HEFTEYA QEHREMANIYÊ
 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 
Di tarîtiya zindanê de sê darikên çixatê dibin çirûskên jiyaneke nû ya gelekî ku li hêviya azadî û rizgariyê…
 
Mazlûm Doxan di þeva Newrozê de bi biryardayînekê re rû bi rû bû. Di vê zindana ji cîhanê qut, di bin hemû zordariyên hovane de, bi îþkenceyên her bêhn bê navber tên domandin û mirovên xwe bi tasek þorbe, bi çixareyekê difroþin re rû bi rû, gelo dikare çi bike, peyameke çawa û bi çi awahî ragihîne hevalên xwe?
 
Çar dîwarên beton, derabeyên hesin, zencîrên zengirtî… Ne hilmek dikare were sitendin, ne bayek dikare ber bi der ve re bilive. Bi gotina îþkencekar Esadê xwînmij; ‘Mêþek bêyî fermana wan nikare bifire!’
 
Di rewþeke wiha de Mamosteyê gelê xwe pêwîstî bi rêþanîdanekê dibihîst; ji gel re, ji hevalên xwe re, ji dîrokê re û ji neyar re… Pêwîst bû dengebigihiþta derve ku cîhanê tev zanîba mîlîtanên vê tevgerê teslîm nebûne û liber xwe didin.
 
Derketina dadgehan hê destpê nekiribû; dema serdanêr dihatin, nedihiþtin peyveke tenê ku bibe agahî biaxivin, dîtina parêzeran jî qedexe bû! Baþ e wê çawa bikarîba peyameke berxwedanê rêbike der ve?
 
Di kesayeta xayinên wekî Þahîn û Yildirim de, Kemalîzma nijadperest dixwest careke din tovên xiyanetê di nava kurdan de biçîne û kurdayetî û þoreþgeriyê teslîm bigre. Yan ev pêla xiyanetê wê li tevahiya zindanê bihata serdestkirin an wê bi berxwedana mîlîtanan bihata têkbirin!
 
Di dîroka her gelî de pêngavên grîng ên biryardayîna jiyanî hene ku 21ê Adara 1982an jî ji bo gelê kurd rojeke wiha dîrokî bû. Rêber Apo li derveyî welêt, li qada Libnanê bi komek hevalên xwe re ji bo vegera welêt û berdewamkirina têkoþînê kar û xebat dikir; lê bi gelek zahmetî û bêbaweriyan re rû bi rû bû. Kadroyên bê bawer û bê hêvî li þûna vegera welêt çûyîna Ewropa û li wê derê girtina mafê îltîcaya siyasî wekî rêka rizgariyê didîtin û xwe dispartin pêvajoyê.
 
Di demeke wiha de çirûska jiyanê ya li zindanê ronî da ji bo rêbertiyê û ji bo tevahiya kadroyên dildarê têkoþînê bû peyameke berxwedan û berdewamkirina têkoþînê. Ger kadroyek li paþ derabeyên hesin, di nava çar dîwarên beton de, di bin îþkenceya rojane ya her gav û her bêhn de dikare li ber xwe bide, wê demê kadroyên li der ve mafê wana nîne ji têkoþînê xwe paþ de bidin ango çavê xwe berdin jiyana ber deriyê biyaniyan!
 
Mazlûm Doxan di 21ê Adara 1982an de cejna Newrozê bi sê darikên çixatê pîroz dike û bi dirûþmeya ‘Berxwedan jiyan e!’ dawî li jiyana xwe tîne. Ev ji dijmin re dibe peyamek ku, ‘Hûn dikarin bedena me dîl bigrin, lê bi vîn û ramana me qet nikarin!’ Ji bo eniya dost û hevalan jî dibe peyama ‘Berxwedan jiyan e!’ ger mirov li ber xwe bide dikare bijî, jiyana bê berxwedan mirina herî xerab e! Teslîmkarî û xiyanet qet nayê pejirandin û rêka berxwedanê di bin her merc û derfetê de heye!
 
Li ser vê çirûska berxwedana Mazlûm Doxan kadroyên PKKê sînor qetandin û derbasî xaka welêt bûn, li xaka welêt dest bi têkoþîna çekdarî kirin û di 15ê Tebaxa 1984an de bi pêþengtiya Egîd (Mahsûm Korkmaz) vîna gelê kurd a biryardayîna berxwedan û têkoþîna azadî û rizgariyê hat beyankirin. Dost dijmin her kes pê hisiya ku kurd teslîm nebûne, kurd nemirine, kurd li ber xwe didin û kurd wê têbikoþin.
 
Mahsûm Korkmaz tevî hemû astengiyên li hemberî þerê çekdarî û têkoþîna gerîlatî bi bîr û baweriyeke bi xeta azadiyê gav avêt welêt, þer da destpêkirin û ji bo bicihbûna gerîla ya di çiyayên welêt de bingehê pêwîst saz kir. Tovên jiyana gerîlatî di dilê tevahiya keç û xortên kurdan de çand.
 
Bi berxwedana Mazlûm û serhildana Egîd gelê kurd bû xwediyê deskeftiyên jiyanî yên azadî û serkeftinê. Xort û keçên kurd ên berê ji xaka welatê xwe direviyan ber deriyê biyaniyan êdî pêl bi pêl herikîn ser xaka welêt û bi dayîna xwîn û canê xwe dara jiyanê av dan!
 
Welatê weke mirî dihat hesibandin êdî bû warê jiyanê! Ew betona di qûntara çiyayê Agirî de girtibûn ser dayika kurdan hat çirandin û tê re darên azadiyê pîjiqîn ku rojê himbêz bikin.
 
Mahsûm Korkmaz di 28ê Adara 1986 an de di kemîneke bêbext a neyar de jiyana xwe ji dest da, lê jiyana li navsera çiyan ava kir, bû jiyana giþtiya gelê kurd û ji çiyan daket deþt û bajaran, tije hundirê malan û qesr û qonaxan bû.
 
Þehadeta her du qehremanên gelê kurd ji bo kurdan nebû sedemeke têkçûnê, berûvajî bû hêza tolhildanê, bû giyana azadî û rizgariyê, bû sedema serkeftinê.
 
Bi vê sedemê gelê kurd rojên di navbera 21 û 28ê Adarê de wekî hefteya qehremantiyê pejirand ku di vê hefteyê de bi bîranîna jiyana van lehengên xwe hemû lehengî û qehremantiyên xwe yên veþirtî derxîne holê û ji navsera çiyan heta kolanên bajaran bi ser dagirkeriyê de biqêrîne; vîna xwe ya berxwedanê hil de, hêviya xwe ya jiyaneke azad û bi rûmet zindî bike, baweriya xwe ya bi serkeftinê bilind bike.
 
Peyama bi þehadeta her du lehengên gelê kurd hatiye dayîn pirr aþkere ye; di 21ê Adarê de sazûmana desthilatdar a gelê kurd tine dihesiband têk çû; di 28ê Adarê de bi bin ket! Serkeftin a gelê kurd û ya hemû gelên mazlûm e!
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org