HISYARî GRîNG E

 

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Gelê kurd ji bo daxwaza xwe ya aþtiya civakî bîne ser ziman, roja Yekê Îlonê li Amedê tê gel hev. Gel di rojên wiha de tê gel hev ku artêþ û hikûmet bi devekî pêla nijadperestiyê bilind dike û daxwazên gel înkar dike. Ji bo vê, kesên vê mîtîngê pêk tînin, ji bo ewlekariya gel divê bi hiþmendî, baldarî û bi tedbîrên mezin tevbigerin. Wê dewlet bixwaze vê mîtîngê vala derxîne, sabote bike û heta provoke bike. Divê ev yek were zanîn.

Rêbertiya gelê kurd di 20ê Tebaxê de Nexþeya Rê ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd radestî berpirsyariya zîndanê kiriye. Ew nexþe çû gihiþt destê Kûrmayê Giþtî, li wir hat xwendin, li ser civîna Konseya Ewlekariya Milî (MGK) hat çêkirin û bersiv him ji devê Kurmayê Giþtî û piþt re jî ji devê Serokwezîr hat dayîn: domkirina di polîtîkayên kevin de wê bimeþe!

Ev tê çi wateyê?

Wê operasyon berfirehtir û dijwartir werin domandin.

Mafên gelê kurd werin binpêkirin.

Li hemberî xwepêþandanên demokratîk wê dijwarî were þanîdan.

Di bin navê hinek gavên demokratîkbûnê de, wê lêgerîna tasfiyekirina gerîla were lipêþxistin.

Bi vê sedemê, divê kesek nehizire ku rewþ asayî ye, wê milyonek kurd li Amedê werin gel hev û dewleta xwînxwar lê seyr bike. Tedbîrên ewlekariyê û pêþîgirtina li provokasyonan sedî sed divê werin girtin.

Ji pakêta demokratîk a hikûmeta AKPê planê kevin ê Îngilîzan zêdetir tiþtek nîn e. Qaþo wê wargeha li Mexmûr bidin valakirin û gerîlan daxînin wê deþta mirinê. Bi vî awahî wê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku li gorî wana yê pirsgirêkê tîne holê hebûna Apo û gerîla bû. Apo bi komployê hat girtin, xistin zîndanê, ma gerîla. Ger komployekê li gerîla jî bikin û ji çiyê daxînin, kesekî qala pirsgirêka kurd bike namîne. Ji xwe dema gel bê gerîla bimîne, dikarin di qirkirinekê re jî derbas bikin; ma 28 caran nekirin? Dikarin cara 29. jî biceribînin. Lê ax ku ev Apo û gerîla tineba! Apo di zîndanê de ye, ka em çawa gerîla bixapînin, ji çiyayên asê daxînin deþtê! Gerîlayê dakeve deþtê ji xwe ji ber xwe ve mirî tê hesibandin. Wê demê planê dagirkerî û emperyalîzmê bi ser dikeve. Pirsgirêka kurd ji holê radibe û Tirkiye dibe mîrê Rojhilata Navîn. Xaka Kurdistanê ji aliyê sermaya Îsraîlê ve tê dagirkirin; ji xwe ji niha ve nêvî kirîne. Tiþta maye jî wê desteser bikin. Êdî kurd bixwazin jî careke din nikarin piþta xwe rast bikin û serê xwe rakin.

Em di pêvajoyek hasas re derbas dibin. Aliyê kurd di aþtiyê de, aliyê tirk jî di þer de israr dike. Ev yek wê pevçûnên mezin bi xwe re bîne. Li ser xatirê diyarkirina Nexþeya Rê wê aliyê kurd hinekî din rewþa asayî bidomîne; lê heta ku? Operasyon bi hemû dijwariya xwe didomin. Kurdistan di vê kelkela germa Havînê de ji her alî ve tê sotin. Jin, zilam, ciwan, zarok her roj tên girtin û di zîndanan de êdî rê nemaye. Kuþtinên kiryarên wan ne diyar êdî eþkere tên kirin û heta di nava artêþê de jî ev kuþtin zêdetir dibin. Þerê aliyê tirk ti carî qasî di roja me de heye bi qirêj, gemar û xafilane nebûye. Ji bo vê divê gelê me gelekî baldar û hiþyar be. Hatina xafiltiyê, mirin e!

Nêzîkatiya dewleta tirk ji meþa 1ê Îlonê re wê bibe pîvanek ji çareserkirina pirsgirêka kurd re û KCK jî li gorî vê nêzîkatiyê yan wê agirbestê dirêj bike, yan jî wê bi dawî bike. 1ê Îlonê wê li Kurdistan û Tirkiyê gelek tiþt werin guhertin. Ger di wê rojê de ev guhertin bi çav neyên dîtin jî wê wekî tovê hatibe çandin, di rojên pêþ de berhemên xwe derxînin ser ruyê erdê.

Bi vê sedemê  1ê Îlona 2009an gelekî grîng e. Çiqasî di nava aþtiyê de derbas bibe, wê ewqasî ronahiya xwe bide rojên pêþ de û çiqasî bi alozî derbas bibe, wê rojên pêþ jî avisê aloziyê bin.

Hêviya me ew e ku aþtî û demokrasî bi ser bikeve û dewleta tirk hiþê xwe komî serê xwe bike, tevdana ti provokasyonan lidar nexe.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org