derê em çi bibînin baþ e?

Li navsera wî çiyayî cih bi cih alavên leyistoka zarokan danîne. Ne yek û dudo; li her aliyê çiyê belav kirine. (Di wêneyê de tê dîtin.) A balkêþ jî, li ber van alavên leyistokan ne nobedarek, ne parêzvanek tinebû.

Heval Emîn got; Gelo li gorî te ku ev leyistok li Tirkiyê ba, wiha bê zêrevan û parêzvan danîbana serê çiyayekî, wê çi bi serê wan hatibaya?

Min got: Wele di 24 saetan de, tev li hesinê wê û betona wê, ji binî ve wê rakirinbana û bibrana...

Lê li bajarekî Kurdistanê, li çiyayê Ezmir ê raserî Silêmaniyê ev alavên leyistoka zarokan wiha bê parêzvan dimînin û bawerkin yek tenê jî ne tê þikandin, ne tê dizîn, ne tê xerabkirin. Li berwarên van çiyan jî, boriyên avê kiþandine, erdê dikolin û darên mazî diçînin.

 

Êdî bila di serî de Hallacoglu û tevahiya dagirkerên Kurdistanê bes xwe di ser kurdan re bibînin. Kurd bi çanda xwe ji we paktir û bi exlaqtir in. Qe ne kurd wekî we ne þelandêr û çelpar in. Li kolanên bajarê Tirkiyê kî dikare dikana xwe vekirî bihêle û biçe mizgeftê? Li ser maseyan, li kêleka cedeyan kî dikare desteyên perên guhertinê (excahange) li cih bihêle û biçe dikaneke din bikeve sihbetê? Li Tirkiyê çenteyê jinikan di hundirê teqsîyan de ji destê wana direvînin. Lê li Kurdistanê ne dizî, ne þelandin, ne çelpandin heye. Bila dagirkerî  ji xwe re exlaq û pakiya mirovî ji kurdan fêr bibe ku careke din kurdan înkar neke û Halacoglu jî bila ji çanda kurdan fêrî duristiyê bibe û me êdî bes ji nijada me dernexîne. Ji xwe sitiya Hulya Avþar bi peyvên xwe yên watedar têra wî bersiv dayeyê. Zimanê wê her sax be. Kurd bi kurditiya xwe, bi çanda xwe, bi kevneþopî û exlaqê xwe yê pak ji kurdbûna xwe kêfxwþ û serbilind in. Pêwîstiya kurdan bi tirkbûn, farisbûn, erebbûn, ermenîbûn an tiþtekîdinbûnê nîne. Divê tirk êdî têbigihêjin vê rastiyê!

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org