|
|
HUSEYÎN
DENÎZ
1956
– 10 / Tebax / 1992
Hesen
Huseyîn Denîz
 |
Nivîskar,
rojnameger, mamoste û endamê PEN a navnetewî Huseyîn Denîz, di
sala 1956an de li gundê Sitilîlê girêdayî Nisêbînê ji dayik
dibê. Dibistana seretayî û Navîn li Serêkaniyê ya Ruhayê dixwîne.
Lîseya Mamostetiyê li Akþehîr a Konya diqedîne û li Sêwerekê
dest bi mamostetiyê dike. Piþt re berya salên 1980yî, derbasî
gundê Xerêbbaba ya Omeriyan dibe û mamostehiya seretayî, li wê
derê didomîne.
Huseyîn
Denîz hîn ji zaroktiya xwe ve xwedî mereqeke mezin a xwendin û nivîsandinê
ye. Bi taybetî li ser zimanê kurdî nivîsandin, lêkolîn,
ceribandin û xwebatên xwe hene. Di demên qedexebûna bikaranîna
zimanê kurdî de jî hewl dide ku di rojname û kovarên Tirkî de
nivîsandinên bi kurdî werin çapkirin. Ferhanga Zazakî Kurmancî,
Biwêjên Kurdî, Gotinên Pêþiyên Kurdan hin xebatên wî yên li
ser zimanê kurdî ne. Wekî din di gelek rojname û kovarên Tirkiyê
de bi sedan nivîsên wî hatine weþandin. Herî dawî di Ozgur
Gundem, Yenî Ulke de jî dinivîsand.
Huseyîn
Denîz qasî nasnameya wî ya nivîskarî û rojnamegerî mîlîtanekî
pêþeng ê tevgera azadiyê bû. Hîn dema li Ankarayê, bi A. Ocalan
re hevnasîn û hevdîtina xwe hebû. Dema tevgera Apogerî di sala 76
- 77an de tê Kurdistanê jî di xebatên perwerdekirina kadroyan de
xebateke çalak dimeþîne.
Bi
îlankirina Rewþa Awarte ya berya 12ê Îlonê ji xebatkariya Apocitî
dikeve zîndanê û qasî 4 mehan girtî dimîne. Piþtî tê berdan
xebatên xwe bi çalaktir didomîne. Li ser vê yekê bi hatina 12ê
Îlonê re careke din tê girtin û vê carê qasî 5 salan di zindana
Amedê de dîl dimîne. |
Huseyîn
Denîz piþtî berdana ji zîndanê dîsa di qada çapemeniyê de xebatên
xwe didomîne û bi nivîsarên xwe dibe kelemê çavê neyar. Bi vê sedemê
dijmin biryara kuþtina wî digre. Roja 9ê Tebaxê li sûka Serêkaniyê ji
aliyê çeteyên wekî Hizbûlkontra tên nasîn ve, di bin çavdêriya Polîsên
Tirk de tê guleberdan. Bi birîndarî radikin nexweþxaneya Ruhayê. Li vê
derê tevî hemû hewildan û serlêdanên malbat, dost û hevalên wî, nayê
dermankirin û di rakirina nexweþxaneya Amedê de, li ber deriyê nexweþxaneyê,
roja 10ê Tebaxa 1992an jiyana xwe ji dest dide, tev li refên karwanê têkoþerên
azadî û serxwebûna Kurdistanê dibe.
Li
ser þehadeta wî, xalê wî þehîdê nemir Mûsa Anter wiha dibêje:
‘Xwezî ew guleya berdan te, ne li te, li min ketiba û li cihê te ez ba
ma!’
Huseyîn
Denîz wekî tevahiya þehîdên azadiya Kurd û Kurdistanê, di dilê gelê
kurd de dijî û wê bêdawî bijî, pênûsa wî di rojnamegerî û nivîskariya
kurdî de, wê bê dawî bilive û her bijî.
Þehîd
rûmeta me ya bê mirin ên di dilê gelê kurdistanê de dijîn û her wê
bijîn in!
Hesen
Huseyîn Denîz
|
|
|