|
HILBIJARTIN BI DAWÎ BÛ, ÊDÎ DOR A ÇARESERIYÊ YE
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Li
Kuridstanê rengê dengan bi hilbijartina 29ê Adarê diyar bû. Tevî hemû
hewildan, astengkirin û alîkariya aborî ya kirîna dengan a Hikûmetê,
gelê kurd bi hijmarek pirahî daxwaza xwe ji aliyê hêzên azadîxwaz ve
diyar kir. Gelê kurd dixwaze bi destê xwe xwe rê ve bibe. Wateya
bidestxistina þaredariyan ev e. gelê kurd êdî dixwaze û dikare xwe bi
xwe xwe rê ve bibe. Hikûmet
û dewletê wiha hizir dikir ku dengên aliyê kurd dakeve xwarê û bêjin
`Wa ye gel we naxwaze, ji bo vê reforman jî naxwaze, çareseriyê jî
naxwaze. Polîtîkayên dewletê yên di dierbarê pirsgirêka kurdî de yên
heta niha ras tin. Hûn jî werin ser vê polîtîkayê!` Lê
gelê kurd bi vê dengdanê ev niyet û gotin vala derxist; berûvajî kir.
Gelê kurd li hemberî vê niyet û gotinê, niyet û gotina xwe wiha eþkere
kir: `Polîtîkayên
dewleta tirk ên heta niha di derbarê pirsgirêka kurd de dimeþîne þaþ
e. divê ev polîtîka were guhertin. Êdî em çareseriya pirsgirêka kurd
dixwazin.welatê me radestî me bikin, em dikarin xwe rê ve bibin. Leþkerên
xwe ji xaka me vekiþînin. Saziyên me û welatê me ji me re bihêlin. Em
dikarin di nava dostaniyekê de bi hev re bijîn, lê her kes bi hêza xwe,
her kes wek hev.` Ji
bo gihiþtina vê daxwazê, bêguman rêyek were meþandin heye. Destpêkê
divê dewleta tirk bipejirîne ku gelê kurd jê re ne neyar e dost e, ne
pez e, mirov e, ne kole ye azadîxwaz e. pê re divê operasyonên li
Kurdistanê di cih de rawestîne. Pê re divê rêbertiya gelê kurd ji Îmraliyê
derxîne, azad berde û pê re dest bi hevdîtinên çareseriya pirsgirêka
kurd û aþtiya civakî bike. Derveyî vê ti rêk û rêbaz dewleta Tirkiyê
nikare pak derxîne. Gelê kurd di van rojan de coþa serkeftinê dijî. Ger
ev coþ bibe hêrs, ti dewlet û ti hêz nikare xwe li ber bigre. Divê
Komara Tirkiyê bi rayedarên xwe û fermandarên xwe vê yekê zanibin. Coþ
her dem wekî coþ namîne, dema distewe dibe hêrs û ev hêrs dikare
welatan û sazûmanan hilweþîne. Ger vê yekê nabînin, wê demê `xwedê
ji wana sitendiye!` Piþtî
van hilbijartinan, bê guman wê rayedar û fermandarên Komara Tirkiyê li
hev rûnên û li ser rêk û rêbaz û planên nû gengeþe bikin. Hêvîdar
im ku dîsa nebêjin, `Bîz bu PKKyî nasil bitirebiliriz?` Ger
wiha bêjin wê dîsa xwexapandinek bê wate bidome. Gerek bêjin, gelê
kurd dengê xwe di aliyê çareserkirina pirsgirêka kurd de da, ev ji bo me
perspektîfek e û di çarçoweya vê perspektîfê de, ka em çawa dikarin
çareseriyeke dadmendî ji vê re bibînin û bînin? Ger
wiha bihizirin û wiha bimeþin, wê bikaribin pêwîstiyên demê bi cih bînin,
na ku dîsa xwe bixwazin bixapînin, di vê biharê de, wê dîsa welat bibe
gola xwînê. Wê dîsa dayîk li ser zarokan bigrîn. Wê dîsa dem û
derfet ji dest werin revandin. Di
vê pêvajoyê de her kesê hiþmend, rewþanbîr, demokrat, welatparêz,
her kes divê vê bangê li hikûmet û dewleta Tirk bike. Fermo, were ser rêka
azadî, aþtî û demokrasiyê! Êdî bes e, qirkirina gelan, êdî bes e
polîtîkaya înkar û qirkirinê, êdî bes e tinehesibandina kurdan. Êdî
bes e dijayetî, zordarî û zilm. Were em bi hev re welatek azad, wekhev û
di nava aramiyê de saz bikin.` Ev
bang pêwîst e û yê ku di vê bangê de cih negre û li gorî pêwîstiyên
wê tev negere, ew di þerê di rojên pêþ de biqewime de dibe alîgirek
û berpirsyarek an hevparek. Gerek ti kes xwe neyne vê rewþê. Bi
hêviya bidawîbûna aloziyan û çareserkirineke bi rûmet û dadmendî. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org