HÊVÎ HER DEM HEYE…

 

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Ji bo aþtiya civakî ya di navbera aliyê kurd û tirk de pêk were, hêvî her dem heye, lê mixabin dek û dolab jî her roja diçe zêdetir dibin û li pêþiya aþtiyê dibin bend.

Li Tirkiyê hêzên aþtiyê naxwazin hene. Hinek kes navê vana wekî `dewleta kûr` bi nav dikin. Êdî divê dev ji vê binavkirinê berdin. Li Tirkiyê dewleta kûr nîn e ango dewlet bi xwe kûr e. Dewleta heyî ya niha dimeþe ew bi xwe kûr e û naxwaze sazûmana li ser dimeþe xera bibe. Yanî li pêþiya aþtiyê dewlet bi xwe asteng e. Di hûndirê dewletê de dibe ku hinek baskên hiþktir, hinek ên nermtir hebin. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov dewleta heyî rûspî derxîne û her rûreþiyê bixe stûyê dewleta kûr. Li holê du dewlet nîn in. Dewletek heye, ya kûr jî ya  bor jî ew bi xwe ye.

Ev dewlet ji kombûna artêþ, hikûmet û mûxalefetê pêk tê. Di pirsgirêka kurd de ev her sê hêz di nava xwe de bernameyekê datînin û li gorî wê dimeþin. Vê bernameyê di civînên MGKê de plan û destxet dikin. Serokomar, serokê artêþê û serokê saloxdariyê koordîneya vê dikin. Ev plan dema tê temamkirin pêþkêþî rayedariya Îsraîl û Amerîka tê kirin. Dema ew erê dikin êdî derbasî jiyanê dikin. Ji ber ku plan bi giþtî tê amadekirin, di pêkanîna wê de jî hevbeþ tevdigerin; kî çi kar bikeve ser milê wî, hewl dide ku weynê xwe herî baþ bileyize.

Demekê li hemberî aliyê kurd `þerê topyekun` meþandin. Artêþ, hikûmet, mûxalefet û û hemû derdorên girêdayî wan, di hundirê welêt û derveyî welêt de xisin dewreyê û xwestin bi vî þerî encamê bigrin. Encam jî wekî her dem tasfiyekirina aliyê kurd bû. Di vê de bi ser neketin. Vê polîtîkayê aliyê kurd bi hêztir kir.

Wê demê li hev rûniþtin û ji xwe re planekî din xêz kirin. Planê wan ê nû ev e:

Aliyê kurd bikuje, bila bi xwe nehise. Nerme nerme bikuje. Li ruyê wê bikene û xincerê tê rake, dilê wê derxîne.

Niha li Tirkiyê, di warê pirsgirêka kurd de bi navê `çareseriyê` ev rêbaz tê meþandin.  Hikûmet weynê rûkeniyê hilgirtiye ser xwe. Li ruyê kurdan dikene ku kurd bixapin. Artêþ weynê xincerkirinê daye ser xwe. Ew bê rawestan operasyona didomîne û gerîlayekî li ku bibîne, bi hezaran leþker diþîne ser. Bi hêza xwe ya li bajaran a wekî polîsan jî kî ji DTPê gavekê pêþ de biçe, digre diavêje hundir. Rojekê tenê jî vala namîne. Mûxalefet jî weynê têkdanê hilgirtiye ser xwe. Têkdaneke wiha dike ku yê nizanibe, wê bêje wele bi rastî hikûmet dixwaze gavan biavêje lê mûxalefet nahêle. Ew jî ji bo xapandinê weynekî grîng e.

Bi rastî ev her sê hêzên di nava xwe de hevkariyê dikin wekî qirdikan li serê gelê kurd dikin. Gelê kurd bi hêviya aþtiyê, bi dilekî pak, bi niyeteke zelal dixwaze êdî di nava aþtî û aramiyê de bijî. Lê ev hêzên dewletî dixwazin vê sedsalê jî li vî gelî bikin jahr.

Hêzên gerîlan ji bo agirbestê demek dane hikûmetê. Divê roja ev dem bi dawî bibe êdî hikûmet xwe hilavêje jî careke din neyê dirêjkirin. Ji ber ku niyeta dewletê eþkere bûye. Dewlet dixwaze gerîla rawestîne û bi nermeyî bikuje. Ew gerîlayên li çoltera Çelê hatin kuþtin, dewletê dikarîbû ew nekuþtana. Destpêkê dikarîbû li ser wana operasyon nekiriba, ya duwemîn operasyon kir jî dikarîbû ew nekuþtana; ji ber ku kuþtina wan bi awayekî hovane pêk aniye. Ji vê yekê jî mirov têdigihêje ku dewlet di dijminatiya xwe de bi israr e. Tiþtekî ku em bêjin, `hikûmet cuda, artêþ cuda` jî nîn e. Hevbeþ kar dikin. Hikûmet ji artêþê re dibêje, `ezê ji te re dest û lingên gel û gerîla girêdim, tu jî lê bide û bikuje!` derveyî vê ti gavavêtin, ti `açilim-maçilim` jî nîn e; bila kesek xwe nexapîne û nekeve nava xewn û xeyalên þaþ.

Ger hikûmet heta cejna remezanê nexþeya rê bide KCKê jî, divê KCK agirbestê êdî dirêj neke.  Ger dewlet dixwaze hinek gavan biavêje dema þer bidome jî dikare biavêje. Ew peyva ku dibêje, `Ji bo gavavêtinê divê çek rawestin`, derewek mezin e. Ger dewlet ji bo gavavêtinê rawestina çekan pêþ dibîne, wê demê bila vê carê jî ew rawestîne. Çima her carê wê aliyê kurd rawestîne. Yê tê girtin û kuþtin em, yê þer rawestîne jî em! Ma wiha kîjan xweda dipejirîne?

Gelê kurd jî divê çalakiyên xwe yên rewa û demokratîk gavekê pêþdetir bibe. Li hemberî girtinan divê `karnekirina neferme`(sivil iteatsizlik)  êdî bixe dewrê. Çalakiyên gel êdî bûne ji rêzê. Divê rêk û rêbaz werin guhertin. Hemû sazûmana dewletê kar dike, ma dewlet çima gav biavêje? Divê gel rê nede ku sazûman kar bike. Divê qonaxên hikûmetê, dadgehên wê, dibistanên wê, artêþa wê, kargehên wê kar nekin ku pêwîstê gavavêtinê bibe. Û her wiha divê gelê kurd êdî dev ji vê axavtina bi tirkî berde ku dewlet gav biavêje. Bi tirkî biaxive, kurdî bixwaze! Ev nakokiyek e ku wêr dide dewletê, pirsgirêkê çareser neke. Ji zîndanê bigir heta çol û çiyê, deþt û bajaran her kurd êdî divê bi kurdî biaxive û ji axaftina bi tirkî þerm bike. Wê demê her dem hêviya çareseriyê wê hebe.

Agirbesta ji aliyê kurd êdî bes e, ger dixwaze bila dewlet agirbestê bike!

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org