HIZB-UL-ALLAH, FETH-UL-ALLAH, AKP-UL-ALLAH...

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Mudiriyeta Giþtî ya Ewlekarî ya Tirkiyê di destpêka vê mehê de raporek pêþkêþî kombûna MGK (Konseya Ewlekarî ya Milî) ya Tirkiyê kiriye û tê de di derbarê kar û xebatên Hizbulahê de agahî daye, qaþo xwestiye balê bikiþîne ser pêþketinên di rêxistina Hizbûllah de çêdibin.

Niha kesên rewþa Tirkiyê, dewleta tirk û sazûmana wê nizanibin, wê bawer bikin ku bi rastî Hizbullah li Tirkiyê derveyî vîna sazûmanê rêxistiniyekê li pêþ dixe û Mudiriyeta Ewlekariyê jî ev pêdandiye, êdî radigihîne MGKê û MGK jî ji bo ewlekariya welêt û laîsîzmê wê li ser raweste û di demeke nêz de wê fermana Hizbûlahê rakin!

Lê em dizanin ku ne wiha ye.

Li aliyekî Fethûlahçî, li Aliyekî Erdogançî rojane ji meclîsa tirk bigir heta mizgeft û kolanên welêt rêxistiniya bi navê olê dikin. Ev rêxistinî ha bi navê Hizbûlah hat kirin, ha bi navê Fethulah hat kirin, ha bi navê AKPulah hat kirin qet ferq nake; tev jî di xizmeta sazûmana olîgarþîk a Komara Tirkiyê de ne.

Sazûmana Tirkiyê bi destê artêþê tê rêvebirin; herî kêm ev ji roja 12ê Îlona 1980yî û vir ve wiha ye. Ji wê rojê ve þiyandariyên siyasî hatibin guhertin jî, cewherê sazûmanê nehatiye guhertin. Her þiyandariya siyasî di dema xwe de bi rûçikekî bikaribe gel bixapîne derketiye pêþ. Di vê rêkê de çepgir ceribandin, sosyal demokrat ceribandin, lîberal ceribandin; niha jî îslamiyan diceribînin. Artêþ dîsa desthilat e, þiyandarî dîsa berdevkê sazûmanê ye; ferqiya wê; vê carê bi navê olê erka xwe rêve dibin. Wekî din ti ferq û cudahî nîne.

Hizbûlah di salên piþtî 1990î de qaþo ji bo temirandina agirê azadî ya têkoþîna gelê kurd bi destê dewleta tirk hat destekirin. Destpêkê ji aliyê Îranê ve, wekî rêxistiniyeke bikaribe li Tirkiyê nûnertiya berjewendiya sazûmana Îranê bike û heta ku biserkeve, li dijî sazûmana komara Tirkiyê wekî alternatîfeke îslamî hat hizirandin û bi vê armancê hat damezirandin. Berya ku ev rêxistin li Tirkiyê bi destê Huseyîn Velioglu yê ji Heskîfê were damezirandin, Îran bi hevkariya bi PKKê re dixwest rêxistineke wiha li warên gerîla -li bejahiyê- damezirîne. Lê Îran dûv re dît ku li bejahiyê-li warên gerîla PKK him bi bîrdozî, him pratîkî xurt e û çi hêza xwe rêke nava wana, wê werin hilandin û di armanca xwe de wê bi ser nekeve. Ji ber vê yekê ji vê projeya xwe gav paþ de avêt. Li þûna vê dest avêt rêxistiniyeke xwe bispêre bajaran. Di vî warî de, Nisêbîn, Gercews, Batman, Silîva him xeteke derbasbûnê û him xwediyê bingehekî oldarî bû. Ji berê ve li ser vê xetê li dijî PKKê rêxistinên wekî KUK, DDKD, Rizgarî, KAWA bingehê xwerêxistinkirin û li hemberî PKKê þerkirinê dîtibûn. Vê yekê wêr dida rêxistiniyeke nû. Îran wiha dihizirî ku li Tirkiyê ji bo bibe hêz, yan divê bi PKKê re hevkariyê bike, yan divê li dijî PKKê kamilbûna xwe bipeyitîne. Îran newêrî rêka yekem biceribîne, ji ber ku di hevdîtinan de, çavê wê PKK û rêvebiriya wê nebirî. Wê demê rêka duwem a ‘bi dijbertiya PKKê xwe bike hêz’ wekî hilbijareya tenê li ber Îranê ma.

