|
HELWESTA ÎRANÊ NÎÞANEYA TÊKÇÛNÊ DIDE
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Di
van mehên dawî de û bi taybetî di van rojên dawî de, hukûmeta Komara
Îslamî ya Îranê bi awayekî dûrî hiþmendiyê tevdigere. Ji aliyekî
ve rojnamegerên kurd dixe zîndanê, sizaya dardakirinê li wana dibire. Ji
aliyekî ve mirovên kurd li nava sûkê bi gulebarînê û di zindanan de
bi îþkenceyê qetil dike. Ji aliyekî ve dest û rê dide artêþa tirk, pêk
re leþker û teknîka xwe ya kujêr rêdike ser têkoþerên azadiya gelê
kurd. Herî dawî jî top û rokêtan ji aliyê xwe diavêje ser gundên Baþûrê
Kurdistanê. Ev tev nîþaneya tirs û xova ji ramana têkçûnê dibihîse
ye. Hêzeke dîktatoryal, monarþîk an totalîter dema dibîne ku dawiya wê
ne xêr e, hiþmendiya xwe winda dike, dikeve xova mirinê û wê demê kî
tê ber, çi derdikeve pêþberî wê, bi jana canê xwe, êrîþî ser
dike. Niha
Hukûmeta Komara Îslamî ya Îranê jî di van rojên dawî de rewþeke
wiha dijî. Ji ber ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên etnîkî, olî,
aborî, çandî û sazûmanî bi awayekî demokratîk û dadmendî çareser
nake, nakokiyên di civakê de kûrtir dibin û rû didin der. Gel ji rewþa
xwe ya li Îranê ne razî ye. Gel di vî qirnê 21. de êdî zêdetir azadî,
demokrasî û mafê mirovan dixwaze. Gel, ji pêþketina zanistî û teknîkê
û ji rehetiya bi xwe re tîne dixwaze zêdetir sûd bigre. Gel naxwaze bi
pirsgirêkên çêkar ên ji seqetiyên sazûman dijî tên der, bi gelên
din re bikeve nava pevçûnan û enerjiya xwe vala vala biqedîne. Gel
dixwaze di welatekî dewlemend de, di nava jiyaneke asayî de, bi rêzdariya
ji mafên mirovî, takekesî û gerdûnî re, wekhev û di nava aþtiyê de
bijî. Sazûmana
îslamî ya komara Îranê li ber vê daxwaza gel kelem û asteng e. Sazûman
li Îranê siyaseteke îslamî
li ser gel dimeþîne. Di rastiyê de divê ol û siyaset tevlihev nebe. Kes
li ser ol û oldariyê siyasetê neke. Ji ber ku ol û oldarî karekî
wijdanî ye. Divê dewlet nekeve navbera xwedê û mirovan. Lê sazûmana Îranê
ev pîvan jî binpê kiriye. Bi zagonên þerîatê, dîktatorî û xwînxwariyeke
dijwar li ser gelên li Îranê û bi taybetî li ser gelê kurd dimeþîne. Niha
her du rojnamevanên kurd; rêzdar ADNAN HASSANPOUR û HÎWA BUTÎMAR çi zirar dane gelên Îranê ku sazûmana îslamî ya xwînxwar wana bi
dardakirinê siza dike? Ev helwesta hukûmeta Îranê ya hovane tenê bi
sedemekê dikare were watedayîn ku ew jî xova têkçûna sazûmana Îranê
ye. Ger rayedarên vê sazûmanê têkçûna sazûmana xwe nedîtibana, ji
du rojnamegerên ku rastiyan tînin ser ziman ewqasî neditirsiyan û rêka
jiyanê li ber wana nedigirtin. Ger
ev yek ne rast be, divê sazûmana Îranê dev ji helwesta xwe ya dij-mirovî
û dij-kurdî berde û sizaya li ser van her du rojnamegerên kurd û li ser
rojnamevanên din rake. Dîsa
ger sazûmana Îranê di pêþveçûna PJAKê de tinebûna xwe nabîne, çima
bi roketên Katyûþa û topên Obus, bi hezaran gule dibarîne ser çiyayê
Qendîl, aliyê Baþûrê Kurdistanê. Li cih û warên guleyan dibarîne,
gelê me yê koçer, li zozanan pezê xwe diçêrîne. Tevî dizanin ku gel
li wan deran pez diçêrînin, dîsa jî didin ber top û roketan. Ger ev ne
nîþaneya tirsa têkçûnê be, nîþaneya çi ye? Hukûmeteke bi hêz û
ji xwe bawer, çima top û roketan bi ser gelê sîvîl de û bi ser
daristanên bêtawan de bibarîne. Bi rojan e daristanên Kurdistanê ji ber
vê topbarînê disoje. Ma ev helwesteke însanî ye? Tu xwezaya gelekî didî
ber topan û disojînî, ma ev ne ji tirs û xova mirinê tê? Par jî te di
van mehan de, devî û daristanên Qendîlê bi top û roketan da ber agir,
lê bi hatina biharê re deviyên Kurdistanê çaviyên nû dan, him jî geþtir
û gurtir. Berxwedana deviyên Kurdistanê ya li hemberî sotina sazûmanên
desthilatdar dîrokek bi serê xwe ye û nîþaneya zindîbûn û vejîna vê
xakê û vî gelî ye. Her havîn û payiz hûn disojînin, ew her bihar çaviyan
dide û þîn dibe. Ev vîneke jînbûnê ye. Kurdistan bi vê vînê ev zêdeyî
du hezar salan e, li hemberî hemû dagirkerî û desthilatdariyan zindî
maye û li ber xwe dide. Sazûmana
Îranê û rayedarên wê yên di rêka þaþ de, divê vê vîna li
Kurdistanê, vê giyana berxedan û zindîbûnê êdî bipejirînin û jê
re rêzdar bin. Çawa
ku bi sotina deviyên daristanan hûn nikarin Kurdistanê bikin çol û
cebel, bi dardakirina ADNAN HASSANPOUR û HÎWA BUTÎMAR jî hûn
nikarin rojnamegeriya kurd ji holê rakin. Bi dardakirina van her du
rojnamegeran tenê hûnê ruyê xwe yê xwînxwar, ê dijberî azadî û mafê
gelan, ê dij mirovî, yê paþdem û paþverû eþkere bikin û nefreta
mirovahiya cîhanê bikiþînin ser xwe. Ji bo vê dardakirinê wê ti hêz
û ti dewlet rehmeyê li we nede, berûvajî herkes wê lanetê li we bibarîne. Li
aliyê din ji bo ku hûn mafên bingehîn ên gelên bi we re dijîn nas
nakin; ji bo ku hûn bi sazûmaneke desthilatiya zilamtiyê zûlmeke yek alî
li ser jinan dimeþînin; bi sedan jinên bêguneh dixin çalekê û bi
keviran qetil dikin; ji bo ku hûn rêzdariyê li hemberî çand, ziman,
kevneþopî, wêje û dîroka gelên di bin destê we de þanî nadin; ji bo
ku hûn þerekî desthilatî yê bêmaf li hemberî têkoþerên azadiya gelê
kurd dimeþînin; ji bo ku di vê serdema dîrokê de, hûn rêka azadî,
demokrasî, wekhevî û aþtiyê li ber gelên Îranê digrin; wê gel û dîrok
ji we hesabê vê bipirse. Nebêjin
ku ‘Em bi hêz in û¨em çi bikin wê ji me re kar bimîne!’ Ne
pênûsa rojnamegeran li erdê dimîne û ne jî xwîna gelan! HESEN
HUSEYÎN DENÎZ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org