|
Îroj (21.11.2009) saet di
16.00 an de li Komeleya Çanda Kurd a Lozanê Rojbûna 85. a rewþenbîr
û siyasetmedarê kurd Îsmet Þerîf Wanli hat pîrozkirin. Girseyek
ji gel, nivîskar, dostên gelê kurd ên Swîsreyî, hevjîna wî û
kurê wî di pîrozbahiyê de amade bûn.
Îsmet Þerîf Wanli sala
1924an di 21ê meha Mijdarê de li Þamê jidayîk dibe. Di dema
xwendina dibistanê de bi rewþenbîrên kurd ên navdar re hevnasînê
dike. Celadet Alî Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemîlpaþe û bijîjk Nûredîn
Zaza dinase. Piþt re xwendina xwe ya zankoyê li Libnan, li Fransa û
li Amerîkayê didomîne. Di
van salan de bi erebî, fransizî û Îngilizî fêr dibe. Wekî birêz
Îsmet dibêje; `Her kes li derveyî welêt zimanê xwe jibîr dike,
min li derveyî welêt xwe fêrî kurdî kir.` axaftin û nivîsandina
kurdî jî fêr dibe.
Di 29.11.1948an de li Zankoya Lozanê zanyariya hiqûqê
diqedîne. Îsmet Þerîf di sala 1995an de,dibe endamê PKDWê
(Parlamenta Kurdistan a li derveyî welêt). Piþtî sala 1999ê jî
KNK û PKDW dibin yek û birêz Wanli ji bo demeke dirêj seroktiya wê
dike. |