Lêbelê dema sazûmana Îranê ev hesab dikir, hêza sazûmana Tirkiyê û weynê MÎT, JÎTEM, CÎA û Saloxdariya Îsraîl nehesibandibû. Li Tirkiyê pirr zor e ku rêxistinek hesabê van saziyên saloxdarî neke û bê ku bikeve bin bandûra wana têkoþîna xwe bimeþîne. Bi vê sedemê di demeke kin de, van saziyên saloxdarî dest avêtin rêxistiniya Hizbûllah û endamên xwe tê de bi cih kirin. Ji warê aborî, rêxistinbûn, derfet, çekpeydekirin, saloxdayîn û gelek warên din de derfetên dewletê xistin bin xizmeta vê rêxistinê. Dema wiha serbest tevgeriyan, di demeke kin de him bi hijmarî xwe zêde kirin û him bawerî bi xwe anîn ku êdî dikarin bi çalakiyên li hemberî PKKê, kozikên di dest wê de bidest xwe bixin. Ji xwe xwesteka dewleta tirk jî hebû ku li hemberî PKKê bi rêkên ne rewa têkoþîneke tinekirin an darbelêdanê bimeþîne. Bi vê armancê Hizbûllah jê re bû derfeteke ku li ezmanan lê digeriya û li erdê bi dest ket. Þiyandariya wê demê; di hukûmetê de Tansû Çîler, di artêþê de Dogan Gureþ, di wezîrtiya herêmê de Memet Agar di warê exlaq û zîhniyetê de ji her warê þerê qirêj re amade bûn. Bi vê sedemê heta dawî hêz û lez dan hevkariya bi Hizbûlahê re. Ji aliyekî ve karûxebata bidestxistina Hizbûlahê meþandin û pê re Hizbûlah ajotin ser gelê kurd. Hizbullahê jî ji aliyekî ve bi hevkariya bi dewleta tirk re rêxistiniya xwe didomand û ji aliyekî ve bi têkoþîna li dijî alîgirên PKKê dixwest xwe bike hêz. Lê hêza ku bi destê dewletê bibe hêz, wê ji bo berjewendiya dewletê hatiba bikaranîn û roja ku ev berjewendî gihiþt serî, wê dawî lê bihata anîn. Di encamê de Hizbûlahê pratîkeke wiha jiya û gelek êþ û xwîn bi ser gelê kurd de barand.

Ev ji aliyê Îranê ve jî dihat dîtin û zanîn. Lê êdî tiþtekî Îran bikaribe bike jî tinebû. Ji aliyekî ve him li hesabê Îranê dihat; ji ber ku PKK pê lawaz diket; ji aliyekî ve li hesabê wê nedihat ji ber ku Hizbûlah ji bandûra wê derdiket. Li ser vê yekê piþtî tasfiyekirina leþkerî ya Hizbûlahê, di Îranê de nêrîneke wiha li pêþ ket. Li Kurdistan û li Tirkiyê têkoþîna bi navê îslamiyetê çiqasî ji gelan re xerabiyê tîne bila bîne, dîsa jî zemînê dibîne û di nava gel de bi cih dibe. Asta paþdemayîna gel, girêdayîna çavkorî ya bi olê ve rê dide vê yekê. Wê demê ger li Tirkiyê dixwaze bîrdoziya xwe bi cih bike, rêxistiniya bi navê îslamîzmê bi her awahî divê pêþ de bibe. Ev nêrîna sazûmana Îranê, di vê pêvajoyê de di sazûmana Tirkiyê de jî li pêþ ket. Ji xwe re got; binêre bi tevgereke sixte ya bi navê Hizbûllah me derbe li PKKê da û têkoþîna kurd ji ber deriyê þoreþê vegerand. Wê demê ger em lez û beza rêxistiniya îslamî ya di bin bandûra me de bidomînin, emê rê nedin ku PKK serkeftina dawî bi dest bixe.

Di vê çarçoweyê de armancên dijber ên Îran û Tirkiyê di mijara pirsgirêka kurd û dijbertiya PKKê de gihiþtin hev. Li Tirkiyê rê li pêþiya rêxistiniya Îslamî hat vekirin. Pêþveçûna cemaata Fethûlah Guler jî, serokwezîrbûna Tayip Erdogan û biserketina AKPê jî, çûna Abdulah Gul a Serokomariyê jî tev li ser vî bingehî li pêþ ket.

Ji bo vê; doh Hizbullah –ku wekî ‘Hizb-ul-kontra’ dihat nasîn- ji bo gelê kurd çi bû, îroj AKP jî ew e, Fethûlahçî î ew in û kesê, hêz û partiyên destekê ji AKPê re þanî didin jî ew in. Ger hûn bala xwe bidinê, tam jî di demeke hesas a pêwîstî bi yekîtiya netewî ya gelê kurd heye de, Talabanî ji Iraqê peyamê rêdike ji gelê kurd re ku hukûmeta AKPê destek bikin. Tê zanîn ku Talabanî zilamê sazûmana Îranê ye. Ev bang û daxwaza Îranê pev ve girêdayî ye. Îran fermanê dide Talanbanî, dibêje, divê tu berjewendiya min a li Tirkiyê destek bikî ku ez jî serokomariya te ya li Iraqê destek bikim. Sazûmana Tirkiye jî qaþo bi rêka hukûmeta Erdogan wê li Kurdistanê temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê Erdogan dibêje, ‘PKK benîm kurt kokenlî watandaþlarimin temsîlcîsî olamaz!’, ji bo vê Abdulah Gul dibêje, ‘Bîz egemenlîk haklarimizdan dogan meþrû mudafaa hakkimizi kullaniyoruz!’, ji bo vê Talabanî dibêje, ‘PKK bila çek deyne!’ ev daxwaz, nêrîn û gotin tev di çarçoweya planeke hevkariya di navbera van hêzan de û bi plansaziya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Îsraîl tê rêvebirin. Niha wê hinek bêjin ku yaw ma ev hêz tev ne li dijî hev in; çawa di plansaziyekê de tên gel hev?’ Belê li dijî hev in, lê belê li holê pirsgirêkeke wan a hevpar heye: Pirsgirêka Kurd! Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî dadmendî neyê çareserkirin ev hêz dikarin nivîna dayika xwe jî bifroþin. Doh bi çepgiriyê –bi Ecewît- firotin, pêr bi lîberalîzmê – bi Ozal- firotin, îroj bi îslamîzmê –bi Erdogan- difroþin! Ma qey pir ecêb e?

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org